NEWROZ

نوروز


2/11/2007

Xebatkarê CIA û şêwirmendê Clinton û Bush Reidel: Divê bêbextî li kurda neyê kirin

(Zarathustra News)

Tirkiyê dê êrîşê bibe ser Herêma Kurdistanê, an na? Piştî çalakiyên PKK ê, vekêşana psîkolojîk li aliyê Tirkiyê û Kurdistanê girantir bûye. Di demên wisa de, dîtina kesên xwedî tecrûbe ji gelek awiran ve mirov ronî dike. Mirov, li gorî dîtinên pisporan, li xeletî û kêmasiyên xwe dinêre û xwe ji bo gavên pêwîst û pêşerojê amade dike.

Bruce Riedel, di 30 salan di nava CIA de, li gelek bersivan geriya. Şêwirmendiya Serok Clinton û Bush kir û li ser pirsên giring zaniyarî da wa. Riedel niha li Enstîtuya Brookings ê dixebite. Newsweek berî niha (27/10-07), li ser pirsa hêzên Emerîkayê li Iraqê, rewşa kurda û pirsgirêka dawî, pê re axifî. Em dîtinên wî, bi xwendevanên xwe re pay dikin.

- Emerîka li navçê ye...

Ez bawerim dîtina rêvebiriya Emerîkayê li ser pirsa PKK ê wisa ye: Em dixwazin ku pirs çareser bibe. Lê çareserî ne hêsan e. Sedema ne hêsanbûnê ew e ku, em bi serê xwe ne xwedî hêzek wisa ne ku pirsê çareser bikin. Tê zanîn ku, kar û xebatên li ser milê hêzên DYE li Iraqê, têra xwe giran e. Pêkanîna operasyonek e leşkerî pir dijwar e. Ji ber ku sînor ne rast e, asê ye û kontrolkirina wê ne hêsan e. Di serî de, ne bi dilê me ye ku em bi serê xwe operasyonek e wisa bikin. Me, pişta xwe bi KDP ê ve girê da. Û kurdên Iraqê jî, ji destpêkê ve naxwazin ku bibin alîgirê Tirkiyê û birayên xwe yên kurd bikûjin. KDP û Barzanî, çi caran ji xwe re nekiriye kar ku, ji bo Tirkiyê dijîtiya/şerê PKK ê bike. Lewma, wan nexwest ku pirsgirêkê bibînin. Di vê navbêrê de PKK her ku diçû hêza xwe mezintir dibû.

Îro jî, çi îşaretek tune ye ku KDP helwêsta xwe bide guhertinê. Di pêşerojê de dikare hinek sozan bide, lê îhtîmala gavek e leşkerî li hemberî PKK ê, pir kêm e. Wisa xuyanî dike ku, kar dê bikeve ser milê Tirkiyê. Tirkiyê, 15 sal in bi vê pirsê mijûl dibe. Lê çi serketin bi dest nexistiye. Lê vê carê, li derveyî sînorê xwe dê karêkî pir cidî pêk bîne. Bi kêmasî, li ser sînor dê kemberekî ewlekariyê pêk bîne. Piştî wê, dema îstîxbarat bighêje destê wan, dê di demek kin de êrîşê bibin ser PKK ê.

-Tirkiyê ji bo pêkanîna kemberek e wisa gavek avêtibû, an na?

Pirsa giring ew e ku, kemberek e wisa bi tevahî nehatibû pêk anîn. 1992-93 û vir ve, herdem, leşker, komando û hêzên xwe yên taybetî li bakurê Iraqê heye, hebûnek wê li wir tê dîtin. Di nava Turkmenan de dixwazin hevalbendiya xwe li Iraqê xurt bikin. Lê ev kirin têra wê nekir ku cihê PKK ê bi dest bixînin û wir, ji wan paqij bikin.

- Teoriyek heye ku tê gotin: Dibêjin ku, Barzanî bi miqabeleya garantîkirin û bidestxistina mafê petrola Kerkûkê dê berê xwe bide PKK ê, pê re şer bike. Dîtina te li ser vê teoriyê çi ye?

Şik û şupheyek e wisa dikare li cem mirovî çêbibe. Lê peyv û fersendên wisa bi şik in. Mirov nikare hejmarek pêşmerge, ji bo birakûjiyê peyde bike. 

- Lê Pêşmerge, berî niha jî li dijî PKK ê hişkiya xwe nîşan dabû. Kontorlkirina herêmê ji bo parastina berjewendiyên wan jî baş e, ne wisa?

Dihat gotin ku, pêşmerge dest daniye ser hinek kesan, ew girtine. Lê herdem, kesên girtî, di deriyê dawiyê de hatine berdan. Partiyên kurda li Iraqê naxwazin li dijî PKK ê tiştekî zêde bikin. Dema problem têne rojevê û germ dibe, çend kesan digirin û xebatên çend buroyên wan radiwestînin. Lê ji bo tunekirina PKK ê, naxwazin gavekî bingehîn bavêjin. Ji ber ku xeyalên wan yek e: Avakirina Kurdistanek e serbixwe ye ku erdê wê dirêjî nava Tirkiyê û Îranê dibe, dixwazin/xeyal dikin. Dema serokên kurda yê Iraqê bi roavayiyan re têkiliyê datînin, li ser vê xwestina xwe, bi diqet in. Lê hayê wan jê heye ku xelk, serxwebûnê dixwaze. Li gorî ankêtekî, kurdê Iraqê ji % 95 ê xwe, serxwebûnê dixwazin. Bi taybetî ew ciwanên ku ji 91 ê û vir ve di mercên Kurdistana azad de dijîn û mezin dibin, hayê xwe tevkûjiyên rejîma Iraqê heye, alîgirên vê hizirê ne. Lewma mirov dikare wan fêm bike, bê çima naxwazin beşek ji Iraqê bimînin û li hemberî nifûsa kurdên Tirkiyê, polîstiya Tirkiyê bikin. Baweriya min ew e ku, hayê DYE û arteşa Iraqê ji vê rastiyê heye. Sedema neaktuelkirina pirsa PKK ê jî, ji ber vê rastiyê ye. Hêvî ew e ku pirs wisa bimîne û heta hêzên emerîkî ji Iraqê vekişe jî, ew hebûna xwe li wir biparêzin.

- Lê dewletên li herêmê li ser pirsê zêde bi sebir xuyanî nakin...

Ji bilî Kurdistanê, çi tirsek din tune ye ku wan nêzî hev bike. Sûriyê ji % 5 ê xwe kurd e. Ew dixwaze, daxwaziya kurda bicemidîne. Ew welat tev, bi pêşketinên çend salên dawî re, bi tirsê re dijîn. Bilindbûna dewletek nîv fermî a kurda li herêmê, li hemberî yekbûna xaka xwe weke tehdîdekê dibînin. Serkevtina Kurdistana Iraqê, li Enqerê, Tehran û Şamê dibe zêdebûna tehdîta li dijî wan.

- Ji bo çareseriya krîzê, DYE dikare çi bike?

Bi baweriya min, em nikarin vê pirsê çareser bikin. Di demek e kin de tiştê ku rêvebirî bike, berdewama kirina karê berî niha ye. Divê zoriya li ser Hikumeta Iraqê û rêvebiriya kurda zêde bike. Lê ev yek jî dê nikarîbe birînê derman bike. Me bi têkbirina rejîma Iraqê re devê qutiya Pandorayê vekir û niha em nikarin wê kontrol bikin. Yek ji wan pirsa ku ji qutiyê derketiye, Neteweperestiya Kurd e. Kontrolkirina xwestinekê ku ji % 95 piştgiriya xwe di nava kurda de hebe, pir dijwar e.

Alternatîfa din ew e ku, mirov ji tirkan re vê rastiyê bîne zimên ku ew fêrî vê rastiyê bibin û pê re bijîn.

Vê kêliyê, avantaja Tirkiyê ji a me bêhtir e. Pêwîstiya me bi ûsên/navnedên li Tirkiyê heye. Her wisan em dixwazin ku, Tirkiyê li Efganîstanê piştgiriyê bike û di NATO yê de rolekî erênî bilîze. Weke pirsa ermeniyan, divê ji bo rakirina şik û şupheyên wan rêyek bê dîtin.

Ev yek jî, DYE li Rojhilata navîn dixe nava pirsa nasnameyekî neçareserkirî. Emerîka, ji awira têkiliyên bi kurda re ne xwedî dîrokek e bi şens e. Û ez wisa bawerim, di dawiyê de ku me terka kurda kir, ew bi tenê hiştin dê demek e pir bi şîndarî dest pê bike. Ez hêvîdarim ku demek wisa neye û wisa nebe. Ji ber ku kurd vê yekê heq nakin. Lê tirsa min ew e ku, çûn ber bi wir ve ye.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]