|
18/12/2007 Cejna Êzî pîroz be Gabar Çiyan Misilmantiya dayika min bi kurdî ye. Niyeta rojî û nimêjê, dema duayan ku destê xwe ber bi ezmên vedike û berjorî Xweda dibe, bi tevayî, bêhna ziman û adetên kurdî jê difure. Kurdî, dema ragihandinê, hevdufêmkirinê û rolîstina pira evînê a di navbêra wê û Xweda de, rolek e mezin dilîze. Di rehetiya ruhî a serûçavê wê diyar dibe ku, dayikan min bersivên xwe bi kurdî werdigire. Xweda jî bi kurdî xwe dighêjîne wê. Ev eksiya wê ji bo kurdî û dijîtiya wê li hemberî tirkî, min nêzî misilmantiya wê dike. Lewma, di dema rojiyê de, ez jî mîna wê rojî digirim. Ne ji bo buhişta Xweda. Bêhtir ji bo nêzîkbûna li wê, wergirtina duayên wê û fêmkirina zikê birçî yên li cîhanê. Û ji hemuyan giringtir, roja cejnên olî dibe munasebetek ku gelên cînar û olên cewaz nêzî hev bibin, germahî û biratiya di naw wan de xurt bibe. ¤¤¤ Min cara pêşî, sûryaniyên asurî li Gundikşikro, li Meryaqûba nava Nisêbînê nas kir. Min li dêra gund, li keşeyê rûhanî guhdarî kir. Min Încîla pîroz dît, bi rêz û hurmet maç kir. Paşê ez, li Ewropayê beşdarî civînên wan bûm. Bi wan re, di avakirina hinek dezgehên mîna "Enstîtuya Mezopotamyayê" de rola min çêbû. Min hejmarek pirtûk li ser wan nivîsî. Meha rojiyê a sûryaniyan jî herdem bala min kişandiye. Di dema rojiyê de, produktên heywanî, weke rûn ûhwd nayê xwarin. Divê ev aliyê mirovan yê însanî li hemberî heywanan zêdetir bibe. Di mehên wisa de heywan hilmekî werdigrin, zêde dibin, girstir dibin. Piştî rojiyê, cejna wan tê. "Roja çêbûnê" jê re dibêjin. Em li malê, wê cejnê jî pîroz dikin. Ew tên cem me û em diçin cem wan... Şîret û peyvên Mesîhê Meyremayê ku keşe ji Încîlê nekil kiribû, qet jibîra min naçe. Peyvên Mesîh, bi sebir, hezkirin, fedekarî û tecrubeyan barkirî ne. Ji şagirtên xwe re wisa gotibû birêz Îsa: "Heft xwezî bi dilê wan, ku di dilê xwe de hejar in! Serweriya ezmanî a wan e. Heft xwezî bi dilê wan, ku reşê/şînê girêdidin! Ew dê bêne dilxweşkirin. Heft xwezî bi dilê wan, ku exlaqê xwe xweş û nerm in! Ew dê bibin mîrasxwerê ser rûwê erdê. Heft xwezî bi dilê wan, ku tî û birçiyê rastiyê ne! Ew dê bêne têrkirin. Heft xwezî bi dilê wan, ku dil bi rehm in! Ew dê rehmê bibînin. Heft xwezî bi dilê wan, ku xwediyê dilê pak in! Ew dê Xweda bibînin. Heft xwezî bi dilê wa, ku aşîtiyê pêk bînin! Ew dê mîna zarokên Xweda bêne rêzgirtin. Heft xwezî bi dilê wan, ku di rêya rastiyê de zilm û zordarî li wan tê kirin! Serweriya ezmanî a wan e..." Mesîh, ne tenê pêxember bû, lê wî canê xwe ji bo hizirkirina xwe feda kir. Ji bo nêzîkbûna bi evîndarî û hezkirinê, bû nimûneyekî erênî.... ¤¤¤ Êzdî, koka me ne. Nîşan û ispata hebûna me, parêzgerên ol û toreyên me ne. Di adet û toreyên wan de şopa pîrê me Zerdeşt, rabûn, rûniştin, evîndarî û hezkirina me a kevnare heye. Ew in sembola berxwedana me. Li hemberî zilma şûr û mertalan, serî dan, lê wan çi cara serî netewand. Ne tenê ola me, lê cihên herî pîroz parastin, buhiştek zindî anku Lalêşa Pîroz ji neslên nû re hiştin... Dema ez duayên Êzdiya dixwînim, li stiranên wan guhdarî dikim, hîsek guhertî li cem min pêk tê. Ew, bi kurdiya xwe a paqij, kur û bi wate mirov bi xwe re dibin nav çiya û zozanên Kurdistanê. Girêdana min bi îslamiyetê, ji hezkirinê tê, hezkirina dê. Evîndariya min ji bo ola Mesîh, ji aliyê wî yê mirovahî tê. Lê Êzdîtî û eşqa li hemberî ol û toreya kevnare, ji girêdanek e dîrokî tê. Ji mêjî, dil û rûhê mirovî tê... Ez hez hersiyan, îslamiyeta bi kurdî, Mesîhbûna welatî û Êzditiyê dikim. Ez gelek tiştên baş ji wan fêr bûm/ dibim. Ez dê gelek carên din ji kaniya wan avê vexwim... Êzdî piştî ku Sêşem, Çarşem û Pênşemê rojî girtin, wê îro, anku Înê dê "Cejna Êzî" pîroz bikin. Cejna Ezî li me tevan pîroz be. Hûn rengê Kurdistanê ne. Gul û çîçekên rengîn in. Jiyana bi we re pir bi wate ye, xweş e. Em, bi hebûna we serbilind in... Di tevayê cejnên olî de, ez vê dua Êzdiyan dixwînim. Ez dixwazim di roja cejna Êzî de, vê duayê -ku ez bawer im ji aliyê Mîr Celadet ve hatibû parastin, bi we re pay bikim: Dua Rojhilatê Bi navê Yezdanê dilovan u mihreban... Ya Rebî! Tu heyî , ez nînim, Tu rehmî, ez gunehim, Tu xudan heqî, ez bendim, Te ne çone, tuyî çendî, te ne bejne, Tu yî bilindî, te ne awaze, Tu yî bi dengî, Cihê te hemî erde, Tu xaliqê cimletî alem te daye hezretî Adem te kir dema me, ev dem, Ya rebî! Tu welîyê ferza nimêjî, Tu ruhan ji ruha dibirêjî, Tu ji seran, ruhan davêjî, Tu ne mîna me kêm dibînî, Tu li seran ruhan digehînî. Ya Rebî! Tu Xudayî, Tu pedşayî, Tu elîmê elmayî, Tu Xundkarê ser çend pedşayî, Te ne xafe, te ne xurde, te ne awaze, te ne denge, xudan malî , xudan perde cihê te hemî erde, Tu Xudayî! derdemendim, bexşendeyî, bê gunahî, layiqî medh û şenayî kes nizane Tu çawanî, Tu hem derdî, hem dermanî, hekîmê şah û gedayî, Ya Rebî! Tu pedşayê erş û kursî, xaliqê ga û masî, Ya Rebî! bi xatirê navê xwe ke, halê Kurdistanê û Êzidîyên rojhilat û rojavayê bipirse !.... Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |