|
22/11/2005 Pêşeroja me Kurdan geşe Li ser girîngiya biryar û helwestên PDK Îranê di civîna Komîteya Navnedî de, bi birêz Hesen Şerefî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê re hevpeyvîneke taybet Di navbera rojên 29-31.10.2005’an civîna şeşemîn berfireh ya Komîteya Navendî ya PDK Îranê hate lidarxistin. Di encama 3 rojan karê berdewam û çalakane û bas û nîqaş li ser mijarên rojeva siyasî ya Îranê û Kurdistanê û nirxandina pirsgirêka Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê, gelek biryar û helwestên siyasî hatin girtin. Me ji bo zanîna agahiyên zêdetir li dor wan helwest û biryrên giring yên Komîteya Navendî ya PDK Îranê bi rêzdar, Hesen Şerefî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê partiyê re hevpeyvîneke taybet pêk anî ku li jêr pêşkêşî we tê kirin. Hevpeyvîn: Azad KURDÎ - Rojnama Agiri -27- Pilînom (Civîna berfireh ya Komîteya Navendî) a şeşemîn ya PDK Îranê hilbijartina Mihemed Ehmedînejad bo Serok Komariya rejîmê çawa anî berçav? Pilînoma şeşem ya Komîteya Navendî a PDK Îranê ku ji 29’ê Novemberê heta êvariya roja 31’ê wê mehê hate lidarxistin, komek pirsên giring yên têkildarê rewşa Îranê û nemaze ew encamên ku li bijartina Mehmûd Ehmedînejad ji bo Serok Komariya Îranê derketin rojevê, ketin ber bas. Di vê derheqê de rapora Deftera Siyasî ku ji aliyê hevalê birêz û xebatkar Sekreterê Giştî yê Partiyê, Kekê Mistefa Hicrî ve hate pêşkêş kirin, qala gelek aliyên meseleyê kiribû û ev encame jê hat wergirtin ku bi ser kar hatina Ehmedînejad, rengê vê hindê dide careke din jî tund û tûjî dijî xelkê Îranê û azadîxwazan dest pê bibe. Herwiha ew dîtine jî hatibû nîşan kirin ku tem û mija guhertinxwaziya nava desthilatê vereviyaye û ev şik û gumane ji nav biçe ku hinek kes û alî li hundirê welat û derveyî welat li ser vê baweriyê bûn ku beşek ji deshilatdariya Komara Îslamî di fikra çêkirin û reform û guhertinan in. Eva jî ji aliyê xwe ve xebata xelkê û neteweyên Îranê dijî rejîmê yekdest û hevgirtîtir û orta tekoşînê berfirehtir dike. Di rastî de Ehmedînejad pêtir rûçikê rastîn yê rejîmê bi xelkê û dunyaya derve da xuya kirin û bi kiryar jî wekî muhreyeke Ewlekarî û Leşkerî kar dike ku eva jî bi dora xwe bandorê li ser nêrîn û helwesta parek ji welatan û navendên biryarder û kom û komeleyên mirovhez li hember rejîmê dike. Meşên nerazîbûna vê dawiyê yên xelkê Kurdistana Îranê çawa hate nirxandin? Rewşa neteweya Kurd li Kurdistana Îranê û meşên nerazîbûna vê dawiyê yên xelkê Kurdistanê li piraniya bajar û cihan, mijareke eslî û bingehîn ya basên civîna şeşemîn bû. Nirxandin di vî warî de ev rastiye aşkira kir ku hesta Kurdperwerî û welatparêzî û bîra neteweyî bi awayekî gelek berfireh û xuyatir ji berê di nav civatên xelkê Kurdistanê de bihêz bûye. Eva jî ji bo xebat di rêya azadî, demokrasî û bidestve hatina mafên neteweyî de tişteke gelek hewce û giring e. Cuda ji vê çendê yekdestî û hevdengiya civatên xelkê Kurdistanê di wan meşên nerazîbûnê de bi awayekî berçav xwe derxist holê û aşkira bû ku serbarê bûna çewsandin û tun û tûjiyê ji aliyê rejîmê ve, gel li ser daxwazên xwe yên bingehîn û siyasî bi îsrar in û di xebat ji bo destveanîna mafên neteweyî de berdewam in. Bi giştî helwest, dîtin û nêrîn û jêhel çûna asta agahî û zanîna xelkê ji aliyekê û pirsgirêk û kirîzên ku rejîma Komara Îslamî li hundirê welat û derve bi wan re rû bi rû ye û ew gotin û axavtinên ku Ehmedînejad dike û dengê rexne û nerazîbûna zaf welat û kom û komeleya lê bilind bûye û ew dîtina ku cîhana derve li hember pirsgirêka Kurd heye û ew guhartinên ku di herêmê de di rojevê de ne, hemû xuya dikin ku pêşeroja xebata gelê Kurd li Kurdistana Îranê ron û geş e. Derheq pirsgirêka Kurd bi giştî, civîna Komîteya Navendî çi dîtinek li dor rewşa Kurd di her parçeyeke Kurdistanê de hebû û pêşeroja xebata Kurdan di wan parên Kurdistanê de çawa kete ber bas? Di civîna şeşemîn ya Komîteya Navendî de bi hûrî û rastdîtinê ve lênihêrîn ji pirsgirêka Kurd û bi giştî rewşa Kurdan di hemû parçeyên Kurdistanê de hate dan û li ser vê baweriyê bû ku pirsa Kurd wekî neteweyeke ji hev veqetandî û Kurdistan wekî welateke parvekirî, niha wekî rastiyeke haşalênekirî ketiye ber çavê xelkê cîhanê, û bîr û raya giştî ya cîhanê gelek pitir ji caran li ser rewşa Kurd û ew zulm û stemên ku di perçeyên cuda cuda yên Kurdistanê de li ser wan heye, haydar e. Seh û raya alîgirî ji mafê Kurd gelek pitir ji caran pêşde çûye. Kurd li Kurdistana Îraqê piştî hiloşîna rejîma Bees bi parek ji maf û azadiyên xwe gihîştiye û di avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de û pejirandina qanûna bingehîn ya wî welatî roleke gelek erênî û berbiçav lîstiye û wekî aliyeke bihêz di darêtina Îraqa nû de tê dîtin. Her eva ku em dibînin siyasetvan û xebatkareke Kurd, birêz Mam Celal wekî Serok Komarê welatê cîranê me Îraqê di kom û komele û civîn û navendên xwedî biryar amade dibe yan Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi vî awayê ku tê dîtin ji aliyê kom û komele û welatên biryarder bi fermî tê pêşwazî kirin, bi xwe dide xuya kirin ku pirsa Kurd pêşdeçûye û nasîna pitir ya vê meseleyê ji aliyê zaf kom û komele û welatên giring û biryar bi dest e û ew para Kurdistanê jî li Îraqê ku ji hêla Kurdan bi xwe eva çend sal e tê îdare kirin û birêve diçe, zor bi ewletir ji herêmên din yên Îraqê tê birêvebirin, û ceribandinên rind di xwe de birêve birinê de xistiye ber çavê bîr û raya cîhanê. Rewşa Kurd li Turkiyê jî bi hinek sedeman wisan tê xuya kirin ku ber bi baş bûnê ve biçe. Gotin û axavtinên rayedarên bilind yên Turkiyê, îtraf û îfadeyê bi bûna Kurdan û pirsgirêka Kurd di vî welatî û bas kirin li ser çareser kirina demokratîk ya pirsê di cihê xwe de gaveke nû ye ku hikûmeta Turkiyê her nebe bi sedema çêtir kirina rewşa ji bo endambûn di Yekîtiya Ewropayê de divêt dêna xwe bide û bal bi ser de bihê kişandin. Li Sûriyê Kurdên wî welatî him hewl û xwe rêxistinên xwe pitir kirine û him hikûmeta wî welatî neçar hatiye kirin, îtirafê bi hebûna Kurdan bike, axavtinên rayedarên Sûriyê ev heste di nava Kurdên wî welatî de pêk aniye ku di pêşerojê de Kurd di wî welatî de bi hinek ji mafên hevwelatîbûnê û civakî û çandî bigehîje. Renge ev pêvajoye bi xurtî neçe pêş lê dûr dîtina vê pirsê dide xuya kirin ku Kurd li Sûriyê her nebe wekî berê nahê temaşa kirin. Bi giştî û bi kurtî hem rewşa giştî ya devera Rojhilata Navîn ew guhartinên ku tê de qewimîne û renge di pêşerojê de jî guhartinên din bi qazancê cîgirkirina demokrasiyê rû bidin û him li ber çûna vê siyaset û helwesta ku heya niha hikûmetên zordest bi ser van welatan de ku Kurdistan bi ser wan de hatiye parve kirin, û him hestyarî û mûkimbûna xortên neteweya Kurd di hemû parçeyên Kurdistanê de li ser xebat ji bo azadî û bidestve anîna mafên neteweyî bi awayekî giştî asoya xebata Kurd û pêşeroja Kurd di her pareke Kurdistanê de rontir ji caran da xuya kirin û hêviya gihîştin bi serkevtin, azadiyê û mafên neteweyî pitir dikin. Têkiliyên PDK Îranê tevî rêxistin û partiyên Kurdî bi giştî û bi taybetî di gel PJAK’ê çawa ye? Derheq têkiliyên Partiya Demokrat bi hêzên siyasî yên Kurd re, divêt bibêjin ku bi kêfxweşî ve PDK Îranê tevî piraniya herî zaf ya hêzên siyasî yên Kurd di hemû paran de peywendiyeke birayane û dostane heye û tevî çi yek ji wan pevçûn û aloziyeke wisan nine ku ber bi hebûna têkiliyên dostane yên wan bigire. Ewa ku tu bi eşkere û taybetî basa PJAK’ê dikî, divêt bibêjim ku PJAK di rastî de parek ji PKK’ê ye û liv, hereket, bîr û ramanên wê li ser rewşa Kurdistanê û program û armancên wê ne bi awayekê ne ku mirov bikare lê piştrast be û ji bo têkilî çêkirina pêre baweriyê pê bike. Derbasbûyî û dîrokeke wisan jî nine ku mirov lêbinihêre û jê re hesabê bike û bi wê derbasbûyê binase. Lewra çê nabe ku PDK Îranê di têkiliyên xwe de hesabeke micid li ser PJAK’ê bike. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |