|
23/5/2007 Hevpeyvîn Bi Nivîskar Û Siyasetvan, Yaşar Qaya Re Çunku PKK ne rêxistinek demokrat e, ne li hundirê xwe de û ne jî bo partî û rêxistinên li pêşberî xwe Hevpeyvîn: Selîm Zencîrî Rojnama Agirî – Hejimar /63/ - 15, ê Gulanê – 2007-an Yaşar Kaya kurdê Agirî (Araratê) ye. Di sala 1938’an de, li Îxdirê ji dayîk bûye. Lîsans (Fakûtle) a aboriyê xilas kiriye. Sala 1959’an heta sala 1961’ê de, tevî 49 kesan hate girtinê ku li dîroka syiasî de bi girûpa 49 kesî tên naskirinê. sala 1991’ê Partiya HEP(Partiya Keda Gel) ku partiyek îlegal bû, ava kiriye. Paşan DEP(Partiya Demokrasiyê) ava kiriye û serokê vê partiyê bûye. Sala 1994’an derketiye Ewropayê. Sala 1995’an, Parlemantoya Kurdistanê li derveyî welat ava kiriye û sê geran serokê Parlemantoyê bûye. Di sala 1999’an dema ku Parlemanto tevlî Kongireya Netewî bû, wî dev ji çalakiyên xwe berda. Ji sala 1991’ê re karê nivîsînê dike, di kuncê gelek rojnameyan de nivîsandiye. Heta niha 12 pirtûkên wî çap û belav bûne ku 11 heb Turkî û 1 jî Kurdî ye. Piştî 14 salan jiyan li Ewropayê niha vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li vir dijî. Me hez kir ji nêzîk ve wî nas bikin û li ser jiyan û xebata wî ya siyasî, pirsa Kurd bi giştî û li Turkiye bi taybetî, hevpeyvînekê pêre pêk bînin. Piştî hinek axavtin li ser jiyan û kesayetiya xwe, pirsiyara min ya ku ew niha li Kurdistana azad e û Başûrê Kurdistanê çawa dibîne? Wiha bersivand: “Ez berê jî yanî di sala 1992’an de hatime Başûr û li wir de jî çûme çiya û min Gerîla dîtin. Sala 1993’ê gava ez hatime Kongra KDP’ê, li kolanên Hewlêrê tirombêl tune bûn, hotel nebûn û ... Lê ez pêrar dîsan hatim Kurdistanê, gelek guherî bû, gelek pêşde çûye. Niha jî ku ez li vir im, pêşdeçûna Kurdistanê roj bi roj dibînim û her ku diçe xurt dibe. Him li Amerîkayê û him jî li Rojhilata Navîn de siyaset û dîplomasiya Başûr xurt dibe, aboriya wê xurt dibe, rûmeta wê di nav miletan de bilind dibe û ez gelek baş dibînim”. Birêz Kaya, hûn wekî siyasetvan û nivîskarekî Kurd rewşa gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê çawa dibînin? Rewşa gelê me li Kurdistana Turkiyê nebaş e. Temsîlyet tune ye. Hin partiyên Kurdan hene ku pêşiya wan tê girtin. PKK li hemberî wan de asteng e û nahêle ku mezin bibin, lewra biçûk mane. PKK li Kurdistana Bakûr Partiyek gelek bihêz û xurt bû, li Ewropayê jî herweha xurt bû. Şerê çekdarî dikir û em înkar nakin ku PKK’ê tu tiştek nekiriye, belkî gelek kar kirin, zaf şehîd dan, asta welatparêziyê bilind kir, lê di wan salên dawiyê de piştî girtina Ebdula Ocalan îradeya vê partiyê kete destê Turkan. Turkiye rê nîşanê wê partiyê didin. Ji bo Turkiyê jî partiyeke wiha ku bi şerê çekdarî mucadilê bike, hewce ye. Sebeb jî ev e ku tim dixwazin ji dunyayê re bibêjin ha binêrin teror heye, em ji terorê xilas nebûne, alîkariya me bikin... Lewra PKK nediviya vê gavê bibe aleva dîtina wan, nabe bibe sebeb û wasîteyê dîtina wan. Wekî din em dikarin ji aliyê dîplomasî, kulturî, îlmî û siyasî ve PKK’ê rexne bikin. Çimku îro rojê li Ewropayê tu rêxistin yan saziyek dîplomatîk, kulturî û edebî ya Kurdan nemaye, xebat nemaye, eva qenaeta wan e û nediviya wisa ban. Bîr û felsefeya wan îro li Rojhilata Navîn êdî ji holê nemaye. Amerîka hatiye deverê(Rojhilata Navîn). Bi raya min hatina Amerîkayê bo Rojhilata Navîn di dîroka Kurd û Kurdistanê de rûpel û demeke nû dest pê kir. Çimku ger em mêzeyî dîrokê bikin, ji sala 1806’an serhildana Babanzade û Ebdulrehman Paşa heya îro ku 200 sal derbas dibe, tim li Kurdistanê xwîn dirije. Di wan 200 salan de Kurdan dewlet ava kirine, şoreş kirine, lê dostekî Kurdan yê gelek girîng nebûye. Cara yekemîn e ku Amerîka bûye dostê Kurdan û gerek mirov qîmetê bide wan û bihaya wê bizane, bi wan re hevalbendiyek baş di warê dîplomatîk, siyasî û aborî çê bike, divêt têkiliyên me bi wan re baş bin, çunku eva firsendeke dîrokî ye ku hatiye ber lingê Kurdan. Ji aliyê din jî em parçebûna Kurdistanê tu car di dilê xwe de qebûl nakin, çunku xaka Kurdistanê yek e, neteweya Kurd yek e, divêt em ji bo yekîtiya Kurdistanê xebatê bikin. Lê PKK rast e ku li Kurdistana Turkiyê de partiyeke kevnar e, lê li gor vê demê nine, li gor vê dîrokê nine, fikir û felsefeya wê, ew îflas û pûç kiriye. Ewropî bi PKK’ê re axaftin û hevdîtinê pêk naînin. Ji bo vê yekê jî li Kurdistana Bakûr hewce ye hin altirnatîvên nû û partiyên nû derkevin holê û xebat û tekoşînê û dîplomasiyê bimeşînin. Lewra ez dibêjim rewşa gelê me li wir nebaş e. Çunku Kurdistana Bakûr pitansiyelek mezin him di warê erd û him jî di warê nifûs de ye. Parçeyê herî mezin yê Kurdistanê ye û dikare tesîrê li ser parçeyên din yên Kurdistanê jî bike û li ser wan bibandor be. Lewra edetî ye ku eger desthilatdarî tu nebe, tiştek nabe. Bi dîtina min vê gavê li Bakûr ew desthilatdarî tu nine, Me dît ku PKK’ê berê li dirûşm û stratejiya xwe de îdeaya Kurdistana mezin dikir, lê niha armanca xebata xwe di çend mafên çandî de kurt kirine. Gelo eva şaşîtî di siyaseta PKK’ê de ye yan rewş û zirûf û zextên Turkiyê ye ku PKK’ê neçar dike wiha dimeşe? PKK li Kurdistana Bakûr li ser gelek tiştan rûnişt, yanî li ser mîrasê Kurdan rûnişt, ya 49’an, ya Partiya Fayiq Oca û herweha ya gelek partiyên dinê. PKK’ê sifreyek amade ji xwe re dît. Bi her hal PKK’ê şerê çekdarî dimeşand û digot ez bo Kurdistanek serbixwe tekoşîn û xebatê dikim. Lê belê di sala 1999’an de ku Ocalan kete destê dewleta Turkiyê, ji wê demê vir de siyaseta wan hate guhertinê, serbixwebûnê naxwazin, Federasyonê naxwazin, Otonomiyê jî naxwazin, dibêjin em Komarek Demokratîk dixwazin. Başe ger armanc komara demokratîk bû, me dikarî nimayiş çê kiriban, demosrasyon çê kiriban, ne êdî me li çiya ewqas şehîd bidaban. Lewra eva siyasetek gelek şaş e û her di vê şaşiyê de jî dewam dikin. Ez bawer im ku şervan û gerîlayên PKK’ê jî îro dizanin ku dem û qonaxeke nû dest pê bûye. Li cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê de jî siyasetek nû dimeşe û divêt her kes li gor wê bimeşe û karê xwe tenzîm bike. Niha ku yekîtî û kombûna partî û rêxistinên siyasî yên Kurd li Turkiyê eniyek hevgirtî de hewcehiyek mezin û dîrokî ye, lê ev tişta naxûye, hûn sedemên vê yekê bo çi vedigerînin? Sedema yekem PKK ye. Çunku PKK ne rêxistinek demokrat e, ne li hundirê xwe de û ne jî bo partî û rêxistinên li pêşberî xwe. Dibêje heye û nine, her ez im û ez mixateb im. Dibêje min şer kiriye, min gorî daye û ... Ez jî dibêjim rast e, te şer kiriye û qurbanî jî daye û fikir û îdeolojiya te jî heye, lê dîtin û îdeolojiya welatparêzên dinê jî heye, û hewce ye em dîtinên wan jî bizanibin. Divêt her kes ji me fikra xwe bibêje. Ger em nekarin fikra xwe bibêjin, çima me 50 salan li Turkiyê de micadileya demokrasiyê kir? Me digot bihêlin em bixebitin û nîqaşê bikin û em di nav demokrasiyek bê qedexe de bikarin her tiştî li ser Kurdistanê biaxivin. Lê ew jî nahêlin û me davêjne heps û û zîndanan, me sirgûn dikin, me dikujin, gelek qetlîam û jinosayd li Kurdistana Bakûr derheqî Kurdan kirin û ... Lewra ger PKK nebe, dê gelek partiyên nû derkevine holê. Niha jî çend partiyên welatparêz yên din hene, weke HAK - PAR bi serokatiya Fayiq Uca, PSK bi serokatiya kek Mesûd Tek û Kemal Burkay, KDP bi serokatiya Şerefedîn û ... Wekî din niha gelek rêxistinên kulturî û ... hene ku çalakiyan dikin, li Kurdistanê civînan çê dikin û renge di pêşerojê de bibin bi partiyên nû. Merema min eva ye ger ku niha partiyeke welatparêz, demokrat û nêzî Rojava tune be, Kurd li Bakûr nikarin tu tiştî bikin. Prosesa tevlîbûna Turkiyê bi Yekîtiya Ewropayê li gor wan şert û mercên YE’ê, heya çiqas îmkan heye û çiqas dikare tesîrê li ser bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurd bike? Şert û mercên YE’ê gelek mirovî û demokrat in û ji bo me Kurdan gelek baş in. Ger Turkiye bikare bikeve YE’ê, pirsgirêka Kurd li Bakûr sedî pêncî hel dibe. Lê mixabin Turkiye îro gelek dûrî YE’ê ye. Çunku Ewropa dibêje divêt her tiştên xwe mîna standartên Ewropayê çê bikin, oldariya xwe kêm bikin, desthilata generalan kêm bikin, aborî û jiyana xwe wiha lê bikin, demokrasiya we bi vî awayî be, mafên Kurdan biparêzin û ... Turkiye jî bo demokrasiyek wiha amade nine. Çunku dewleta Turkiyê, dewletek eskerî ye. Leşker dibêjin me çê kiriye û xwediyê wê jî em in. Dibêjin bila her tişt di bin siya destê me be û demokrasî li gor dîtina me be, yanî dibêjin divêt sînorên demokrasiyê ew diyarî bikin. Lewra YE’ê bo wê çendê nerazî ye. Ji bo me Kurdan YE’ê baş e û ger Kurdistanek serbixwe jî di Rojhilata Navîn de çê bibe, em dikarin bikevin nava YE’ê. Îro dunya, dunyaya Globalîzasyon û entegrasiyonê ye, bûye gundek biçûk, her kes hev nas dike, sermaya dunyayê dibe yek, dîtin û siyaseta wê dibe yek. Nimûne şerê Îraq û Amerîkayê, çunku Sedam dîktator bû, ew hemdem nebû, dest a vête qirkirina Kurdan, Şîiyan, Enfal, Helebçe û ... Dunya êdî taba dîktator û rejîmên han nake, lewra Rojhilata Navîn divêt were guherandinê, qazanc û berjewendiya hemûyan têde ye. Mifaha me Kurdan jî têde ye. Berjewendiya Kurdan eva ye ku ew dibêjin Kurd jî însan in, bila dewleta wan jî hebe, çima hûn Kurdan û Kurdistanê bombebaran dikin, Kurdan jî mafê xwe heye, yanî li her welatî him li Rojhilat, him li Rojava, him li Bakûr û him jî li Başûr de mafê wan e ku xwedî sîstemek Federatîv bin. Sîstema Federatîv jî wekhevî ye. Me gelek caran jî eva gotiye û nivîsandiye û li ber mehkeman de jî em mehkûm bûne. Lewra dîsan jî dibêjim îro em ji sîstemek Federatîv şûndartir û Paremayî li bakûr qebûl nakin. Di wan salên dawîn de car car em dibînin ku rayedarên Turkiyê îşare bi hebûna pirsa Kurd di wî welatî de dikin(gotinên Erdoxan li Amedê). Eva jî berevajî dîtin û nêrînên wan yên berê ku înkara hebûna Kurdan û pirsa Kurd li wî welatî de dikirin. Hûn vê yekê wekî guhertinek di siyaseta Turkiyê de li dor doza Kurd nabînin? Siyaseta Turkiyê tenê em dikarin biguherîn in, kes nikare biguherîne. Yanî Ewropa û Amerîka gelek zext û zorên xwe nadine ser Turkiyê, çunku Turkiye 50 sal e ku hevalbendê wan di NATO’ê de ye. Lê çi dikare Turkiyê biguhere?! Bilindbûna asta hişyariya neteweya Kurd, bilindbûna welatparêziya Kurd, tekoşîn û micadileya Kurdan. Turkiyê neçar dike ku reforman di xwe de pêk bîne. Bi raya min gotina Erdoxan ne tiştekî nû bû. Silêman Demîrel di sala 1993’an de çû Diyarbekrê û got em realîteya Kurdan nas dikin. Lê Kurdan di gotina Erdoxan de xetayek gelek mezin kirin. Diviya li Diyarbekrê milyonek Kurd biçûna Pêşwaziya wî, wê demê ew dibû xwedî cesaretek zaftir. Kurdên me li wir alîkariya Erdoxan nekirin, alîkariya generalan kirin. Ew siyasetek gelek xirab û şaş bû. Madam ku Erdoxan hatiye Diyarbekrê, hetmen dixwest tiştekê bibêje, Lê Kurdan ew tenê hişt, digotin îsalmî ye, em dijî wan in, em çepî ne û kultura me çep e. Di wê meseleyê de PKK’ê şaşîtiyek mezin kir û Erdoxan tenê hişt, çunku generalan jî dixwest Erdoxan tenê bimîne. Rewşa gelê Kurd li li Bakûr wiha ye, ger ku desthilatdarî tu nebe mirov nikare her tiştî îdare bike û xeletî û şaşîtiyên wiha mezin tên kirinê. Em hez dikin desthilatdariyek mezin û zana hebe ku Kurdan li Bakûr hembêz bike û her çar parçeyên Kurdistanê jî di nav kongire yan konferansek netewî de cih bide, wekî dinê çare tune. Hilbijartina Serok Komariya Turkiyê niha rojeva siyasî ya Turkiyê bi xwe ve mijûl kiriye, em dibînin ku dijberiyek di navbera arteş û partiya desthilatdar de heye. General dibêjin yekdestbûna desthilatê ji aliyê wan ve dikare sekolarbûna Turkiyê bibe bin pirsiyarê. Raya we di vê derheqê de çiye? Belê di nav desthilatdariya Turkiyê de sîstemek olî û burokrasî heye. Him olî ye, him jî burokrasî. Leşker û general ji wan hez nakin û dibêjin ew îslamî ne. Belê rast e, îslamî ne, lê îslamiyên radîkal û fendemintal wekî Xomênî û rejîma Îranê ninin. Şert û şirûtên Amerîka, Ewropa û dunyayê didine ber çavên xwe, lê leşker û general tehemûla wan nakin. Şirove û terîfa generalan eva ye, ger yek ji wan bibe Serok Komar, dê kela me ya dawîn jî bikeve(biherife). Operasyona leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê heyamek e bûye cihê bas û nîqaşan û Turkiye berdewam gefan li herêmê dixwe. Gelo hûn sedemên vê yekê di çi de dibînin? Turkiye neyarê Kurd û Kurdistanê ye, dijî Kurdistanek serbixwe ye, dijî Kurdistanek federal e, dijî heq û mafê Kurdan e. Vê yekê bi fermî dibêjin ku ger zeviyek Kurdan li Arjantînê jî hebe, emê biçin wê xirab bikin. Turkiye neyariya xwe tim tîne ziman. Nina neyariya başûr dikin, hez nakin ku Kurd ji aliyê leşkerî, dîplomasî û aborî ve xurt bin. Ji bo vê yekê PKK’ê dikine hêcet û dibêjin PKK erîşê dike ser me û paşan jî diçe li wir rûdinê. Li gor dîtina min divêt PKK vê fersendê nede wan. Ew bi vê fersendê ji cîhanê re dibêjin ha binêrin evana terorîst in, em ji terorê xilas nebûne û ... Rast e ku PKK hêzek Kurdistanî ye, şerê çekdarî meşandiye, baş û xirab çi kiriye û nekariye, lê siyaseta wê şaş e, divêt em wan rexne bikin. Ez bi xwe 15 sal e ku wan rexne dikim. Lê ya rast eva ye ku ger PKK jî tune be, Turk dê neyariya Kurdan bikin. Başe ma dema Şêx Seîd PKK hebû? Ma dema Komkujiya Dersimê PKK hebû? Na nebû. Lê dîsan jî neyariya Kurdan kirin, qetlîam kirin. Fikir û felsefeya wan eva ye ku dixwazin Kurdan xilas bikin, dibêjin bila Kurd û Kurdayetî tu nebe. Dibêjin em dê Kurdan bi asîmîlasyonê bihelînin û ger ew jî nebû, em dê bi leşker wan ji nav bibin. Lê êdî Kurd hatine guherandinê, polotîze bûne, Kurdan serê xwe netewandiye û natewîn in û tim li bizav û hereketê de ne. Gelo hûn bawer in ku Turkiye dê şaşîtiyek wiha mezin bike? Na, îro nikare bike û ew îmkan tune ye. Çunku Amerîka nahêle ku ew sînorê Kurdistanê derbas bikin. Lê renge Amerîkayê bixapînin û çend çiyayên weke Qendîl û ... bombebaran bikin û operasiyonek teng û biçûk çê bikin. Lê ya rast hatina wan bo Kerkûkê û ... ne li hedê wan e, nikarin şerek fînanse û dirêj bikin, ger kiryarek wiha bikin, Turkiye dê 50 salan paşve here, êdî kes bi wan re naaxive û dostîniya wan nake, hatina wan bo başûr dê wan re bibe Viyetnam, lewra tenê di çarçoveya gefan de ye. Birêz Kaya, hûn rewşa gelê me li Kurdistana Rojhilat bi rêberiya PDK Îranê çawa dibînin? Baş e. Ez wê Partiyê li Mehabadê wir de nas dikim. Ez 50 sal e ku di nav siyasetê de her çar parçeyên Kurdistanê dişopînim. Wê partiyê xebat û dîrokek dûr û dirêj û birûmet heye. Li destê wan de tecrûbeya Komara Kurdistanê heye. Rêberên navdar wekî Qazî Mihemed, Şehîd Qasimlo û Şehîd Şerefkendî hene û gelek xebat û tekoşîn kirin. Niha jî ez keyfxweş im ku kek Mistefa Hicrî, Serokatiya wê partiyê dike. Mirovek zana, têkoşer û birûmet e. Ez bawer im ku ew partiye dê her partiya mezin û xweştivî be. Bi raya we ew guhertinên vê dawiyê li Rojhilata Navîn û herweha azadiya Başûrê Kurdistanê dikare çi bandorekê li ser bizava rizgarîxwaziya Kurd û pêşeroja Kurd bi giştî û Bakûrê Kurdistanê bi taybetî hebe? Ez pêşeroja Kurdan gelek rohnî dibînim, Kurd her ku diçin xurt dibin, fikra netewî xurt dibe, 40 salan berî niha rojên tarî bûn, tu tiştekî me Kurdan nebû. Niha 12 TV’yên Kurdan hene. Em ber bi başiyê diçin. Çunku welatparêzî bilind dibe, fikrê Kurdistanê ketiye eqlê gelek însanan, fikra demokrasiyê her ku diçe di nav Kurdan de xurt dibe. Her ku diçe yekîtî û biratî di nav Kurdan de bilind û xurt dibe. Ji bo vê yekê jî ez pêşiya me û roj û salên pêşiya me gelek ronahî dibînim. Birêz Yaşar Kaya siyasetvan û nivîskarê navdar yê Kurd, ez sopasiya te dikim bo vê guftgoyê. Ez jî spasiya we dikim û serkevtî bin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |