|
14/5/2006 Turkiya di nêvbera, xewnên qeraliyê û pêdiviyên Qonaxê de. nexşa cîhanê ya ciyo-siyasî bi dirêjahiya sedsalan li ser masa hêzên derveyî herêmên yên xwedî berjewendî tê amade kirin Hêmin Kurdaxî 07. 05. 2006 Ji dema ku Hevbendiya navneteweyî bi serkirdayetiya Dewletên Yekbûyî Emerîca (USA) biryara rûxandina rêjîma Iraqê ya berê sala 2003-yan de dan, li ba dewlet Turkiyê gelek tişt tevluhev bûn û nema heya dawî terazûya xwe girt, nema hespên berjewendiyan yên pir serî, di yek cirîtê de dihatin pejirandin. ji aliyekî ve daxwaza derbasbûna Yekîtiya Europa û avakirina dewletek hemdemî û modêrin, vê daxwaza han Turkiya tûşî gelek rexnan û têbiniya kir, ji ber daxwaza endemetiya Yekitiya Europa hin pîvan jêre divên û yek şeh jêre heye, ew jî, parastina mafên mirovan, azadiya nerînê, çareserkirina pirsgirêkên neteweyan, pirsa Olan... hwd. Li gor rewşa a Turkiyê ya berê û ya vê demê jî, ev şehya di porê Turkiyê re derbas nabe û porê serê Tirkan pê nayê şeh kirin, ji ber Tirkiyê û ev pîvanan pir û pir ji hev dûr in, ne pirsa neteweyan hatiye çareserkirin, di serî pirsa milletê Kurd ku hejmara wan di sînorê dewleta Tirkiyê de bêtirî 20 milyonan e, ne jî mafê mirovan li Tirkiyê tê paraztin, ne mirovê zindî û ne jî yê mirî, ne yê serbest û ne jî yê girtî, ne yên bi çûk û ne jî mezin, li çiyayên Kurdistanê cendek û hestiyên mirovên dest girêdayî û êşkencekirî hatin dîtin, stem û zorî bi dijwarî di derheqa girtiyan de tê kirin -, ev jî rêxistinên mafên mirovan bi tundî şermezar kirin!!!! zîndan bêtirî çend caran bi ser serê girtiyan de hatiye bombe kirin bi taybetî di dema girava birçîbûnê ên partiyên çep de wek (DHKBC) (TÎKO) (MLKP) (TKP-ML) di dawiya sala 2001-an de, û di van çend rojên borî de jî me bi çavên xwe dîtin û bi guhên xwe bihîstin ku Serokwezîrê dewleta Tirk Receb Teyêb Ardoxan (serokê AKP) yê misilman!!!!!! rê û maf dide leşkerê ku Kurdan, tev kal, jin, zarokan ve qîr bikin û dibêje; Ew ( Zarok) alîkariya tererîtan dikin!! gelo ma ji berî ev zarok hebin pirsgirêk tune bû ??? yan bi çanda tirsê û înkar-kirinê, ji xwe bawer e ku, dikane doza milletekî biçewisîne û binpê bike? yan?? û yan???.... Ji aliyekî din ve, Tirkiya naxwaze rola xwe li rojhlata navîn wenda bike, ji ber Tirkiyê baş dizane ku, wenda kirin an jî qels kirina rola wan di rojhilata navîn de, yanê tunekirina bandora wan di siyaseta navnetweyî de ye, yanê helindina dewleta Tirk e. bê goman daxwaza Tirkiyê ji Dewletên Yekbûyî Emerîca(USA) ku biryara şerê azadiya Îraqê rawestînin ne ji hezkirina wan ji rêjîma Seddam Husên re bû, lê ji ber Dewleta Tirk bi serokatiya Hikometa AKP-ê, baş kaxiz û Dekomêntên xwe nedabûn ser hev, xwe ji bûyerek weha mezin re amade nekiri bûn, ew hîna nû bi serfirazî ji hilbijadinan derketibûn, rûyê mislimantiyê pêş milet kiribûn, sînorê nexşa dewleta Osmanî di ber çavên milyonan ji nijadperestên tirk re dibirin û dianîn, bi qasî wan jî xewnên qeralî û Sultaniyê hatibûn dîtin. rastîyek heye, ew jî ew e ku, nexşa cîhanê ya ciyo-siyasî bi dirêjahiya sedsalan li ser masa hêzên derveyî herêmên yên xwedî berjewendî tê amade kirin û li ser zemîna rojhilata navîn bi awayekî praktîk tê çêkirin, Tirkiyê ji vê rastiyê ne dûr e, ew vê tiştî baş dighêj e, nemaze ew bi xwe ango avakirin û hûnandina siyaseta dewleta Tirk bi xwe ji tevaza wê piştê ye. Osmaniyan bi sedsalan dewletên Ereban dagîr kiribûn ji Yemen de bigre tanî di Mexrêbê re derkeve, di herdu nêvberan de Sûriyê, Iraq, libnan, Urdin, Felestîn jî, ku berê bi navê Welatê şamê ( Bîlad El-şam) dihat binav-kirin, derbas be Hicaz ( Saudiya Erebî) û Dewletên Kendavê - Kuwayt, Îmarat, Qatar, Bahreyn, Oman - û tevaya dewletên Bakurê Afrîca, Misir, Sudan, Cezayîr, Libiya, Tunis, Mexrêb, Mrîtaniya, ji Okyana Europa jî beşekî mezin û girîng kurusandi bû, Albaniya, Mekdoniya, Bulgariya,...û hin beşên din. xewn bi vegerandina vê qeraliyê her çiqasî zor û zehmet be jî, lê nayê wê wateyê ku, ramandina pê li gor avakerên stratijiyê yên nijadperest, ne di ciyê xwe de ye, û nayê wê wateyê naramin ku desthilatdariya Osmaniyan bi şêweyekî din û rûyekî din pêk bînin, avakirina yekitiya dewletên Tirkan ku, ji heyşt dewletan pêk tê ji Turkiyê de bigre ta di Corciya û Tacakistan, Ozbekistan Qîrxîsistan...derkeve gelo ma ev mînak baweriya me naxîne cî?? Eger merov bi va yekê bawer be ku, hîna xewnên serkirdayetiyên dewleta Tirkiyê bi vê şêweyî be û li gor wê jî, ev paşxaneya Stratijiya wan be, ev çiqasî ji Yekîtiya Europa Dûr in? bi şêweyekî serûştî çiqasî li dijî pêlan û armancên Dewletên Yekbûyî Emerîca(USA) û hevalbendên wan yên Europî ne?? Îro bi deh-hezaran Artêşa Turk leşkerên xwe xistine sînorê Başûrê Kurdistanê û ji aliyê din ve jî Leşkerên rêjîma Îranê ya Misilman!!! ji alîyekî Hêzên dewleta Sûrî ya Sosyalîst û pêşverû!!! tenê ji bo rê li ber 1500-2000 Gerîlayên HPG bigrin!! ji ber ku, xewnên wan li wan diherimînin, bawer bikin tenê ji bo vê!! |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |