NEWROZ

نوروز


21/8/2007

Xebatên avakirina Pirtûkxaneya Kurdî li Amedê dest pê kir

Gabar Çiyan

Berî niha ji bo avakirina Pirtûkxane Kurdî li Amedê, Yekîtiya Ewropa û Swêdê biryara alîkariyê dabû. Piştî biryarê projeya pirtûkxanê hate pêşxistin û gava pêşî li Amedê hate avêtin. Li wir destpêka xebata avakirina pirtûkxaneyê dest pê kir û pirtûkên di gava ewil de hatibûn berhevkirin, yek bi yek li gorî naveroka xwe hatin dabeşkirin. Me têkilî bi birêvebirê projeya Pirtûkxaneya Kurdî Goran Candan re danî. Wî ji Amedê li ser pêşketinên nû ji bo pêşxistina Pirtûkxaneya Kurdî bersivên me da.
- Delegasyona Projeya pirtûkxaneya kurdî çi demê çû Kurdistanê? Armanc çi bû?

- Li roja 9’ê Hezîranê 2007’ê. Armanc: ji bo cîbicîkirina vî karê dijwar ê ji bo damezirandina pirtûkxaneyek kurdî li Amedê ye.

- Hûn bi waliyê Amedê re rûniştin. Serdana we çi roj çêbû? Armanca serdana we çi bû? Dîtina we li ser encama vê serdanê çi ye?

- Me xwast ku em bi walî beg re rûnin. Lê belê qelema walî ta nuha bersiva me ne vegerandiye. Em hêvîdar in ku wê di demeke nêzîk de bersivek were. Roja 13’yê hezîranê delegasyona me çû wîlayetê. Me nivîsek fermî da hundurû, ku em ji bo Projeya Pirtûkxaneya Kurdî (Kürd Kütüphane Projesi) ya li Amedê ji Stockholmê hatine.

- Hûn bi şaredarê Amedê re rûniştin. Kîjan rojê serdana we pêk hat? Armanca serdana we û hêviyên we ji wan çibûn? Daxwaziyên we pêk hatin yan na?

- Şaredarê Amedê birêz Osman çûbû semesterê û em li şûna Osmanî bi cîgirê wî hêja Îhsan Ugurî re rûniştin. Ez û birêz Osman, em li ser vê projeyê berê em bi hev re peyivî bûn.

Hêviya me ew e ku derûdorên me tev kurdan bi alîkariya vê projeya dijwar rabin, da ku em rojek berê Pirtûkxaneya xwe li Ameda brîndar dahênin. Me da zanînê, ku ev pirtûkxane wê piralî be. Ne ciyek be ku xelk tenê ji wir rahêjin pirtûk û kasêtên kurdî û bi riya xwe de herin. Wek hûn jî baş pê dizanin, ev tam bû 20 sal ku ez bi karê komkirina wêjeya kurdî ve dirabim. Bi dehhezaran berhemên kurdî li SARA’yê kom bûne. Gelek ji van jî pir ên guzîde ne.

Ji her aliyî ve berhemên kurdî digehin navenda SARA’yê. Çi yên nuh û çi jî yên kevin. Ji bo nimûnê, ez ê vê heftiyê herim başûrê Swêdê arşîva  û pirtûkxaneya gorbuhuşt Hans Dubberî bihênim. Hêja Hans Dubber ji vê bi sê (3) salan berê wefat kiri bû. Dostê kurdan bû û derbareyê kurdan çi bi destê wî keta ew arşîv dikir. Temamê arşiva wî li nav 40 kartonên mûzan e! Têde gelek spartek û belge û berhemên hêja hene.

Îsal ser xêrê em ê 20-saliya damezirandina SARA’yê (1987) jî pîroz bikin.

Pirtûkxaneya Amedê wê her wisan jî bibe navendek berçav a rewşenbîriya herêmî û gelek nivîsevan û xwende wê ji bo xebat û çalakiyên xwe yên çandî jê sûd û kelkên mazin werbigirin. Hem xelk ji wir pirtûk û kasêtan deyin bikin û hem jî ronakbîr û xwendevan wê xwe bigehînin berhemên guzîde yên kurdî. Ev mafekî bingehîn a demokratîkî ye. Li qanûnên modern ên Tirkîyê Xwedê gravî Mafê Kesayetî (individual right) pejirandî û parastî ye. Loma, xwe gihandina bi hêsanî ya çandê yek ji mafê herî bingehîn ê kesî ye. Ev maf dibe sedemek pêşemîn a ji bo pêşveçûna kesayetî li komelgehê. Heger mafê kesayetî hatibe pejirandin û parastinê, hinge mafê çandî jî bingehîn û pir pêdivî ye.

Şaredariya Amedê, ji hêla daxwaziyên me yên ji bo cîbicîkirina karê damezirandina pirtûkxaneyek li Amedê, her dem piştgiriya xwe daye vê xwesteka me. Em bi vê pêwendiyê keysê dibînin ku dîsan silavên xwe li wan û supasiyên xwe yên mazin jî ji bo vê helwêsta wan a diyar ji wan re verêkin.

- Vê kêliyê hejmara pirtûkên pirtûkxaneyê çiqas in? Hedefa we ya îsal çiqas e?

- Li vê kêliyê, hejimar giha 300 î. Gava em li wir bûn, me li dor 200 î kom kiri bûn. Piştî ku em ji Amedê derketin, alîgir û dilxwazên xebatkar her berdewam in bi karê komkirinê re. Xortek xwendeyê dadimendiyê wek dilxwaz li kitêbxaneyê dixebite û hem pirtûkan kom dike û hem jî wan li ser komputerê tomar dike. Armanca me ya îsal komkirina 1500 lib e.

- Ji bo serkevtina vê xebata we, çi pêwîst e? Programa we ya îsal çiye?

- Ji bo serkeftina me cansaxî û piştgiriya tev xebatkarên kurdan pêwîst e. Milletê kurd milletek pir ê mazin e. Ev millet her dem li bahoz û tofanên giran rast hatiye. Lê belê çi car ne pejirandiye ku binpê bibe. Bêguman wê dilxwaz û xebatkar her dem hebin û erkên xwe yên welatperweriyê di bin her merc û nîrê de bi cih bihênin.

Me hêviyek xurt heye ku em ta dawiya vê sale (2007) kar û bare xwe bibin serî. Sere sala were, yan jî herî dereng bi tazebûna gul û kulîlkên Newrozê ve, em ê bi xêr û xweşiya dilan pirtûkxaneya xwe ya kurdî ya li Amedê vekin (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]