|
20/4/2006 çarşema sor cejna jiyan û berxwedanê Xalid ÎSAKurdan bindestî û zilm û zehmzt kişandin , lê para Êzîdiyan ji van êşan pir giran bû. Ev Kurdên Êzîdî yên ku li ber hebûna xwe ya netewî û olî bi rûmetî didin, pir kul ji ber destên dijmên Kurd û kurdayetiyê kişandin. Îsal, 19 ê adarê bi teqwîma filetî rastî Çarşema sorî pîroz tê , roja sersalê li gorî birayên me, Kurdên Êzîdî. Di vê rojê de jîn û şînî kete dinyê bi emrê Tawizê Melek ê pîroz. Lewra ola Êzîdî ne oleke xerabbaz û wêran pereste. Êzîdîyên Kurd heyvanê berxwedana netewa kurdin . Van Kurdan bi navê ola êzîdî ji hezar salan ve li ber hebûna xwe ya çandî û netewî didin. Ev berxwedan herdem dijmin ditirsand, û dikir ku zilm û zor li ser Êzîdiyan pirtir bibin. Belê carna dijmin karibû Kurd dijî Kurd bikar bide anîn, lê êdî ew dem çû, û Kurd zû bi zû ne ma têne xapandin bi navê olan û îdyolojiyan çîrok çîvanokên dijminanan. Di Kurdistanê de û di nav Kurdan de ne raman û ne jî olên necadperest cih ne girtine. Kurd ji bo avahî yê kar dikin , û doza jiyanek xwech û bi achtî dikin. Her kesî dît bê çawa Kurdên Sûrî beşdarî ti şerên taîfî ne bûn. Û ticarî Kurdan zor û zilm li ti miletên din nekirin. Kurd ji çi ol û êl û raman û herêmî bin hêviya jiyanek xweş û ser bilind di nav cîranên xwede dikin. Hîvî dikin hemu cejnên wan bibin rojên şahî û biratiyê. Çima gelo wê cejnê olên din fermî bin û cejnên Kurdan û çanda wan qedexe bin ?.çima wê taîfeyin biçûktir ji êzîdiyên me di Sûrî de xwedî wezîr û efserên mezin bin, û wê hîn ola êzîdî qedexebe ?. Em hêvî dikin ku çarşema sora sala tê gelê kurdistanê di rewşeke çêtir debe, di vê cejnê di em divên şehîdên xwe di bîraxwede bînin , û li girtiyên xwe xwedî derkevin, û di ber hebûn û azadiya gelê xwe de bidin. Kurdên Êzîdî Tawizê Melek pîrozdikin ji ber wî jiyan anî ser Erdê , dijminê jiyanê û aştiyê dijminê Êzîdiya nin. Cejna çarşema sor li me pîrozbe. Her bijî cejna çarşema sor cejna jiyan û berxwedanê. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |