NEWROZ

äæÑæÒ


14/7/2007

Namzetê Mêrdînê Dr. Kamîran Yildirim: Divê Tirkiyê bibe mîna Mêrdînê

Gabar Çiyan

Hilbijartinênli Tirkiyê nêzîk dibe. Namzeten kurd jî bi girseyî bi şêweyekî serbixwe beşdarî hilbijartinê dibin. Li Mêrdîn ê atmosferek guhertî heye. DTP ê di destpêkê de navê Dr. Kamîran Yildirim di lîsteya xwe de bi cî kiribû. Paşê ji Yildirim hate xwestin ku xwe bikşîne. Lê Yildirim biryara berdewambûnê da. Ew wek namzetek serbixwe tevlî hilbijartinan dibe.

Lêkolînên di nav xelkê tên kirin nîşan dide ku şensê DTP ê mezin e ku li Mêrdînê sê parlementeran bi dest bixîne û dema xebatek xurtir bê kirin, dikare kesê çaran jî bê hilbijartin. Lê DTP a Mêrdînê berendamên xwe bi du (2) kesan sînor kir. Her wisan keseka ku bi kurdî baş nizane û ji derveyî Mêrdînê ye kire berendam. Ev yek bû sedema xemgîniyê. Ji aliyê din tê qalkirin ku gelek kes li aliyê Midyadê, Dêrika Çiyayê Mazî, Kabala û Mêrdînê dê dengê xwe bidin partiya AKP ê û muxalefeta wê. Tê gotin ku Dr. Yildirim ew kes e ku dê rê li ber belavbûna dengên DTP ê bigire û her wisan dengên li cihên Midyadê, Dêrika Çiyayê Mazî, Kabala û Mêrdînê li dora xwe bicîvîne. Anketên hilbijartinan ku tên kirin bi erênî qala kampanya Dr. Yildirim dikin. Dr.Kamîran Yildirim ji bo destpêkirina kampanya hilbijartinê li Nisêbînê, çû bajêr. Trafîka Nisêbînê bi saetan rawestiya û xelk bi hezaran beşdarî kampanyayê bûn.

Dr. Yildirim li Mêrdînê ji bo organîzekirina xebatkarên bijijkî xebatên hêja kir. Ji bo ku rola ciwanan di xebatên polîtîk de girantir bibe kirinên xwe yê erênî hene. Bi rola xwe ya bêteref û mirovhez gelek dengên aşîretên cewaz dê wergire û bi vê yekê wan eşîretan bi şêweyek erênî nêzî hevûdu dike...

Dr. Kamîran Yildirim bi dîtînên xwe yên balkêş û rengîn tê nasîn. Em pê re axifînin û li ser pirsa DTP ê, planên wî yê pêşerojê ji bo Mêrdînê, nêzîkbûna wî li pirsên ziman, çand û edebiyatê bersiva pirsên me da. Fermo hevpeyvîna bi Dr. yildirim re...

- Ji kerema xwe re xwe bide nasîn, Dr. Kamîran Yildirim kî ye?

Ez di sala 1965 da li Gundê Çalê ku bi Nisêbînê ve girêdayî ye hatime dinyê. Min, piştî dibistana bingehîn û navîn li Nisêbînê, li Zankoya Çukurovayê dest bi xwendina mûhendistiya jeolojiyê kir. Zordestiya li ser min bû sedem ku piştî sê salan ez dibistanê bidim guhertin. Min ji nû ve li Zankoya Dîcleyê dest bi xwendina bijîjkiyê kir. 1994 de xwendina min ya tibê bi dawî hat û min di heman salê li Navenda Tendurustiya Mêrdînê wek serek doktor (serbijijk) dest bi kar kir. Doktoriya min hetanî roja serlêdana berendamtiyê li "Servîsa Nexweşiyên Jin û Zarokan li Nexweşxaneya Mêrdînê" didomiya. Ji bilî karê nexweşxanê, ev 7 sal in ku ez di belediyan da li ser pirsa "tendurustiya lokal" şêwirdariyê dikim.

Xebata min ji bo demokrasiyê di dema xwendinê de dest pê kir. Di 1985 an de, di avakirina komeleyên xwendevanên zankoyên Çukurova û Sivasê de rola min mezin bû. Ez, ji ber çalakiyên wê demê di sala 1991 î de ji aliyê Dadgeha Ewlakariya Dewletê-DGM ê hatim dadgehkirin û du (2) mehan bê sedem hatim zîndanîkirin. Ji ber zordestiyê, di sala 1992 an de mecalên min û xwendinê li Çukurovayê nema. Ez mecbûr bûm ku li zankoya Dîcleyê dest bi xwendina tibê bikim.

Li Mêrdînê ji awira meslekî ve pêwîstiya bijîjkan bi organîzekirinê hebû. Me di 1998 an de Odeya Tabîban ya Mêrdîn-Şirnexê ava kir. Piştî serokatiya sazgêr ya odeya doktoran, min, di salên 1998-2000 û 2002-2004 an de jî serokatiya odeyê kir. Min di axafitinek xwe de qala çareseriya Pirsa Kurd kir û ji ber wê ez di DGM ê de hatim dadgehkirin. Paşê têkiliyên min bi dezgehên bijîjkîyê yên Almanya re çêbû. Ji ber wê Wezareta Bijikiyê lêpirsinek li dijî min da destpêkirin.

Ez bi awayek aktîf tevlî xebatên Paltforma Demokrasiyê bûm. Min demekê niwêneriya wê kir û ez beşdarî civînên wê bûm. Sendîqeya Kedkarên tendurustî û Civakî-SES ê li Mêrdînê di sala 2005 an de kongreya xwe pêk anî û di kongrê de ez wek serok hatim hilbijartin. Serokatiya min li wir didome. Her wisan niwêneriya min ya Konfederasyona Sendîqeyên Kedkarên Fermî-KESK ê li Mêrdînê jî didome...

- Hûn ji lîsteya DTP ê hatin derxistin. Medya ji bo te sernivîsa "xetera li hemberî DTP ê ya herî mezin" bikar tîne. Li aliyê din xelk bi xurtî piştgiriya te dike. Li ser pirsan dîtina te çi ye?

Rast e, ez ji lîsteya DTP ê hatim derxistin û ew piştgiriya min nakin. Lê biryar a wan bû û karê partiyê ye ku li ser vê helwesta xwe mirovan ronî bike. Hêviya min ew e ku dema daxuyaniyek wisan bê kirin, ew ê argumentên bi wijdan û bi edalet bi kar bînin û etîka polîtîk ya şoreşgeriya demokratîk û welatperweriyê birîndar nekin. Partiyek ku bingeha xwe li ser pêşxistina siyasetek e tevlîbûna tevahî ava kiribe, tevlîbûna reng û çînên cewaz ji xwe re kiribe rêbaz û ji bo ku ew ji siyaseta kurdî para xwe werbigirin têdikoşe û diparêze, dîsa partiyeke ku huquqa gel û ferdan esas digire ku ew ê di nava xwe de jî, rêzê ji vê huquqê re bigire û dê xwe ji van argumentên ku huquqa ferd/cemaweran biderizîne dûr bigire. Ez di vê baweriyê de me.

Ger em bên ser tabîra ku medya ji bo min bikar tîne; berî hertiştî ez ne li dijî DTP ê bûme berendam û ne jî li dijî rêbaz û polîtîkayên wê yên bingehîn im. Di vê çarçoveyê de ez nikarim vê argumenta medyayê bipejirînim. Ev dê bibe neheqiyek hem li min, hem li gelê me û hem jî li DTP ê. Heger di wateya ferdî de paxav an go kaygiyek hebe, teqez ev a gelê me û ya derdorên demokratîk e.

Belê, destek û piştgiriyeke xurt a ku ji derdorên berfireh ên gel û têkoşîna kedê û derdorên demokrat tê heye. Ez bi van piştgiriyan û bi dengê ji wijdanê xwe rêya xwe didomînim. Ev teqez ne parastina kesayetiya ferdî ye, ev teqez ne serîrakirineke li ser bingeha eşîrî ye, ev teqez ne hesabpirsîneke li ser esasê ferdî ye. Ev bi temamî meseleyeke wijdanî ye. Pirsgirêka destnîşankirinê ye. Ji ber ên ku tiliya wan a nîşanê şikestibe wijdanê wan jî şikestiye. Yên ku tiliya wan a nîşanê winda bûbe wijdanê wan jî winda ye. Min nûnertiya tiliya derdorên ku dixwazin destnîşan bikin, pejirandiye. Min ji ber vê yekê biryara berdewamkirina rê da. Heger em ji bo şerefa (onura) gelekî têdikoşin, bi tenê em dikarin vê têkoşînê bi rêya wan kesên ku dikarin li onura xwe ya ferdî xwedî derkevin bidin, min guh da xwediyê van dengan û ez meşiyam. Di nava siyaseta li Mêrdîn ê de li dijî sulteya zimreyeke teng a ku li pêşiya beşdarkirina komelanên gel bo nava siyasetê bûne bend û kosteke pir giran, nerazîbûneke tund heye. Ji ber vê yekê jî min guh da wan kêsên ku dibêjin; divê ji bo pêşîlêgirtina vê grupa ku li pêşiya vê paradigma siyasî ya nû bûne bend û nahêlin ew di nava gel de şax û perên xwe berde, bêne asteng kirin. Min bi piştgiriya wan daye rê.

Ji ber ku ez ji seheya kedê, sendîkayê, xizmetê têm piştgiriyeke pir mezin ji bo min heye. Ez baş dizanim bê pişgirî tê maneya çi. Ev piştgiriya welatparêziyê ye. Ev piştgiriya demokratbûyinê ye. Ji ber ku ez baş dizanim ku ez dikarim vê mesûliyetê hilgirim, min ev destek paş de nezîvirand. Ji ber ku min îro ev destek bi paş de nezîvirandiye, ez ê sibe jî vê piştgiriyê venegerînim, ji loma min rêya xwe domand.

- Di hilbijartinê de şansê wê yê serketinê çiqas e?

Şansê min ê biserketinê pir zêde ye. Em vê diyardeyê pir zelal û vekirî dibînin. Bêguman dema mirov di çarçoveya siyasetê de binêre hê demeke dirêj li pêşiya me heye. Hê jî, girseyeke mezin heye ku me xwe negihandiye wan. Derdorên pir fireh ên civatê li me digerin û piştgiriya xwe ji bo me diyar dikin. Di vê girêdanê de xebata me berdewam dike. Lê heta niha ew piştgiriya ji bo me tê dayin baş diyar dike ku şansê me yê hilbijartinê pir zêde ye.

- Bi raya te dê li Mêrdînê dabeşkirina dengan çawa be?  Kîjan partî dê çend parlementeran bibe meclîsê?

Ji bilî hindek derdorên rantcî ez baş dizanim ku tu alternatîfeke din a gelê me ji bilî endamên serbixwe pêve tune ye. Bi baweriya min ew kesên ku dê demokrasiyê, aştiyê, reng û rengîniyê bi kurtahî dengê Mêrdînê biparêzin dê bêne hilbijartin. Meyla gelê Mêrdînê ber bi vê de ye. Bi raya min bi zimanekî rast û bi argumenteke rast dê ev yek pir xurtir pêk were. Bi vê girêdanê di van hilbijartinê li pêşiya me de dê Mêrdîn bi dengê xwe yekîtiya kurdan, ereban, suryaniyan ava bike û wan li hevdu nêzîktir bike. Wek serencam jî berendamên serbixwe yên hezar hêviyan, ez û du (2) ji AKPê û yek (1) ji CHPê dê bêne hilbijartin.

- Di nava wan de pirsgirêka kurd, hemû mijarên ku li Tirkiyeyê qedexe ne, ji bo ku mirov li zemîneke nerm karibe wan bigire dest û li ser wan di nava atmosfereke azad de karibe giftûgoyan li ser wan bike, divê çi were kirin?

Bi raya min pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê sivilîzasosyon û pêve girêdayî sivîlkirina siyasetê ye. Ji ber vê sedemê jî, berî hertiştî divê parlemento ji bin desthilatdariya hêzên milîter û paramilîter a her cureyî derkeve. Wek pêwistiya nûnertiya demokrasiyê parlemento divê bibe navenda nûnertî/birêvebirinê. Girêdana gel a bi siyasetê divê were xurtkirin, dengê gel divê ji heremê bêgihandin bo parlementoyê.

Ji bo ku mirov karibe vê pêkbîne pêwistiyeke bingehîn a bi derdorên gelek cuda, saziyên rêxistinên civakî, derdorên demokrat, rêxistinên kedê heye. Li şûna neteweperestiya ku li Tirkiyeyê tê xurtkirin gelperwerî, li şûna zimanê neteweperestiyê divê zimanê aştiyê yê gelperweriyê bê xurtkirin. Hemû komikên ku di hêla siyasî, cinsî, çandî, aborî û civakî de bi navê yêndin têne bi navkirin hene ku ew jî, di nava xwe de hevdu bi navê yêndin binav dikin, divê mirov vê siyaseta dewletê bibîne û vê yekî nepejirîne, red bike. Ji vir jî, divê mirov zimanê nû yê berhimbêzkar yê siyasetê bibîne û beşdariya van komikan pêk bîne. Çawa ku bi qasî turkan kurd jî xwediyên eslî yên vî welatîne, bi qasî turk û kurdan suryanî, ereb, laz, çerkez, ermenî û terekeme jî xwedî heman mafa ne. Yanî hemû gelên ku li vî welatî dijîn divê bi rengên xwe yên xas, bi qasî mêran jin, di radeya wan de ciwan û zarok jî unsurên eslî yên vî welatîne.

- Herî zêde kîjan mijaran hûn ê bînin rojeva parlementoyê?

Helbet pirsgirêka herî sereke li vî welatî ya nasnameyê ye. Mirov ji ber nasnameya xwe ya etnîkî, bawerî, cinsî û siyasî têne çewisandin, zor û zehmetiyan dikişînin. Şowenîzma ku tê bilind kirin û êdî pir zehmet e ku pêşî lê bê girtin formeke hîsteriya yekkirinê girtiye. Bi navê pêkanîna vê ew şîdeta faşîst ku li ser civakê tê bikar anîn, dîsa rade û çarçoveya wê di bûyera Hrant Dink û mêrkujiya li Meletyeyê de û di qetlîamên lînckirinê de baş hatin dîtin. Ew kesên ku berê qatlîama li Sêwas/Madimakê pêkanîne bi me baş didin zanîn ku ew çiqasî nêzîkî qatlîamên ku dê di pêşerojê de pêk bînin in. Dîsa êrîş û hewldanên lînckirinê yên beramberî kurdan li holê ne. Her ku diçe kesên şoreşker, demokrat, kurd, kedkar û yên ku cuda ne ji nava civatê têne avêtin (dibin yêndin). Bêguman ez ê li hemberî van kirinan rawestim. Ev dê bibe watinaya min a sereke. Ez ê hewl bidim dengê Mêrdîniyan, kurdan û wan hemû kesên tê xwestin bibin yên mayin (yêndin). Ez ê bi hişmendiya ku Mêrdînê bi nasname û avahiya xwe, pir çandî û pir zimanî, dewlendiya gelan a ku hevdu pêktînin û wan li hevdu nêzîk dike, di heman demê de jî, rastiya herî rastîn a turkiyeyê ye tevbigerim û ez ê bibim pencereya Mêrdînê ya li parlementoyê. Ez ê hewl bidim ku Tirkiye di vê pencereyê re binere.

            Divê Turkiye bibe Mêrdîn…!

            Bê guman ev deng dê ne tenê dengê min be. Ez ê bibim dengê rêxistinên sivîl û ez ê bibim berdevkê dengê xel.

            Li kêleka vê pirsgirêkên Mêrdînê yên xas hene. Tendurîstî, di serî de perwerde problemên aborî, ez ê ji nêzîk de pirsgirêkên çandinî û ajalvaniyê bişopînim û ez ê ji bo çareserkirinê hewl bidim. Rastiya ku çavkaniya van di çaresernekirina pirsgirêka kurdî de veşartîye, dîsa jî destdêr e ku mirov van pirsgirêkan di demeke kurt de çareser bike. Wek tê zanîn ev bi salan e ku li heremê digel çewisandin û şîdeteke tund ablûkaya aborî jî tê pêkanîn.

- Hûn rewşa tenduristiyê ya herêmê baş dizanin. Gelo tu di derbarê vê pirsgirêkê de karin çi bikî?

Dema mirov li diyardeyên tenduristiyê yên Mêrdînê temaşe dike, mîna bajarên din ên herêmê pir kêmî standardên Tirkiyê ye. Sedema herî sereke ya vê ev e ku; li şûna xizmetên parastinê yê tendirûstiyê, wek serencama polîtîkayên neolîberal ên ku tedawiyê esas digire derdixin pêş. Ev hem buha û hem jî, dibe sedema windakirina hêza karî û wekî din jî, tê wateya hebakirina çavkaniyên xas. Lê heger ev çavkanî bi awayekî rast û rasyonel bêne bi karanîn, dê bi awayekî giştî rê li pêşiya nexweşketina mirovan bigire û wekî din jî, dê standarta jiyanî ya mirovên herêmê bilindtir bike.

Dîsa wek serencama valakirina gundan koçberiyeke ji nişkê û bê amadekarî ya ber bi bajaran de, van deveran vediguhêze jîngehên ku ji binesaziyê mehrûm. Girseyeke ku hê ne ji aliyê aborî û ne jî ji aliyê çandî ve amadeye, neçarî koçkirina van deran bûye û ji mecbûrî li van deran dijî. Li van deran rîskên nexweşiyên jêveketinê pir zêde ye. Ji ber ku birêvebiriyên me yên herêmî ne ji aliyê aborî ne jî potansiyel ji bo vê amadene, nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber vê sedemê jî divê ev dever wekî herêmên afetê bêne beyan kirin. Çavkaniyên zêde bo van herêman bêne veqetandin. Incax mirov bi vî awayî dikare jîngehên ku bûne kaniya nexweşiyên veketinî sererast bike.

Mirov dikare çavkaniyên xas ên xwe bi awayekî rasyonal bikar bine û bihêle ku her kes ji xizmetên tendiristiyê wekhev, belaş û wek pêwist e, sûdê werbigire.

Wekî din jî ji ber pirsa zimanî gelê me yê herêmê wek pêwist e, ji xizmetên tenduristiyê sûd wernagire, heger em ji rastiya pirzimaniya herêma xwe hereket bikin, divê xebatkarên ku bi kurdî dizanin di dezgehên tendirustiyê de bêne xebitandin û wekî din jî, ez ê hewl bidim ku ji bo wan kesên ku ji derveyî herêmê tên û bi kurdî nizanin kursên zimanî bêne dayin.

Wek kesekî ku bi salan e li herêmê xebitîye, gundê wî hatiye vala kirin û şewitandin, di rêxistinên pîşeyî de û di warê sendîkayî de jî birêvebirî kiriye, di birêvebiriya herêmî de di seheya tenduristiya xelkê de xebitiye û dîsa wekî kesekî ku pîşeya xwe di gelek warên cuda de pêk aniye, ez ê van mijarên ku min li jor rêz kirine bi xurtî bînim rojeva welêt û di derbarê çareseriya wan de hewl bidim.

- Li herêmê çewisandineke pir tund li ser jinan heye. Dîtina te li ser vê pirsê çi ye? Çi dikare bê kirin?

Em di nava civateke ku desthilatdarî û huquqa toreyî ya mêran serdeste de dijîn, ev jî, li pêşiya ferdîbûyinê bend û pirsgirêkeke esasî ye. Di vê girêdanê de li ser jin û zarokan çewisandineke tund heye. Lê bi taybetî jî, li ser jinan çewisandineke giran heye. Jinên ku ji bo namûs û edetê têne kuştin jî, vê yekê dirastînin. Li kêleka vê jî, di meseleya perwerde û civakî de jî, kêmasiyên mezin hene.

Ji bo pêşîgirtina vê pêwist e ku jin di meydana siyasî de xwe birêxistinî bikin. Lê digel vê yekê jî, divê jin di seheya civakî û aborî de hebin. Bi taybetî jî divê dewlet di seheya perwerde û aboriyê de polîtaka bipêş bixe û pêşiya jinê veke. Bi raya min rêxistinên civakî di serî de DIVES û sendîka divê rola xwe bileyizin.

- Tê gotin ku nêzîkatiya we ji bo çand û hunerê heye? Çima çand û huner?

Çand û huner yek ji wan faktorên herî sereke û bingehîn e ku hem civakê û hem jî gelan nêzîkî hevdu dikin, nasnameyan pêktînin, civakê ji hevdu vedireşînin û ji nû ve wê ava dikin. Ez ji vê awirê ve buhayekî gelekî giran didim wan. Ji bo pêşketina zimanê kurdî, rola wêjeyê gelekî girîng û esasî ye. Ji ber vê sedemê jî dema min kar û xebata birêvebiriya herêmî dikir, min gelekî xwe diwestand da ku ez karibim di serî de wêjevanên kurd û gelek wêjevanên din bînim cem xwendevanên wan.

Wek kes jî ez bawer dikim, ji bo takekes xwe pêş bixin Wêje roleke gelek girîng dileyize. Bi raya min bi qasî ku wêje û huner ji bo kesan roleke pir perspektîfî diafirîne, heman dewrê ji bo siyasetmedaran jî pêk tîne. Dîsa bi baweriya min wêje û çand mê ne û li şûna zimanê şîdetê, ew zimanê aştiyê ne (Werger: Serkan Brûsk & Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]