NEWROZ

نوروز


22/10/2007

Mehmed Uzun:

"Mirin herdem di bîra mirov de ye"

Mirhem Yigit - Gabar Çiyan

 Nivîskarê hêja Mîrhem Yigit, yek ji wan kurdên pêşî ye ku derket derveyî welêt. Demekê li Elmanyayê ma, paşê ji bo xwendinê derbasî Çekoslovakya kevnare bû. Niha li Swêdê dijî. Di komele, federasyon, enstîtu, radyo, tv û di hejmarek dezegehên kurda de xebatên wî çêbû. Dostaniya wî û Mehmed Uzun kevn e...

Rojnamevan-nivîskar Gabar Çiyan jî Mehmed Uzun baş nas dikir. Bi Uzunî re ji bo berdewama "Antolojiya Edebiyata Kurdî" dixebitî. Hejmarek hevpeyvîn pê re kiribû.

Mirhem Yigit û Gabar Çiyan, bi hev re, bi munasebeta wefata Mehmed Uzun nivîsek amade kirin. Di nivîsê de, sê berhemên wî hatine analîz kirin. Hevpeyvîna berî niha bi Mehmed Uzunî re hatibû kirin, di dawiya analîzan de cî di digire. Hevpeyvîn li ser jiyana wî, nivîskarî û rojnamevaniya wî û nerîna wî li ser pirsên cewaz e...

 Bîra Qederê

Tiştên ez ji bo Bîra Qederê bêjim zehf in. Min ev roman du caran xwendiye. Carekê sala derket û cara duhem jî sala derbas bû. Me grûbek nivîskar û edebiyathez li Enstituya Kurdî a Stockholmê qederê sal, sal û nîvekê romanên kurdî di nav xwe de munaqeşe kirin. Yek ji wan romanan jî Bîra Qederê bû.

Qehremanê Bîra Qederê, Celadet Bedirxan e. Navdar û payebilindê me Celadet Bedirxan. Tema, jiyan û biyografiya wî ye û ev alî navend, stûn û dilê romanê ye. Roman navê weşanên Sara hildigre û bi qasî 260 rûpelî ye.

Belê nivîs bi tîpên hûr in û heger bi standarteke normal bihata çapkirin dê gelekî mezintir û bihacimtirbûya, dibe ku xwe bighanda 350, 400 rûpelî.

Roman bi du rêzên Celadet yên dawî berî ku bimre destpê dike. Ev rêz li ser mirinê ne. Cîh Şam e, wext 22 Tîrmehê ye, sal jî 1951 e. Hefteya pêşî, bi dû wefata Celadet de ye.

Şev e, rûniştvanên bajarê Şamê ketine xewê, lê xanimek şiyar e. Ew jî jina Celadet, Rewşen Bedirxan e. Xew lê herimiye, hedan û tebata wê nayê, Celadet ji ber çavên wê naçe, li wêneyên wî dinere, di wan de difikire, ketiye nav xeyalan, xerq û noq bûye û di nav vê atmosferê de, em bi xanima dilsoz re diçin zemanekî berî bi 58 salan, sala 1893 an, sala ji dayikbûna Celadet. Vê carê cîh Stenbol e, êdî em ne li Şamê belê li taxa Kadikoyê ne. Celadet tê dunyayê û em pê re dibin hevalrêwiyê jiyanê heta serê xwe datîne.

Di salên nav çêbûna ji dayikê û çûna gorê de temenekî tije bûyer û guhertin, tije dijwarî û serêş, xweş û nexweş, mirov li bende û ne li bende cî digirin û ji salan re dibin naverok, wate û nirx. Em zaroktiya Celadet, malbata Elî Bedirxan û Bedirxaniyan nas dikin. Li ser xwendin û xortaniya wî, evîna wî û qîza Boşnaq Cananê, rewşa Stenbola wê heyamê, vegera kurdan ji nefîkirina piştî Meşrutiyeta duhemîn, xebatên fikrî, rewşenbîrî û siyasî, tesîra wan li ser Celadetê xort, Şerê Cîhanê yê yekemîn, dawiya şer, hatina Kemal Paşa, xerabûna rewşa kurdan û gelek rastî û rûdawên din dibin xwedî agehdariyek e dewlemend. Ji qelemek e edebî û hoste ku mirov bi xwe re digerîne, tehm û heyecanekê dide mirov û dil û kêfxweşiya mirov avreşandî dike.

Ev giş di nav 60-70 salan de dibin. Helbet li vir, bi vê jiyanê re dunyak bûyer, qewimandin, xweşî û nexweşî, serêş, qiriktehlî û kezebreşî hene. Gelek navên din ji malbatê û navên kesayetiyên din yên kurd di romanê de derbas dibin. Ev ne biyografiya kesekî, belê kronika malbatekê û preçetrajediyek e ji dîroka gelê kurd.

Sefera li Şamê destpê kiriye. Piştî rawestek e dirêj berê xwe dide Ewropa, welatê Elmanyayê. Celadet û birayên xwe li vir dixwînin, cîhana pêşketî û serdest nas dikin, bi huner, edebiyat, rewşenbîrî û siyaseta Ewropa re aşîna û nas dibin. Elmanya di nav rewşek e xerab de ye. Buhayî û tevlîheviyek e mezin heye û peşkên vê rewşê li wan jî dikevin. Aboriya wan ji hev dikeve û dibe sebeb ku rûyekî din yê jiyanê, rûwê hişk û xedar, mahd tirş û ne dost nas bikin. Çerxa felekê li wan digere, bextê wan diqulipe û êdî li Elmanya jî hew dihewin.

Çend bira vedigerin Stenbolê û Celadet ji wir jî dikeve ser rêya Rojhilata navîn û tê li cihê ku kalikê wî Bedirxan serê xwe daniye bicîh dibe. Êdî ne xwendin, belê siyaset di rojevê de ye. Bi hinek rewşenbîrên kurd re ku ew jî ji welat derketine, planê lidarxistina şerekî çekdarî datîne û bi dil û can bala xwe li ser vî eniyê dicivîne, kom dike. Bi vê mebestê, li giş perçên welat digere, diçe rohilat û başûrê welêt û rewşa gel û welêt saxtî dike, lê dikole, dikeve nav xebata naskirinek e ji nêzîk de û di damezerandina Xoybûnê de rolek e serekî dilîze .

Plan, mîna ew difikire naçe serî. Di aliyê siyasî de bi sernakeve û xîlaf û dijayetiyên nav xwe destpê dikin ku gelekî wî diwestînin. Siyaset derdkêşî ye û ev derd jî bêhneke fireh, psîkolojî û ruhekî antremankirî, ji pola û pir xweser dixwaze. Ev jî, ne li gora taqeta qeheramanê me Celadet e. Aliyên objektîf jî hene helbet. Gel westiyayî û di xew de ye. Mecal tune û dereceya hişyarî û hişmendiyê nikare di bin barê tê xwestin de rabe û jê re bibe bersiv. Lê Celadet ne giş kevir, bi tenê kevirê siyasetê di ber xwe re berdaye. Ew rûnane, nikare rûne, ew dê xebat û xizmeta xwe ji bo gel û welat bi formekî din bidomîne. Ev jî rojnamegerî ye, xebata fikrî û edebî ye. Kovarên Hawar, Ronahî û hwd derdixe. Piştre bi Rewşen Xanimê re dizewice, dibe xwedî mal û malbat. Malbat jî barek e, qeyd û usûlên xwe hene û ew jî giraniyekê li nav milên mirov dike. Hişê wî berdewam li ser Kurdistanê û perçên welat e.

Xeber, deng û behsên tên nexweş in, dilşikên û êşdar in. Li her derê kurd dişkin, têk diçin, dijmin wan bi ser hev de dugivêşe. Bûyerên li Dêrsim û Mehabadê yekcar wî xemgîn dikin. Malbat ji hev dikeve, dayik dimre, Bedirxanî wunda dibin, mesex dibin, nav û paşnavên xwe dugherin, hinek dibin "Çinar" û hinek "Kutay" û hwd.

Celadet di cephê duhem de jî dişke. Ingilîz û Fransî li Tirkan nêzîk bûne, alîkariya didin Hawar û kovarên din jî radiweste. Hêviyên wî roj bi roj dişkin. Dilê wî hew dijwariyan radigire. temen jî êdî ne li aliyê dil û mêjî ye, hew bi ya wan dike, serî rakiriye, fera malbatê û daxwazên Senem û Cemşîd zaro û jînê girantir dike, fera siyaset û edebiyatê dadgerîne.

Ber bi dawiya temenê xwe dest bi çandiniya pembo dike, carna jî diçe rav û nêçîrê, ji rewşa di nav de ye êdî direve. Lê fêde nake, ew tam û zewqa jiyanê wunda dike û zorî dide cixare û vexwarinê. Xewa wî kêm dibe, her şev diçe ser gora kalikê xwe, roj bi roj bêheval û bêdost dibe, dimîne bi tenê ew û dengbêjê xwe Fermanê Kîkî. Kurt û kin, rewşxerabî, bêhntengî û cirnexweşî çend alî hevdû bixwedî dikin, hevdû han didin, ji hev re dibin navtêdan û her şev û roja derbas dibe diherikin nav lehiyekê, dibin totma ser dilan, barê ji çiyan. Lê berxwedana wî jî li dawiya xwe nêzîk dibe, zewrên bêçaretî û bextreşiyê parsuwên wî di nava hev re darbas dikin, kaniya serîrakirin û li seryaxwemayîna wî jî ziwa dibe. Gula wî diçilmise ava wî dimiçiqe, dilopên dawî jî li ber germaya mercên bêwijdan û dijber dadiwerivin û di bîra pembo de mestirîn fenera serdemek e kurdan vedimre.

Ev trajediyek e, trajediyeke bêwêne, bêheval û kesnebîn e. Trajedî herçendî mîna ya qehreman Celadet be jî belê tu li eslê wê binere mestir û firehtir e. Belê, di nav vê jiyanê de trajedî û fermanên 100 salî hene. Mirov dikare ji vê romanê re "Trajedî û drama kurdan" jî bêje. Gotineke wuha nabe mubalexe ye. Di vê romanê de dram û fermana kurdan hatiye dariştin û ta bi derziyê hatiye vekirin. Ferman di şexsê malbata Bedirxaniyan de li kurdan radibe. Cara ewil malbat ji ax û avên bav û kalên xwe qut dibe. Dewlet wan davêje Stenbolê û giravên Grêklandê. Sal 1846 e.

Fermana duhem piştî 60 salan rapaşî malbatê dike û carek e din haydê dibêje, yela dibêje. Şapa duhem vê carê li Stenbolê jî bela xwe ji malbatê venake, ji wan naqere. Giş endam û pêgirtiyên malbatê mîna nokên tu li kevir bide têne terqandin û li bakurê Efrîka, Rojhilata navîn û bajar û cihên imperetoriya Osmanî de bela dibin. Sal 1906 e.

Piştî sultan diçe û rejîma îro li ser kar e tê, yên mayî ku hê hinekî têhn û rewa di wan de maye jî cardî terk û dinya dibin, derdikevin derveyî welêt. Hejmara teslîm nebûye, bi her fermanê re hinekî din kêm dibe. Dîwarên keleha vê malbata xwe dighîne hezaran û belkî mestirîn malbat e di dîroka Kurdistanê de, kevir bi kevir, rêz bi rêz hildiweşe û tê xwarê. Hertim beşek ji avahiyê dikeve, malbat tê xwarin, asîmîle dibe, telef û nehîb dibe. Dawî malbat dev ji navê xwe, kunye û rûmeta sedan salan berdide, ew navê zemanekî serbilindayî û rûmet bû li wan dibe bele, li wan şahdebûnê dide û çendî karin xwe jê dawdişînin, xwe jê dişon û naxwazin bibe behs û şitexalî.

Dimînin du kes. Behsa du zarwên Celadet dibe, Senem û Cemşîd. Lê ew jî li ku ne, çi dikin û bi çi mijûl in kesekî baş zanîbe tune ye. Tiştên li ber destan in zêde ne bi serûber in, nîvrê ne sexlem in.

Sala 1998 an bi minasebeta derbasbûna 100 salan di ser damezrandina rojnamegeriya kurdî re, Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê xwest xelata Mîqdat Bedirxan bide kesekî ji vê malbatê. Belê heyf e ku kes tunebû vê xelatê bigre. Malbat jî dikarin wunda bibin. Baş e ku Celadet û Kamîran neketin ber efwê, yana ew jî dê piştî cîhekî têketine ber qedera giş malbatê û wunda bûbûna.

Teknîka Romanê

Roman ji du damarên serekî pêk tê. Yek nivîskar e û yê din jî lehengê romanê ye. Du kes qise dikin, bi hev re sohbet dikin, gotinê ji devê hev digrin, hevdu temam dikin, valahî û jibîrkirinên hev dadigrin, tînin bîra hev. Romanivîs û betlê romanê du dostên gelekî nêz in, ji hev re dilovan û bi hurmetin. Herdû jî hoste û serdestê gotinê ne. Têra xwe kûr û zana ne, dîroka Kurdistanê baş zanin, hayê wan ji cîhana pêşketî, edebî û hunermendî bi xwurtî heye, gelek caran bi zimanên ingilîzî, elmanî û frensî bi hev re qise dikin, hevok û ristikan bi van zimanan direşînin nav sohbetên xwe. Aliyê wan yê felsefî û rewşenbîrî diyar e, giran û xwedî wezin e. Ev diyaloga dukesî û dudengî monotontiyê dişkîne, sohbetê xweş dike, mirov nawestîne, han û teşwîkê xwendinê dike. Mirov bi meraqdarî dibê ka piştî gotina yekî biqede yê din dê çi bêje, dê çawa bibe alîkar. Tiştekî din heye hinekî jî bêhna sohbetên dîwan û dîwanxaneyên kurdî jê tê, hinekî jî rojhilatî ye. Teknîkeke baş e, aşîna û ne xerîb e. Li aliyê din xwendina wêneyan heye. Rawestgeh, beş, bêhnik û bêhnvedanên romanê wêne ne. Wêneyên malbata Celadet û Celadet ji cîh û zemanên cihê hene. Cihê temenê Celadet li wan buhuriye, riya wî bi wan ketiye, şopa wî digerînin, dews û şûna wî heye li wan. Her yek qam û bejnek fizyonomiya xwe, şop û şeqlên zamanê xwe hildigrin. Cil têne guhertin, kurkirina por, awayê mode tên guhertin. Wêne li Stenbolê destpê dikin, xwediyê wan digere û Cecoyê biçûk dibe xort, dibe Celadet Beg. Wêne mîna pusleyên jiyanê yeko yeko tên ba hev û tevahiya tablo û nexşeyê temam dibe. Serdestî û degeliya li ser portreya ji romanê re bûye leheng xwurt e, agehdariyek temam, fireh û heta tu bêje hezimkirî, cûtî û hêrtî heye li ser dîroka Bedirxaniyan û şexsê Celadet. Roman bi zimanekî rewan, entelektuelî û heta bi cihekî jî kitêbî hatiye nivîsandin. Gelek rewşên însanî û mehfûmên mîna jiyan û mirinê, evîn û neyartiyê, dilovanî û bêbaviyê, hesret û tenêtiyê, soz û ahdan û bi dehan mehfûmên din di romanê de têne munaqeşekirin. Mehfûmên wuha kapasîtexwaz di romanê de pir in û kûrahiyeke felsefî, rewşenbîrî didinê, temenê wê dirêjtir dikin û karekterekî cîhanî û mayîndebûnekê jêre bexş dikin. Her wuha ev karekterîstîk ji romanê re li hember zemên dibin mertal, sexlemî û xwegirî. Roman heta tu bêje înformatîv e, barkirî ye ji zanebûn û tecrûbeya heralî, ne bi tenê li ser kurdan belê li ser heyam û zemanê xwe, xelk û kulturên corecor li herêmê, rewşa cîhanê ya wê rojê û hwd.

Bi baweriya min di qonaxa îro de di tenişta romanên li ser berxwedan û têkoşîna tevgerarizgarîxwazî de hewcedarî bi romanên mîna Bîra Qederê jî zehf e. Ew dibin pirên nav doh û îro û xwurtkirin û kûrkirina bîra netewî, dibin alîkar da ku em şexsiyet û rewşenbîrên xwe jibîra nekin ew berdewam di bala me de bin.

Mirina Egîdekî

Destana "Mirina Egîdekî", jiyana şervanê azadiyê Ferhad Uzun hemêz dike. Ferhad Uzun, di nava hêza "Arteşa Rizgariya Gelê Kurdistanê-ARGK" de li hemberî hêzên Tirkiyê şer dikir. Bi hevalên xwe re, piştî şerekî giran, di destpêka sala 1993 an de şehîd ketibû. Destana Mirina Egîdekî, roja dawî a jiyana 5 şervanên kurda, çar xort û qîzekê dihêne ziman.

Ixbarî hatibû kirin. Pênc şervanên azadiyê, li gundekî Kurdistanê asê mabûn. Dijmin, dora gund ji çar aliyan pêça bû û şer dest pê kiribû. Roj roja berxwedanê bû. Dengê çekên giran ber bi esmên ve bilind dibû. Şervanên kurda, bi hev re, bi helwestek e ronakbîrî û bi mêranî dengê xwe bilind dikirin:

Lêdin, hevalno lêdin / Bibarînin, bibarînin birano bibarînin / Ew me çi dihesibînin! / Wext wexta jîr û mêrxasan e / Wext hatiye; wext wexta şer e / xurtî û huner e / Em pênc kes, ew pênc hezar kes / Em pênc hezar dil, ew pênc dil / Em pênc hezar dilên bi heq, ew neheq / Kî dikare dilê bi evînê hildavê vegire? / Ma ew me çi dihesibînin!

Plana şervanên kurda ew e ku, ji reşahiya şevê sudê wergirin û rêyekê bibînin da ku xwe bighêjînin çiyê. Paşê tê bîra wan ku, şerê wan li hemberî mêjiyên tarî ye û li dijî reşahiya nava mirovan e. Gelo tarîbûna şevê dê çiqasî karîbe wan biparêze? Hêrsa wan, li hemberî tarîbûna mêjî di wateya van peyvan de veşartiye:

Ev çi hal e? / Ez evîndar û şervanê ronahiyê / Ez dijminê tarî û zulmetê / Ez niha li hêviya şevê me...

Şer, roj û şevê berdewam dike, dirêj dibe. Şervanek azadiyê, bi tevayê hêza xwe êrîşê dibe ser kemînekî neyaran. Agir dibare ji devê tematika di destê wî de. Cendekê neyaran dikevin erdê yek bi yek. Derbas dike kemînê û berê xwe dide aliyî çiyê, çiyayên me, dostên roja giran û parêzvanên Gelê Kurd. Ji jor ve lê direşînin û ji jêr ve didin ber berê topan. Şehîd dikeve lehengê kurd. Xelk dibe şahidê qehremaniya wî, berxwedana wan. Dibe destan, serîhildana wan. Ew destaneke nû didine afirandin û wisa dibêjin:

Hevalno, jibîr nekin / Em pênc hezar dil / Pênc hezar efsaneyên li ser lêvan / Pênc hezar destanên li ser kaxizan in / pênc hezar stêrkên ronî yên kurdan in...

Şer germ bûye. Neyar, li pey encamekê ne. Serê wan dixwazin. Lê çi niyeta wan û teslîmbûnê, xwefirotinê tune ye. Sembola lehengiyê Jina Kurd, şervana dilovan radije çeka xwe û êrîşê dibe ser neyaran. Şervanên mêr, yek bi yek lê dinêrin. Her yek dibe deh şêr. Berxwe didin û destanekî nû didin nivîsandin. Ji jor ve agir dibarînin. Bombe têne xwarê. Li erdê berê topa dane wan, berên çekên neyaran mîna baranê bi ser wan de dibare.

Xatir ji hev dixwazin. Hemêzkirina germ dest pê dike. Şervana nemir, vedixwe ji ava şehadetê. Girêdana hevaltiyê bi hemî germahiya xwe, xwe dide derve. Hesreta welêt, girêdana rêhevaltiya şerî, neyartiya şeva reş û tarî, û bîranînên wan yek bi yek dibe mîna dîmenên fîlmê lehengiya wan û jiyana wan:

Zaroktî, mala mezin, koşka zer / Kuçe û kolanên teng, bîrên kûr / Bax û rez, av û çem, gund û zozan / Tirî û hejîrên rezên bav û kalan / Keskesora barana biharan / Dengê kahr û berxan / Avên hênik ên çiyan, gul û kulîlkên deşt û ber devê çeman...

Dayik. Dayikên me. Dayikên kurda. Kupên sebirê, kaniya hêstiran. Bi zarokên xwe re dilxweş dibin û dikenin, û bi êşa wan dihêşin, nexweş dikevin. Di dema şerên wisa giran de jî dayik nayên jibîr kirin. Di dema man û nemanê de jî, çend peyvên wan ji bo dayikan û bavan heye:

Dayê ez qûrbanê / Ez berxê te, çavreşê bavê xwe me / Îro jiyan e, sibê mirin e, mirin li ser serê me hemuyan e / Eger te rojek xebera mirinê bihîste / Tu bizanîbe; min ruwê we reş nekiriye / Berxê te, çavreşê we, Reşo ye bavo şehîdê welatê me ye...

"Dara azadiyê bi xwîn û xwedanê tê avdan". "Her bidestxistinekî bedêlek e xwe heye". Ev gotin piştî tecrubeyên jiyanê hatine gotin...

Ew, li ser bingeha rastiya wan peyvan şerê xwe bilind dikin û yek bi yek ava şehadetê vedixwin, dibine dendik û axa welêt hemêz dikin. Şîn dibin ji nû ve. Yek dibe deh, deh dibe sed, sed dibe hezar. Xwîna wan tevlî xerca avakirina welêt dibe. Welat bi saya wan, gav bi gav wan azad û ava dibe.

Ew zanin ku xetera kûştinê heye. Lê ew, bi destan û serpêhatiyên Seyid Riza, Qadî Mihemed, Barzaniyê nemir û Mezlûm Doganan mezin bûne. Sonda wan heye ji bo wan rêvebirên nemir, ji bo şerê li hemberî mêjiyên tarî û avakirina welatekî azad. Û xwedî li soza xwe derdikevin. Bera dajon ber bi lûleya çek û sîlahên xwe...

Ev destana hêja, bi kurdî hatiye nivîsîn. Ceribandina Mehmed Uzun, di warê destanê de a pêşî ye. Têra xwe serkevtî ye. Berhema wî a hêja 40 rûpel e. Berhem, di 1993 an de li Stockholmê di nav weşanên Welat de derketibû.

Kulîlkên Hinaran

Ceribandinek Uzun li ser pirsa pirçandîbûnê ye. ``Pirçandîbûn`` ji du peyvan, ji peyvên``pir`` û ``çand``ê pêk tê. Bi vê peyvê qala welatên xwedî çandên cewaz tê kirin.

Uzun, ji zarokatiya xwe dest pê dike. Ew, bi bilûrvaniya bav û bavpîrê xwe, di bin darên kulîlkên hinaran yên sor û stêrikên li esmanan de, bi çîrokên dapîra xwe, mirov dibê cîhana xwe, nav xeyalên xwe. Piştî demekê, me bi xwe re dibe Amedê. Li Gavur Mahallesiyê, li mala xalê xwe dike mêvan. Mirov bi xwe re dike hevalê Migoyê Ermenî. Em, Apê Vardo û Meta Meyrê jî nas dikin.

Girtina Uzun. Dadgehkirina wî. Jiyana li zindanê. Li wir, hevaltiya wî bi Cemo, hosteyê ermenî re têra xwe balkêş e. Rastiya çîroka Apê Vardo li hepsê derdikeve holê. Apê Verdo di dema qirkirina ermeniyan de bi alîkariya kurdan ji kuştinê rizgar bûbû. Uzun, ji awira dîrokî ve qirkirina ermeniyan dinirxîne û kesên xerab û mirovên rûreş rexne dike. Helwesta Uzunî, nirxê ceribandinê buhatir dike. Nivîskar, li ser qirkirina ermeniyan bi awayekî rexneyî nêzî dîroka kurda dibe. Her wisa, rêvebirên ``Ittihat û Terraki`yê ji ber rola xwe a di qirkirina ermeniyan de, bi hişkî rexne dike.

Uzun, piştî cezayê zindanê tê malê. Lê darên hinaran hişk bûne. Kûlîkên hinaran yên sor şopa xwe wunda bûne. Ew derbasî Amedê dibe. Li Amedê, ne Apo Vardo peyde dike ne jî Migo. Uzun mecbûr dibe ku bibe penaber û li welatê xerîbiyê bi cî bibe. Tê Swêdê. Qala serpêhatiyên xwe yên li Swêdê dike. Piştî demekê ji bo konferansekê diçe Kanadayê û li wir Migo dibîne. Mêvandariya wî li mala Apê Vardo, beşek e balkêş e. Êşa mirina Meta Meyrê û çîroka Melîkê ermenî ku dixwaze darên hinaran li Emerîkayê biçîne, pir bi êş e. Bi serê xwe senaryoya fîlmekî ye.

Zaroktiya Uzunî û êşa welatê xerîbiyê, pirsa pirçandîbûne li Tirkiyê û Doza Kurda, beşên herî dawî yê vê xebatê ye. Nivîskar, di dawiya berhemê de, bala mirovan dikşîne ser tecrûbeyên welatên din ku pirçand in. Bi dîtina xwe, rê û çaseriyê ji bo Pirsa Kurda li Tirkiyê tîne holê.

Ceribandina Uzun, 1995 de di nav weşanên ``Belge Uluslararası Yayıncılık`` de derketibû. Bi tirkî ye. 128 rûpel e.

Mehmed Uzun qala xwe dike

- Mehmed Uzun kî ye? Çi tiştan bandora xwe lê kirî ye? Di berhemên wî de şopa pirçandîbûnê çiqasî xuyanî dike?

Mehmed Uzun: Ez ji Sîweregê me. Ez lawê eşîretekê me. Sîwereg û deverên ez lê mezin bûm, bi tevayî rengên xwe kurdî bûn. Jiyana civakî kurdewarî bû û kurdî zimanê sereke bû. Tenê, rêvebir û memurên dewletê bi tirkî diaxifîn û çend eşrafên bajêr dilê xwe dibijandin axaftina bi tirkî. Di bajêr de toreyekî bi hêz a welatperweriyê hebû. Malbata me a mezin bi navê "birodirêjan" dihate binavkirinê. Birodirêjan, milek ji eşîreta Mîlan ê bû. Ewraq û belgenameyên serokê navdar yê eşîreta Mîlanê, Ibrahîm Paşa di sendokên rîsipiyên me de veşartî bûn û li wir dihatine parastin. Husumeta eşîreta Mîlanê, ji dema osmaniyan û vir ve li dijî dewletê hebû. Eşîreta me, giraniya xwe nedida xebatên polîtîk. Lê hayê xwe ji muxalifbûna xwe hebû. Lewma li devera ez lê mezin bûm, çi caran şik û şûpheyên li hemberî dewletê, dezgeh û zimanê wê kêm nedibû.

Kalikê min, bilûrvanekî xurt bû. Dema ew pîr bû, toreya bilûrvaniyê derbasî bavê min bû. Destanên me yên toreyî, dewlemendiyek e pir mezin a mala me bû. Dayika min Zaza bû. Dapîra min, ji min re çîrokên bi zazakî digot. Ez bi herdu lehçeyên xurt yê kurdî, bi kurmancî û dimilî mezin bûm. Heta roja destpêkirina dibistana seretayî jî, tirkî, ji min re zimanekî xerîb bû. Piştî ku min dest bi dibistanê kir, herku diçû ez ji zimanê xwe, ji çanda xwe û toreyên xwe dur diketim. Durketina min heta sala 1970 î, bi girtina min û zîndanîkirina min di hepsa leşkerî a Amedê de, bi dawî hat. Di zindanê de têkiliyên min bi girtiyên kurd re pir alî xurt bûbû.

Di dema zaroktiya min de, têkiliya min bi Amedê re, bajar û gundên dora wê re, pir baş û germ bû. Di perwerde û terbiyebûna min de paya wan têkiliyan pir heye. Ez, di ceribandinên xwe de, beş bi beş qala wan dikim.

Li bajarê me hejmarek hindik be jî, ermenî û cihû hebûn. Ew rengek pir giring ji ya civatê bûn. Ez li bajêr nebûm şahidê neyartî, zikreşî an jî berderaziyek e li hemberî wan. Her yek xwedî kar bû û cihê xwe di civatê de giran bû. Lê pir hindik be jî, şop û bandora Şerê Yekem û dema qetilkirina ermaniyan dihate hîs kirin. Di dema zaroktiyê de, ne hêsan bû ku mirov "trajediya bi destê dewletê hatiye kirin" fêm bike. Lê niha pir baştir tê fêm kirin. "Kulîlkên Hinaran-Nar Çiçekleri", ji aliyekî muhasebeya wan salan dike. Mozayika etnîkî a dema zaroktiya min, ji bo nivîskartiya min a îro, xwedî cihekî giring e.

- Bêhtir, qala nivîskartiya te tê kirin. Lê em zanin ku rojnamevaniya te jî heye. Zaniyariya we li ser dîroka rojnamevaniya kurdî û bi taybetî Bedirxaniyan pir alî ye, kûr e. Ji kerema xwe re, dîtina xwe li ser rewşa rojnamevaniya kurdî ji me re bîne zimên...

Mehmed Uzun: Rojnamevaniya min bi Kovara Rizgarî dest pê dike. Weke hûn jî zanin, kovar bi kurdî û tirkî di 1976 an de dihate weşandin û ez gerînendeyê wê bûm. Kovar, ji rojnamevaniyê bêhtir giraniya xwe dida Pirsa Kurda. Di beşa kurdî de cî dida çand û edebiyata kurdî. 

Min li derveyî welêt jî, birêvebiriya çend kovarên kurdî-swêdî kir. Demek e dirêj nivîs û ceribandinên min di rojnameyek e rojane a Swêdê de dihatin weşandin. Ez endamê Yekîtiya Rojnamevanên Swêdê û Dezgeha navnetewî a Yekîtiya Rojnamevanan me. Lê dîsa jî ez bi çavê rojnamegerekî profesyonel li xwe nanêrim, aliyê min yê nivîskartiyê li pêş e.

Rewşa rojnamevaniya kurdî ji duhî pir baştir e. Amatortiya duhî, gav bi gav cihê xwe dide profesyoneltiyê. Mîna xebatên din, di vî alî de jî pêşketinên mezin pêk tê. Îro hejmarek kovar, rojname û tv ên kurda hene. Pir giring e ku ew, li gorî standartên cîhanê weşanên xwe bikin. Bi qasî ku tê dîtin, kêmasiya wan a herî mezin bi profesyoneltiyê ve girêdayî ye. Profesyoneltî, bi xwe re fêrbûna terbiye û şêweyê kirina kar tîne. Mirov bi saya wê, hez ji karê xwe dike û dibe pisporê wê. Kêmasî hene, lê pêşketinên hene êrênî ne û hêviyên mezin dide mirovî.

Ronamegeriya kurdî, ji dema Bedirxaniyan û vir ve li ser fedekariyên bê westan ava bûye. Di rojnamevaniya kurdî de, weşana ji bo qezencê û çêkirina bazarê cihê xwe çênebûye. Xebat bi tevayî, ji bo dozekê têne kirin, ku ev yek cihê spas û serbilindiyê ye. Aliyên xwe yê erênî pir e. Lê aliyê neyênî jî hene: Ji ber vê toreyê, gelek caran berdewamiya weşanê çênabe, xebat û kar ne li gora usulê tê kirin...

- Di "Siya Evînê" û di "Bîra Qederê" û di gelek berhemên te de evîn û evîndarî pir alî xuyanî dike. Di avakirina berhemên te de rola evînê mezin e. Min herdem cîhana Mehmed Uzun a li ser pirsa evînê meraq kiriye. Ji kerema xwe awira Uzunî li ser vê pirsê bîne zimên...

Mehmed Uzun: Di cîhanê de, ji hemî kesan bêhtir pêwîstiya kurda bi eşqê heye. Ji ber ku kurd ji hemî kesan bêhtir têne guvaştin. Bi salan e ku kurd, di bin zilm û hovitiyek e kesînedîtî de dijîn. Pêwîstiyên xwezayî ku ji însana re çêbûne, ji kurdan re hatine qedexekirin, sînorkirin. Di domandina jiyanek e din bin qedexe û sînorkirinan de, rola evînê mezin e. Evîndariyek e kûr tune be, kurdek nikare zêde hez ji zimanê xwe, çand û edebiyata xwe bike. Nikare li wan xwedî derkeve û wan pêş de bibe.

Di wan romanan de, qala trajediya rewşenbîrên kurd û evîndariya wan hatiye kirin. Di dema hejartiyê, zordestiyê û têkçûna xeyalan de, eşq ji wan re bûye stargehek. Li hemberî bêhntengbûnê, westandinê û lixwevegerê bûye cihê starê. Ji bo gavên nû, hêzek xwezayî ye. Evîndarî, harbûnek însanî ye. Ew harbûna wan jî, bi şêweyê welatheziyê, hezkirina gelê xwe, çanda xwe, ziman û edebiyata xwe, xwe nîşan dide. Lewma evînek wisan har û mezin dikare xebatên mezin bi dest bixîne, bîne holê.

Bîra Qederê, bi giraniya xwe romana îhtîrasê ye. Romana rewşenbîrekî ye ku ew, îhtîras û evîndariyê weke mezinbûna mirovan dibîne û pê re dijî. Di heman demê de, jiyan û evîndariya wî a trajîk, girêdana wî a bi ziman, edebiyat, çand û muzîkê dihêne zimên. Ew roman, anatomiyek e harbûnê ye. Bi dîrokek e îhtîras, bi eş û keserê barkirî ye.

- "Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" li ser nirxek folklorîk hatiye avakirin. Qala giringiya xebatên wisa bike...

Mehmed Uzun: Pirs dîsa bi îhtîrasê ve girêdayî ye. Weke hûn jî zanin, edebiyata devkî a kurdî pir dewlemend e. Neqaşê vê edebiyata devkî jî, dengbêjên me ne. Dengbêjên me, xwedî îhtîrasek e mezin in. Ew, evîndarên şirovekirina devkî ne. Zimanê kurdî bi saya wan, xwe ji zordariyê parastiye û bi hemî xweşikbûn û hêza xwe, xwe gihandiye roja me, li ser nigan maye. Di Mezopotamyayê de, li hemberî zilma nedîtî tenê zimanê kurdî berxwe daye û zindî maye. Çîrokên evîndarên mezin, bi şêweyê stiranvaniyê, çîrokbêjiyê û dengbêjiyê xwe gihandine roja me. Berhemên me û zimanê kurdî, bi saya wan kesan xwe parastiye û xwe gihandiye roja me.

Min jî hewil da ku, ez nivîskartiya xwe bi kurdî berepêş bibim. Li ser pirsa pêkanîna zimanek e edebî, gelek sudên dengbêjan gihişte min, ez deyindarê wa me. Di ceribandina min a "Pêşî deng û paşê kilam hebû" de, çîroka vê hatiye nivîsîn.

Heta mirov xwe nêzî dengbêjan neke, ji kaniya edebiyata devkî avê venexwe û nekeve cîhana destan û serpêhatiyên kurdî, nikare ne zimanê edebiyatê û ne jî edebiyata kurdî ava bike û pêş de bibe. Tevayê dewlemendbûna me a edebî, di wan de veşartî ye. Pêwîst e mirov wan peyde bike û derxîne holê.

Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê dayîna deynekî wefayî ye. Ez deyindarê dengbêjên xwe bûm û min deynê xwe da. Ew, hewildanek e edebî ye ku bi rêya wê, ji neslê nû re qala toreya degbêjiyê hatiye kirin. Berhem, li gorî uslûba dengbêjiyê, hewa û teknîka wê hatiye avakirin. Hinek xwendevan wisa hizir dikin ku, berhem jiyana Evdalê Zeynikê hemêz dike. Ne wisan e, ji bilî beş in ji jiyana wî pêve, bi tevayî avakirinek e nû ye.

Pêwîst e kurd wêjeyekî modern ava bikin. Ji bo xebatek wisa, giraniya xwe bidin edebiyata devkî û nirxekî bilind bidine wan. Divê ew bêne berhevkirin, nivîsîn, li ser wan lêkolîn bêne kirin, versiyonên wan yên din bêne peydekirin û arşîvkirin, da ku ew têkevin xizmeta nivîskar, rojnamevan û edebnasan. Xebatek e wisa ji bo ziman û edebiyatekî modern pir giring e. Kurd nikarin bêjin," ew berhemên folklorîk in" û wan biçûk bibînin. Pir giring e ku em, rewşa xwe û nivîskarên welatê din tevlî hev nekin.

- Bîra Qederê mirov bi xwe re dibe Beyrûdê û Stenbola kevnare. Jiyana Celadet Bedirxan û Stenbola kevin tê de bûne dokument. Tê wê wateyê ku, ji bo avakirina romanekê tenê hêzbûna zimên û xurtbûna cîhana xeyalî têr nake. Dîtina te çiye?

Mehmed Uzun: Zimanê edebî û firehbûna cîhana xeyalî, du bendên giring in ku roman pê ava dibe. Bêyî wan roman qels û bê qelîte dibe. Lê şert û bendên din jî hene: Zaniyariya ansîklopedîk ji pirsên psîkolojiyê heta felsefê, jiyanek e li gorî avakirina hîsên romanê, bêhna fireh, lêkolîn, têkilyek e nêzîk bi romanên cîhanê re û hwd. Weke tê dîtin, roman ji gelek awiran ve, bi beşên ilmî û edebî ve girêdanek e xwe a xurt heye, metbexa xwe dewlemend e.

Ji bilî vê, romana kurdî pêwîstiya xwe bi tiştên din jî heye. Xurtkirina zimanê kurdî û pêşxistina wê ji bo şirovekirinek e modern, ronîkirina rêya nasnameya înkarbûyî, serastkirin û bicîhkirina dîroka tevlîhevkirî, fêmkirina halê rûhî yê şexsiyeta kurd û pirsgirêkên wî, liberçavgirtina rewşa edebiyata kurdî û bir rêya edebiyatê, bikaranîna fonkisyona perwerdekirinê ûhwd.

- Û "Mirina Egîdekî"... Nivîsîna destanê... Çima destan û Mirina Egîdekî?

Mehmed Uzun: Mirina Egîdekî, hîsên kesekî leheng, mirovê dozekê li hemberî mirinê dihêne zimên. Mirin herdem di bîra mirov de ye, em wê jibîra nakin. Mirin herdem di pey şopa mirovî de ye. Ew hîsek e doh, anku kevnare ye û yê niha ye. Di destanê de, hîsê ciwanekî li ber man û nemanê, ku ew herdem li hemberî mirinê devli ken bû, dihêne zimên.

Di eslê xwe de çi adetek e min û nivîsîna bi şêweyê wisa tune ye. Dema min dest bi nivîsîna destanê kir, ez bi hîsên kûr barkirî bûm. Min ber êvarkî dest bi nivîsîna wê kir û destan berê sibê bi dawî hatibû.

- We "Antolojiya Edebiyata Kurdî" nivîsand. Armanca we çibû?

Mehmed Uzun: Weke mîna gelek tişta, kêmasiya me li ser pirsa zaniyariya edebiyatê jî heye. Kurd, ji ber sedema danîna sînoran û zilm û hovîtiya li ser xwe, bi giştî di herêmekê jiyana xwe domandine. Ji nivîskar û helbestvanê ne ji herêma xwe re xerîb mane. Wan nas nakin. Hayê xwe, ji dewlemendiya welatê xwe tune ye. Edebiyata zindî û dînamîk, pêwîstiya xwe bi têkilî û ragihandinê heye. Nivîskarê kurd, di mercên dijwar de berhemên xwe diafirînin. Pêwîstiya wan, bi têkilî û ragihandinê heye.

Ji bo xwendevan û pisporên edebî, amadekirina berhemek e tekûz û rêkûpêk pêwîst bû. Afirandina berhemek e wisa ku, herêmên Kurdistanê û nivîskarên wan deveran hemêz bike û zaniyariyê, di çarçoveya xebatên antolojiyê de bide, hatibû plankirin, hizirkirin. Di destpêkê de ev xebat beş bi beş di "Kurdistan Press" de derket. Paşê, min li ser kar kir û xebat firehtir bû.

Hejmarek e mezin ji nivîskarên kurda tê de cihê xwe girtine. Di eslê xwe de, xebatên wisa karê dezgehên çandî ne û ne bi kesekî têne kirin. Min fedekarî ji wextê kir û ew amade kir.

- Bi qasî ez zanim, hejmarek xebatên we wergerandine zimanên din. We pirtûkek bi swêdî, "Världen i Sverige-Cîhan tev li Swêdê" jî nivîsî ye. Hinekî qala pêşketinên li vî alî bike...

Mehmed Uzun: Pirtûka Cîhan tev li Swêdê, jiyan û berhemên 75 nivîskarên beyanî li Swêdê hemêz dike. Min bi rêvebira Kovara "90-tal" ê Madeleine Grive re redaktortiya pirtûkê kir. Piştî çapê, di demek e kin de 25 hezar pirtûk hatibû firotin.

Pirtûkên min hetanî niha bi tirkî, erebî, elmanî, swêdî û norwêcî hatine çapkirin. Xebatên wergera romana,  bo zimanên ewropî didome. Ceribandinê min, di kovar û rojnameyan de bi norwêcî, grekî, swêdî û ibranî belav dibin. 

- We di "kulîlkên Hinaran" de jî, bi firehî qala pirçandîbûnê kiriye. Bandora çandên cînar li ser a kurda bûye û kurda jî tesîra xwe li wan kiriye. Dîtina we çiye?

M. Uzun: Ji dema Medan û vir ve tesîra aşûriyan û çandên din li hev bûye. Şopa ermaniyan li Wanê, ya keldaniya li dora Hekariyê îro jî zindî ye, xuyanî dike. Amedê, bi sedan salan navendiya edebiyat û ola suryanî, ermenî û cihûyan kiriye. Deyru-Zafaran a li Mêrdînê, bi salan e ku navenda ruhanî ya suryaniyan e. Birêvebiriya aboriya Mîrê Botanê, ji aliyê kesekî cihû ve dihat îdarekirin. Ev çandên bi me re, di stiran û destanên klasîk yên kurdî de pir alî şopa xwe hiştine. Ev şop ji cilan bigir hetanî dawet û şahî, xwarin û vexwarinê dirêj dibe û diçe. Tesîra wan li hevûdu xwezayî ye û pir erênî ye.

- Yanê, bi qasî kurdan li ser vê xakê mane. Şopa xwe hiştine. Xwedî maf in?..

M. Uzun: Rast e. Ev gel, di dirokê de car carna hatine hemberî hev. Şer di navbêra wan de derketiye. Welatên mezin berê wan dane hevûdu. Lê hêza wan welatên mezin têr nekiriye ku van çandan ji hevûdu dur bixîn e. Ji ber ku em tev, şirîkê vê xakê ne. Bav û kalên wan, li wir çêbûne, mezin bûne û çûne ser heqiya xwe. Cihê îbadetên wan li wir ava bûne. Goristanên wan li wir in.

Dema mirov qala mafê demokratîk yê kurda bike, divê mafê gelên li welatê me jî neyê jibîrkirin. Mafê wan jî bê ser zimên û heqê wan bê parastin.

- Ji kerema xwe re helwesta rewşenbîrên kurdan ji bo vê pirsê binirxîne...

M. Uzun: Rewşenbîr, deng û wijdanê civaka xwe ye. Li başûrê welêt, mafê van gelan bi zagonên taybetî hatine parastin. Rewşenbîrên kurdan jî hêdî hêdî bi erênî nêzîkî vê pirsê dibin.

Ji bo parastina ol, ziman û çanda gelên bi me re, xebatên pir alî pêwîst in. Divê em bawer bikin ku pir rengîbûn, pir dengî û pirçandîbûn dewlemendî ye. Parastina vê dewlemendiye, parastina aştiyê ye. Bingeha biratî û wekheviyê ye. Rewşenbîriya hemdemî, tenê bi vê baweriyê dikare pirên biratiyê nav çandan de ava bike, û gela nêzîkî hev bike.

- Wisan xuya dike ku tesîra xwe li berhemêm te jî kirine...

M. Uzun: Ev rengên cewaz yên li welêt, cihên xwe di berhemên min de jî girtine. Di "Mirina Kalekî Rind" de, lehengê romanê "Rindî" qala manastirên suryaniyan û pirtûkxaneyên ermeniyan dike. "Siya Evînê" li ser evîna "Memduh Selîm" û "dîlbera çerkez Ferîha" disekine. Buyer li Entaqyayê derbas dibe ku di wê demê de, ew cîh navenda ol, ziman û çandên cewaz bû. Romana "Rojek ji rojên Evadalê Zeynikê" li ser evîna "Evdalê kurd" û "keça ermenî Gulê" û "Bengîn" û "Meyro" disekine...

Belê, ev xebat têr nakin. Ez dixwazim pêşerojê xebatên baştir bikim. Bi van rengên cewaz berhemên xwe bixemilînim û dewlementir bikim (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]