NEWROZ

äæÑæÒ


22/6/2005

E'fo li ku!!? û dadgeha li ku!!?

Baxşandina  berêz serokkomar Beşar el Esed, ku hemî girtiyên kurd yên li ser bûyera serhildana Adarê hatine girtin, serbest werin berdan, nîv beravêtî çûbû û dora nîvî ji girtiyan nehatin berdan û ta niha têne dadgehkirin.

Dadgeha parastina dewletê ya bilind ''ewlikariye''  li Şamê bi tewnbarkirina kurdan berdewame û qet haya wan  ji baxşandina giştî / gelemper ''e'fo am''  ya serok komar tune ye.  

Iro bi dehan merev û dost û hevalên xwendinê yên Şivan Ebdo li ber deriyê dadgehê ji katjimêr neh û nîvan de ta yekê nîvro kom bûbûn û wêneyên wî bilind kiribûn û bi dehan ji xort û keç û pîrejinan weneyên Şivan li ser sînge xwe daliqandibûn û bi yek dengî bandikirin Şivan Şivan û di hatin û çûna Şivan de dengê zilxîtan lîlîyan ber bi asman de bilind diçû û di hundir guhê dadgehkara û girtiyan de bicih dibû, belkî bi vî  reng şêweyê dixwastin hinekî ji derd û kul û êşên wan girtyan kêmbikin  û  wan agahdarbikin ko ew di dilê miletê kurd de ne û cihê serbilindî yê ne,  ew  lehengên gelin û ji bîra naçin û doza ji ber de ketine zindan û girtîgehan de, cihê serbilindî û şanaziyê ye, wek nase şivan xortekî xwendevane û di serhildana Adarêde  li Şamê li zangoyê de hate girtin, Dadgeha Şivan lidarneket û hiştin ta roja 31 an ji meha dehan.

Iro dadgehê sê xebatkarên endamên partiya PYD jî  tewanbarkirin.

1-Ismaîl Oso hate twanbarkirin û dadgehê ceza du sal û nîv danê ji ber rewşa û tendirista wî kêmkirin ceza kirin du sal. ji dora  sal nîvekê de girtiye

2-Xelîl Yosêf  hate tewnbarkirin û ceza du sal û nîv xwarin

3-Henîf Fewaz ew jî hat tewanbarkirin û ceza du sal û nîv xwar.

Hêjayê gotinye ko em bêjin

- jimara polîsan vê care gelek kêmbû û bi carekê nêzîke millet nebûn û kes ciza nekirin, û wek hercar leşkerên parastina rêjîmê bi carekê beşdar nebûbûn. 

  - çend girtî ji yêm misilman jî hebûn yekî ji wan şeş sal xwarin û ji sê salande girtiye.

 - hin ji bervedêr /aboqat ji ber girtyan de beşdar bûbûn û hin ji komelên mafên mirovan û hin ji balozxaniyên Ewripî jî hebûn

 

Şêx birîmce / Şam 19/6/2005

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]