NEWROZ

نوروز


20/1/2008

MALPERÊN KURDİ Û WEŞANGERİYA “HîMA ÇEWA HAT”

Serhad Bapîr

Em dibînin ku Kurd di van salên paşî da, di warê înternetê da aktîvtir bûne, gelek malperên kurdî û her wusa ên bi kurdî û bi zimanên din jî hatine avakirin. Gelek rojname û kovarên ku bi awayê çapkirî dertên, weşanên xwe yên elektronîkî jî dikin. Her roj bi dehhezaran Kurd ji her alîyê Kurdistanê û dinyayê li van malperan temaşe dikin û dixweynin. Kêfa meriv ji vê manzerê ra tê. Lê bebelê, gelek caran dema ku meriv nûçeyên wan dixweyne pê dilê meriv diêşe.

Di rojname û malperên Kurdan da gelek caran navên gund, çîya, çem û bi awayê giştî navên ku bi erdnîgarîya (coxrafya) Kurdistanê va girêdayî derbas dibin. Gelek caran ev nav, ne anagorê navên xwe yên rastî û eslî, lêbelê bi navên sexte û derewîn yên ku dewleta Tirka li ser me di resmîyetê da ferzkirîye tê nivîsîn. Kurd di karanîna navên rastî da ne bi israr û ne jî bi îstîqrar in. Yanî nûçeyekî “hima çewa hat” berdestê wan, hima wusa jî diweşînin. Ku bi navê rastî û esl be, wê wusa biweşînin, lêbelê ku bi navê sexte û derewîn yên tirkî be, hingê îhtîmalekî mezin e ku wê bi tirkî biweşînin. Ji xwe mesele di vê “hima çewa hat”ê da ye. Lewra gelek caran çavkanîyên nûçeyên wan, ajans û çapemenîya Tirkan ne. Malperên Kurdan piranîya caran bi anagorê pîvanên çapemenîyê jî nakin û navê çavkanîyên nûçeyan jî nanivîsînin. Hingê xirabî hê jî mezintir dibe, ji ber ku êdî ew xwe wek çavkanîya nûçeyan pêşkêşdikin.

Malperên kurdî bi hev ra û bi xwe ra ketine pêşberîyê, di nav telaşekî mezin da dixwazin hilkişin ber bi serê lîsteya malperên kurdî yên ku herî zêde tên xwendin. Weşandina nûçeyên nû, aktuel, magazîn û balkêş alîkarîya vê hilkişandina ber bi jora lîsteyê dikin. Lê belê piranîya malperên kurdî ne xwedî ajansên nûçeyan û tora nûçegihanan in.Gelo malperên kurdî dema ku nûçeyên “hima çewa hat” diweşînin divê ne xweyê hin pivan û prensîban bin?

Li vir ez dixwazim wek nimûne behsa çend nûçeyên malpera Netkurdê bikim. Ev nimûne hima bêje ji bo hemû malperên Kurdan derbasdibe. Di vê meselelê da tu cudatîyekî berbiçav di navpera malperên Kurdan ên bi zimanê kurdî û yên ku bi zimanê tirkî weşanê dikin, xwiya nake. Herçî Netkurd e, bi rêya îmkana şirovekirina nûçeyan, heta niha min bi xwe çend caran bala malperê kişandiye li ser vê meselê. Lê ew her bi ya xwe, bi “hima çewa hat”ê dikin. Ka em li hîn nûçeyên Netkurdê binêrin:

Şîvanê wênekêş berhemên xwe dî dawetê de pêşkeş kîr

Abdullah Aksu lî Çatalcaya Dêrîkê şîvantî dîke û dî heman demî de jî wênekêş e. Aksu, lî herêmê wek "Şîvanê wênekêş" tê nasîn. 8/1/2008/

Baykan: Qîzên gundî jî bo nasandîna kîncên herêmî derketîn ser podyûmê

Lî gundê Ulaştîya Baykanê qîzên dîbîstana gund jî bo kîncên xwe yê herêmä bîdîn naskîrîn derketîn ser podyûmê. 23/12/2007/

Hîlvan: 7 keç dî gola bendavê de xenîqîn

Lî Hîlvanê lî gundê Çataklîyê, jî malbatekî 7 keç dî gola bendava Ataturk de xenîqîn. 6/9/2007.

Dîyarbekîr: pêşbîrka zebeşan bî dawî bû

Dî pêşbîrka îsal de 93 beşdarî hebûn û zebeşê Mehmet Salîh Yaşa jî gundê Erîmlîyê ku 46 kîlo û 660 gram bû, bû ê yekemîn. 6/9/2007

Derdê hewîyê bê westan dîdome

Lê berî nîha bî demekê, mêrê wê lî gundê Sazlîcayê jî xwe re qîzek bî navê Îpek dît. Dema Bedrîye pê hîsîya cîhan lê bû wek dojehê.14/6/2007.

Kercos: 4 gund ê 21 roj dî bîn qarantînayê de bîn

Pîştî dîyar bû ku vîrûsa lî gundê Boxazlîkoya Kercosê hatîye dîtîn, vîrusa kujtînê a H51N ye, Boxazlîkoy û 3 gund ên dîn Ruzgarlî, Aydînlî û Mağaralî 21 roj ket bîn qarantînayê. Çûndîn û hatîan gundan qedexe bû. 12/2/2007/

Kurd di gelek waran da dewleta Tirkan rûreş û sûcdar dikin: Em bêjin ku, yasaxkirina navê Kurd û Kurdistanê û zimanê kurdî di rêza pêşî a vê rûreşkirinê da tê. Yanî Kurd dibêjin ku, li me neheqî hatîye kirin û em vê neheqîyê qebûlnakin, protesto dikin û her wusa jî nas nakin. Di vî warî da, ji xwe ra dibêjin Kurd, dibêjin ku navê welatê me Kurdistan e û her wusa zimanê me jî zimanê kurdî ye. Di mesala zimanê kurdî da xemsar û di ya Kurd û Kurdistanê da tujtir in. Yanî naxwazin anagorî îdeolojîya resmî ya Tirkan ji xwe ra bêjin “Dağli Türkler-Tirkên çîyayî” û ji welatê xwe ra jî bêjin “Doğu ve Doğu Anadolu Bölgesî- Rojhilat û Rojhilata Başûrê Anadoluyê”, lê belê di eynî demî da, ji karanîna navên derewîn û sexte yên gund, çîya, çem û bi awayê giştî navên erdnîgrîya Kurdistanê texsîr nakin. Me got “hima çewa hat”, wusa jî diweşînin.

Kurd bi vî awayî, bê hemdê xwe an jî bi hemdê xwe, beşek ji polîtîkaya dewleta îşkalkar a li ser milet û welatê me qebûldikin û stuyê xwe li ber vê polîtîkayê xwar dikin. Gelo dema vîya dikin çi qezancdikin? Me got, hilkişandina ber bi jora lîsteya malperên kurdî yên ku herî zêde tên xwendin. Hê negiştîne wê derecê ku karibin bi hatina pereyên reklaman, ku hin ji wanan hilgirtîye, îdara malperên xwe bikin û pere jî qezanckin. Yanî niha sedem ne qezanckirina pereyan e, lê belê şan û şohreta nav malperên kurdî da ye.

Dema ku meriv rêveber û nivîskarên malperên Kurdan dinêre, dibîne ku piranîya wan ev 30 sal û zêdetir e ku di nav hereketa kurdî da ne, emrê wan gihîştine 45- 50 salî û zêdetir. Yanî ne xort û keçên nûgihîştî yên 15-20 salî ne, da ku em bêjin haya wan ji polîtîkayên dewleta Tirkan nîne. Her yek ji wana dibe ku bi dehan navên rastî yên gundên herema xwe dizanin û tu ji wan bipirsî, dê nikaribin navên sexte yên tirkî yên van gundan bizanibin.

Ji alîyê dî va piranîya malperên ku em behsa wan dikin, ji dervayê Tirkîyê û dervayê perça Kurdistanê ya ku di bin destê Tirkîyê da ye, weşanên xwe dikin. Ji xwe li kê derê weşana xwe dikin bila bikin, bi karanîna navên rastî û esl yên gund, çîya, gelî, çem û yên mayîn, kes tu cezayî ji nade wan. Nexwe mesele çi ye? Yanî çewa dibe ku ji alîkî va dibêjin Kurd û Kurdistan û ji alîyê dî va jî, dema ku navên ku bi erdnîgarîya Kurdistanê va têkilîdar in û di nûçeyên ku tên berdestên wan da derbas dibin, bêyî ku tu xeman bixwin û “hima çewa hat” wusa jî diweşînin?

Wun ê ji min ra bêjin ku ew navên kurdî nikarin peyda bikin, lema navên tirkî yên sexte diweşînin. Hingê ez ê ji we ra bêjim ku ev rast e, lê belê bê cîdîbûna malperên Kurdan ji xwe di vê meselê da ye: Yanî ji alîkî va, ji niha va her malperekî bûye xwedî arşîvekî bi hezaran nûçeyan, lê belê ez bawernakim ku heta niha tu malperekî ji xwe ra kiribe hedef da ku ji xwe ra arşîvekî navên gund, çîya û çemên Kurdistanê çêke û bi camêrî vê arşîvê pêşkeşî malperên din jî bike. Di arşîvekî wusa da dikaribû navên rastî û li himberê wan jî yên derewîn û sexte hebûna.

Ji alîyê dî va ji bo despêkirina arşîvekî wusa gelek malûmat jî hene, ji niha va gelek malperên kurdî yên heremî navên gundên xwe yên rastî weşandine.(Binêre Silîvan.net) Her wusa di nexşeyên leşkerî yên dewletên wek Almanya, İngîltere û Fransayê da, yên ku di despêka salên 1900î hatine weşandin da, meriv navê hima bêje hemû gund, gir, çîya, deşt û çeman dibîne. Ev nexşe li gelek bajarên dewletên Ewropayê da li kitêpxaneya da hene û meriv dikare peyda bike. Nexşeyên dewleta Tirkîyê, yên ku berîya sala 1960 î hatine çapkirin jî heta dereceyekî çavkanîyên baş in. Dema ku meriv nexşeyekî wusa û nexşekî Tirkîye û perça Kurdistanê a ku di bin destê Tirkîyayê da ye dane kêleka hevdû, hingê li himberê her navê sexte û derewînê tirkî, meriv wê navê rastî û esl jî peyda bike.

Ez bawernakim ku, dema ku nûçeyekî di derbarê heremekî da dikebe destê malperekî kurdî, piranîya rêveber û nûçegihanên vê malperê tu xeman dixwin û ji bo 5 deqîqeyan di înternetê da li navê kurdî digerin.

Em bêjin ku bi rastî jî li navê kurdî gerîyan û peyda nekirin, hingê dema ku navê sexte yê tirkî diweşînin, çima li kêlekê an jî li binê nûçeyê wusa nanivîsînin "malesef em hê bi navê esl û rastî nizanin û ji bêçaretîyê em navê sexte yê tirkî diweşînin.” Têbinîyekî wusa, dê hergav mesela navên erdnîgarîya Kurdistanê yên ku hatine guhertin bîne bîra xwendevanan, wê xwendevan vê pirsê ji xwe jî bike û wê were bîra wî / wê ku çewa li herema wî / wê da jî navên erdnîgarîyê hatîye guhartin. Pêvajoyekî wusa dibe ku hin xwendevanan têxe nav lêgerînekî. Her wusa carna wê hin xwendevan derkebin û wê navên rastî yên van deverên ku behs lê hatîye kirin ji malperan ra bêjin û bi vî awayê hem nûçe sererast dibe û hem jî xwendevan bi vê qencîya xwe ya kirî dihise û dibe xwendevanekî aktîvtir. Dema ku nûçe bi navên sexte û derewîn tên weşandin, hingê Kurd bi xwe jî beşdarê wê polîtîkaya Kurdkuj a dewleta Tirkan dibin û di nav pêvajoya entegrasyona Tirkbûnê da radibin lotik û inçikan, lewra îroj ku navê gundê me li ba me bibe sexte û tirkî, wê sibê ev tişt were serê navê milet û welatê me jî. Dewletê kartûkan avêtîye ber me û em jî bi van kartûkan şûrê dijminê xwe tûjdikin!

Çewa ku em pê dizanin, polîtîkaya guhertina navên erdnîgarîya Kurdistanê wek berdewamîya yasaxkirina navên Kurd û Kurdistanê hat. Di eynî demê da paşnavên Kurdan jî hatin betalkirin (navê bavê meriv, carna jî navê eşîr an jî herema ku meriv ji wê derê ye, paşnavê meriv bû) û paşnavên qor yên bi zimanê tirkî li ser me hatin ferzkirin. Her çiqas, hê ji despêka avakirina dewleta dîktator a Kemal da jî em leqayê vê polîtîkayê tên jî, bi awayekî giştî, piştî sala 1960 î dewleta Tirkan dest vê polîtîkaya guhartina navên erdnîgarîyê kir. Hingê, navên piranîya gund, gelî, çem û çîyayên Kurdistanê bi navên sexte û derewîn yên tirkî va hatin guhertin. Dewletê eynî tiştî li heremên Kurdan ên dervayê Kurdistanê jî kir (heremên Qonya, Enqere, Kirşehîr, Qeyserî û yên din).

Li perçeya Kurdistanê a ku di bindestê Tirkîyê da ye da, en hindik 10 hezar gundên Kurdan, Suryanî û Ermenîyan hene û navê piranîya gundan bi awayekî keyfî, bi navên çirto-virto yên bi zimanê tirkî hatin guhertin. Di hejmara 5 a ya rojnameya Dîcle-Firatê da (1ê sibata 1963 ya), nivîsekî Saîd Elçî heye ku balê dikşîne despêkirina vê polîtîkaya dewleta Tirkan. Li Kurdistanê navên bi zimanê tirkî yên tenê hin gundan hene, wan gundan jî dewletê piştî afet an jî avakirina bendavan avakir, lê belê ew li ser wan deveran hatin avakirin ku navên wan deveran ên bi rastî û eslî hene.

Heta niha qet min ne got “navên kurdî” yên erdnîgarîya Kurdistanê, lewra çewa ku em pê dizanin, Kurdistan pir kevnar e, en hindik ev 8-9000 salin ku mirov lê cî û war bûne û gund û bajaran avakirine. Navên heyî ji mîrasa vê dîrokê ye û ev nav di siberojê da, dibe ku gelek alîkarîya arkeolog û zimannasan jî bikin, lewra mifta û şîfra gelek bûyer û qewimandinên dîrokî di van navan da weşartîne. Li Kurdistana îroyîn da xeynî Kurdan, Ermenî û Suryanî jî, ji nufisa xwe ya niha pir pir zêdetir hebûne. Em bêjin li Serhadê meriv ji navê gundan pê derdixe ka kîjan gund yên Ermenîya û kîjan yê Kurdan bûye.Xeynî navên bi kurdî, gelek navên dî jî, ji van zimanan û zimanên miletên hêjî kevntir mane. Navên gelek gund, çîya, gelî û çeman ji navê Kurdistanê bi xwe jî kevntirin. (ji çavkanîyên heyî em pê dizanin ku navê Kurdistanê tenê ji hezar sal berîya niha va heye.) Ma ev navên he bi xwe jî qê dîroka me ya li ser vê axa hanê nadin îspatkirin? Ka li Tirkan binêrin, xeynî wan gund û bajarokên ku wan bi xwe avakirîne, di navê kîjan bajar û gundî da zimanê tirkî heye, û rayên miletê Tirk çiqas ketîye li ser vê axa ku wan bi zorê û qetlîaman ji xelkên din sitand?

Ji alîyê dî va di nav xelkê me da bikaranîna navên rastî û eslî gelek xwurt e. Li gelek deveran, haya gundîyên gundan bi xwe jî, ji navê sexte û derewîn ên gundên wan nîne, ew bi xwe bi navên sexte yên gundên xwe nizanin. Ez dibêm qê, bikaranîna navên erdnîgarîya Kurdistanê dibe ku li hin deveran, ji axaftina bi zimanê kurdî jî zêdetir be. Yanî gelek Kurdên ku dev ji zimanê kurdî berdane, pê dizanin lêbele pê napeyvin, dema ku behsa gundê wan wê bibe, wê bi navê rastî û esl bêjin.

Tesîra navên sexte û derewînên bi zimanê tirkî tenê bi weşandina nûçeyan va sinorkirî namîne, gelek caran dikare şilil bide hizra me ya sîyasî û mîllî jî. Ez dixwazim li vê derê nimûneyekî bidim: Di şeva 14-15 ya meha yekan a sala 1989 da li gundekî Cizîra Mêrdînê da (hingê dewleta Tirkan Şirnaxê nekiribû parêzgeh û Cizîrê jî bi pê va girênedabû), di dema operasyonekî leşkerên dewleta îşkalkar da, gundî li meydana gund hatin berhevkirin û piştî lêdan, êşkence û tazîkirinê, bi zorekî gu xistin devê gundîyan. Piştî van malûmatan tafil wê navê “Yeşîlyurt”ê were bîra we. Gelo çima navê vî gundî yê rastî û eslî nayê bîra meriv? Gund gundekî welatparêza bû (ye), ji ber vê welatparêzîya xwe, dewleta Tirkan vê belayê anî serê gundîyan. Çewa ku meriv dikare bifikire, ew ne cara pêşî bû ku dewleta Tirkan vê hovitîyê dikir, lê belê ew cara pêşî bû ku gundîyan bi mêrxasî vê hovîtîyê eşkere û gilî kirin, bi rêya awuqatên xwe yên welatparêz dozê birin Dadgeha Mafê Mirovan yê Ewropayê û dewleta Tirkîye li ser pirsirêka kurdî cara pêşî li wur hate sucdar û mehkumkirin. Ev gund bû sembola zulma li ser miletê Kurd. Gelo çima ev gund bi navê xwe yê rastî û eslî nehate behskirin? Awuqatên Kurd û şaxên heremî yên Komelya Mafên Mirovan ku ji Kurdan pêkdihat ku bi vê dozê ra mijûlbûn, çima bi navê rastî yê vî gundî ra jî mijûlnebûn?

Gelo çend kes ji me dizanin ku navê vî gundî Cinibr e û ev gund gundê Mîr Bedirxan bi xwe ye? Her wusa ku îro li gund da nevîçirkên Mîr Bedirxan dijîn? Ku ji berê va Tirkan baregeha leşkerî li wir avakiriye. Her wusa kê ji me zanibû ku gundîyên welatparêz, ên wekî gorbuhişt Kamil Muştak, hê ji sala 1959 a va, li vî gundî da Newrozê bi agir pîrozdikirin û dilxwaz û alîgirên Berzanî bûn?

Piştî van malûmatan divê meriv ji xwe bipirse, gelo rastlihevhatin û tesadufî bû ku dewlata Tirdan a îşkalkar vî gundî ji bo vî karê xwe yê hovane hilbijart? Her wusa bi berxwedan û mêrxasî, eşkere kirin û gilîkirina wê rezîltîya dewletê jî, gelo hingê ji her kesî dihat?

Ez dîsa vedigerim ser pirsa xwe, gelo di bîranîna giştî ya Kurdan da navê Cinibrê, an navê sexte û derewîn “Yeşîlyurt” bi cih bû? Li vir ez dixwazim bêjim ku, niha xeynî malûmatên ku, ev çend salin ku M.Şerîf Mûştak ê hêja li ser gundê Cinibrê, û berxwedana wan gundîyên welatparêz dide, di çapemenîya kurdî ya bi zimanê kurdî û tirkî da meriv leqayê navê Cinibrê nayê. Em Kurd divê ku di vê mesala navan da jî qedrê İsmaîl Beşîkçî yê hêja bigrin, lewra ew bi israr navên rast û esl bikartîne. (Ji bo gundê Cinibrê, li vê kitêba wî binêrin: Mêtingeha Navdewletî Kurdistan – Zanistî û İdeolojîya Resmî, Dewlet û Demokrasî û Pirsgirêka Kurdî. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, 1990, bi zimanê tirkî, rûpel 346-347.)

Piştî mirina Kamil Muştak (7/12/2007), ku ew yek ji 4 kesan û yê herî jêhatîtir bû di gilîkirin û dozvekirina vê rûdanê da, navê Cinibrê dîsa aktuel bû. Di çapemenîyê PKK ê, yên Kurdên mayîn da û di ya Tirkan da ev bûyer û gund bi navê “xwe” yê sexte hat bîranîn.(Malperên Beroj, Kurdistanpost, Yeni Özgür Polîtîka, Onlîne Gundem, Dîcle Haber Ajansi,) Min bi xwe jî navê Cinibrê nizanibû û her wusa min nizanibû ku ev gund gundê Mîr Bedirxan e. Dema ku pîştî wefata Kamil Muştak, mehekî berîya niha, ez ji nivîsekî M.Şerîf Mûştak bi van malumatan hisîyam, wek Kurdekî, li ser navê xwe, min ji xwe şermkir.

Serhad Bapîr kî ye?

Di sala 1963 an da li bakûra Kurdistanê, li bajarê Tetwanê hate dinê. Hê ji dibistana navîn beşdarê têkoşîna rizgarîxwaza netewî ya miletê Kurd bû. Ji ber beşdarbûna vê têkoşîna polîtîk, di sala 1983 yan da serê wî bi cunta Tirka a wê demê ra kete belayê, lê gerîyan.
Di sala 1984 an da, wek penaberekî polîtîk, derbasê Yunanîstanê bû. Ji bo xwendina xweya zanîngehê, ji sala 1985 a heta 1992 ya ji Enstîtuya Kurdîya Parîsê bursê sitand. Ji sala 1987 heta 1992 ya, beşa Nîgar û Hunerên Pratîk a Akademîya Hunerên Sipehî ya Zanîngeha Arîstotelîs a Salonîkî da, li atolyên Prof. Vangelîs Dîmîreas û Dîmîtrîs Kondos xwend. Dîsa ji sala 2001ê heta 2006 a, Beşa Grafîkê a heman zanîngehê da, li atolîya Prof. Ksenefon Sahînîs da xwend.
Ji sala 1995 a heta 1997 an li Navenda Kulturî ya Stavrupolîs a Salonîkê da wek mamostê resim xebitî. Ji sala 1997 an vir da di dibistana navînda dixebite. Ji sala 1993 an vir va endamê Komela Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûra Yunanîstanê ( K.H.N.B.Y. ), ji sala 1994 an û pê va, endamê Yekîtîya Hunerên Nîgarî ya Yunanîstanê (Y.H.N.Y.) û ji sala 2005 an û vir va jî endamê Yekîtîya Grafîkçêkerên Yunan (YGY) e. Ji sala 1985 an vir va li Salonîkê dijî.
Berhemên wî, di Galerî ya Şîrketa Perwerdeyî ya Makedonî ( Ş.P.M.), di nav Civanbenda (Kolleksîyon) “TEXNİ” Şîrketa Makedonî a Hunerî Şaxê bajarê Kîlkîs, Civanbenda Enstîtuya Kurdî a Parîsê, Civanbenda kovara Nûdemê li Swedê, Civanbenda Sotîrîs Tsukalîs û di nav civanbendên gelek kesên din da hene.

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]