|
15/12/2007 AKP yî yên ji Kurdistanê ji cemeta Gülen in Zihni Erdem Zarathustra News Navenda rêvebiriya lijneya CHP ê raporek amade kir û ew pêşkêşî meclîsa CHP ê kir. Li gorî zaniyariyên di raporê de, Fethullah Gülen, çalakiyên xwe yên li Awustralyayê bi piştgiriya fermî a hikûmetê û bi a cemetê pêş dixîne. Rapora ku berî nuha bi çend rojan hatibû pêşkêşkirin, naveroka xwe wisa ye: Hêzbûna wan di dezgehên ewlekariyê û burokrasiyê de Piştî 28 ê sibatê ku, Fethullah Gülen reviya û li Emerîkayê bi cî bû, çalakiyên wan li Tirkiyê berdewam kir. Alîgirên wî, di dezgeha ewlekariyê, cihên guhertî yê burokratîk, organîzasyonên taybet yê perwerdê, banke û karxaneyan de bi hêz bûn û xurtir bûn. Bi salan e ku Partiya AK ê, rêvebiriya Tirkiyê bi hevkariya Nakşî- Silêmanî û Milli Görüş (dîtina milî) ê dike. Tê zanîn ku, bi taybetî, parlamenterên ji aliyê başurêrojhilat (bakurê Kurdistanê) giraniya xwe Fethullahî ne. Derket holê ku, di dema Wezareta Karê Derve a Abdullah Gül, di sala 2003 an de, wî, bi nivîsekî ji dîplomatan xwest ku, tev, piştgiriya cemeta Gülenî bikin. Xurtbûna çalakiyên wan li derveyî welêt Piştî ku partiya AK ê careke din hat ser hikûm / iqtîdarê, û Abdullah Gül bû serekomar, cemeta Gülen xebatên xwe yên navnetewî piralî xurt kirin. Gülen li Awustralyayê Weqif û dibistana vedike û Hikûmeta Awustralyayê li hemberî xebatên wan bê deng dimîne, çavê xwe digire. Hikumet ji bo pêşketina hinek dibistanan, bi qasî 2 milyon dolaran alîkarî da wan. Rojnameya Zaman çapa xwe a li Awusturyayê ku hefteyî ye, li Awustralyayê, di nava tirka de bê pere /bêheq /belaş tên belavkirin. Nîv milyon dolar Li Awustralyayê, dezgeha Gülen a herî giring Navenda Diyaloga nav Çanda ye. Li wir, di 23 ê mijdarê de kursiya Fethullah Gülenî bi şêweyeke fermî hate avakirin. Derket holê ku, Zankoya Katolîk a Awustralyayê ji bo aboriya kursiyê, nîv milyon dolar daye wa. Hêsanbûna wergirtina wîzeya Xebatên bingehîn yê Cimeta Fethulahiya li Awustralyayê ji aliyê Weqfa Selimeye li Melbournê û Weqfa Fezayê li Sydneyê tê rêvebirin. Bi referansên van dezgehan, gelek endamên cemetê li Tirkiyê mafê rûniştinê werdigrin. Zihni Erdem kî ye Nijadtirk e, rojnamevan e û di rojnameya Radikal de dixebite (Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se). |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |