NEWROZ

نوروز


14/3/2008

Terorîzma Navdewletî

Gabar Çiyan

Dilê  Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê, duhî, di çalakiyek terorî de, kesekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bû...

Çalakiyên terorî ekstrêm in, rûhê mirovî hedef digirin. Şêweyên pêkanîna bûyeran, hovane ne, tirsek mezin li cem civatê peyde dikin. Ji navendekî, pir bi zanabûn têne organîzekirin. Ji bo bidestxistina armanca xwe, civatê ji awira psîkolîk û fizîkî ve ji desthilanînê dixînin, nîvfalincî dikin. Rêya diyalogê nabînin. Navgînên xwe gelek caran mirovên nezan, anjî mirîd in...

Di dema me de, ji ber pirsa "berjewendiyên dewletî", mixabin e ku wateya "Terorîzmê" têra xwe ne zelal e. Welatên bihêz, gelek caran, li gorî "berjewendî û têkiliyên xwe" nêzî pirsê dibin. Yekîtiya Miletan-UN, di şirovekirin û binavkirina "Terorîzm"ê de di tengasiyê de ye. "Terora Dewletê" û "Terorîzma Navdewletî" ji aliyê dewletên bihêz û UN ê ve nayê dîtin...

Nêzîkbûnên wisa yekalî, kesên bêguneh jî li ser kursiyê sucdaran dide rûniştandin. Ev helwêst, hebûna UN ê, demokrasiya welatên mezin û nêrîna wan li demokrasiyê ji awira etîka polîtîk ve, birîndar bike. Indîrekt, dibine şirîkê qetilkirina heywanan û xerakirina xwezayê. Mafê mirovan binpê dikin...

Şerê terorîzmê, bi ewlekariya normal ser nakeve. Ewlekariya welatan, bêhtir ji bo parastina hemwelatiyan hatine organîzekirin. Ji bo hilgirtina barê ekstrêm, ne amade ne. Asayişa Herêmî nikare rê li ber planên terorîzmê bigire û ew hêz ne ji bo şerên taybetî hatine perwerdekirin...

Şerê terorîzmê, gavekî li pêş e. Navenda xwe ji aliyê pisporên sivîl, polîsî û leşkerî ve tê îdarekirin. Dokumentasyon centera xwe û navenda civandina îstixbaratê, zindî ye, 24 saetan dixebite. Hayê xwe ji kes, dezgeh û cihên xeter û şik heye. Wezîfeya wan ne parastina hemwelatiyan e. Ew bêhtir, kaniyên terorîzmê ziva dikin. Bi hêza xwe a taybetî, bi operasyonên plankirî û pir efektîv, planên wan eşkere dikin û êrîşê dibin ser malikên terorî. Mafê jiyanê ji wan re nahêlin.

Min di nivîsên xwe gelek caran qal kiribû. Ez dubare dikim: Pêwîst e sîstema asayişa li Herêma Kurdistanê, ji qalibê xwe yê kevnare derkeve û guhertinên modern pêk bên. Divê tevayê asayîş û pirsên ewlekariyê têkeve bin kontrola destekî. Ew dest jî, ne partiyên polîtîk in, lê Hikumeta Herêma Kurdistanê ye.

Giring e şerê terorîzmê li Herêmê bi awayek modern bê kirin û Hêzên Ewlekariya Kurdistanê gavekî li pêş be...

Ji erîşa Silêmaniyê bêhna paşverutiyê tê. Pir giring e ku Hikumeta Herêmê dest bavêje pirsê û li ser bûyerê, bi alîkariya pisporan kur bibe. Divê kesên li pişt buyerê derxîne holê û bêne cezekirin.

Buyera Silêmaniyê berê xwe dide sîstema Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên kurd. Cidiyeta ewlekariya Kurdistanê dixe bin tehdîtê. Mêjiyê Kurdistana mezin bombebaran dike...

Piştgiriya xelkê pir giring e. Pêwîst e Gelê Kurd xwedî li welatê xwe û hemwelatiyan derkeve. Dengê xwe li dijî çalakiyên terorî bilind bike.

Hevkariya hêzên kurda li ser pirsên wisa, giring e.

Dilê me li Silêmaniyê ye. Em, êşa malbata kesê/n şehîdbûyî û yên birîndar pay dikin. Em bi dengekî bilind, taveyên şiklên terora li dijî kurda û Kurdistanê bi hişkî protesto dikin....

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]