NEWROZ

äæÑæÒ


17/4/2007

Nimûneyek ji dûmahîka birakûjiyê:

Hevalbendiya bi neyaran re jiyana Mihemedo reş kir

Gabar Çiyan

Di dîroka kurdan de birakûjî di du xwe de brînên pir bi êş û kûr hiştine. Îro, gelê kurd û hêzên polîtîk yên kurda pirsên xwe bi guftugoyan çareser dikin. Li hevûdu nêzîk dibin. Yekîtiya xwe li hemberî hêzên neyaran xurtir dikin. Ev cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye.

Lê mixabin e ku birakûjiyek din heye ku îro jî didome. Beşek ji kurdan, ji ber sedemên cewaz bi dewletê re kar dikin. Bi hêzên dewletên dagîrkêr re û bi neyarên gelê kurd re li hemberî şervanên kurdan çekên dewletê bikar dihênin. Berê çekên xwe didin birayên xwe, didin ciwanên kurda û wan dikûjin. Destê wan dibe xwîn, û ew dibin qatilê birayên xwe.

Ew, dawiya Rehberê li hember şervanên Dersimê jibîr dikin. Dewletê wî bikar anî û paşê ji holê rakir. Ew, hejmarek eşîrên kurdan ku bibûn hevalê Sûltan Evdilhemîd û Kemal jibîr dikin. Tê zanîn ku gelek ji birêvebir û endamên wan eşîran hatin sirgonkirin anjî kûştin. Îro jî ev lîstika tirkan, ku bira bi bira bide kûştin didome. Beşek ji kurdan dikin hevalbendê xwe û karên reş bi wan didin kirin. Ne tenê li hember şervanên kurda, lê li hember kesên pêşverû û welatperwer jî bikar dihênin.

Nimûna Mihemedoyê ji Hekariyê, ji awira birakûjiyê û helwesta dewleta Tirkiyê balkêş e. Mihemedo, anku Mehmet Akan (50) parêzgêrê gundan (köy korucusu) bû. Di sala 2001 de bi hêzên dewleta Tirkiyê li ser sînorê başûrê welêt tevlî operasyonan bibû. Lê ew li mayînekê qelibî û herdû çavên wî kor bû. Piştî bûyerê dewletê pişta xwe da Mihemedo. Ev 7 sal in ku nikare tazmînat, anku mafê xwe yê aborî ji dewletê bistîne. Dadgeh û lêpirsîn nikare pirsa wî çareser bike. Malbata Mihemedo di rewşek pir xirab de ne. 9 zarokên wî hene...

Mihemedo li dijî kurda kete operasyonan. Ew kor bû û îro bi alîkariya zarokan dimeşe. Dewletê pişta xwe dayê de. Lê bi qasî ku mirov ji "nûçeyên Yüksekova"yê dixwîne, wî hîna jî aqil negirtiye û ji helwêsta xwe çi tişt ne guhertiye. Lehengê dewletê yê doh, îro devê xwe vekiriye û li benda wê ye ku dewlet gepek din nan bavêje devê wî, hinek pere têxe bêrîka wî.

Nimûnên mîna Mihemedo, kurdayetiyê û hezkirina kurdan li cem mirov xurtir dike. Mirov li ser lîstikên neyaran şiyar dike. Em hêvîdarin nimûne mîna wî vê rastiyê bibînin û xwe serast bikin (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]