|
18/11/2005 Kurd û dadgeha ewlekariyê Reşoyê Pîrê Rojnama Newroz /64/ Di 23 ê Tebaxa 1962 an de, destlata Sûriyê, bi seroktiya Nazim Qudsî, zagona serjimara awerte – hejmar 93 - ya herî şoven û ne mirovane ji, bo Kurdên -parêzgeha Hesekê- derxist. Ev zagon’ di 05 ê Çirya Pêşîn 1962 an de, bi karhat. Ji encama wê, bêtirî Sed hezar Kurd’ li wê parêzgehê bê nasname kirin.Û ta nuha jî’ ew zagon berdewme. Hêjayî gotinê ye ku, Ev zaogna awerte, ne ya bi tek û tenê ye, belê pir zagonên awerte yên din jî li Sûriyê ta nuha berdewam in. Tevgera Kurd li Sûriyê, bi her awî xebitî û dixebite – di riya gadgeh, perleman, wifdên gelêrî li ba barêzgehê Hesekê, berpirsiyarê şaxa partiya Be,s li Hesekê, şalyarê hudirî, qesra komarê û ....- daku, encama vê zagona şoven rak e û mafên wan hemwelatiyan bi cî bibin. Lê, mixabin destlata Sûriyê tu carî derd, kul û êşa wan nabîse û li serê xwe siwar bû ye , tu dibêjî qey ev zagon li ser hêvê bi kar hatiye?!.. Ji destpêka damezrandina P . D. K li Sûriyê, sala 1957 an ve, tu carî zîndanên welêt bê xebatkarên Kurd ne bûne. Bi Sedan zîndan dîtine. Lê, pir kêm ji wan pêşkêşî dadgehan kirine. Û yên pêşkêşî dadgehan jî, bi van gunehan tewanbar dibûn.
Gelo: Armanca şoreşa Pêximberan, Îngilîz 1628, Emerîka 1773, Firansa 1789, gelên Efrîqiya, Asiya, Emerîka Latîn û ya P. Be,s çiye?!.Ne ji bo rizgarkirina mirov ji zordarî û koletiyê ye?!. Daku, ew mirov azad , serbest û bi rûmeta xwe ya mirovane bijî ?!. Lê, armancên şoreşa P. Be,s ji yên tevan cuda ne?!. Xala 306 an weha dibêje: Avakirina her komeleke ji bo guhartina laşê dewletê ya aborî an civakî an jî rewşên bingehîn yên civakê bi şêweyên di xala 304 an de . Ev komele tê pişaftin û endamên wê bi cezayê karên dijwar tê tewanbar kirin. Xala 304 an weha dibîje: Karên teror, hemî karên tirsê dixe nav milet, wek çekên Teqîn, şer, kîmawî, jehir, cersomî....?!. Vêca gelo: Belavkirina daxuyaneke ji raya giştî re, bi şêwekî şaristanî û aştiyane, an sekandineke aştiyane , li Şamê , ji bo vegerandina nasnamê, bi rastî karine teror in?!. Kîngê daxwaza vegerandina nasnama Sûriyê bûye, berçiqandina yekîtiya niştimanperwerî ?!. Û serjimara awerte li parêzgeha Hesekê nûçeyeke derwîne?!. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |