NEWROZ

äæÑæÒ


23/3/2006

Welatperwerî, çand û wêje…Berpirsiyariya sincî û toreyî ye

Heyder Omer

Kovara Pênûs – Hejimar /19/

-1-

Mijara min ji bo vê hejmarê, ne ev bû, lê piştî gotarên her du birêzan; Shahînê Bekirê Soreklî, û Tosinê Reşîd gîhan deste ya kovarê, û min ew xwendin, hundirê wan bala min kişand, û gotara, ku min amaderkiribû dane paş.

Ez naxwazim mofirk, hizr û ramanên wan her du gotaran, li vir, dubare bikim, ji ber ku ew ji we ve nêzîk in, teqez we ew xwendine, û pirsgirêkên, ku dilivînin, bala we jî, mîna ya min, kişandine.

Gelo, di tenga çadê re, wek çawa birêz Sh. B. Soreklî dinasîne, me ta îro çi kiriye?!.( mebesta min Kurdên Jêrxetê ye ). Eger me tiştek kiriye, ka ew çî ye, û diyardeyên karê me çi ne?. Lê eger me nikiriye, çima.!?

Rast e, pirsgirêkên, ku birêz Soreklî nîşan dike, kar û barê dewlet û sazûmanên mezin e, me jî ew sazûman, ji ber sedemên em gîş dizanin, nîn in. Lê gelo, em dê, heya bidestxistina wan sazûmanan, destbest bimînin, pişta xwe bidin dîwaran, û li benda dewletên serdest bimînin, ku bêjine me; va ye me her tişt ji we re amade kiriye, êdî fermo bi zimanê xwe bixwînin, û binivîsin, çanda xwe bidin ser hev û tomar bikim, wek çawa birêz T. Reşîd dibêje.!?

-2-

Li şûna sazûmanan, me tevgera rêzanî he ye, ku çavên Kurdan her tim ber bi wê de ne, wekî ew vî barê giran hilde ser milên xwe. Rast e, evê tevgerê perztirîn û hukardartirîn rola xwe, di tenga hişyariya netewî re, lîstiye. Rast e, ewê bi cefayên hin nemiran berên gelekan ber bi xwendina zimanê dayike de daye, li dirêjiya 50 salî gelek rojname û kovar derxistine, û hemî nivîsevanên me, yên îro, di wan diyardeyên rojnamegerî re derbas bûne. Kesê ku vê yekê ji bîra bike an veşêre, di kêlek rastiya berz re berbas dibe, û wê nabîne.

Tevî ku hemî endamên tevgerê û serkêşên wê jî dizanin, ku rola wê li ber dergehên vê şûnê tewaw nabe, belê ev şûn, di vî warî de, gava yekê ye, lê mixabin bi dil-êşiya bê hempa dikarim bêjim, ku tevgera me ev gav derbas nekir, bi ser de jî, her çû, bi şûn de ma.

Eger ev boçûna min şaş be, ji dil jî dixwazim şaş be, kî dikare, wek nimûne, li dirêjiya van 50 salan, navên 15 pirtûkan bêje, ku rêxistinên tevgera me ew çap û belavkirine?!. Ez bawer im, gava mirov hejmara çend pirtûkên, ku tevgerê çap kirine bide hember ên ku HAWARê çap kirin, dê şerm bike, tevî ku hîngê xwendevanên zimanê me bi qaserî tiliyên destekî bûn, û tenê mirovekî bi ked, cefa û pereyên xwe HAWAR çap dikir,ta ku ji neçare tiştên mala xwe, ji bo xatirê wê difirot.

Dîsan kî dikare bêje; va ye vî kesî, wî kesî ji pêşeng û serkêşên rêxistinên tevgerê ne, ev gotar û ew gotar bi zimanê xwe ye netewî nivisandiye?!. Kî dikare bêje; va ye 10 birêzan ji serkêşên rêxistinên tevgerê ne, ku hejmara endamên komîtên navend bêtirî 200 kes in, bi zimanê dayik dixwînin û dinivisînin.!?

Bi ser de jî, gava hin kesên, ku çand û ziman qisaweta wan e, bi hewildanên tekan e, cefayên xweyîtî û bi pereyên xwe berheman çap dikin, rêxistinên tevgera me ji bo wan nabin alîkarên belavkirinê, pêre jî nivîsevanê me, di heman demê de, dibe çapker,belavker û pirtûkfiroş, û pirtûken wî di kerton û tûrikan de dimînin, û pereyên, ku ji qirikên zarokên xwe girtibûn, dabûne çapxanan ber ba dicing.

Dîsan eger ev boçûna min şaş be, ji dil jî dixwazim şaş be, kî dikare bêje; va ye vê rixistinê an wê rêxistinê evqas nisxe ji pirtûka min kirî, an ji min re belav kir, bê ku ez endamê wê bim?!.(hin caran guhên ker di yên endamên rêxistina xwe jî yaldikin). Kîjan nivîseav dikare bêje; va ye min pirtûkeke xwe, bê pere, wek diyarî da vê rêxistinê an wê rêxistinê, ku ji xwe çap û belav bike, û wê ev diyariya min pejirand.!?

Carekê dostekî, ku endamê partiyekê bû gote min:  "10 nisxeyên pirtûka filan helbestvanî li ba min bûn, ku ez jê re bifiroşim, lê gava berpisiyarê min li ba min dîtin, gote min eger te hinek ji wan firotine, here bîne, û li xwediyê pirtûkê vegerîne" . Her weha gava nivîskarekî, beriya çend salan pirtukeke xwe çap kir, û li gel pirên rêxistinên me têkildar bû, ku wê belvav bikin, tenê partiyekê ji wî birin, û yên mayîn guh nedanê. Bi ser de jî, piştî du hefteyan endamê komîteya navend, ya partiyekê eşkere gote wî : "Hevalan biryar girtine, ku pirtûkan belav nakin".

Bala xwe bide vê helewstê; (hevala biryar girtine).. Dêmek pirsa belavkirina pirtûkên nivîsevanê kurd li tepela birêvebiriya hinek rêxistinên me guftugo dibe, û helwesta neyênî li hemberê der tê, bê ku ew siyasetmedarên, ku di ber kuxîna demê, û di keviyeke teng û tarî re derbas bûne qada xebatê pirsê ji xwe bikin, gelo der mafê çand û zimanê netewî de, çi di tozik û rêbaza rêxistina me de ye.!?

Dîsan Sala 1991ê, ez rojekê li Qamişlowê bûn, hinek dostên min gotin: Îro Ehmedê Palo miriye, dê bin ax bibe, ka em herin, bibin hevpişkên birêkirina termê wî. Gava min pirskir, gelo Ehmedê Palo kî ye?!. Gotin: Helbesvanekî hêja bû, lê mixabin ji ber zora zîvariyê nikarîbû berhemên xwe çap bikirana. Min pirên serkêşên tevgerê li goristanê dîtin, hemiyan pesna wî, wek helbestvan didan, û tevî ku ew mirovekî pîr bû, mirinê her roj li derdora mala wî seyran dikir, lê wan rêzdaran hemiyan mixabinî diyar dikirin, û digotin: Ehmedê Palo zû çû, lê kesî negot; çima wusa bê deng çû?!. Êdî Shahîn .. Bira yê delal !.. Çawa nivîsevanê Kurd dê bi pereyên, ku ji firotina pirtûkan bên, jiyan xwe bijî, û xwe terxanî xebata nivîsînê bike?!.Her weha diyar e, ku çand û wêje li ba me, hîna bê nirx in, û wek Ehmedê Xanî gotiye "bazar kesad e".

Eger ne wusa bûwa, me jî mîna gelên din dê rêza nivîsevan û rewşenbîran bigirta, şûna wan nasbikira, û ewana li cihên layiq danîna, ji ber ku cefayên nivîsevanan, berhemên wan, hizr û ramanên wan dê mîna nîşanên kesayetiya me ya netewî bimînin.

Gava xinizî li helbestvanê Rûsa yê gewre Poşkîn hate kirin, romannivîsê navnetewî yê mezin, Dûstoviskî, mîna dînan bi çolan de beziya, û bi şeqaman bi ser rûwê xwe ket, û kire hawar û gazî:  "Rûsiya kuştin". Û li Birîtanyayê Birnardşo dibêje:  "Tenê qenciyek di dîroka Birîtanyayê de he ye,ew jî ew e, ku Birîtanya helbestvanê elman Şîller bi 50 haezar cinêh (pere) xelat kir", û Karlêl jî dibêje: "Peyveke Şîkispîre tenê beramberî hemî ceng, mal û milkê Birîtanya ye, ji ber ku ew mal û milk hemî çûn, lê Şîkispîr nemir ma".

Nimûneyên wusa di dîrok miletan de gelek in, pirê caran, pirê mezinên wan, li pêş nivîsevanên welatên xwe destbest rawestiyane, nirxên wan bilind dane xuyakirin. Va ye serokê Firansayê, yê destpêkên çerxa çûyî; Vînsan Oriyol nameyê ji helbestvanê Firansa yê mezin Rostan re dîşîne, weha tê de dinivîse: "Hemwelatiyekî firansî ye normal; Vînsan Oriyol, ku serokê komara firansa ye, vê nameyê ji helbestvanê mezin Rostan re bi rê dike, da bide xuyakirin, ku ew çiqas bextewar e, ku di çerxa te de dijî, û gava pê hay bibe, ew layiqe ku rêza te bigire,dê bextewartir bibe".

Va ye Îskenderê mezin, ku di dema pêşî de mezinê tevayê cîhanê bû, di dîwana xwe de rûniştiye, Erîstotalîs li kêleka rastê, û serokwezîr li ya çepê daniştine. Belê hatibû zanîn, ku hêla rastê ji bo kesên mezin e, û ya çepê ji bo kesên nirx kêmter e. Gava karmendekî dewletê, ku dixwaste bi her awayî xwe nêzî Îskender bike, derbas dîwanê bû, û çavên wî li şûnên Erîstotalîs û serokwezîr ketin, hema xwe da kêlek mezinê dinyayê, û gotê: "Çawa serokê min Îskender Erîtotalîs li rastê xwe, û serokwezîr li çepê xwe dane rûniştin?!" . Îskender li wî kesê biçûk nerî, û gotê: "Serokwezîrê, ku li çepê min e, dikarim wî bi fermanekê çêkim, bi ser de jî dikarim di kêmtirê kêliyekê de, bê cefa, serokwezîrekî ji te jî çêkim, lê kî dikare Erîstotalîs çêke?!. Hûn dikarin min ji vî cihî bi dûr de bavêjin, şûna min ji min bistînin, û min wek miliyonên kesên normal bihêlin, lê kî dikare taybetmendiyên Erîstotalîs, û behre (mewhîbe) ya wî jê bistîne, û bike mirovekî normal î mîna te û serokwezîr?!. Serokwezîr berhema min e, min ew çêkiriye, lê Erîstotalîs berhema xweda ye, xweda ew afirandiye".

Eger pir dûr neçin, lê çavên xwe nêzîk li derdora xwe bigerînin, em dê evan helwestên payeblind li ba cîranan jî bibînin. Gava helbestvanê Ereb Nîzar Qebbanî wek karmendekî, di balyozxaneya Sûrê de, li Lundunê dixebitî, û carekê bêhtengiya xwe li pêş balyoz eşkere kir, ku siyasetmedarên sûrî berjewediyên xwe dane pêş doza welêt, balyoz gote wî: "Xemgîn nebe, ew diçin, lê tu dimînî". Dîsan di wê demê de, mirovekî Ereb î ji dewleteke din bû, vîza çûndina Sûriyê wergirt, lê gava navê N. Qebbanî li jêr Vîzê dît, maliq ma, gelo ev Nizar ewê helbestvan be?!. Lewre jî destûr xwast, ku derbas cem wî bibe, gava dît, ku ev Nîzar ê helbestvan bi xwe ye, gote wî: "Eger min tu bi çavên xwe nedîtiba, lê ji kesine din bibihîsta, ku Nîzar Qebbanî karmedê karekî ye, ku her kesek ji bermayên osmaniyan dikare wî karî bi hêsanî bike, min bawer nedikir. Ez benî şûna te ne li vir e, û karê te jî ne ev e, karê te ew e, ku her tim mîna bilbilan bistêrî, razayan şiyar bikî, riya azadiyê û  rizgariyê ji bo xortan nîşan bikî".

Corc Cirdaq; nivîskarekî Ereb e, serpêhatiyeke, ku dengbêj û mizûkzanê Ereb ê navdar Mihemed Ebdilwehab, bi çavên xwe dîtiye, û jê re gotiye, dinivîse. Serpêhatî ew e, ku rojekê pêşewayê Misirê Seiõd Zexlol li ahengekê de pêrgî helbestvanê navdar Ehmed Şewqî dibe, hema bejna xwe ber bi jêr de tîne xwarê, û destên wî digre û radimûse, E. Şewqî maliq dibe, û yekser destên xwe bi şûn de kişîne, lê ramûsana pêşewa şopa xwe li ser destên wî dihêle. Hîngê pêşewa S. Zexlol, wek çawa ji kira xwe razî û pê bawer e, dengê xwe bilin dike, da her kesên amade ne, bibhîsin, û dibêje E. Şewqî:" Maliq nemîne ez benî !. Em diçin û hûn dimînin, êdî ji kerema xwe rê bide çûyînê, da xwe li pêş mayînê bîne xwarê, û destên wê ramûse".

Gelo çima ewan kesên mezin,  ewqas xwe li pêş wan helbestvan û nivîsevanan biçûk kirin.!?

Çima Îskenderê mezin ewqas xwe li hember Erîstotalîs nizim didît?!. Çima serokê komarekê, ku di Ewrupayê de bi rûmet tê nîşnkirin, ewqas xwe bextewar dibîne, ku hemdemê helbestvanekî ye, bi ser de jî lavan dike, da ew helbestvan helwesta wî bipejirîne?!.Çima pêşewayê, ku di dilê hemî misriyan de bû, û rojekê serî li pêş dagîrkeran danenîbû, ewqas xwe li hember E. Şewqî jar û melûl dibîne?!. Gelo evan helwestan tiştek ji rûmeta wan kêm kir, lê hîn ewana li pêş civakên xwe mezintir hatin xuyakirin.!?

Evan pirsan tenê bersivek, û ewan helwestan tenê wateyek he ye, ew jî ew e, ku  ew kesana bi rastî mezin bûn, û pîvanên mêraniya mirovan baş naskiribûn, û dizanîbûn, ku eger mirov di keftelefa nirxên mirovane de bi ser nekefe, nikare di xebata ji bo welatan de bi ser kefe. Gelo haya serkêşên tevgera me ji vê yekê he ye.!?

Mixabin, diyardeyên heya îro li ber çavan in, baweriyan diçelmisînin.. Serkêşên tevgera me her tiştî dizanin, kesê ku her tiştî dizane, bi zanîna kesên din qayîl nabe, û "xwe bi bîst, an sedê nivîsevan nade" pê re jî Dûtoviskî, Birnardşo, Karlêl, serokê Firansayê, Îskenderê mezin, S. Zexlol û yên din li pêş wî xuya nabin, û nizane, ku bermayên pênûsan, ji hezarê salan û heya îro, dinya hejandin û hê jî dihejînin,lewre ji ya xwe namîne, û dibêje ez her tiştî dizanim, û pêre jî  çîroka keça "Sarmezane" tîne bîran.

Keçê jî bi zanîna pîrejina navsal, ku temenê  xwe di aşxanê de têper dikir, qayîl nebû, û her got ez dizanim. Ez dizanim çawa çilo ( pelên rezan ) amade bikim, dizanim çawa sarman bipêçim, daran, an kefçiyan di binê beroşê raxim, sarman li ser wan di beroşê de rêzkim. Lê gava pîrejina navsal, ku xwarin bi jîrbûnî û jêhatî çêdikir, gote wê:  "Tê sergînekî jî deynî ser devê beroşê, û êgir di bin pêxî da sarme bikelin". Keça zane dîsan got:  "Ez dizanim ". Êdî tewawkirina çîrokê li ba we ye, ka çi tam ji wan sarman hat.

Siyasetmedarên me her tiştî dizanin, ji ber vê jî, gava du bendî di nav yekemîn partiya Kurdan de li Sûriyê, di despêkên salên şêstî yên çerxa çûyî de derkete holê, û xwastin lêkolînê digel rehmelê Dr.N. Zaza; serokê partiyê bikin, ev lêkolîn spartin du kesên nezan, li gor yekî ji wan ji min re gotiye, û hê sax e, û pê de çû û gote min: "Bi rastî min dizanî ne ez, û ne hevalê min, em ne layiqê wê yekê bûn, bi Dr re lêkolînê bikin, lê biryara partiyê wusa bû".

Siyasetmedarên me her tiştî dizanin, ji ber vê jî, bêbextiya mezin sala 1969ê li O. Sebrî kirin, û biryara bi dûrxistina wî ji partiya demikrat a kurdî, baskê çep wergirtin, bê ku xwediyên biryarê karibin qoziyekê ji bêrîka wî dagrin. Lê berjewendiyên kesayetî ew ker û gêj kiribûn, nema, ne keda, wî di ber hînkirina zimanê dayik de bi bîra wan hat, û ne jî berhemên wî ji wan ve hatin xuyakirin.Pêre jî O. Sebrî bû qurban (Derdên me), ku beriya 14 salan, wê hîngê, şirovekiribûn.

Siyasetmedarên me her tiştî dizanin, ji ber vê jî, gotarekê ( tevgera me nexweş e. Ez xwe bi bîst nivîskarên wek…… nadim. Pênûs, hejmar 12. Payîz 2002 ) qiyamet li serê xwediyê xwe rakir, û nema datîne, ji ber ku nivîsevan tiliya xwe, bi jêhatî, da ser hinek derdan, û bala siyasetmedaran ber bi sînoriya zanîna  mirovan de kişand, ku çiqas dewlemend be jî, mirov her tim hewcedarê zêdekirina wê ye, û rêzgirtina nivîsevanan jî pêdiviya gelperwerî ye. Mixabin dîsan berjewendiyên kesayetî xwe dan pêş rêzgirtina nirx û wateyên , ku gotarê hilgirtibûn, nehêştin naveroka wê ya balkêş bibe mijara guftugowan, belê rê li pêş galgalên vala û bê nirx dûzkirin, ku katên pir û dema dirêj bibe qurbana zanîna siyasetmedarên zîrek, û pêre jî gotina, ku rehmelê Reşîdê Kurd, beriya 50 salan, bi awayê pêkenokî gotibû anîn bîra me.

R. Kurd carekê çûye Şamê, gava piştî çend rojan vediger Qamişlowê, rehmelê Cegerxwîn jê dipirse:"Gelo te Dr. N. Zaza çawa dît". Dibêje: "Bi kêrî me nayê". Cegerxwîn maliq bimîne, û dîsan dipirs: "Çawa?!..". R. Kurd dibêje: "Ji ber ku pir zana ye". Gelo helwesta, ku li hember wê gotarê hatiye gitin, û dengvedana wê helwestê nadin xuyakirin, ku hê jî di vê çerxa zanînê de, me pêdivî bi kesên zana nine.!?

Lê bi rastî, gava şerê pênûsan û yê xwediyên wan, di heyamên, ku berjewendiyên kesayetî, ezezîtî û sitemkariya renga-reng destlatdar in de, tê kirin, mirov maliq namîne, ji ber ku azadiya mirov dengvedana azadiya pênûs e. Ev azadî, wek nivîsevanê Misirê, M. Husên Heykel dibêje, gava pênûs dikefe destên xwediyê xwe, ne yên karkerê xwe, pêk tê. Her weha hûn jî dizanin çiqas cudayî di navber xwediyê pênûs û karkerê wê de he ye.

-3-

Lê, li hêla din, gelo rewşenbîr û nivîsevanên me rûmeta vî karê xwe diparêzin, yan na?!.Ta çi radeyê haya pirên wan ji bihayê nirxên vî karî he ye?!.Haya wan ta çi radeyê ji rabûn û rûniştin, dan û standin, têkiliyên nivîsevanên miletên din digel hev,û digel kes û civakên wan, digel toreyên nivîsînê he ye?!. Ta çi radeyê haya pirên nivîsevanên me ji nivîsevanên gelên din he ye, ku bi çi awayî rûmeta zimanê xwe diparêzin, û rêza wî digrin?!.. Wek diyar e, gelek pirs, li vê hêlê jî xwe berdidin hole.

Yekemîn nîşana rêzgirtina her karekî, çi kar dibe bila bibe, bidestxitina alavên, ku ew kar pê pêk tê ye. Wek çawa pêşiyan gotine: "Siwarê hespê xelkê her pea ye". Dêmek da mirov her siwar bimîne, divê berî pêşî hespê wî he be, belkî karibe hespê cîranan, yan yê dostekî xwe, çend caran ji xwe re bi kar bîne, lê ez bawer im, dê nikaribe her dem xwe bi ser wan de pal bide.

Mirov dikare vê pendê ber bi mijara me de jî bikşîne. Eger bidestxistin hêsp; ango alava pêk-anîna kar, ji bo siwârî, pêdiviya girîng be, da rûmeta xwe û karê xwe li pêş hevalkaran û civakê biparêze, û bide xuyakirin, ku lîstikvan û cirîdvanê bingehîn e, eger mirov wusa biçe, ez bawer im, li hember pêdiviya bidestxistina zimên, wek yekemîn alava nivisandinê, û yekemîn nîşana rêzgirtina xweyî û ya kar, bi carekê dudilî nabe.

Ev yeka me ber bi berhemên di nav destan de hen in de têvedide, gelo asta zimanê wan ta çi radeyê ye?!..Eger destên piran, ji ber gelek sedeman, nagihêjine pirtûkan, lê va ye entirnêt îro di destên piran de he ye. Êdî bila mirov bala xwe bidêyê, ka wê çiqas tiştên matî bibîne. Asta zimanê gelek nivîsaran pir nizm e, pirên wan ji şaşiyên zimanewanî tije ne, hevokên wan di bin bandûra zimanên serdest de milxar in, eger tu wan hevokan wergerînî bo zimanên serdest ( nimûne zimanê erebî ) tu dibînî wergera wan gelekî hêsan e, lê gava tu careke din wê wergerê bo zimanê kurdî wergerînî, tu dibînî awayê avakirina hevokê tê guhertin, û wek awayê, ku nivîsenan cara pêşî avakiribû, namîne. Bi bandûra van şaşiyan wateya wan nivîsaran, pirê caran li pêş xwendevanan wenda dibe. Bi ser de jî tu nivîsarina dibînî, ku helbest yan çîrok nav lêkirine, lê tu nizanî ka ew helbest e, yan melbest e, çîrok e, yan mîrok e. pêre jî sayî diyar dibe,ku gelek kesan, beriya alava nivîsînê, û rêbazên avakirina berhema hunerî bi destxînin, xwe berdane qada nivîsînê, û alavên çapemeniyê jî derî ji wan nivîsaran re li ser piştê vekirine.Gelo, çima gelek kes hen in, dixwazin ji qalikê xwe bi derkefin, û xwe bi qalikekî din diyar bikim?!.Ma pê hay nabin ev hewldan çiqas zor û giran e?!. Zanyarê derûnî (pisîkolojî ) yê mezin Pîyêr Dako gelek nimûneyên hanê, di pirtûka xwe de ( Serkeftinên şînkiriya – tehlîl- derûnî ) berbiçav dike, û digihîne wê rastiyê, ku hewildana malkambax, û  derûnan dişkîne ew e, ku mirov her dem xwe tersî rastiya xwe bide nîşankirin.

Ez nabêjim, ku çavdêriya ramana nivîsevanan divê ye, dem dema hevpevînê û azadiya ramanê ye, her kes berpirsiyarê ramana xwe ye. Lê demeke dijwar e, ji ber ku wek tê xuyan, zimanê me, di bin siya tênegihîştina vê azadiyê de, li hev dikefe, û her diçe,pir dikule. Lewre jî ez li kêlek çavdêriya zimanê nivîsînê, wek pêdiviya sereke, dimînim,çimkê nivîsîn, wek dibînim, berî her tiştî berpirsiyariya pir-alî ye, ku ji berpisiyariya li hember zimên de dest pê dike, û li navbera her du aliyên pêk-anîna vî karî; ango nivîsevan û alavên weşanê, parvedibe.

Dîsan li vir jî, pirê caran nakokiyên malkabax di navbera nivîsevanan de peyda dibin, pir cefayên wan dadiqirtînin, û rêzgirtina hevdeş ji navbera wan davêjin. Hin caran tênegihîştina rexnê û nirxandinê, dibe maka diljihevmayînê, û heyama sar dixe navbera wan.Lewre mirov heya sed û yekê dêjmêre, û di dû re boçûneke rexneyî dibêje, tevî wê jî dikefe nav lepên wê heyama sar de. Nimûneyên vê diyardeyê pir in, hema dixwazim yekê, ku dostek bi min da wendakirin, ji we re bibêjim.

Di komcivîneke PEN a Kurd de, ku gelek nivîsevanên her çar perçeyên welêt he bûn, me hemiyan guhdarî li du helbestên du rêzdaran kir. Helbestek, bi wayê xwe kilasîk bû, û ya din nû bû, lê tevî wê jî her du, di mofirkekê de, gîhabûn hev, ew mofirk xebtandina bûyer û kesayetiyên dîrokî di helbestê de, bû.

Ez naxwazin, di vê gotara xwe de, li ba vê pirsgirêka aferînî û hunerî, rawestim, lê tenê dixwazim bînim bîriya hevalkaran, ku hemî nivîsevan û rexnevanên cihanê yek boçûn he ye, ku bûyer û kesayetiyên dîrokî bi du awayan, di helbestê de, hatin û tên xebitandin, yek ji wan tomarkirin e, û yê din bi kar-anîna wan ji bo helwest û boçûneke nû ye.

Helbestên her du rêzdaran hevbeşên awayê yekem; ango tomarkirinê, bûn. Lê gava min ev nerîna xwe diyar kir, xwediyê helbesta nû, ji dêvla vê babeta girîng û balkêş, di wê civîna, ku gelek xemhilgirên van pirsgirêkan tê de hebûn de, bike mijara gutugoyê, xêr û bêrên dinyayê li we barandin, û kevir û kuç li min.Pêre jî ev bû bêtirî 3 salan qeşa ketiye navbera me, û nema dihele.

Hin carên din jî berjewendî û têkiliyên kesayetî dibin maka wê diljihevmayînê, û têkiliyên nivîsenan ji sînorên tore û sincên vî karê payebilin bi derdixe, û dûrî pîvanên rexnê davêje. Hevalkar û xwendevanên birêz dikarin diyardeya vê yekê di quncikê Qeşmerok, ku di (malpera amude.com) de ye, û bersiva birêz Mihemed Efîf Huseynî, ku di (beşê erebî yê malpera tirêj.net) de ye, binerin û bibînin. Pêre jî bandûra neyênî bi ser tevayê tevgera wejêyî û rewşenbîrî de tê kişndin, û hema hema dikare hinek sazûmanên he ne bixe ber dava vê helwesta bê nirx, ku şûrên xwe bikşînin, û seriyan bifirînin. ( Pêşniyarek di kongira dawî ya yekîtiya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de hatibû pêşkêşkirin, ku kongir birayara zibanbirîna kesên, ku derheqê endamên yekîtiyê de tiştek nivisîne, bigre. Lê ji bextê tevgera wêjeyî û rewşebîrî, yê baş, ew pêşniyar bi ser neket, eger bihata pejirandin, xwînê bigihîşta kabokan, pijaqên wê jî dê gelek malper sor bikirana. Lê tevî ku nehate pejirandin jî, pêşkêşkirina wê, di nav wê civata rewşenbîran de, cureyê pûnijî û asta têgihîştina rewşenbîrê me sayî werdigerîne, û wêne dike.

-4-

Eger di dû vê panorameyê re,careke din vegerim ba hevalkarê hêja Sh. B. Soreklî, gelo ew û xwendevanên delal jî, wê bêjine min, wekî ez  reşbîn im?.. Belkî hinek weha biçin, ji ber ku rastî her tim tehl e.. lê ez bawer im, ku em hewcedarên erzalciyekî ne ( kesê ku li pêş daîrên hukumetê nameyan ji xelkê re dinivisîne ), ku me şiyar bike.

Dibêjin gava cîranên mirovekî şer birin ser mala wî, ew çû giliyê wan li ba hukumetê bike, lê niznîbû, ne bixwîne, û ne jî binivisîne, lewma jî serpêhatiya xwe li pêş erzalciyekî raxist, ku nameya gilî jê re binivisîne. Pîştî name nivisand, tiliya wî boyax kir û gotê; êdî ka tiliya xwe bi vir vene. Gundiyê reben gotê, hela bêje min, ka te çi nivisandiye, erzalcî gotê; min halo, halo, halo nivisandiye. Gundiyê belengaz  giriya, û got: "Weyyyyy… Ev yeka gîş bi serê min hatiye û haya min jê nayê?!." . Xuya ye, me (Wey)eke ji wê dirêjtir diva û pêwîst e, da haya me ji me bê, û em hînbibin, ku siyset, welatperwerî, çand û wêje, berî her tiştî berpirsiyariya xwedî sinc û tore ye.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]