NEWROZ

نوروز


18/3/2008

Ji dîroka rexneya wêjeyî kurdî Kurmancî

Heyder Omer

- 1 -

Danasîn :

Peyva ( Rexne ), di zimanê kurdî de, bi wateya peyva ( Kirîtîk ) bi kar tê. Ev peyv jî di bingeha xwe de girîkî ye, û ji wir derbas hemî zimanên ewropî bûye. Hemî ferhengên zimanên ewropî didine xuyakirin, ku wateya peyva ( Kirîtîk )  şirovekirin û gengeşekirina tiştekî, diyardeyekê, karekî, têorekê, pirtûkekê, û  berhemeke hunerî ye.

Gava peyeva ( Rexne ) ya kurdî di warê wêje de bikara tê, mebest jê ew e, ku berhema wêjeyî ji her du aliyên wê ve; durv û naverok, gengeşe bike, warên serkevtî û yên neserkevtî yên wê berhemê  diyar bike, jihev veqetîne, û biryara xwe di vê tengê de bide,bê ku nîr û rewşên civakî, wêjeyî û rewşenbîrî yên dem û çerxa wê berhemê ji bîra bike.

Dêmek karê û barê rexneya wêjeyî ew e, ku berhemên wêjeyî, wêneyên wêjeyî, celebên wêje, li ber siha rêbazên curbecur û li gor têgehên jiyana wêjeyî, civakî, rewşenbîrî, polîtîkî û dîrokî  ya her çerxekê bixwîne, û wan berheman ji her du warên ramanî û hunerî de binerxîne.

Her weha xuya dibe, ku rêbazên rexnê ji bo ristina lêkolîna rexneyî gelek giring in, ji ber ku ewana yekemîn alava xwedî karînên kêrhatîn e di vê meydanê de. Ji ber vê giringiyê jî rexnevan nikare wan rêbazan bi paş pişta xwe de bavêje, belê ew her tim hewcedarê rêbazekê an jî pira ye, da lêkolîna wî neşimitê û ji rê bi dernekeve. Vê lomê Stanlî Haymin weha diçe, ku rexnevanên hemdem bi xêra rêbazên xwe ji yên berê serkevtîtir in.(1)

Rêbaz, bi wateya zimanewanî, ji peyva (rê) hatiye, rê jî ew şûna ye, ku mirov tê re ber bi mebesta xwe de diçe, lê rêbaz, wek têgehekê an wek têrmekê, wateya ristina gengeşekirina mijarekê dide.

Lê tiştê divê, ku mirov hay jê hebe, ew e ku têgeha rêbaza rexneyî û ya pilana lêgerînê pirîcar tevlihev dibin. Vê lomê divê lêkolîner ji bîra neke, ku rêbaza rexneyî nerîn û hinek lebatin e, ku di goşeyekê an di qoziyekê re li berhema wêjeyî dinêre û wê vedikole, lê pilana lêgerînê mofirkên, ku di wê goşeyê re têne vekolandin, dirêse, ang wan mofirkan organîze dike.

Lê her rêbazek di goşeyekê re li berhema wêjeyî dinêre, çi ew goşe dîrokî be, çi jî civakî, derûnî, û hunerî be.Lewre jî rêbazên rexneyî, li gor wê goşeyê û li gor felsefeya, ku rexnevan pê bawer dike, ji hevdu cuda dibin.

Ev yeka bûye sedema serek e, ku gelek rêbazên rexnê yên curbecur derkevin holê, û hemî jî ji bo ravakirina berhema wêjeyî ji her du warên naverok û durvên wê ve têne xebitandin.

- 2 -

Destpêk:    

Eger em vê mijarê li ba me Kurdan bipelînin, dê pirsek li vir bête meydanê: Gelo rexneya wêjeyî li ba me heye yan na ?. Kînga peyda bûye, û gîhaye  çi radeyê ?.

Prof. Dr. Î. M. Resûl (2) bersiva vê pirsê bi erênî dide, û weha diçe, ku belê me rexneya wêjeyî heye, û dîroka wê ji Ehmedê Xanî de dest pê dike.

Rêzdar Prof. Dr. Resûl, dibîne ku ramana rexeneyî li ba Xanî gelekî bi pêş de bû, û li gor rêbaza wî du refên rexnevan hene :

1. Refek ji wan xêrnexaz in, dilreş in, kîndar in, mebesta wan ew e, ku nivîsevanan dilsar bikin, û ji nivîsînê bi dûr xînin. Vê lomê jî her tim xalên neyênî di berheman de dişopînin, û mezin dikin.

2. Refê din, ku xwedî karînên payebilind û behreya aferîner e, ewana dilsoz in, rexne di destên wan de alava pêşvebirina wêje ye. Ewana erêniyên nivîsevana berz dikin, û neyêniyan bi dilsojî nîşan dikin, û dibine  alîkarên nivîsevanan , da neyêniyên avakirina berhemên xwe derbas kin. Û van malikên Xanî ji Mem û Zînê werdigire, û ji bo vê boçûna xwe dike deyax :

Umîd ew e ji ehlê irfan

Ew dê negirin li min çi herfan.

Teşnîi nekin wekî xeyûran

Îslah bikin li min qusûran.

Eshabê kemalê perde poş in

Erbabê xered di pir xiroş in.

Mamûl ew e ji ehlê razan

Ew dê nekin bi min tinazan. (3)

Weha diyar e, ku Xanî bendewarê wî refê duwem e, ku armancên rexneyê ji bîra nekin, û li gor pêdiviyên rêveçûna wêje li berhema wî temaşe bikin, wê bixwînin û şirove bikin.   

Her weha Î. Resûl dide xuyakirin, ku Xanî berztirîn usûlên rexneya wêjeyî diyar kirine û weha çûye, ku divê berhema wejeyî li ber ronahiya têgehên cih û çerxa xwe bête rexnekirin, û ji birêveçûna wêjeyê neyête cudakirin.

Tevî ku ev boçûnên Xanî, li gor dema wî û pergala rewşenbîriya gelê kurd, ya wê demê, gelek balkêş in, lê bi carekê xwe nêzîkî têora rexneyê ya xweser nekiriye, û rêbazên wê diyar nekirine, belê tenê, li gor Î. Resûl, hevtêkiliya berhema wêjeyî û qunaxa wê nîşan kiriye. Lê mirov dikare bi rihetî bêje, ku pêjna hinek usûlên her du rêbazên rexneyî, ku sûd ji raperîna romatîkan wergirtine, ji nerînên wî tê. Ango her du rêbazên bandûrî (împressionismus) û dîrokî.

 Rexneya bandûrî (împressionismus) berhema wêjeyî şirove dike, û di dû re jî rexnevan nerîn û boçûnên xwe, li gor çêja xwe, û li gor bandûra, ku berhemê li ser wî hêştiye, diyar dike, û rêbaza dîrokî berhema wêjeyî li ber ronahiya çerxa, ku wêjevan tê jiyaye, şirove dike, bê ku nîrên jiyana wêjevan û jînenîgariya wî ji bîra bike. Bi gotineke din, mirov dikare bêje, ku bûyerên dîrokî û kesayetiya wêjevan, li gor vê rêbaza dîrokî, dikarin bibin hêmanên giring ji bo şirovekirina berhema wêjeyî, ango dîrok ji bo wêje karmendiyeke zor giring dike.

Hêjayî gotinê ye, ku rexnevanê Firansa Tîn wek serkêşê vê rêbazê tê naskirin, ji ber ku ew weha diçû, ku divê berhema wêjeyî li ber ronahiya têgihêştina celeb û cî û çerxa wê were nirxandin, bê ku bibe dîla çêja rexnevanan. 

- 3 -

Qunaxa HAWARê:

Lê pirsa ku di pey van boçûnan re tê meydanê ew e: gelo çi gav piştî Xanî di vê meydanê de hene?.

Bi rastî rewşa Kurdan ya li ber çavan bersiva vê pirsê gelek zor û zehmet dike, ji ber ku ji hêlekê de gelek berhemên Kurdan wendabûn, û negihan destan, û jî hêla din de haya nivîsevan û rexnevanên me ji hevdu tune ye, an jî kêm e, dibê hinek berhemên rexnê li hin deveran hebin, lê haya me jê tune ye. Tiştê li ber destên me hin gotarên curbecur, ku hin caran di kovar û rojnameyan de têne xuyakirin, lê wek pirtûkên xweser gelek kêm e. Lê pirêcana ew gotaran jî nakevin destan.

Vê lomê, bi baweriya me divê mirov biryara dawî nestîne, belê divê  çavên xwe bigerîne, heye pêrgî tiştina were.

Berî pêşî dixwazim li xwe mukir bêm, ku tevî hewildanên xwe, min nikarîbû tiştekî, ku belkî berî kovara HAWARê hebe, bi dest xista.

Kovara hawarê para xwe dixe vê meydanê, û hin gotarên curbecur bi pênûsên C. B û kesine din mîna Havindê Sorî di hej 6,7,8,32 de li ser edebiyata kurdî têne diweşîne, lê ewana ji dîroka wêje ve nêzîk in.

Tevî ku civandin û tomarkirina wêje xem û qisaweta hawarê ya tewrî giring bû, lê mirov di nav hin gotaran de pêrgî hinek nerîn û boçûnên rexneyî, an jî hinek metiryalên, ku ji bo rexnê balkêş in, dibe. Wek nimûne, Herekol Azîzan ( C . B) sala 1932yê gotarekê dinivisîne, Melayê Cezîrî dide nasîn, û di hejmara 6ê de belva dike. Nivîsevan di gotara xwe balê ber bi rewşên (sîfet) kesayetî yên Mele de dikşîne, û dibêje:” Bejna Melê ne kurt ne dirêj, lê navîn bû, rûwê wî girover, sipî û sor bû, çav û birihên wî reş bûn, eniya wî fireh, stowê wî dirêj bû…Hergav bi ken bû, bi dora xwe re xweş bû, dilê xelkê ji xwe nedihêşt”. (4)

Herekol Azîzan bi vê yekê, ji hêlekê de, boçûna Xanî didomîne, û bi awayê eşkere balê ber bi kesayetiya wêjevan de dikşîne, û ji hêlekê de jî rê li pêş rexneya kurdî vedike, da alavên rêbaza derûnî bixebitîne, berhema wêjeyî li ber ronahiya wê rêbazê gengeşe bike. Pêre jî eger mirov ji bîra neke, ku rexneya wêjeyî li ba cîranên Kurdan, ku wê hîngê xwediyên karînên payebilin bûn, hîna ji nû de ev rêbaza derûnî nasdikir, dê nirxê sanistî û dîrokî yê vê helwesta Herekol Azîzan bête naskirin, û dê bête zanîn, ku rexneya wêjeyî gaveke dine têorî ye balkêş ber bi pêş ve davêje, ji ber ku ev rewşên kesayetî li ba rexneya bandûrî û derûnî gelek nirxdar in,çimkê rola wan di peydabûna û birêveçûna kesayetiya mirov de gelek payebilind e.

Dîsan gava kovara hawarê sala 1941ê, di hejmara 35ê de dest bi weşandina dîwana Melayê Cezîrî, ku Qedrî Cemîl Paşa guhestiye elfabeya latînî, dike, pêşogtineke kurt ( ez bawer im bi pênûsa C. Bedirxan e ) di pêşiya xeleka yekê de tête weşandin, tê de ev gotin derbas dibe:” Dîwana Melê di nav Kurdmancan, nemaze di nav mela û feqehan de gelek nas e, û gelek niviştên wê ên destnivîs hene. Me hêvî ji xwendevanên xwe heye, ko nivişta Qedrî begî deynin ber niviştine din û ferqên ko di nav niviştan de bibînin ji me re bidin zanîn. Em wan di hawarê de belav dikin, û piştî ko dîwan bi temamî qediya em li van ferqan hûr dibin û ji wan nivişteke tekane ditînin pê”.

Nivîsevanê kurtepêşgotinê bi van gotinên jorîn deriyekî dine têorî li pêş rexneya kurdî vedike, û balê ber bi tûjandina (tehqîq, تحقـيق) berhemên kevin de dikşîne. Ji ber ku berhemên kevin li ba her miletan, bi sedema çapnebûnê û destinivîsînê, dikevin ber dava hinek guhertinan, lewre jî ewana beriya çapkirinê têne tûjandin û nivişta herî rast çap dibe, lê di wê çapê de hemî niviştên, ku hatine berhevkirin, têne nîşankirin.

Boçûnên Hawarê, nemaze yên C. Bedirxan didine xuyakirin, ku cudahiya, ku di navbera rexneya wêjeyî û dîroka wêje de heye, li pêş wî sayî dihate xuyakirin, ji ber ku gava ew sala 1941ê gotara ( Klasîkên me ) bi navê Herekol Azîzan di hejmara 33yê de diweşîne, weha diçe:” Heke îro em vê bendê dinivisînin, mexseda me ne ew e, ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiştekî tekûz bi ser xin. Di vê bendê de emê bê awarteyî qala hemî şahir û edîbên kurdmanc bikin yên ko bi kurdmancî nivisandine. Heye ko hinekê wan bi tenê şahirê dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji neklasîkan bibijêre, û heqê herkesî li gor hêjabûna wî bidiyê”.

Dêmek xwediyê vê boçûna jorîn sînor û tixûbên, ku di navbera zanistên wêje de hene, naskirine, lewre barê her zanistekê ji xwediyê wê re dihêle,da pê rabe. Pêre jî dizane, ku nirxandina hunerî ne stubarê gotara, ku hinek helbestvan û nivîsevanan dide naskirin e. Her weha ev boçûna C. Bedirxan bala rexnevanan ber bi warekî rexnê yê giring de dikşîne, û dide xuyakirin, ku karê rexneyî li ber deriyê şirovekirina naveroka berhemê û melevaniya di hundirê wê naverokê de tewaw nabe, belê bi ser de jî divê rexne awayê avakirina berhemê ji bîra neke, ji ber ku ew awaya dikare hem berhema wêjeyî ji ya zanistî veqetîne, û hem jî dikare şûna wan berhemên wêjeyî di nav rêbazên hunerî de nîşan bike.

C. Bedirxan, bi vê nerîna xwe, gaveke zor payebilind bi pêş rêbaza bandûrî de diçe, ji ber ku veqetandin û bijartina kilasîkan ji nekilasîkan, ne tenê rola çêja tekane nizim dike, belê bi ser de jî wê napejirîne, çimkê ev cureyê bijartinê xwe bi ser behaneyan de pal dide, ew behaneyan jî divê ji hundirê berhemê bêne derxistin. Nerîna ku bêje ev berhem baş e, û serkevtî ye, û  behaneyên wê serkevtinê diyar neke, dê her û her bi biha bimîne. 

- 4 -

Qunaxa pey HAWARê, heya 1985:

Bi baweriya me, nerîn û boçûna rexneyî di vê qunaxê de, li ba Dr. N. Zaza gaveke dine balkêş ber bi pêş de davêje. Ewî sala 1957ê ji bo yekemîn çapa dastana Memê Alan pêşgotineke nirxbiha nivisandiye, di wê pêşgotinê de balê ber bi hevtêkilya derbirînê û hest û agehan de dikşîne, û weha diçe:” Malik bi xwe ne mewzûn in: beytên pir dirêj û beytên pir kurt hene…..ev tişt li gora bêhna dengbêj tête saz kirin. Li gora rêzê şiُrê yên kevn ev awayê ha bê qîmet tête jimartin. Lê li gora edebiyata îro, li gora şiُrên serbest dibin eserên pir hêja”.(5)

Ev boçûna Dr. N. Z  doza wekheviya her du pevekên helbestî û hestewerî dike, û weha diçe ku divê peveka helbestî li gora ya hestewerî bête guhertin, ji ber ku hest û agehên helbestvan çi carekê li şûnekê namînin, belê wek çawa ava newalan her tim diherike, û li şûnekê namîne, û tu nikarî du caran di avekê de melavaniyê bikî, her weha hestên mirov jî her tim diherikin û têne guhertin, û hevtêkiliya mirov li gel jiyan û heyînê her tim bi awakî namîne, belê ji ciyekî ta yê din, ji heyamekê ta ya din, ji çerxekê ta ya din tête guhertin, pêre jî divê peveka helbestî, ku wan hestan û cureyê têgihêştina mirov werdigerîne, bi qaserî ya hestewerî be, ne her tim li kêşekê siwarkirî be û li ba rêzbendekê bi dawî were.

Dr. N. Z bi vê nerîna xwe gaveke din ber bi rêbaza derûnî de diçe, û pişta rêbaza kilasik dişkîne, û mizgîna serkevtina helbesta serbest dide.Lê bi ser de jî ew ji rêbaza hunerî ve jî nêzîk xuya dibe, ji ber ku taybetmendiyên peyvan ji bîra nake, lewre dibêje:” Di zimên de bêjeyin, dengin hene ku bi dengê ku didin mana wan xuya dike”(6). 

Rexneya kurdî bi evan her du boçûnan gavên hêja ber bi pêş ve qevastine, ta ku mirov dikare bêje ew ji hundirê deqê wêjeyî vê nêzîk bûye, ku ji hundir de lê binere, ango ew bi gaveke berbiçav ber bi rêbaza hunerî de diçe; ev rêbaza, ku Yong dibêje bê wê mirov nikare  rastiya huner binase (7).

Pejirandinina evan nerînan, heya îro li ba gelek rexnevanên cîhanê, nirxbihayê wan û yê xwediyên wan diparêze. 

Piştî derçûna pêşgotina Memê Alan heya sala 1969ê, destên me negîhane çi tişt û boçûnên din, belkî tiştek li hin deveran hebe, lê me hay jê tuneye. Di wê salê de lêkolînerekî kurdên Azerbeycanê, navê wî Esker Şamilov e, hinek helbestên Cegerxwîn vedikole, pirtûkekê bi sernavê ( Efrandinên şayîrê kurd Cegerxwîn ) amade dike. Şamilov di vê xebata xwe de balê ber bi ritme û awaza helbestê de dikşîne, û nirx û bihayê ritmê di avkirina tevgera hundirê helbestê de dide xuyakirin. Şamilov bi vê berhema xwe gaveke dine balkêş, lê vê carê pratîkî, di meydana rexneya wêjeyî kurdî de ber bi pêş de davêje.Ev pirtûka Şamilov, wek ku ji pêşgotina Prof.Dr.Q. Kurdo ji bo dîwana Cegerxwîn (Zenda-Avesta) nivisandiyê tê xuyakirin, gaveke hêja ye di qada rexneya wêjeyî kurdî de, nemaz jî ewî li ba şirovekirina durvên helbesta Cegerxwîn ya wê hîngê gelek cefa daye(8).

Ritme û awaza helbestê bala seydayê Tîrêj jî kişandiye, ewî jî di hevpeyvînekê de li gel kovara Gelawêj sala 1979ê biha û rola kêşê di helbestê de gelekî bilind nirxadiye.

Tevî ku awir û boçûnên rexneyî yên nifşê pêşîn ji helbestvanên me gelekî kêm hatine diyarkirin, lê hin caran mirov pêrgî tiştina tê, wek vê nerîna Cegerxwîn, ku nikare helbestê bê kêş bipejirîne:” Hin xortên nûhatî dixwazin ristê jî weke stranê serbest bikin û guh nedin kêş û dawiyê”. (9)

Seydayê Cegerxwîn bi vê boçûna xwe berztirîn mercên rêbaza kilasîk nîşan dike, çimkê helbest li ba wî rist e, û serkevtirîn mercên ristê jî hebûna  kêşê û rêzbendê ye.     

Cegerxwîn careke din boçûnine têorî diyar dike:”Rojekê li dikana mela Hesen, xortan doza ristekê li min kirin. Di hindirê dikanê de min rista (Em guhderz in) got.... Xelkê wan navan bi carekê li hawîr dikana mela Hesen civiyan û derê dikanê hate girtin. Yekî Xerab Babanî, mirovekî girs, bilind ko rengê Kurdên çiya dida xuyakirin, ew çeper çirand û xwe gihande derê dikanê. Çawa ez dîtim, axînek kişand û got:“Tiya, heyfa kurê bavan ko wilo dihn dibin!.. Vî camêrî hîngî xwendiye, dihn bûye”. Lê min dengê xwe nekir û dev ji rista xwe berneda. Tenê heval pê keniyan. Zanîbûn ko ew nizanî ka ez çi dibêjim, nizanî ko doza serbilindiya wî û miletê wî dikim, . Nizanî ko dixwazim wî û bi milyonan weke wî ji bin darê zorê û setemê derxim, û ji pêlên xwîn, şer, berberî, dubendî, talan, şewatê bi şewitandina laşê xwe, bi dînîtiya xwe, bi van ristên xwe, wan bigênim delavê serbestî û peravên azadî û felatê” (10)

Ev boçûn helwesteke têorî ye, ji hêlekê de asta zanîn û hişyariya civakê û karmendiya helbestê nîşan dike, ev yeka jî nerîna Cegerwîn ber bi dîrokî de dikşîne, û ji aliyê din de hinek rûdaw û rewşên huneriya helbestê diyar dike. Lewre jî  mirov dikare du taybetiyên sereke û giring ên bingeha helbestê, li gor nerîna Cegerxwîn, di nav xêz û paş gotinên wê de bibîne, yek ji wan li gel zimanê axiftina helbestî girêdayî ye, û ya din li gel şêweyê derbirina helbestî bestandî ye. Lê berî pêşî divê ji bîra nebe, ku helbest li ba Cegerxwîn rist e. Ev yeka jî nerîna wî ber bi rêbaza hunerî de dikşîne.

Sê rewşên axiftina helbestî, li gor vê gotina Cegerxwîn hene ;yek ji wan ravabûn e (eşkere),ku divê helbest hêsan be, her kesek têbigihîne, û ya din yekserî ye, ku divê wêneyên wê hêsan bin, û ya sisiyê xiroşanî ye(hemasî), divê peyv û pevekên wê bi teqil bin, dev û gulman dagirin, da delameta xwe ya civakî, ku hişyarkirina civakê mebesta wê ye, zû pêk bîne, û bandûra wê li xweneran zû kef bide.Ango divê helbest li gora asta têgihêştina civakê bête ristin.

Her çiqas ev boçûn li ser huneriya helbestê giran e, û wê nizim dike jî, lê ji hêleke din de, nemaze ji warê kêşê û ravabûna helbestê de, ew ji pêdiviyên rêbaza kilasîk bi dûr de nakeve.

Rexneya wêjeyî sala 1980 careke din boçûna Dr. N. Zaza, ku me li jor nîşan kiribû, didomîne.

Me gotibû, ku Dr. N. Zaza doza wekheviya her du pevekên helbestî û hestewrî dike, lê vaye Kemal Burkay sala 1980 hevgirêdana naverok û durvê berhema wêje pêwîst dibîne. Tevî ku Kemal Burkay di nav Kurdan de wek siyasetmedar hatiye naskirin, lê ew helbestvan e jî, gelek helbestên wî wek dîwan hatine çapkirin.

Kemal Burkay di wê salê de pêşgotina dîwana Cegerxwîn ( Ronak ) dinivisîne. Ev pêşgotin du xalên berbiçav nîşn dike ; yek ji wan ew e ku, ninîsevanê pêşgotinê delameta pêşgotinan baş naskiriye. Tevî ku ew jî wek hemî nivîsevanên pêşgotinan, tenê li ba naveroka helbestên wê dîmanê rawestiye, lê hinek boçûnên wî rê li pêş nivîsevanên pêşgotinan vedikin, da delameta wêjeyî û rexneyî ya pêşgotinê bi cih bînin, û wê ji warê pesnên bê biha bi dûr de bixin.

Xala din ew e, ku Kemal Burkay doza yekîtiya durv û naveroka berhema wêjeyî dike gava dibêje : « Eşkere ye ku xweşikî û delaliya şier bi yekîtiya raman û his û şikil pêk tê »(11). Tevî ku ev boçûn li ba rexneya miletên din ne nû ye, ew ji bermayên rêbaza romantîkê ye, û heya îro jî tê dubarekirin, lê di tenga rexneya kurdî re, tevî ku dereng jî hatiye,  gelek balkêş e.

Belkî hinek bibêjin, ku hevtêkiliya durv û naveroka berhema wêje ji zû de li ba wêjevanên me diyar e, û helbestên helbestvanê mafwenda Qedrî Can wek nimûne nîşan bikin, emê jî xwe bidin kêlek nerîna wan, ji ber ku, ji hêlekê de, aferîn, bi gelemperî, her tim di pêş tevgera rexneyî de dest pê bûye, lê ji hêla din de divê ji bîra nebe, ku boçûnên ji wî cureyî her tim li ba aferînerên kurdan lêvane mane, û dereng derbas nivîsîna kurdî bûne.

Helwesta Herekol Azîzan, ku sala 1932yê di gotareke wî de diyar bûbû, û ya Dr.N.Z wek çawa me berê jî ew nîşankiribû, ku hinek giranî dabûne pêdiviyên rêbaza derûnî, ev helwest sala 1983yê li ba Ordîxanê Celîl deng vedide.

Ordîxanê Celîl, di pêşgotina ku ji dîwana Cegerxwîn ( Hêvî ) re nivisandiye de, bi awayê eşkere doza xebitandina rêbaza derûnî dike, gava dibêje : « Cigerxwîn emrê xweda neî xort e, lê xort e û xurt e bi şuxulê xweva, bi qewata helbestê xweva. Ew xort e, çimkî her dem xwe dide ber çetinaya û bi qewata xortaniyê ew çetinayê alt dike »(12).

Weha diyar e, tevî ku tevgera rexneya wêjeyî li ba me Kurdan lawaz e, lê ewê li gora vê rewşa tehl û dijwar, ku Kurdan dorpêç dike, ne xwendin, ne dibistan, ne saziyên wêjeyî, ne û ne….ewê gavên ber bi çav qevastine, lê me çi caran dîroka wêjeya xwe baş tev nedaye, da ser wan çirûskên, ku di bin tariya salan de hîna jî pêtekî mane, vedin û zêtê bi ser wan de kin, da ronîtir bibin.

Belê, tevî ku ew çirûskan, li gor rewşa tevgera me ya wêjeyî, gelek nirxdar in jî, lê ewana nikarîbûn têora rexneyê ya xweser peyda bikin, ji ber ku pirên cefayên rexneya kurdî li ba gava yekem ya karê rexnê mane, û her duwên mayîn bi paş pişta xwe de hêştine.

Wek tê zanîn, xebata rexneyî di sê gavan re derbas dibe. Tevî ku ew her sê gav di nav hev re derbas dibin jî, lê mirov dikare ya yekem bi gava şirovekirinê binavîne, ku rexnevan hîngê wateyên berhema wêjeyî (naverok), ku nivîsevan dixwaze biderbirîne, diyar dike, û gava duwem jî bi gava şînkirinê (tehlîl) binavîne, ku rexnevan hîngê awayê derbirîna wan wate û raman û hestan vedikole. Ango gengeşekirina durvê hunerî yê berhemê, ku naverok û hest û nestên nivîsevan hilgirtiye, qisawet û kar û barê vê gava duwemîn e.Gava sêyem jî ew e, ku rexne serkevtin yan jî neserkevtina nivîsevan di lihevkirina durv û naverokê de dipelîne û biryarê dide.Her gavek ji van her sêyan gelek şaxên wê hene, rexneya wêjî nikare çavên xwe li ser wan damirîne. 

*****          ****        *****

Jêder :

(1) Stanlî Haymin. Rexneya wêjî û rêbazên wê yên nû. Wergera erebî : Îhasan Ebbas û Mihemed Yûsif Necim. Beş 1, nimra çapê nediyar e. Bêrût 1958, rû 12.

(2)               Ehmed Xanî helbestvan û ramanbîr, fîlosof û mitesewuf. Çapxaneya Elhewadis, nimra çapê nediyar e, Bexda 1979, rû 236-238.

(3)               E. Xanî: Mem û Zîn, vekolîn û şirovekirina Mihemed Emînê Osman, çapa yekem, çapxana El-Cahiz, Bexda 1990,rû 70, ma 353-356. Umîd: Hêvî, Teşnîi: Kirêtkirin, Perde poş: Sir, raz veşêr, Xiroş: pirbêj, Raz: Sir.

(4)               Hemî nimûneyên me ji ber kovara hawarê wergirtine, ji berhevoka, ku rêzdar Ferat  Cewerî sala 1998 li Siwêdê çapkiriyê hatine wergirtin.

(5)               Dr.N. Zaza ( çîroknivîs): Memê Alan, pêşgotin, weşanên Riya Azadî, çapa duwemîn ( rastî çapa sêyemîn e) Köln 1990, rû 16.

(6)               Jêdera navborî, pêşgotin, rû 18.

(7)               Mistefa Siwêf. Bingehên derûnî yên aferîna hunerî nemaz di helbestê de.Bi zimanê erebî.Navê çapxanê û nimra çapê ne diyar in, Elqahîre 1981, rû 88.

(8)               Pêşgotina, ku Prof. Dr. Qenatê Kurdo ji bo dîwana Cegerxwîn ( Zend-Avesta ) nivisandiye, em bi vê xebata Eskerov Şamil haydar kirine.

(9)                Cegerxwîn: Folkilora kurdî. Nimra çapê ne diyar e, stockholm 1988, rû 111.

(10)           Cegerxwîn,Jînenîgariya min. Weşanên Apec , çapa yekemîn, Stockholm 1995, rû 191.

(11) Kemal Burkay. Pêşgotina dîwanaCegerxwîn: Ronak, weşanên Roja nu, nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1980, rû 9.

(12) Ordîxanê Celîl. Pêşgotina dîwana Cegerxwîn: Hêvî, weşanên  Roja nu, nimra çapê ne diyar e, Stockholm 1983, rû 8.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]