NEWROZ

نوروز


21/9/2007

TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA RAVEKAR Û RÊKÊN RAVEKIRINÊ -2-

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

Mirov bi ravekirinê gelek daxwaz, armanc û ramanên xwe dikare bîne ser ziman. Ravekirin di her mijarê de dikare di hawara mirov de were û alîkarî bide vegotinê.

Ji danasîna peyvekê, tiştekî bigre, heta danasîna mirovekî, cihekî, bûyerekê, heyîneyekê tev bi ravekirinê mirov dikare bîne ser ziman. Dema mirov navnîşanekê salix dide, dema di derbare çêbûna tiştek xwezayî de diaxive, dema li ser hest û hêviyên mirovan yan li ser bûyereke dîrokî vedibêje, dîsa vegotina ravekar bi kar tîne. Bi vegotina ravekar mirov tên zanekirin. Ji bo vê qadeke wê ya berfireh a pêkanînê heye.

Rêkên Ravêkirinê

Ji bo ravekirinê mirov dikare xwe bixe şûna xwendevan an guhdaran û pirsan ji xwe bipirse, bi bersivdayîna wan xwe bigihêne vegotineke bi vî awayî. Armanca ravekirinê bersivdayîna pirsekê, di derbarê tiştekî de agahîdayîn e. Bi vê sedemê pirsyarî di vî awayê vegotinê de rêkeke herî baş û alîkar e. Mînak ku mirov bêje, ‘Vegotinekê li ser Têkoşîna Rizgariya Netewî bikin’,  pirsên di derbarê vê de em bipirsin, di cih de tên hişê mirov. Şerê Rizgariya Netewî kengî, bi çi sedemê, di rewşeke çawa de destpê kir? Çawa li pêş ket? Çi bi xwe re anî? Sedem û encamên wê çi bûn? û hwd. mirov dikare gelek pirsan bipirse. Dema em van pirsan bibersivînin jî, ev dibe vegotineke ravekar û wê guhdar an xwendevan ji vê yekê zanistiyekê bigrin.

Ji bo her mijarê, di vegotina ravekar de, mirov dikare van pirsan bipirse û bibersivîne:

. Em dixwazin li ser mijareke çawa vebêjin?

. Wate û nirxekî vê mijarê heye yan nîne?

. Yekseriyeke vê mijarê heye, yan nîne?

. Wê zanistiyekê bide yan nade?

. Pêşveçûna wê çawa çêbûye?

. Grîngiya wê û pêwîstiya wê çi ye?

. Çi demê, di rewşeke çawa de derketiye holê.

. Li ku derê, bi çi awayî ji ber çi sedemê pêk hatiye?

. Çi encam bi xwe re derxistine?

... û hwd. mirov dikare gelek pirsên wek vana bipirse û li bersivên vana, di nava vegotinê de bigere ango dema mirov van pirsan rave dike, ew dibe vegotin.

Bê guman hijmara van pirsan li gor taybetmendî û ligorîxwebûna mijarê kin an dirêj dibe. Ger emê di derbarê mijareke dîrokî de vebêjin, ev pirs bes in û mirov dikare zêdetir jî bike. Lê ku emê di derbarê bikaranîna kompûterê de vegotinekê bikin, hewce nake em dakevin lêpirsîna kûrahiya destpêka wê ku kengî çêbûye, di rewşeke çawa de çêbûye û hwd. bipirsin û bibersivînin. Tersê wê, di roja me de çawa di kîjan waran de tê bikaranîn mirov li ser wê radiweste. Wê demê li gor armanca vegotinê pewîstiya bisînorkirina mijarê derdikeve pêş. Ji bo mijar gelemperî nemîne, bikaribe bigihêje armancê û kesên duwem têr bike, divê mijar were bitixûbkirin (bisînorkirin). Bi kîjan aliyê xwe vegotin dikare bala xwendevan bikişîne, mirov dikare li gorî wê rêz bike û bisînorkirinekê çêbike.

Çi mijar dibe bila bibe, qet ne bi aliyekî ye; her mijarek kêm-zêde, çend aliyên xwe hene. Wê demê divê em mijarê ji çend aliyan ve hilgirin dest û wê demê têkilî û girêdana di navbera van aliyan tevan de mirov hildigre ber çav. Mînak ku em bixwazin pirtûka Ehmedê Xanî Mem û Zîn bidin nasîn, ji bo vê; em dizanin ku ev romaneke evînadarî ye. Di vê romanê de rewşa gelê kurd û xiyaneta li pêşiya azadiya wan dibe asteng, bi awayekî evîna di navbera du kesan de, têkiliyên di navbera wan de û hwd. tê ser ziman. Wê demê mirov dikare pirsên wek, ‘Ev romaneke çawa ye, li ser çi radiweste?’ ji xwe bipirse û bi bersivdayîna vê dest bi vegotina ravekar bike. Di vê vegotinê de mirov dikare hestên Ehmedê Xanî yên li ser Kurdistanê wiha raxîne ber çavan:

“Ehmedê Xanî di pirtûka Mem û Zînê de xwestiye rewşa kurdan a piştî sedsala dehemîn raxîne ber çavan. Di wan salan de tevî derfetên azadbûnê, ji sedema neyekbûna kurdan û xiyaneta pêşî li yekbûnê digre, kurd nikarin azad bibin, dewletbûnekê bijîn. Evîna Mem û Zîn azadiya welat bi xwe ye. Beko nûnertiya serokeşîr, axe û begên kurdan ên di navbera xwe de şer dikin, xwe dispêrin dewletên desthilatdar û li ser xwîna kurdan xwe didin jiyandin dike. Çawa ku Beko nahêle miradê Mem û Zînê bi cih were, ev jî nahêlin mirada gelê kurd bi cih were. Ehmedê Xanî ne tenê nivîskarekî kurd, ew zanyar, dîrokzan û kesekî ramyarî jî bû ku di wê demê de pirsgirêka kurd dîtiye û rêka çareseriya wê bi awayekî wêjeyî di romana Mem û Zîn de raxistiye ber çavan...”

Mirov ji vê vegotinê jî têdigihêje erk û weynê ravekirinê ya di vegotinê de.

Ji bo ravekirinê rêkên tên bikaranîn; Salixdan, Pêşdariya ravekar, Pêşdariya şopandêr û Çîrokiya ravekar e.

Salixdan (îzahkirin/terîfkirin) (Ango Ravekirina Teorîk)

Salixdan rêka herî sade a ravekirinê ye, bersiva pirsa, ‘Ev çi ye?’ ye. Tiştekî, têgehekê rasterast dide nasîn. Di derbarê taybetmendiyên diyar ên heyîne yan têgehê de zanistiyeke danasînî dide. Mînak ku em Gola Brahîm Xelîl rave bikin, bi salixdanê emê wiha bînin ser ziman:

“Gola Brahîm Xelîl li Ruhayê goleke xwediyê wateyeke olî ye û di navê de masî dijîn; çîrokeke wê ya olî ya pêkhatinê heye. Li gor vê Keyê wir Nemrût, ji sedema li dijî sazûmana wî derdikeve Brahîm Xelîl diavêje nava agir ku bişewitîne. Lê bi fermana Xwedê agir dibe av, dar dibin masî û ruhê Brahîm Xelîl diçe ezmanan...”

Wek tê dîtin pir bi xetên stûr gola Brahîm Xelîl bi me da nasîn. Ji vî awayê danasînê re salixdan tê gotin.

Salixdan dikare ramanekê, têgehekê, bûyerekê, heyîneyekê û hwd. li gor girêdan û têkiliya cih, dem û wesfên giştî û yên ligorîxweyî jî bide nasîn.

Mînak:

“...Dema neolîtîk li kêleka avên mezin ên wek Dîcle, Firat û Nîlê dest pê kir. Mirov dikare bêje şoreşeke şaristaniya yekem a diyariyeke Kurdistaniyan ji tevahiya mirovahiyê re ye. Mirovahî ger di roja me de gihîştibe vê asta şaristaniyê, rehên xwe dirêjî şoreşa Neolîtîkê dibe. Ger ew tov di wir de şîn nehatiba, îroj nikarîbû wiha bijiya.

Bi çanda neolîtîk cara yekem çandinî, kedîkirin û bi vê re niştecihbûn li pêş ketiye ku şaristanî li ser vê tê avakirin.

Lê mirov bêbext û bênanûxwê ne ku zû rehên xwe ji bîr dikin an koka xwe înkar dikin. Bi taybetî şaristaniya Rojava di vî warî de rehên xwe heta çanda Helenîst tîne û ji wir jêretir danakeve. Lê tê zanîn ku çanda Helenîst bi xwe li ser mîratê Sumeran, ew jî li ser bingehê şoreşa Neolîtik xwe saz kiriye û li pêş xistiye.

Çand û ramana Rojava îroj xwe çiqas pêş de dibîne bila bibîne, rehên wê li Kurdistanê ne. Divê eslê xwe înkar neke!

Di roja me de ger mirovahî tengasiyeke pêşveçûnê dijî, sedema wê nenasîna kûrahiya rehên xwe ye. Îroj çima hemû pirsgirêk di Rojhilata Navîn de hatine girêdan, him jî bi girêkên kor? Rojhilata Navîn dayika şaristaniyan û dayika olan e. Hemû ol li ser vê xakê zane. Rojava jî bîr û baweriya xwe ji vê xakê girtiye. Wê demê divê li hember vê xakê rêzdar be ku bikaribe mirov be.

Tovên çareseriya pirsgirêkan di kûrahiya dirokê de veşartiye, bes ku mirov bixwaze vekole. Kurdistan di vî warî de navendek grîng e. Çawa ku Berya Zayînê bi heşt hezar salan hîn ku mirovahiya Rojava dema xwe ya ajaltiyê dijiya, şoreşeke şaristanî li dar xist û gaveke grîng bi mirovtiyê da avêtin, di roja me de jî bi çareserkirina pirsgirêka xwe dikare weyneke wiha bileyize û Rojava divê vê weyna Kurdistanê bibîne...”

Wek di vê mînakê de tê dîtin Şoreşa Neolîtîk, çanda Rojhilat û Rojave bi awayekî têgehî tê ravekirin û armanca wê, zanakirina kesên duwem e. Ji vegotina wiha ravekariyeke têgehî çêdike re, ‘Ravekirina Teorîk’ tê gotin.

Pêşdariya Ravekar(şanîdana şîrovekar/îzahkar)

Pêşdariya ravekar bi taybetmendiyên li gorî xwe ji pêşdariyên din ên di wateya giştî de tê cudakirin. Ji vegotina taybetmendiyên şopandêrî yan dîmenî zêdetir, wesfên wê yên danasînî derdixe pêş û di vê derbarê de agahiyê dide kesê duwem. Ji bo vê cûreyekî taybet ê pêşdariyê ye.

Minak:

“Li kêleka Behra Wanê erdek têra avahiyeke mezin ku kaniyeke boş di navê de ye û li derdora wê darên fêkî hatine çandin, bi buhayekî erzan tê firotin.”

Kesên dixwazin bikirin dikarin serî li vê navnîşanê bidin:

Navnîşan:

Saziya Firotina Avahiyên Bêxwedî

Li kêleka Şaredariya Bajêr

TLF: 00....

Wan

Wek di vê mînakê de tê dîtin taybetmendiyên erdekî were firotin bi xetên qebe bi mirov dide nasîn. Pêşdariya di vir de bi armanca ravekirinê hatiye çêkirin. Wesfên erd ên berçav rave dike.

Pêşdariya Şopandêr

Ev cûreyê ravekirinê, şopandinên yekî bi awayekî pêşdarkirin tîne ser ziman. Pêşdariya Ravekar zanistiyên teknîkî dide, lê Pêşdariya Şopandêr li gor nêrîn û şopandina kesekî tê vegotin. Em li ser mînaka jorîn a di derbarê firotina erd de şopandinên yekî bi vegotina wî ya ji jina xwe re bibînin.

Mînak:

“Hurme, xwezî tu bibînî erdekî wiha mezin û wiha raserê behrê ye ku mirov li wir rojekê bijî wek deh salên jiyana li buhiştê ye. Ji xwe çiqilên daran di bin fêkiyan de gihîştine erdê. Kaniyeke di navê de ye, wek ava zemzemê ye; sipehî û qerisî ye. Bêhna behrê ya xweş hemû bi ser te de difûre û mirov ji seyra wê têr nabe. Tu bi ya min dikî hema em sibê biçin bikirin.”

Di vê mînakê de jî tê dîtin ku ji wesfên teknîkî zêdetir şopandinên xwe diyar dike.

Niha tê dîtin ku di navbera pêşdariya ravekar û pêşdariya şopandêr de cudahiyeke mezin heye. Yek camidî, yek kirdeyî ye. Pêşdariya ravekar camidî, pêşdariya şopandêr kirdeyî ye.

Pêşdariya ravekar hestên mirov naxe nava tevgerê, tenê zanistiyeke teknîkî dide. Di beyanên di rojnameyan de ev cûre gelekî tê dîtin. Wekî din di zanistîdayînên di derbarê tiştên teknîkî û zanyarî de dîsa ev cûre tê bikaranîn.

Mînak; ger em danasîna giyayekî, darekê, motorek an hacetekî bikin, serî li pêşdariya ravekar didin.

“Ev gerdûne xwediyê du motorên her yek ji du merdaneyan pêk tê ye û di saetekê de dikare du sed kîlometre rê bistine...”

Lê di pêşdariya şopandêr de mirov şopandinên xwe tîne ser ziman û bi peyvan dîmeneke wiha xêz dike ku bandûrê li ser hestên kesê duwem bike û bala wî bikşîne ser mijarê. Di pêşdariya ravekar de mirov şîroveyên xwe tevlê nake û bi awayekî teknîkî zanistiyan dide, lê di pêşdariya şopandêr de, mirov bi tevahî nerîn, hest û ramanên xwe tîne ser ziman. Bêguman dema mirov tiştekî bi taybetmendiyên diyar, bi awayekî teknîkî tîne ser ziman jî dikare gelek zanistiyan bide. Niha em, cudahiyên di navbera her du cûreyan de, li ser du mînakan bibînin:

Mînak ji bo pêşdariya ravekar:

“...Dema tu ji Dîlokê bi rê dikevî, rêka trênê di nava çiyan re derbas dibe. Çiya tev bi mekîneyên kolandinê, kun kirine û dirêjahiya her serdabekê ne kêmî sed metreyî ye. Firehiya wê jî bi rehetî çar-pênc metre heye.

Rê dema nêzîkê xaka Ruhayê dibe, çiyan jî li pey xwe dihêle û êdî deşt dirêj dibe. Seranseriya rê erdên beyar ên mayinkirî ne û bi têlên sînor ên bi sitirî hatiye raxistin. Li ber têlan her kîlometreyekê barû(qûle)yek hesinî çikandine û leşkerekî bi çek danîne ser. Firehiya erdê mayinkirî, ne kêmî sêsed metran e û cih bi cih firehiya erdê vala kîlometreyekê jî derbas dike. Rêka Trênê car caran di aliyê Sûriyê re, car caran di aliyê Tirkiyê re derbas dibe û ev jî diyar dike ku ev ax ne ya her du dewletan e, pişt re hatiye parvekirin. Rê heta digihêje Nisêbîne û di wir re derbasî Iraqê dibe tev bi vî awayî ye. Ger ev erda beyar ji mayinan were paqijkirin û ji çandiniyê re were vekirin, ne kêmî milyoneke gelhe dikarin bi berhemên wê xwe xwedî bikin...”

Mînak ji bo pêşdariya şopandêr:

“...Rojeke ba û bahoz bû; çav çavan nedidît. Zarokên gund ji dibistanê derketin û berê xwe dan malê. Dibistan ji navenda gund rêka qasî saetekê bi meşê dûr bû. Rêka wê di nava şkêrên xwezayî yên ji demê kevin ve, ji navsera çiyan gindirîne re derbas dibû. Rêyeke teng û wek labîrentê ku bi hezaran rêçik jê vedibûn bû. Lê bi çûnûhatinê rê diyar bibû û ji bo vê kesekî/e baldar zû bi zû rêka xwe winda nedikir. Bes di vê roja destpêka payizê de ba û bahoza rabûyî hemû toz û trabêlka deşta Haranê hil dida jorê û digirt ser şkêrên reş.

Jîrê hinekî dereng ji dibistanê veqetiyabû. Di dersê de mamosteyê wê qala ‘Çareseriya Demokratîk’ kiribû. Zêde tênegihîştibû û pir mereq kiribû ku tê çi wateyê. Ji bo vê dema zengilê bêhnvedana nîvro lê dabû, rahiştibû çenteyê xwe û berê xwe dabû pirtûkxaneyê. Ji jinika berpirsyara pirtûkan re daxwaza xwe gotibû û berpirsyara pirtûkan bi lêvkenî du pirtûkên stûr dabûn dest û gotibû: ‘Tenê ev dikarin mereqa te biborînin!’

Jîrê her du pirtûk kiribûn çenteyê xwe û derketibû ser rê, lê xwendevan tev ji mêj ve bi rê ketibûn. Ji ber ku ji kesî re negotibû, kes li hêviyê nemabû.

Rê nas dikir û berê jî gelek caran di vê rêkê re bi tena xwe çûbû û hatibû. Dema daristana li derdora dibistanê derbas kir û ket rûtahiya navbera daristanê û şkêran, pêla ba û bahozê ew himbêz kir û toz û trabêlka bi xwe re aniye tev li nava çav û guhên wê da. Çavên xwe yên hişîn girtin û lez kir ku zû xwe bigihîne nava şkêran.

Porê wê yê zerî dirêj ku herdem berdida ser milên xwe, wek pêlên tîrêjên tava êvarî berba bûn. Destên xwe li bin pêsêrên xwe yên nû stewiyane pêçan, xwe qlûz kir û gavên xwe bi leztir avêtin.

Ba û bahoz wiha li derdora hev dizîvirîn ku qet ne derûdora xwe, ne jî rêka li ser dimeşe dikarîbû bidîta. Wiha bêhnekê bi çavkorî meşiya. Zêdetir bi hîsên xwe yên nasîn û fêrbûna rê bawer bû. Lê ne di bîra wê de bû ku hişê wê tevlihev bûye û di wî halî de jî li ser pirsa mamosteyê xwe dihizirî...”

Niha dema mirov li her du mînakên jorîn dinêre, cudahiya di navbera pêşdariya ravekar û ya şopandêr de baştir dibîne.

Her du mînak jî rêyekê û rêveçûnekê tînin ser ziman. Yek rêya trênê, cihê tê re derbas dibe û rewşa wê bi awayekî teknîkî û bi zanistiyên teknîkî tîne ser ziman, lê tê de pêşdarî jî heye; mirov têdigihêje ku çiya hatine kunkirin, erd hatiye mayinkirin û têlkirin û hwd. Lê aliyê teknîkî li pêş e û ji bo vê ravekariya wê zêde cih nade hest û xemilandinan.

Di mînaka duwem de jî rêveçûnek heye; keçeke ciwan di ba û bahozê de rêka xwe winda dike. Pêşdarî keça ciwan bi me dide nasîn: çavên wê hişîn in, pôrê wê zer û dirêj e. Pêsêrên wê nu sitewiyane û diyare ku xwendevan e. Hişê wê li ser pirsa mamosteyê wê ye û ji ber vê bala wê ne li ser rê ye ... û hwd. Bi vî awayî rewşa wê, rewşa hewayê, rewşa rêka şkêran, rewşa rûtahiyê tev bi xemilandina peyvan bi mirov dide nasîn. Zêde zanistiyên teknîkî tê de nînin, bêhtir şopandinan tîne ser ziman.

Wê demê mirov ji van her du mînakan dikare encameke wiha derxe:

Pêşdariya ravekar (teknîkî); zanistiyê dide, hûrguliyên hene bê xemilandin, rasterast wek ku di wêneyekê de diyar dibin dide, Zanistiyan bi awayekî hişkeber û şematîk dide, şîroveyên kesane nake, li ser hûrguliyên zirav nasekine, bêhtir bi hûrguliyên giştî rave dike.

Pêşdariya şopandêr; destpêkê şopandinekê çêdike, di navbera hûrguliyan de hilbijartinekê çêdike û yên herî berçav dide, zanistiyan bi rêzkirineke hest û şopandinan dide; şîroveyên kesane(kirdeyî) dike, li ser hûrguliyên taybetî radiweste.

Li gor vê diyar e ku pêşdariya ravekar (teknîkî) zêdetir di nivîsarên ramanî yên wek Nivîs, Gotar, Ceribandin, Rexne, Pêkenîn de tê bikaranîn. Lê bêguman dema vegotinêr pêwîst bibîne dikare di çîrok û romanan de jî bi kar bîne. Bes cihê tê bikaranîn bi gelemperî wiha ye.

Çîrokiya Ravekar

Ev cûreyê ravekirinê di warekî bi sînor de tê bikaranîn. Him ji ravekirinê, him ji çîrokiyê sûd digre. Zêdetir di pirtûkên fêrbûnê yan salixdana çêkirina tiştekî de tê bikaranîn. Çîrokiya ravekar zanistiyan bi awayekî çîrokî li pey hev rêz dike.

Mînak:

“   Ji bo çêkirina kerpîçan malzemeyên tên xwestin; qalib, ax, av, ka û tava rojê ye. Destpêkê mirov ax û kayê tev li hev dike, avê berdide ser û bi lingan distirê, dike herî. Mirov qalibê xwe datîne cihekî rast û heriyê berdide ser. Bi destê xwe heriyê mişt rast dike. Bi hêdî qalibê xwe radike. Dema ji bo kerpîçên cotê duwemîn mirov qalib datîne, divê aliyê hundir şil bike ku herî pêve negre. Kerpîç li gor germahiya hewayê du - sê rojan li ber tavê dimînin. Pişt re mirov yek bi yek wan timikî radike, ji bo aliyê hatiye erdê jî ziwa bibe. Dema kerpîç ziwa dibin rengê wan tê guhertin, rengê axê digrin. Êdî mirov dikare wan kerpîçan bi kar bîne...”

Di vê mînakê de jî tê dîtin wek çîroka serpêhatiya çêbûna kerpîçekê, ji destpêkê tê û gav bi gav rave dike. Di salixdana çêkirina xwarinê de, ya dermanekî de û hwd. de jî ev rêk tê bikaranîn.

Beşkirin Û polandin (Sinifandin)

Dema mirov vegotinekê bike, bi awayekî çi were bîrê, mirov bêje, nabe. Divê di nava ramanan de beşkirinek û polandinek (sinifandinek) hebe. Beşkirin ji ya serî dest pê dike û dadikeve binî, ber bi hûrguliyan ve tê. Lê polandin ji yên hûrgulî bi gihandina hev, ber bi ya serî ve diçê.

Bi vî awayî di beşkirinê de mînak; mirov ji polê dadikeve koman, ji koman dadikeve kesan. Di polandinê de de mirov kesan tîne cem hev dike kom, koman tîne cem hev dike pol.

Beşkirin û polandin, tê dîtin ku dijberê hev in. Di pêşvebirina ramanan de û di gihîştina darazê de jî ev rêk tê bikaranîn. Mînak, ku em dixwazin pirtûkên di dest xwe de komî ser hev bikin (polandin) emê vê rêkê bişopînin; em wiha bihesibînin ku ev pirtûk di dest me de hene:

Roman, Çîrok, Helbestên Lorik, Helbestên Stranî, Serpêhatiyên Xezebî, Rexne, Hevpeyvîn, Zanyariya Civakî, Vac, Dîroka Têkoşîna Rizgarî, Dîroka Kurdistanê, Dîroka Şoreşên Cîhanê, Dîroka Wêjeyê, Geometrî, Cebîr...

Di navbera van de yên têkildarê hev û yên dişibin hev hene: Dema mirov dibêje çîrok; çîrokên zarokan, çîrokên li ser ajalan, çîrokên civakî, çîrokên serpêhatî û hwd. tev di koma çîrokê de hatine komkirin. Wiha pirtûkên yeko yeko me diyar kirine, em dikarin kom komî bikin û bigihêjin encameke berçav:

 

 

 

POL A YEKEM

POL A DUWEM

POL A SÊYEM

 

 

Romanên Dîrokî

 

Roman

Romanên Civakî

 

 

Romanên Lehengî

 

Helbest

Helbestên Lorik

Wêje

 

Helbestên stranî

 

Drama

Serpêhatiyên Xezebî

 

 

Afatên Xwezayî

 

Ceribandin

Rexne

 

 

Hevpeyvîn

Felsefe

Zanyariya Civakî

 

 

Vac

 

Matematîk

Geometrî

 

 

Cebîr

 

 

Dîroka Têkoşînê

 

Dîrok

Dîroka Şoreşê

 

 

Dîroka Giştî

 

Bi vê polandinê mirov fêr dibe ramanên xwe komî ser hev bike. Di derbarê vegotinekê de dibe ku gelek raman di serê mirov de hebin. Mirov van ramanan nikare bi awayekî rasthatinî binivîsîne. Divê bi rêbazekê em vana bibeşînin, an bipolînin. Dema raman wiha hatin rêzkirin, kîjan a sereke ye, kîjan a hûrgulî ye, kî bi kîjanê ve girêdayî ye tev derdikeve ber çav û êdî raxistina van pir hêsan dibe.

Polandin û beşkirin ne tenê di komîserhevkirina ramanan de, di vegôtinê de jî tê bikaranîn. Em li ser mînakekê beşkirin û polandinê bibînin:

Ji bo serastkirina aboriya mirov, pêwîstî bi çandiniyê heye. Mirov dikare bi du awayan çandiniyê bike:

1- Çandiniya Dêm: Çandinî di cihên birewa de bê av tê çêkirin û ji bo vê tovên li gorî dêmiyê tên bikaranîn.

2- Çandiniya Avî: Çandiniya bi avê tê çêkirin e.

Ji bo çandiniya dêm mirov dikare van şînatiyan biçîne:

A)- Petîx

B)- Zebeş

C)-Fasolî

D)-Nok

Ji bo çandiniya avî; her şînatî dikare were çandin...

Kîjan Cûreyên Nivîsaran Divê Bi Vegotina Ravekar Werin Ser Ziman?

Nivîsarên wek pêkenîn, nivîs, ceribandin, rexne, di derbarê gerê de, hevpeyvîn tev bi vegotina ravekar tên vegotin; lê ev nayê wê wateyê ku teşeyên din ên vegotinê jî di navê de nayên bikaranîn. Tersê wê di her nivîsarê de mirov kêm zêde her teşeyê vegotinê di nava hev de bi awayekî hûnandî bi kar tîne, lê di her vegotinê de hinek alî hene li pêş in, hinek alî hene li paş in. Di vegotina van nivîsaran de jî vegotina ravekar mohra xwe lê dide. Divê were zanîn ku nivîsarên bi armanca zanakirinê tên nivîsandin, pirahî bi teşeyê vegotina ravekar tên nivîsandin.

***

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]