|
18/5/2007 Bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê û Swêdê, Weqfa Pirtûkxane û Mûzeya Kurdî ava bû Gabar Çiyan
``Sazendeya Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî`` piştî xebatên dirêj gava
xwe ya yekem ji bo avakirinê avêt. Birêvebirê Weqfê Goran Candan, ji
bo avakirina dezgehek serbixwe û netewî gelek caran çû Amedê û
Brûkselê. Hejmarek car bi dezgehên swêdî re rûnişt. Armanca wî ew bû
Weqf û Muzexaneyê di dilê Kurdistanê de, li Amedê ava bike, veke.
Xebatên ku hatin kirin bersivek erenî wergirt. Îro bi beyanemeyekî
çapemeniyê hat diyarkirin ku weqfa kurdî bi şêweyekî fermî dest bi
karê xwe yên bingehîn kiriye. Li ser navê ``Sazendeya Pirtûkxane û
Mûzexaneya Kurdî-Sara`` yê Goran Candan dîtînên xwe wisan anî
zimên: `` Salên dûr û dirêj in ku wêje û çanda xelkê me li jêr
talanê, li ber xetera man û nemanê ye. Wan desthilatdarên ku li ser
xaka welatê me, xwedî hêza mîretiyê (dewlet) bûne, bi çi awayekî
biçûk jî, xwedîtî li çanda me kurdan ne kirine. Bervacê vê, bûne
alîkar ku ev kelepûr û nirxên me yên wêjeyî, çandî sist û lawaz
bibin û li dirêjahiya demê jî, ji holê rabin, winda bibin. Li
derveyê vê jî, her çend parastin û pêşvebirina wêje û çanda me erkê
li ser şanê me her kurdperwerek be jî, sed heyf û sed mixabin ku wan
hewildanên me yên ji bo parastin û pêşvebirina wêje û çanda gelê me,
ta roja î roj, ji ber sedemên cihêreng çi car têr ne kirine. Lêbelê
me hêviyek pirr xurt û tund heye, ku em ji vir û pê ve, pêşî li ber
vê windakirinê bigirin û rê li ber van windakirinên bêtixûb ên nirx
û hêjayiyên xwe yên gelêrî bigrin, birawestînin. Pêşeroja çanda xwe
bibin ser boşahî û ewletiyê.
Ji bo vê gava nû em Goran Candan re peyivîn. Me ji Candan
zaniyariyên piralî ji destpêka pêkanîna Sara yê hetanî avakirina
Weqfa Pirtûkxane û Mûzexaneya Kurdî wergirt. Wî ji me re qala
programa weqfê kir û li ser xebatên wê yên pêşerojê zaniyariyên pir
alî da me...
- Goran Candan sala 1959’ê li Amîda'yê
(Diyar-î Bekr) hatiye dunyayê. Piştî Xwandina destpêkî, li
Xwendegeha oldarî ya bi navê Îmam-Xetîbê xwandiye. Wî dibistana
seretayî û navînî li Amîda'yê xwend û pasê jî 4 salan di xwendegeha
bi navê Îmam-Xetîb’ê de xwendina xwe berdewam kir. Lê ji ber
teqîbata desthilatdaran, li ser karê wî yê milletperweriyê di nav
rêxistina kurdî ya nepenî de, wî ne karî xwendinê bibe serî û di
sala 1981'ê de bêgav ma ku bireve Binxetê (Sûriye). Pistî salekê ji
wê derê hate Swêdê. Ji 20 salî vir de ye ku li Swêdê dijî û du
zarokên wî hene: Barzan û Evîn. Goranê Candan di sala 1986'an de yek
ji damezrenerê rojnameya bi nav û deng û ajansa kurdî: Kurdistan
Press a li Stockholmê bû. Di sala 1989'an de bi çend hevalên xwe
yên welatperwer ji Almanyayê bi karê îdarekirin û derxistina
rojnameya "Halk Gerçegî" rabû, ku ev rojname li Stanbolê
derdiket. Di redaksiyona beşa kurdî ya rojnameya Berxwedan'ê
de kar kir. Her wisan jî, di sala 1988'an de bi hevalên xwe ku niha
çend ji wan di riya têkosîna serxwebûna welêt de şehîd ketine,
kovara Yekitiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistanê ya bi navê
REWSENê derxist û ew, yek ji van sê kesên ji desteya redaksiyonê
ya pêşîn bû. Li Swêdê di Unîversîteya Uppsalayê de du salan kurdî
(soranî) û farisî xwend. Li Universiteya Stockholmê li
Xwendegeha Mamostetiyê beşa kurdî temam kir û li dibistanên
swêdî heft salan karê mamostetiya zimanê kurdî kir. Her weha
di dema êrîşên dewleta Swêdê ên li ser xebata têkosîna rizgariya
Kurdistanê de, wî bi Komeleya Kurdernas Vanner (Dostên
Kurdan) kovarek her bi vî navî bi Swêdî derxist.
- Sara çi demê dest bi xebatên xwe kir? Wê demê armanca we çi bû?
- Qala prosesa avakirina Sazendeya pirtûkxane û Muzexaneya kurdî bikî. - Piştî 20 salan, li avahiya SARA’yê Arşîvxaneyek kurdî ya nadîde û granbuha hat meydanê. Me jî ji xwe re kir mebesta sereke ku em vî gencîneyî (xezîne) bigehînin ser axa Kurdistanê li nav xwedî û mermalên wê. We diyar û aşkere ye, neyarên vî xelkî her dem li hevberî hebûna wêje, ziman û çanda kurdî xebitîne. Ji ber vê neyartiyê bersiva li dilê min ev bû: damezirandina Împaratoriya Weşanên Wêje û Zimanê Kurdî. Supasî ji Yezdan re ku î roj me li ser vê riyê xwe gihandiye gehînek û spartekên zexm ên wek Sazende (weqf). - Sazende, anku weqfa ku were damezirandinê çi armanca xwe heye? - Amanca sereke ya Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî – SARA ev e ku wêjeya kurdî li nav xelkê kurd kom bike û belav bike. Anku karê bicîhkirin û damezirandina Pirtûkxaneyek navendî û mazin pêk bihêne. - Tê qalkirin ku weqif bi piştgiriya yekîtiya Ewropayê û Swêdê ava bûye. Navenda xwe li çi deverê ye? Planên we ji bo Kurdistanê çi ne? - Belê, Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî – SARA bi piştgiriya rêxistinên Yekîtiya Ewrûpî û her wisan jî bi piştgiriya dezgehên çandî yên swêdî werdigire. Ev avahî li jêr damezirandinê ye. Herî dereng di nav vê sale de kar û bare xwe dibe serî û vekirina xwe ya fermî dide beyanê. - Hinekî qala programa xwe ya niha û sala li pêşiya me bike? - Programa me ya îroyîn serîbirina karê pratîk a damezirandina weqfê ye. Pêngava duwemîn jî vekirina avahiya Pirtûkxane & Muzexaneyek Kurdî li Amedê ye (Zarathustra News). |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |