|
23/11/2007 Aye dema peymananeke din a lozan û ceza'êrê hatîye…? Hozan xelîl murşid efrînî Eger mirov bi hestyarî, û bi ronahî, dîroka serhildan û şoreşên gelê me, di serdemên borîda, binirxîne li gel dema me ya îro de, û werbêj bike, ma gelo çi cewazîk heye li navbera peymanên lozan 1923 an de û peymana reş a ceza'êrê 1975 an de, ya k û hemo mafê rew a gelê kurd bin pêkirin, û di rojên îro de careke din hewil didin bi çarenivîsa gelê me bilîzin û bin pêbikin . lê bi şêwazeke pir nerm û zirav û ramyarîyên xwe yên pêşêlkar li dijî gelê me li her çar alîyên cîhan bikar tînin,û dixazin siyaseta osmaîya pêkbîinin''hesin bi hesin bi kutin''. Ma gelo çira ev hemo lîstok û pîlanên dijmirov li ser gelê me bikar tên…? Aye gelê kurd, ji ku hatîye ser vê zevîyê …? Ma cîh û war jibo hemo kesî heye bi tenha jibo mîltekî kû xwedî dîrok û kultureke resen û bi hêze , û bi hezaran sale li ser zevî û xaka xwe dijîn,.me gelo ev hemo welatên dijber û neyarên gelê me ,çi ji me dixwazin,…? Carekê nave pîyavkujan li me dikin ,carikêjî navê rêgiran, têrorîstan,ciduxwazan,bikrêgîrawan,neyaran,,û hemo navên ne rew, dûr li rastîya vê miletî kû ji xwe bêtir xizmet bi wan gelan kirîye,ma gelo ev bacên wê alîkarîye kû selehdîn,ebu muslim xuresanî,yusif azme,edrîs bedlîsî,meleyê xetî, ji gelên wan re pêşkeş kirin....?. ez hezdikm ji xwenderên hêja re,hindek rastî bînim sernivîs,ma gelo çira ta niha em rastîya dijminên xwe nasnakin….? Çira em pir caran şan bi şanê neyaranên gelê xwe hatin bo ser senger û mewzîyên birayên xwe…?çira em dibin destek jibo pêkanîna pîlanên qirêj yên li dijî vîna azad a gelê xwe…?.lewanê be hindek ji me dîrokê yan neyaran yan felekê bikin bi sedem. lê bi rastî em sedemin û bixwe xalî bi sere xwe de dikin.jiberkû eger dijminên me çiqas li me bidin û tu tiştî li ser me nehêlin, û piştî demeke nêzîkde, bang bikin yan bibêjin gerek me bi serî kurdan we nekira wek,çawa kanan evrên div ê dawîyê de anî ser ziman''kû gereke me zimznê kurdan qedexe nekira''. Li mixabin yek ser kurdê me bawer dike û xwe nêzîk dike ,û nerim dibe .bo nimune , serokê partrîya gelî komar a tirkîyê ,deniz baykal di kongireyekî rojnamvanî de gotibû'' em ne li djî kurdên bakûrê îraqêne, lê em tenha li dijî pkk êne''. Bi rastî hemû denge û terezoyên raghandinî û helwêstên layanî kurdî bi piranî hatin guhartin, li hember bi kesê kû sersextirîn djminê gelê kurde,û ji her kesî pirtir dijeyetîya xala 140 kerkukê dike ta kû ve negire bo ser herêma Kurdistan.herwe roj be roj gurrênr xelkê me li bakûrî welat dikolê,û perlemanterên kû bi îrada azad a gelê me çûne nav perlmanê ,û rayadarên dtpû doza daxistina dtp ê, û serok bajarên kû bi hilbijartina rewa bûne bi serk bajar,dike bi armancên nîçîrîya xwe û ya gurgên har. lê mixabin ,ev rewş bi hazaran sal liser me diqewumê,îro binirin li siyaseta durûyî ,rayadarên tirkan dibin kesên navbêjîvan jibo li hevhatina filastîn û îsraîlê jibo berqerakirina aştîyê li anqerê,.û di cihikî din ra hebûn 25 milyûn kurd kû bi hzaran sal, li ser wê axê dijîn den pê nadin û serkot dikin û linav dibin û bi terror nav zet dikin. lê ta nihajê gelek ji siyasetmedarên me û rewşenbîrên me,sergermyeke cedî nadine bi rewşa bakûrî Kurdistan , wek nemir îbrahîm ehmed digot''kilîta çareserîya gelê kurd di bakûrî welat daye…''ev gotin hêjayî dîrokike zêrîne .herwa serokê herêm jî gotibû'' em bi mafên 30 milyûn kesê mere ne li bakûr'',herwa mam celal jî gotibû''em pisikikî jî radestî tirkan nakin,ev helwêst dîrokîne, lê belê dibê bi piratîkîjî were bi cikrin ta kû rolên xwe ên dîrokî ,bi ser rûpelên dîrokê de bi sepînin . Ez bi reşkavş bîr û boçûnên xwe tînim sernivîs,eger kû bizava ramyarîya kurd, bi jîyarîyeke nûdem û hestyar, nêzîk birewşa îro nebin ,û rewşenbî û ronakbîrên me bê helwêst bin , wê bibin bi zemîneke xwaş jibo dûbarekirina peymanên lozan û ceza'êrê,û ,bi taybet piştî kû emerîka 9 kesên îranî azad kirin û wê dîdaran jî bikin,eger îran bû bi dostê emerîka sûrê jî pêraye ,weko dîyare'' hemû ayetên neyaran bi navê qirkirina gelê kurd dest pêdike'',herwa dîrokjî tu carî din jî rehmetê li me nakê. -hozan xelîl murşid efrînî,rojnamevan li dezgey''aso Xandan, li silêmanî |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |