|
20/11/2006 Pirsgirêkên Hişê Erebî Rozad Elî Rojnama Newroz – Hejimar /70/ - Çirya Pêşîn - 2006z – 2618k Yeke ji sinc û vewîniyên “ramana tevayî”, dihêle yên din weke wî biramin, kar û xebatên xwe, li gor bername û pirojeyên wê,bi rê ve bibin; ango weke “Birokrost” textekî wan î pîvanê heye.Grke tu li gor wî textî bî, çi dirêjbûn an kinbûna bejna te ji ewî textî, dê bihêle seriyê te jê bibe yan jî tu bête vezîlandin. Daku, tu li gor pîvan û xwestekên xwedî ''ramanên tevayî” bî. Helbet ev hizir û ramyarî ne tenê rojhilatî ye, weke ji rûpelên dîrokê tê zanîn, miletên Ewropî bi xwe jî ne dûrî evê ton ramyariyê bûn; şerên ku di navbera Pirotistant û Kasolîkan de rabibû nimûneyeke balkêş e di vî warî de; di rojekê de nêzîkî (100) sed hezar “bawermend” ji hev kuşt. Lê şerê cîhanê yê duyem, yê ku li hember ramyariya Nazî lidarket hêşt, ku ev ton fikir li welatên Ewropî ku bibe, piştgirên wê newêribin xwe aşkere bikin; heya roja îro nîşana Naziyan qedexe ye û mirov li ser hildana ewê nîşanê tê dadgehkirin. Lê eger em vegerin rewş û çanda rojhilatî, emê bibînin ku, ew raman ne tenê bûye weke sinc û vewîniyeke me, xwe berdaye tamaran û bûye parek ji netêgihiştina me ya tevayî. Lê ewê ramyariyê hêştiye ku ew bibe yek ji kar û barên me yên rojane û em ewan kesên xwediyên hizrên yek bawerî, ji xwe re bikin simbol û serok jî. Çavkaniyên sereke, ji ramana tevayî re li Rojhilta Navîn, didu ne: Ramana hişkbawer ya oldarên Îslamî, û ramana netewî ya netewperestên Ereb. Em dikarin bibêjin, ku mêjiyê wan Mislimanan, bi tevayî û wan Ereban bi taybetî di kirîzeke tûj re derbas dibe û du rê li pêşiya wan in; yan divê xwe ji pîroziya hizir û deqên olî yên kevin û dirûşmên nijadperestiya netewî rizgar bikin û bi rastî derbasî sedsaliya bîst û yekan bibin û mêjî û zanyariyê ji xwe re weke pîvan bipejirîne, yan jî ewê çend salekî di evê rewşa terorîzmî ya xirab de bimîne û li dawiyê dê tenê seriyê xwe jê bikin, gava ku ji bilî wan ti kesî din li ser evê xakê nemînin; gelên din dê tev li asûmanan bijîn. Belkî em hinekî, ji mijara xwe bi dûrketibin. Lê dîsan jî, ew di ewê çarçewê de digere. Me got ku, ji xasmayên ramyariya tevayî ye, ew dihêle tu bi zorê, weke wî li tiştan binirî û bibînî, ji ber ku, di bîr û baweriyên xwediyên evê ramyariyê de, ew tenê rastiyê dinasin û ewên din hemû li ser çewtiyê ne. Di evê koşeyê re em dikarin têbighên, ku çima rewşenbîrê Ereb û ne tenê siyasetvanê wan ji mirovê Kurd dixweze, ku weke wî birame û helwestên wan bigre. Di derheqa eva yekê de, nemaze li evê dawiyê, me gelek deng bihîstin, qîreqîra wan bilind bûye û bang li kolanên Erebî dikin, ku hajî Kurdan û anîna ji Israîliyan re bo başûrî Kurdistanê hebin. Ev ton bang ji aliyê rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb û bi evê tûjbûn û gurkirina ji aliyê dezgehên ragihandinên Erebî ve, helbet hinek meremên xwe yên sereke hene û di pêşî de, tûjkirin û gurkirina kolana Erebî li ser Kurdan û yek ji encamên evê ton perwerdiyê, bûyerên meha avdarê bûn ku, hêştibû cemawerê Dêrê weke dijminekî bi ser bajarê Qamişlo de bête û ne weke cemawerekî gokê ku, tê cem hemwelatiyên weke xwe. Lê ji berî ku, em çewtiya evê nirînê , ji xwendevan re didin şirovekirin, em ji xwediyên ewê nirînê dixwezin ku, ew hinekî li dora xwe, li hundirê welatên Ereban binirin. Ji berî ku, gef û guran ji Kurdan re dişînin û ji wan dixwezin; Bila tu têkiliyan bi Israîl re çênekin, ka çima ew ji evan dewletên Ereb ku, ala Israîl di hundir paytextên wan de li ba dibe naxwezin ew têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Israîl re bibirin. Weke em dizanin, bêtirî dewleteke Ereb bi hukumeta Israîl re peymanên aştiyê morkirine, weke Misir, tevî ku ew qubleta Ereban a konevaniyê ye, û ewên ku îmze nekirine jî, ewana û bi rengekî kargirtî ewê peymanê bi cih tînin; ev sîh sal e û di sînorê me û Israîl de yek fişeng jî nehatiye teqandin. Ji bilî evê yekê jî û eger ku em Kurd bi rengekî hişmendî û bê tirs biramin û helwestên xwe bistînin, emê bibînin ku ti rêdan ji evê dijmantiya ku, dixwezin em bi Israîl re bikşînin tinene; ji bilî ku ew di bin du heyaman de hatiye. Yek bi bandoriya ramyariya Markisizmî, û ji berî wê jî ya Mislimantiyê, ku em bûbûn qurbana hizreke îdyolocî ya nêzîkî bawermendiyê, bêtirî ku nêzîkî kartêgirtiyê be ku, ew bi xwe rengdana konevaniyê ya pêşîn û serekeye. Tiştê dinê ku, dihêle em Israîl weke dijminekî xwe bibînin, ev ton konevaniya evan rêjîmên ku, Kurdistan zeftkirine û hemû rengên êşkencê û pişaftinê li ser me bi kartînin û em; Tevgera Kurd ji tirsê gihandine ewê radeya ku, ew xwe weke tevgereke erebî, nemaze di dozeyên ku bi miletê Ereb ve girêdayî, û ne weke tevgera miletekî ku, du perçeyên Kurdistanê ji aliyê du dewletên ereb ve hatiye zeftkirin, bibîne. Li dawiyê em dixwezin bi yek gotinê bibêjin ku, konevanî kartêgirtine û ne tenê helwest û bawerî ye, weke ku çawa me fêmkiribû û hîne jî em, bi kar tînin; vegere dîrokê û li têkiliya me bi hersê miletên derdora me, Fars , Ereb û Tirkan re binire ku, em hertim ji ewê din re xebitîne û em hertim bûne qurbanên bawermendiyê û pê hatine xopandin; çi bawermendiya mislimantî dibe û çi jî ya markisizmî be. Lewre îro ji me tête xwestin ku, em di ber dozên xwe de bixebitin û hemû nirîn û baweriyan têxin raja doza miletê xwe û ne hertim milet û doza xwe bikin hilgirên dîtinên xelkê û li gor evê yekê ku, kartêgirtina Kurdan bi Israîl re hebe, çima na ji têkiliyê re û ev dewletên derdora me, di nav wan de Sûryê bi xwe jî, li razîbûna Emerêka û Israîl digerin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |