NEWROZ

نوروز


2/2/2008

Dema rondik diaxifin

Gabar Çiyan

Rondik in tercumanê hîs û dila. Yê mêjî û helwêsta. Ew, bi wateyan barkirî ne. Carna têne tercûmekirin. Dem tê, nayêne fêmkirin. Ziman û peyv têr nake ku hesreta wan bîne zimên...

Brûskên nîvê şevê ne, neyarê min. Xeberên nexweş bi wan re dide devê derî. Û ew min dihejînin, min  dikin  saxê mirî. Reşahiyek xwe berdide ser çav û mêjiyê min. Eywan û çaviyên malê li min teng dibin. Alavên malê, mîna neyaran, dora min radipêçin. Hinek dibin gurên har û hinek jî çeqel. Ew, min parçe-parçe dikin. Ne lêv dimîne, ne çav û ne jî mijank...

Lê rondikên çava ranawestin. Sor dibe çav, xwîn digirîm ez. Diherikin hîstêrên min mîna ava çema. Brînên ku gur û çeqelan vekirine nayê bîra min. Sirrên di rondikan de tenê zane, bi wê êşê, bi wê keserê. Erd naqelişe û min qebûl nake. Ez ji ezmên ve tême xwar...

Lê hêviyên min in, ku gelek caran min xurt dikin. Eyşe Şan, Meyremxanê û Mihemed Şêxo têne bi hawara min. Awazên wan, dibe xwîn û di rehên laşê min de digerin. Hîsên zimanê Ehmedê Xanî ye, ku jiyanê bi min didine xweşkirin...

Dîsa, ji dûhî ve ranewestiya ne rondikên min. Tenê, di odeya xwe de, di nava hiziran de winda dibim. Pênûsa di destê min de nagere. Peyv têr nake ku êşa dilê min bîne zimên...

Xebara nexweş dûhî gihişte min: Jîr Dilovan nexweş ketiye. Rakirine nexweşxanê...

Me qet hev nedîtiye. Têkiliyên me çênebûye. Lê "rêyek nedîtî" heye. Ku ji dilekî dirêjî dilê din dibe. Ku gelek dila bi hev re dide lêxistin. Girêdena min û Jîrê Dilovan, bi wê rêya nedîtî pêk hatiye...

Jîr evîndarê zimanê Xanî ye. Kurdî ye, kurd-î-hezkirin e, evîndariya hîsên di kurdî de, me digihêjîne hev. Peyvên  bilind in ku me bi wî zimanê xweş girê dide. Ew rêya nedîtî, zimanê me ye. Em herdu jî evîndarê  wê ne...

Dilovanê me, ez zanim ku Tu nazê dikî. Tu dê qet evîndarê wê rêya nedîtî bi tenê nehêlî. Bawer bike em zêde dibin. Eksiya me ye, evîna me ye ku me zêde dike. Em dê bibin lehî û wan li ber xwe bibin.

Dilovanê me, naz bi Te dikeve.  Lê wê naza xwe li me neke xeyidandin. Xewa şêrîn  bi cî bihêle û binêre. Kerwanê Xanî tev li benda Te ne û dixwazin bi Te re bimeşin...

Rondikên min!!!

Biherikin ji êş, kul û tevayê keseran re. Êşa dilê min, bînine zimên. Bibine rê, di navbêra dilan de. Bibin bombe û mitarilyoz û xwe berdin ser dilê min. Bila bicivin di dilê min de, tevlî xemên bi sedsalan. Ew dê bibin hêvî û derman kinm derda û kulan...

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]