NEWROZ

äæÑæÒ


23/6/2006

Hevpeyvînek ligel sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – Mihiyedîn Şêx Allî

Hevpeyvîn: Xalid Heno

Malpera Avesta

www.avestakurd.net

* Birêz Şêx Allî,di serî dexazim hûn, xwe bi xwendevanên Avesta bidin nasîn... Şêx Allî kî ye?

Li bajarê Efrînê sala 1953 –an hatiye dinê. Li dibistanên Efrîn, Heleb û unîvêrsîta wê – beşê ingilîzî – xwendiye, bê ku bi dawî bike.

Di warê perwerdebûna siyasî û kartêkirina mirovane de, li Helebê di salên (1969 – 1973) –an de ligel Dr.Nûrî Dêrsimî, û li salên (1980 – 1993) –an li Şamê li gel Osman Sebrî weke şagirtekî têkildar bû .

Dê kurd e, ji gundê Coqê – herêma Kurdaxê – ji êla Çeqeliyan, navê wê Hebîbe ye, ji kurdî pê ve ti zimanên dî nizane . Bav jî kurd e, koçere ji êla Delkî – Mîrşemî, ji gudê Berbiyan – herêma îslehiyê – navê wî Şêxmûs e . Piştî serkeftina Mistefa Kemal, hikûmeta Anqerê  paşnavê Mîrşem ji defteran rakir û paşnavên tirkî mina Ataş, Ûnlu, iliksoy, kose, Aksoy….xistine şûnê . Îro ew koçerên Mîrşemî bi sed an mal û kes li bajarên Îslehiyê, Entabê, Meraş û Istenbolê bûne bajarvanî, bi cî û warin . Dema şerê Seferbirlikê (1914-1919), Şêxmûs derbazî gundê Dêrsiwanê – hêla Kurdaxa Sûriyê – dibe, çend salan lê dimîne, dû re berê xwe dide Efrînê û tê de dibe xwedî hin berjewendiyên aborî . Ew nozdeh sal û şeş mehan di hêza leşkerî ya firansiyan de weke zabitekî biçûk dixebite . ta îro jî alikariya diravî ya mehane ji dewleta Firansî ji bermaliya wî re berdewame . li gel mezinê Êzdiyên Kurdaxê Derwîşê Şemo – gundê Qîbarê -, Kamîran Bedirxan û Rojê Lêsko têkildar bû . Ji bilî zimanê xwe yê kurdî bi Tirkî û Firansî jî dizanî .

Li Efrînê, li 1968 –an Şêx Allî derbazî nêv tevgera siyasî a kurd dibe û li havîna 1972 –an, ji ber xwendevanên kurd li Helebê tê helbijartin û digel hevalên dî diçe li kongira yekem li payza 1972 –an ya ku bi rêvebiriya birêz Reşîd Sindî nûnerê nemir mile Mistefa Barzanî li nêzî Bamerna Kurdistana Îraqê beşdar dibe, vêca ji hîngê ve û ta niha jiyana xwe terxî tevgera kurd kiriye, ji siyaset û rewşenbîriyê pê ve, di ti warên dî de kar nekiriye . Li 1974 – an belav oka Azadî – Elhuriye – li ser navê komîta herêma (Kurdax, Heleb û Kobaniyê) bi Alikariya hin hevalên dî derdixe û dide belavkirin . di kongira diwem ya partiyê ya ku li Sûriyê 1977 –an hatibû lidarxistin ew bona rêvebiriya partiyê tête helbijartin û dibe endamê komîta navendî û dûvre ya siyasî . Li payza 1981 –an, ji ber gelek pirs û sedeman nemaze (pêdiviya helbijartinan di nav rêxistina partiyê de li herêma Cizîrê – helwesta li beramber komela mirteda ya Cemîl Esed birayê serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed – hêrişa Mistefa Şemran û Ayatulah xilxalî li dij Mahabadê û kuştina gelek kadroyên Pdk-Îran -  pirsa demokrasî û çêroka helbijartina perlemento li Sûriyê – pêdiviya serbixwebûna rêxistina partiyê li Ewropa …hwd) cudabûn dikeve El-partî, û partiya kar a demokrat a kurd li Sûriyê tê holê, kar û barê birêvebirina vê partiya nû weke sekretêr heya 1990 –î bi Şêx Allî dihate hilpesartin . Dûv re, ligel hin baskên tevger a kurd li Sûriyê ( 1990 – 1993) nemaze ligel baskê El – partî (Xêza Kongira 1988 ) ya ku bi serkêşiya Mamoste Îsmaîl Omer û Salih mile Silêman Yekîtî tê avakirin, û ew dibe endamê komîta siyasî . Di herdu kongirên dawî ya parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê (2001-2005) Îsmaîl Omer weke serok û Şêx Allî weke sekretêrê partiyê têne helbijartin û ligel endamên dî yên komîta serkirdayetiyê kar û barê partiyê birêve dibin .

* Hûn weke yek ji berpirsiyarên P.Y.D.K.S, gelo sedema zêdebûna partiyên Kurd li Suriyê çi ye, di nêrîna te de sûda vê yekê li çareserkirina pirsa Kurd heye?

Ev reng pirbûn û zêdebûna rêxistinên kurd li Sûriyê sûdê li çareserkirina pirsa kurd nake . ji bilî vê yekê, ew kêm zêde, rê li ber xelkê kurd û raya giştî wenda dike, û rê dikeve serberdayetî û keysebaziyê . sedemên vê rewşa aloz û tevlihev bi hewceyî lêveger û nirxandina qonaxên ku tevgera kurd tê re derbaz bûye de ye, bi hewceyî lêkolînên zanistî, diyalog û danistandinên berpirsyar, berfireh û aşkere ye . Gelo berjewendiya gelê kurd li Sûriyê çi ye ?...pêvajoya jiyana wî ya civakî, aborî û rewşenbîrî serûber di çi çerçewê de ye, û çendî bi civaka Sûrî ve girêdayî û di nêv hevd e ye ? û li gor naskirina vê tabloyê, partiyeke kurd gerek çi bide berxwe, da ku karibe bi cî bike, gavan bavêje û bi serkeve . Ev yeka he, dixuyê hê li ba gelekan ne zelal e, di hiş û seriyan de baş cî negirtiye . eve sedema yekemîne ando dihêle tevgera kurd li Sûriyê di aloziyê de bijî, ji ber binale û rê li ber durişmên mezin û neberpirsiyar, siyasetên çewt û nexweşiyên ezîtiyê vebe .

Sedema dî ya herî sereke heyama – etmosfîra – siyasî li Sûriyê û pirojeyên rijîma dewletê li derbareyî gelê kurd, tunebûna Alfebêya demokrasiyê ye . Eve bêtirî çel salî ye ku Sûriyê di bin bandora dadgehên awerte, Ehkam Urfiyê – siqi yonetim – û karbidestiya tekpartiyê de ye …lewre jiyana siyasî, rewşenbîrî û civakî ya civaka Sûriyê ser û ber di asteng û aloziyan de digevize . Bi ser de jî bandor û  kartêkirina têkliyên hêzên kurdistana Îraq û Tirkiyê bi rijîma Hafiz Esed re, bez û kelkela gelekan ji siyasetvanên kurdên Sûrî ku xwe li ber wan reng têkliyan germ bikin û di nav gel de cî bigirin, bê ku xwe bibînin ku nûnertiya pirsa kurd li Sûriyê dikin, û dadmendiya ev pirsa he, ne kêmî dadmendiya p irsa kurd li Tirkiyê an Îraq û Îranê ye, tevî taybetmendiya rewş û dîroka kurd li Sûriyê .

* Rêjîma Sûrîyê roj bi roj ber bi rûxandinê ve diçe, hûn pêşeroja rêjîmê çawa dibînin... amadekariyên we ji bo guhertineke ku li Suriyê çêbibe çi ne ?

Baweriya me li cî ye ku, pêşeroj ne ji rijîma Sûriyê re ye, lê mirov ne di wê gumanê de ye ku, têkçûn û rûxandina rêjîmê ewqas nêzîk di van mehên bên de ye . Hazirî û amedekariyên parta me di sê warên sereke de lidar û berdewamin :

A-       Em dixebitin da ku karibin tevgera kurd li Sûriyê bidine ser hev . Di vî warî de, lihevkirin û karê hevpar di navbera Hevbendiya demokrat  a kurd û Berê demokrat a kurd de li Sûriyê, û belgeya nêrîna hevbeş ya ku  herdiwan li ser erêkirine, gaveke erênî û li pêşe, bi hêviya ku ev nêrîna he bibe belgeya tev ahiya tevgerê .

B-        Xebata hevpar û têkiliyên dostaniyê ligel hêz û partiyên Sûrî yên rikebir (Opozisyon) di çerçewa danezanîna Şamê li cî û berdewame, li seranserî bajar û herêmên Sûriyê komîte û Encûmen hatine û têne avakirin .

C-       Karê rojane ya rêxistinên partiyê li seranserî herêmên kurd li Sûriyê li saz û berfirehtir dibe . Rola rêxistin û kadroyên me di warê civakî, rewşenbîrî, ragihandinî û xwedîderketin li zimanê dê, roj bi roj bêtir cî digre û li ba xelkê kurd dibe ciyê rêzgirtinê .

* Hinek kes partiya we tewanbar dikin ku hûn ne aktîv in û xwe ji xebatê didin alî, şexsê we bi vê yekê tewanbar dikin, hûn çi dibêjin ?

Her kes li gor zanîna xwe azad û serbeste çi bêje . Lê, mirov ji bîra neke ku azadî û berpirsiyartî divê ji hevdû cuda nebin . Bi qasî em dizanin û dikarin, siyaset û biryarên partiyê em diparêzin û di ber de dixebitin, da ku mirov karibe rû li rû li pêş hevalên xwe, li beramber dîrok û pêvajoya pirsa gelê xwe û ya mirovatiyê xwedî rol û helwest be

* Li gora we opozîsyona Ereb li Suriyê heya çi radeyê amadeye bi Kurdan re bixebite û mafên Kurdan yên rewa nas bike ?

Piraniya kadro û birêvebirên Opozisyona Ereb li Sûriyê bi salan di zîndan û girtîgehên Sûriyê de, di merc û hoyên zor dijwar û nemirovane de, jiyana xwe borandine . Ew di hejmara xwe de ne hindikin, li seranserî bajar û parêzgehan têne dîtin û di nav xelkê de ciyê rêzgiritinê ne . Parta me bi piraniya wan camêran re, rasterast têkildar e . Ew dikarin guhdarî te bikin, bi ser xwede mijûlbin û biponijin, ew dadmendiya pirs û hebûna dîrokî a kurd li Sûriyê li ba wan hêdî hêdî baş ciyê xwe digire, nefret dikin û dibêjin na ji siyaseta şoven û setemkar re ya ku rijîma Be,is di derheqa kurdan de dajo . Bi rastî û li gor me, em dibînin ku pêwîstiyeke dîrokî ye ku em li gel vê Opozisyona demokrat, mil li mil karê hevbeş bikin û bidomînin . Di pêvajoyeke weha de, em dê di wê hêvî û baweriyê de bin ku Opozisyona Ereb li Sûriyê wê roj ji rojê bêtir têbigihêje, li pirs û mafên gelê kurd xwedî derkeve . Ji vê riyê derbas be, tu riyên dî li ber me nînin ku em karibin dîwarê şovenîzim û nijadperestiyê qul bikin, bînine xwar û rê li ber wekheviyê û mafên mirovan dûz bikin

* Di rojên pêş de li Brukselê wê kongreyek li darkeve, ew weke berdewama kongra Washingtonê tê naskirin. Hevbindî daxweynek belav kir û got ku wê tu alî ji Hevbendî beşdarî Kongreyê nebin. Weke tê zanîn hûn li Washingtonê amade bûn?

Belê, di wê civata Waşintonê de hevalek ji rêxistina Holendayê bi erêkirina me beşdar bûbû bi hêviya ku em nasbikin çêrok çi ye û dûv re em karibin bi rolekî erênî rabin . Piştre me dît ku gotin û kirinên ew kesê ku li civata waşintonê xweditî dikir û di pê re li ya Broksêlê hevdu nagirin, lewre daxuyaniya Hevbendiyê di derbareyî rûniştina Broksêlê de, helwesteke berpirsiyar, di ciyê xwe de, parta me jî, xwediyê wê bû .

* Li dawiyê mesaja we çi ye?

Mesaja min ji xwendevanên zimanê dê re ewe ku, em tev li pêşgotina Nûredîn Zaza ya ku ji destana Memê Alan re nivîsîbû vegerin, baş bixwînin û li ser biponijin . Rêz û silav ji rêvebiriya Malpera Avesta û xwendevanên wê re .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]