NEWROZ

äæÑæÒ


16/9/2005

Nêrînek azad: XÊZÊN SOR

Pîr RUSTEM

Miletê Kurd û bi xêra hinek rewşenbîrên xwe û nemaze ewên ku, piştî têkçûna şoreşên bakurî Kurdistanê daketibûn binxetê; “başûrî Kurdistanê” û karîbûn xwe bidana hev û hinek komeleyên xwe yên civakî û rewşenbîrî bidana damezrandin, çi li bajarên Kurdan bin; wek ên Cezîrê yan jî li Efrîn û Kobaniyê û çi jî li bajarên mîna Şam û Helebê.

Ev komele dê bibine bingeheke xurt ji damezrandin û avakirina partiyeke konevanî; Partiya Demokrata Kurdistan li Sûryê “Partî”, ew li sala 1957 an tête damezrandin û ew silogana “rizgarkirin û yek-kirina Kurdistanê” hilde û heya bi demekê, li ser vê bernameyê, karên xwe bikin, ta ku ew dikeve ber ezmûna xwe ya herî pêşîn di sala 1960 î de û heyştê heval tête girtin.

Ev ezmûna pêşîn dê bihêle ku, ew cudatiyên hîne di rojên pêşîn de, di navbera du rewtekan de hebûn, evê carê bi xurtî derkevin pêş hevalan û bihêlin perçebûneke kûr têkeve navbera ewana. Rewtekek di bin serokatiya Osman SEBRÎ de û dixwezin li ser nav û bernameya “Partî” bimînin û rewteka din jî di bin serokatiya Dr. Nûrdîn ZAZA û li gor heyama û hokerên zîndanê, dixwazin hinek guhertin têxin nav û bernameya “Partî”.

Lê, ji bilî evan herdu rewtekan û hîne di demên pêşîn de, hinek heval li dijî bernameya “Partî” rawestiyabûn û wan gotibû: Ev nav û silogan û bernameya ku, em hildidin ji hêz û şênên me mezintir e. Û wilo ev hokera nuh dê ji wan re bibe derfet ku, ew evê carê bi xurtî dengê xwe bilind bikin û daxwaza vegera ji ewa “bernameya bilind” bikin û hinekî “riyalîst” biramin.

Em dikarin bibêjin ku, ev kêlîk, bû mofirka di navbera du qonaxan de; Qonaxa ji berî xêzên sor û bizav û ezmûna bi hêza ewlekarî ya dewleta yekbûyî di navbera Sûryê û Misirê de û qonaxa piştî girtina ewan hevalên “Partî” ku, ew ezmûnek bû ji wan re û hêşt bêtirî rewtekekê di nav “Partî” de derkeve.

Lê, ev xêzên sor dê di aste û ezmanekî de rawestin; ango ew asûman dê her û her nizimtir bibe, her ku, dewleta Sûryê xûrt bibe û hêzeke weke ya Beis destlatiyê bi dest xwe ve bîne û Sûryê tenê Ereb, weke dewlet û milet bibîne û li aliyê din jî “Partî” her û her ji hev bête cudakirin û lawizkirin.

Mixabin û weke ku, em di roja îro de, li nav û bernameyên partiyên xwe dinirin, em li ewê rastiyê rast tên ku, asûmanê wan her çûye nizimtir bûye. Lê, hîne ji berî ewê yekê jî pirseke dîtir xwe dide pêş; gelo çima ew cudatî kûr bû û gihêşt ku, “Partî” perçe bibe û ne tenê carekê, lê bighe ku di roja îro de, yek nikaribe navên partiyên xwe lezber bike, hin ji ber pirbûna wan û hin jî ji ber ku, navê her du-sê partiyên ji hev cuda bûne wek heve, Lê, pirsa biyantir ewe; Gelo çima xwediyên cudatiyê windabûn û me ew di nav ewan partiyan de nedîtin, an jî weke di rojên îro de, ew nebûn serokên ewan partiyên ji hev cuda bûbûn, tenê hejmareke biçûk û ew jî yên li derve ku, dûrî cudatiya ewan hevalên girtî bûn . Wilo yek dikare bipirse: Ka ew cudatiya ku, di navbera hevalên girtî de, gihêşte evan hevalên li derve, yan jî hinekan xwest evên li derve rê li pêş pirojeyên ewên girtî bigre û evana weke şûngir ji wan re pêşkêş bike. Lê pirsa mezintir, li gor têgihêştinên me, ev e; Gelo çima piştî ew partî perçe dikin, em tu partiyan di bin navê Kurdistan de nabînin û ne jî tu partiyên nuh, ewê bernameya “Partî” ku, ji bo wê li hevnekiribûn, hilnagire û di bin konê wê de naxebite.

Û wilo zincîra perçebûnê dê bajo heya rojên me yên îro ku, weke me got: Nema yek navên partiyan ji hev derdixe û ne jî tu cudatiyê di nav bernameyên wan de dibîne; Eger ku em li ewan siloganên wan ên bi mij û dûman, weke bername, binirin û bibînin û karibin di roja îro de ji xwe re belge bijmêrin û li ser ewê yekê karibin li mafên gelê xwe xwedî derkevin.

Mixabin evan “bernameyên partiyan” û weke ku, me berê jî di gotareke xwe de gotibû; Hêşt ku, ne tenê miletê me, lê heya serok û rêberên wî jî nizanibe ew çi dixweze û ne tenê wilo; lê bighe pileya ku, ew destê xwe têxe yê dewletê, ji bo ku serhildana miletê xwe bide rawestandin. Û piştî ku, ew yek bi cih bête; Rabe ew dewlet hêzên xwe yên ewlekariyê bi ser te de bişîne û li ber destê sibeyê û li ber bêcemeyên xewê te ji nav zarok û mala te, bi pihîn û kulemistan, derîne û bêyî tu zanibî ji ku ve û ji aliyê kê ve; Ji ber ku, ewana çavên te girêdane, dê wêneyeke zor wêran be ji tevgera neteweyekê re.

Lê, hîne ya kambaxtir ku, piştî bîst rojan ji girtin û êşkenciyê û dema te berdin, ne tu û ne jî partiya te wêribe dazanekê bide belavkirin û têde ewê karê teror pirotesto bike yan jî daxwaza mafên te bike û hîne dewlet di evê yekê de ranewste; ew ji te dixwaze ku, ne tenê tu dengê xwe dernexî û nebêjî: ez dame ber lêdan û êşkenciyê, lê zimandirêjî bighe ewê asteya ku, ji te dixwaze tu ji wan re sîxor kar bikî û tu endamekî navenda partiyeke Kurdî ku, ji bo daxwaza mafê miletekî ve hatiye damezrandin.

Belê û weke di ewan nimûneyan de, ji me re, tête sayî kirin ku, asta xwestekên me pir û pir nizim bûye û xêzên sor, her û her, sitûrtir dibûn û gihêşt ku, Tevgera Kurd xwe rût bimîne; Çi ji aliyê dost û hevalan ve be û çi jî ji aliyê xwestek û bernameyên xwe ve be. Lê di rojên îro de û weke ku, em dibînin heyam û hokerên cîhanê tev têne guhertin û di nav de yên rojhilat û bi taybetî yên Kurdan. Lewre û eger ku, em bixwezin xwe weke jimareke xurt di Sûryê de bidin naskirin, hinek guherîn û xwestek ji me têtin xwestin.

Li gor dîtina me û ji berî her tiştî din, divê ev partiyên hene û di evan demên nêzîk de kongirên xwe çêbikin; Hin partî bi evê gavê rabûn. Lê xwestek ne ewe ku, tenê heval bêne cem hev û kongirekî lidarbixin; dema em daxwaza kongirên partiyan dikin. Em dixwezin ew evan kongiran ji xwe re bikin rawestgehine nuh, da ku, karibin careke din partiyên xwe bînin ser ewê riya pêşîn ku, ji bo çi, “Partî” hatibû damezrandin û wilo karibin bernameyên xwe li gor dem û rewşa cîhanê ya nuh bidin nivîsandin û birêvebirin.

Ev gav dê bihêle ku, him miletê me, careke dîtir, li derdora partiyên xwe bicive û him jî partiyên me hevdu bipejirînin û li “seriyên” hevdu kombibin; ji ber ku heyama îro ji me tevan dixweze ku, em hevdu bipejirînin û ewê ku, bixweze cudatiyên xwe bi “ewê din” re ne di riya gotin û guftûgoyê re çareser bike; Dê têkeve nav rêza teroristan. Bi gotineke din; em dikarin bibêjin ku, ewê hîngê û bi rengekî dînemîkî emê bibînin ku, careke din, “Partî” têtin damezrandin û du-sê rewtek di hundirê tevgera Kurd de derdikevin û ne du-sêzde partiyên îro ku, em dibînin û hejmara wan hîne jî zêde dibe. Tevî ku li evan dawiyan du partiyên Kurd bûne yek jî û hinekî hêviya xelkê hate vejandin, lê ev gav divê bête berdewamkirin, da ku, weke me gotî: em du-sê rewteka; Partiyan di nav xwe da bibînin û ne sêzdeyan.

Cindirês-31/5/2005

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]