|
2/6/2006 Dewletên Kurdî Piştî ola Îslamî Kêjalê kurmênc Kovara Pirs – Hejimar /35/ Ji berî ola Îslamî, Kurdan, li gor gomanan, bi sîstemên eşîrtî an jî bi komîkeyên bi çûk û teng jiyana xwe doman dine. Dema di herêmê de ola Îslamî belav û xort dibû, gelê Kurd xwest ola xwe ya kevinar biparêze .Lê leşkerên Ereban êrişên dijwar dibirin ser Kurdistanê . Şer di navbera Kurd û leşkerên Îslamî de derdiketin holê . Leşgerên Îslamê di dema Elxelîfe – Umer de Mûsil , Mêrdîn û Rihayê dagirkirin. Di navbera salên 639- 644 ên piştî zayînê de, dagirkerên Ereban , ber bi Kurdistana rojhilat û Îranê ve meşiyan. Pîştî salen 730 ê zayînê, Kurdistan bi tevayî tar û mar û wêran kirin, hebûn û şaristaniya Kurdistanê nehîştin, tev wêran û şewitandin. Li dawiyê, piraniya Kurdan ola Îslamê qebûl dikirin. piştî erêkirina ola Îslamê êdî Kurdan xwe ji Îran û Romê bi dûrdixistin û ev car ketin bin bandora Ereban. Kurd di bin hukmê Ereban de jî gelek serhildan pêkanîn , mîrîtî û dewletên herêmî yên bi çûk, damez randin. 1-Dewleta Hesnawî : Dewleta Hesnewî , li gor hoyên demê dewlet bû, lê dewleteke herêmî bû. Li Kurdistana başûr, li bajarê (Cîbel) Xwenedanekî Kurd bi navê "Hesnewî" her ku çû , cemawerê xwe bêtirkir , di sala 941ên (p.z) de serxwebûna xwe diyar kir pêre rêxistina dewletê û ya ordiyê pêş ve bir. Bajarê Hemedan , Mehabad , Kermanşah û Şarezor ketin nav tixûbên dewleta Hesnawî. Dewleta Hesnawî pere û pûl çêkirin , sîstema abariya navendî pêkanîn. Li Kurdistanê rê û avahî çêkirin, dewleta Hesnawî heta sala 1014 an jiyana xwe doman. 2- dewleta Şedadî: p-z-di sala 951an da, serokê eşîra Rewandî Mihemed Şedadî dewleta Kurd a şedadî damezrand. Tuxûbên dewleta Şedadî ji bajarê Rewendozê heta bajarê Genja - Ezirbêcana sofyatê – berfireh bû . Di dema dewletê – şedadî de , jiyana çand û civakiya Kurdan gelekî bi pêşket. Di sala 1088 an de, Şahê Selcûqî , êrişeke mezin bir ser dewleta Şedadî û dawiya dewletê anî. 3-Dewleta Merwanî: Pişti zayinê, di sala 985 an de , Bad Dostik dewleta Merwanî damezrand û Miyaferqîn (Cilîwan ) ji xwe re kir serbajar. Di demek gelekî kin de tuxûbê dewleta Merwanîyan firehbû . Nisêbîn , Cezîra Medan, Amed, Riha , Bedlîs û Melezkurd bûn. Bi taybetî di dema Padişahê Merwaniyan (EHMED) de xelik di jiyaneke azadî û serfirazî de dijîn. Di nav tuxûbên dewleta Merawnî de, şaristanî û hunermendî gelekî pêşketi bûn , bedenên Kela Meyaverqîn û Amedê ji nûve hatibû çêkirin . Ji dervayî bajêr, av anîn û gelek , mizgeft , sera û pire hatin çêkirin . Di sala 1043 an de , siltanê Selcûqî, Tugrol beg , bi seroketiya Tuga û Nasiglî de, 1000 siwarî dişşne Miyaverqînê , lê leşkerên Selcûqiyan ji aliyê leşgerên Merwaniyan ve het şikandin . Ji wê rojê ve , biveya Turkan piçekî dûrket . Di sala 1086 an de , siltanê Selcûqiyan Nizam-Elmilk fersenda êrîşekê dît û leşgerên xwe şandin ser dewleta Merwanî , Meyaverqîn û Ameed ketin bin destê Tirkên Selcûqî . Di sala 1097 an de , dawiya dewlet û desthilata Merwaniyan hat . 4-Dewleta Zengî û İmbiratoriya Eyabî: Di sed sala 12 an de , serokê Zengiyan Nûredîn Mehmûd, li derhêla bajarê Kerkûk , Mosil dewleta zengî damezrand. Eyûbî , ji eşîreke Kurdistanî ya Rojhilat bû . Di wê demê de xaçparêzên Awripayî di ser Entekê ra , êrişê bajarê Qudsê dikirin – ne tirkên Selcûqî û ne ji dewleta Fatimî ya Misrê dikarî bû pêş li êrişên xaçparêzên Awripayê bigrin û bajarê Qudsê ji wan biparêzin. Serokê dewleta Zengî Nûredîn Mehmûd, ji bo parastina Qudsê dest bi êrişa xoçparêzan kir. Ji bo vê yekê ,di bin serokatiya, Selah-Edînê Eyûbî de, leşker şand paytextê dewleta Fatimî- Misrê. Selah-Edînê Eyûbî , qumandarekî gelekî zîrek û qehreman bû. Li misrê Fersend dît û di sala 1171an de dest da ser dewleta Fatimî û hukimdariya xwa diyarkir. li şûna dewleta Fatimî , dewleta Eyûbî damezrand. Xutbe li ser navê Ebasiyan xwandin . Selah-Edîn, bi serê xwa lebat kir, di sala 1174 an de tuxûbên dewleta Eyûbî ya Îslamî fireh kir û bû Imbiratorî . Selahedîn ji Kurdan hêzeke êrişkar û xort çêkir, bi qehremanî bajarê Qudisê ji xoçparêzên Ewripî stand. Ji xwe di dema Îslamê de , dewletên ku dihatin damezrandin, ne li gor netewan bûn , li gor îdelojiya Îslamî dihatin damezrandin, wek dewletên , Abasî, Fatimî, Osmanî ... Di sala 1192 an de , Selahdînê Eyûbî çû ser dilovanîya Xwedê. Niha gora Selahedin li bajarê Şamê ye û li ser kevirê gorê " Selahedînê Kurd" nivîsandiye *Jêdar: Dîroka Kurd û Kurdistanê . Amed Tegrîsî û Aso Germiyanî |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |