NEWROZ

äæÑæÒ


20/10/2005

Berê Tevgera Kurdî di guhertinên Sûriyê de Li kû ye…?

Îro, miletê kurd ji her wextî bêhtir pêtviyê kar û xebatêye

M.Emîn

Di van salên dawiyê de, gelek guhertinên berçav û balkêş di cîhanê de, çi di warê siyasî de, yan jê di warê aborî, çivakî, pêşesazî û bazîrganî de, berhevbûn û rûdan. Ji ketina Dîwarê Berlînê, hilweşandina Yekîtiya Sovyetan ya berê û herdu cengên kendavê, bigire, ta ku bighe şoreşa gihandinê, teknolocya û enternêtê, û xuyakirina diyardeya cîhangêriyê û belavbûna rehên wê li seranserî cîhanê.

Tevî ku evan guhertinan di nav pêlên xwe de metirsînek hilgirt, lê li aliyê dî zaravekê nûtir jî bi xwe re hilanî. babetên mîna demoqrasiyetê, dademendiya çivakî, azadiya raman û derbirînê, piştgirî û alîkariya miletên bindest û kêmnetewan yên ku ber bi binbirkirin û qelandinê ve diçûn, mafê mirovan û parastina jîngehê, bûne xalên serekî yên vê qûnaxê û zaravê gotara siyasî bi wan hat rengdan. Ev guhertinên he li ser astê cîhanê peydabûn, bi egera hevrikî û nakokiyên di nêvbera berjewendiyên nêvdewletî de, li ser bindestkirin û li hev parvekirina herêm û deverên Îstiratîjî, û ferehkirina rûberê wan herêm û deveran.

Di nav nexşên wan guhertinan de, hin dergehên kevin hatin girtin û hin nû hatinvikirin, di nav wan de û dibe re jî, kêşa kurdî kete rojava dan û standinê û reng û rûyên xwe yên dîrokî, girt, ku kêşeka rewa û dadmende, û dengê xwe gihand mirovên xêrxwaz û mafperwer di cîhanê de. Ku pirsa kurdî pirsa/40/ çil Melyon mirove û dozeka rewaye, û eger çareserîk jê re newê dîtin êmnahî û aramî nakeve rojhilat. Ev dang ji aliyê wan xêrxwaz û mafperweran ve hat bilindkirin û ji aliyê dewletên beryar didist de hatwergirtin, pêşiyê û berî her tiştî daxwaz ji aliyê wan ve hat kirin, ku mafê vî miletî yê mirovatî were parastin, dûvre sînorê daxwazan ferehtirbû, û di pey re deng û doz di vî warî de bilind tirbûn û belavtirbûn ta ku îro kêşa kurdî ev deng û rengê xwe yê baş û bilind stand, û di çav û dilê dost û hogirên xwe de, xwe ragirt.

Bê guman, di vî warî de di vê mirov ji bîrneke, erê ku merc û nîrên nû peydabûn, lê ev destftiyên pir buha, ji ked û karê zanyar, rewşenbîr, pispor, xemxar, dilêş û gelek serbazên nediyar yên ku renc û azar kêşayîn, heta ku kêş gihandin vê delîvê. îro ne wek duh û pêre, mirov êdî nikarê serê xwe bi xwerîne, guhertinek me ber bi guhertineka dîtir ve dide,bûyerek yeka dîtir jê der diçe, wek pêlên deryayê mirov li ber xwe dibe û dîsa mirovî vedigerîne, ka emê li kûderê, li kî beravî bi qefin û cih bigirin….!?

Raste, kêşa kurdî cihekê xwe yê bilind, di siyaseta nêvdewletî de girt, bi teybetî di siyaseta dewletên zalhêz, rolgir û beryardidest de , çi di warê aborî de be yan di warê mirovatî û siyasî de be, ku roleka wan ya girîng û berçav di destnîşankirin û nexşandina siyaseta nêvdewletî de heye.lê, piştî vê qûnaxê, barê gelê kurd girantir bû, bi teybetî dema em vegerin û bêjin ku her parçekî dem hatiye ku vêca barê xwe hilgire, ta berê gelê kurd bi giştî û tevayî ev bar bi hev re, hildigirtin. Gelo, ka rol û keda her parçekî di wî karî û barî de çibû…? Ne eve pirsa me, yan kula me, û ev yeke ne gelekî girînge jî di vê demê de, dîrok wê vê yekê bide xuyakirin. Lê, tişta em di xwazin bêjin ewe, wek ji rengê dan û standina siyaseta nêvdewletî,yan jê wek hizrevan û zêrevanên siyasî didin naskirin û şirovekirin, yan mirov bi xwe rastî wê yekê tê, ku îro her parçek teybetmendiyeka xwe heye û di vê barê xwe bi xwe hilgire di çarçovê sînorê dewleta xwe de, û bernamê karî gorî siyaseta wê dewletê berçavbike, û kar xebatê di ber wî bernamî de bike. Anko, her parçekê kurdistanê teybetmendiyeka xwe di siyaseta nêvdewletî de girtiye.

Hêjayî gotinê ye, divir de, divê em jibîr nekin û bizanin ku ev daxwaz yan siyaset, gereke girêdana me ya netewî bi birayên me re, diparçên dî de, qutnekê û di vê dan û standin, peywendî di nav bera me de, bi teybetî di warê rewşenbîr de bi mînê berdewan û rêz li teybetmendiya her parçekî were girtin.di baweriya me de ev yeke rastiyeke û eger vêca em vê rastiyê werbigirin:gereke em kurdên sûriyê bernamê xwe gorî siyaseta dewleta sûriyê sazbikin, anko em doza mafê gelê xwe ji desthilatdariya Sûriyê bi xwazin, û ji rastiyên dîrokî destpêbikin. Di vî warî de diyarbikin ku gelê kurd li Sûriyê, li ser xaka xwe ya dîrokî dijî ew xak parçeke ji kurdistanê, netewa kurd netewa diduwaye li Sûriyê de ku piştî netewa Erebî tê jimartin, îro siyaseteka regezperistî û şovînist, li ser vî gelî tê gêran û ristin,û Ji ber ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, ji mafê wî ye ku rêz li mafê wî yê siyasî, çivakî û rewşenbîrî jî di çarçovê welatê Sûryayê de, weregirtin. piştî van rastiyan em dikarin vegerin, li ser rewşa Tevgera Kurdî li Sûriyê û rola wê, Yan jê cih, bizav û lebata wê di va guhertina de çiye ?

weke em di zanin ku eve pênc sal di ser wergirtina Dr. Beşar Alesed posta serokatiya Sûryê re derbasbû,û kar û barên ku di wê pirosîsê re peydabûyîn çi di warê guhertina hin bendên Destûrê yan jê tiştin dîtir bi rewşa leşkerî û ewlekariyê ve girêdayîbûn , ev yeke bi xwe guhetinekbû di Sûryê de rûda, tevî ku Sûriya rawestabû pêşberî guhertineka bivê nevê, ji ber ku rewşa wê ya aborî, siyasî û çivakî gihabû qûnaxêkî hew dihat daqurtandin, û çi tişta dihat kirin Jî bi zorêbû, û dibin siyaseta tirs û pirsê de dihat birêvebirin, rewşa çivakî pir xirabbû, sistî, xavî, talanî û diziyê rehên xwe kûr berdabûn di jîn û jiyana rêveberî, xelik û dezgehên hikomî de, rewşa aborî wêran û kam baxbû, hertiştî ji xwe di xwar û dawiyê ji hevdu dixwain, ji xwe reşa siyasî, ya ku rengvedana wê bû dida herdu rewşên dî û ew di agirê wê de, di hatin biraştin.

Belê, rewşa Sûriyê. Berê jî ne sazkarbû, ji ber ku başiya dewletekî girêdaye bi rewş û jiyana xelikên wê dewletên ve, em tev dizanin rewşa Sûrya ya îro , ne rewşa dewletane, ne yasa , ne siyaseteka ferepartîtî ya rast û durist , ne azadiya weşan û derbirînê , nejê rewşa aborî , çivakî ya saxlem û dilgire . Tenê tişta em dibînin gotinin qelew û mezin tên bi kar anîn , yê bivê eve û yê nevê , di vê deynekê yên vê dikin ji her kesê zanetir û miqatetirin û dilê wan ji her kesî bêhtir bi pêşvebirin û parastina vî welatî ve ye. dawiyê  madem eve rewşa welêt , tu egerên berdewan kirinê ji bo pêşveçûn û pêşvebirinê , yan xweşî û vejandinê , yan berdewankirina êmnahî û aramiyê , di asoyoka dûr yan nêzîk de , mirov nabîne û li berdestê mirovî napelê. rewş eve , lê eger em bi xwe jî ne xwazin ku rastiyê bêjin , yan kêmasî û şaşiyan berçav bikin , vêca ev dibe tiştekî dî, başe her yek azade ku çawe bifikire , yan bi çi rengî jiyana xwe bi domînê . Lê , di vê herdem li bîra mirov be ku dema mirov ne bi rengekî rast û durist ser û berê heyî destnîşanbike,  guman tê de nîne ku mirovê nekaribe bi gihe encamên rast, û gorî wan encamên rast siyaseteka durist jî dahînîne û sazbike.

Îro, miletê kurd ji her wextî bêhtir pêtviyê kar û xebatêye, nexasim avakirina çarçovekê karî, ku her kes bi rastî cihê xwe tê de bigire û şiyanên xwe ji keşa gel re terxanbikin, û bi bûyer û guhertinên serdemê  re rêve herin û cihên xwe di nav de bigirin, newekî berê tişt di hatin û diman, û merem û  peyama xwe pêkdianîn û bardikirin, ji nûve, em ji xew hişyardibûn û bi xwe dihesan, bi kulekî, kawî û bawî di ketin peyîwan, lê em li kûdê  û ew li kûdêne, ewan berika xwe dibirin damê û em di sariyê de diketin zikir û dibonijin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]