NEWROZ

äæÑæÒ


16/9/2006

Hevpeyvîn bi mamoste Nesredîn   İbrahîm re 

Sekreterê partiya dîmoqrat a Kurd li Sûrya (Alpartî)

Rojnama Newroz – Hejimar /68-69/ - Hizêran – Tebax 2006Z

Mamoste, weşana NEWROZ dilxweş û şa ye ku, di vê hevdîtinê de li we guhdariyê bike, raman, hizir û bîrbaweriyên we, derheqa derd û êşên gelê me yê Kurd biguhêze xwendevanên xwe. Gelekî bi xêr û xweşî hatî.

B -Di destpêkê de ez sipasiya NEWROZÊ dikim. Bi rastî ew stêrkek geşe, di warê wêjeya kurdî de,hemî cûre tê de peyda dibin, ez yek ji xwendevanê wê me.

1- Piştî van guhertinên mezin di hemî warên jiyanê de li cîhanê, hûn paşeroja gelê Kurd bi tevayî û gelê me yê Kurd li sûriyê bi taybetî çawa dixwînin?

B - Bê goman ev guhertin bingehîn in, ji ber li ser tuştine taybetmendî ne. Belavkirina demokrasiyê yek ji navnîşanên wê ye.  Herifandina Yekîtiya Sovyêt, rijêma Talban û ya Şawşîsko, ji hêlekê ve, ji hêla din ve jî roxandina rijîma sedam ê dîktator,bicîkirina fedraliyetê li Kurdistana Başûr, ev guhertinê han senter bûn di herema me de, bêgoman wê rola xwe biguhêze dewletên derdorî xwe . Ji ber bayê demokrasiyê rabûye, û miletê Kurd wê ne derveyî van guhertinan be li hemî parçên kurdistanê.

2- Hûn rewşa Tevgera Kurdî li Sûriyê çawa dinirxînin? Çi kar  û xebat ji bal partiya we ve ji bo yekirina gotina wê dibe?

B- Di van rewşên awarte de, ku bihtir ji 40 salî li welatê me, tê meşandin

Tevgera Kurdî ta nuha kariye hebûna xwe biparêze. Li gor Kanîna xwe, pirsgirêka kurdî pêşde dide. Ji aliyê din ve jî, xal in hene ji wan dikaze, weke parçebûna ne suruştî ya balkêşe. Nuha em hewil didin ku tevger were ser hev. ji vê me xwest ku DÎTİNA HEVBEŞ bibe programek siyasî, û gerek em haziriyê ji kongirek netewî Kurdî re li Sûriyê bikin. Y bihtir giring avakirina LÊVEGEREK Krdî ku karibe nûnertiya miletê me yê Krd li Sriyê bike.

3- ENÎ û HEVBENDÎ ya kurdî di ragihandina Şmê de cih girtine,hin gazin têne kirin,ku di belgenameya wê ya bingehîn de , mafên gelê me yê Krd bi xurtî cih negirtine. Di vî warî de hûn çi dibêjin ?

B- ev cara yekem bû ku,me karîbû hebûna doza kurdî li bal opozisyona demokrat li sûriyê bidin çûnrayêkirin, agihandina Şamê bi xwe jî tîpne qalind in , daxwazê endamê xwe teva têr nake,lê belê xal in hevbeş di navbera wan de peyda bûne û bûye bingeha pêşveçûna demokrasiyê. Ya balkêş ew e ku, ev ragihandin qizinceke mezin û gaveke hêja ye .

4- Îro HEVBENDÎ û ENÎ ya Kurd karên hevbeş bi hevre dikin, ev yeka han cihê dilxweşî û pîroziya gelê me yê Kurd e. Gelo hûn di HEVBENDÎ û ENÎ yê de hewil didin ku encumenek kurdî li Sûriyê bê avakirin, hemî hêz û rêxistinên kurdî û kesayetiyên xweser cihên xwe têde bigrin?

B- Têkiliyên di navbera ENÎ û HEVBENDΠ yê de, divê pêşkevin. Yê me wek partî tu problem li ba me nînin. Em dixwazin ku ev dîtina hevbeş bibe ya Tevgera Kurd bi tevayî. Nêzîk, rûniştinek heye ji bo pêkanîna encumenek Kurdî li Sûriyê. Gerek rêxistinên Ttevgera Kurd hemî têde cih bigrin, hêviya me ew e.

5- Wek hatiye naskirin dan û standin di navbera we û P-Y-D-K-S de hene ,û win bi karine hevbeş radibin , ta bi çi radeyê ye pêşketina vê yekê?

B-  Ev biryar di navbera herdû partiyan de istiratîcî û gelekî li pêş e, em bi hêvî ne bigihe qûnaxa yekîtiyê. Hêviyên min li ser vê gelekî hene ku pêşkeve. Ji ber nêrînên me nêzîkî hev in, em xwe dibînin wek partiyek, em bi hêvî ne ku fireh bibe bi rengekî nû û  li ser bingehek demokrat. Bêyî vê , wê zehmet be tuştek pêşkeve.

6- Piştî rûniştina ENÎ û HEVBEDÎ yê bi cîgira serok komarê sûriyê re, ji bo vegerandina nasnamê li Kurdên ku, di 1962 an de hatibûn kişandin, ta bi çi radeyê hêvî li ser têne girêdan?

B- Bê goman piştî hatina serok Beşar Elesed, hêvî li ser pêşvebirin û nûbûnê hatin girêdan. Lê mixabin ta nuha ew sîstema kevin hê dişopîne, em tu hêviyan li ser girênadin. Lê ev dîtin, em wê pozitîv(erênî) dinirxînin. Ew jî hatiye ji hilguvaştina ku, li ser rijêmê tê  meşandin, gerek dîtin bi tevgera kurdî re be. Ya dîtir, gerek em hay ji hevdû hebin, em bi hevre herin yan bi hevre neçin.

Ewan da xuyakirin ku,  ev nasname wê rewşa wê  bê çareserkirin. Berê jî soz hatibûn dan,em hêvîdarin vê carê rast be.

7- Di warê geşkirina wêje, çand,folklor,û zimanê kurdî de , partiya we çi karî îro dike

B- Li ba me kovarek bi navê (JÎN) heye , bi kurdî û erebî ye, jimara wê gihaye 101 ê, ROJ û AZADÎ jî du kovar in heremî ne, yek li Cezîrê, ya din li HELEBÊ derdikeve. Komîtên fêrbûna zimên hene, em dibînin gerek ji wilo kar bihtir b. Lê rewşa zimên li ba hevalên YEKÎTÎ baş li pêş e û guhdan lê baş dibe.

8-  Eve 67 hejmar ji weşana NEWROZ a du mehane bi temenê /10/ salan belav bûne . Hûn derçûna vê belavokê çawa dibînin, çi rexne û kêmasiyan lê digrin mamoste ?

B-wek di pêşde min got bi rastî NEWROZ stêrek geş e bi gelek tuştan ve mijûl dibe, berdewamiyê ez jêre dixwazim , bi hêvî me roj bi roj pêşkeve .

9- Bê gomane ku zimanê me nasnama me ya netewî ye, ji bo fêrbûn û fêrkirina zimanê dayika me, hûn ji keç û lawên gelê xwe re çi dibêjin ?

B- ez bi hêvî me keç , law û hemû kesên Kurd taybetmendiyekê bidin zimên. Ji ber ew nasnama me ye . Tevgera Kurdî di vî warî de  tuştin baş kirine .

10- Gotina te ya dawî ji xwendevanên NEWROZ re çiye mamoste ?

B- silavên min li ser rûpelê NEWROZ ê  ji hemî karmend û xwendevanên  wê re rêdikim, NEWROZÊ bixwênin û bidin xwendin.

  Ji kûrbûna dilê xwe , mamoste em we sipas dikin

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]