NEWROZ

äæÑæÒ


14/3/2007

Kurte nêrînek li ser Rewşa jinan li Îranê

Zîna Şikakî

* Endanma WAFE (International Federation of Women - Fêdration Navnetewî ya Jinên Cîhanê)

Ka em çend gotinan li ser rewşa jinan li ev Welatê ku rojekê ji rojan kaniya kultura rojhilat bû, va îro çi pê hatiye û gîhaye kîjan pêlanê.

Jinên Îranî ji bona bi-destxistina mafên xwe yên mirovane. Serhildana wan ya yekê ji bêhtirî sed salî de dest pê kiribû. Di sala 1895 an de di «serhildana tutûnê»  jinekê bi navê Zêneb Pacha heft komên jinên bi çek, yên bazarganên tutûnê li hemberî zordarên dewletê ber xwe dan, ji ber ku hukumeta îranî ya wê demê bi seroktiya paşa Qadjar Nasêr-od-Din şah, dixwast al-vêr, rakirin, danîn û hilanîna tutûnê bide destên şirketek e inglîzî bi navê «Rejie».  ji Sala 1906 an, dema gelê îranî dest bi xebat a ji bo demokrasiyê dest pêdikir, jinên îranî jî li rex wan bûn.

Morgan Shuster berdevkeka  (mustesar a) hukumeta Emrîkî di pirtûka xwe «L’étranglement de la perse» «fitsiandin, an xenqandina Farisan»: «ji sala 1907 an de jinên îranî serxwetirîn jinên dunyayê bûn, ji ber ku jin du car hatibû bin-destkirin , him di warê siyasî de, û him jî di warê  civakî de. 29 yê çirya pê§in sala 1911 an, 50 hezar mirov dakatin girêveke gelemper çêkirin, Xanima Shuster dibêje: ji nav wan sêsid jinên bi kincên re§ û fereh, ser-çav girtî, çek di bin cilên xwe de ve§artibûn xwe li deriyê perlemanê xistin û derbasî hundir bûn, peçên ser çavên xwe çirandin, û tehdîd dan wan berpisiyaran, ku ewê bav, bira, û mêrên xwe bikujin, ger ew perlemantêran nebin pi§tgirê azdiya gelê xwe. jinan ji bona avakirina bankên netewî,  zêr û çekên xwe firotin, li §ona alîkariya dewletên xerîb! jinên Îranî, li Ezerbîcanê, li Tebrîzê jî ketine refên berxwadanê, û cilên mêran li xwe kirine, û bi dehan ji wan canê xwe jî feda kiribûn. Bi daxwaza jinan, dest bi ava-kirina dibistanên keçikan, û nexwa§xanên jinan hate kirin, di sala 1910 an de li Tehranê  50 dibistanên keçikan çêbûn, bi dehan jurnelîstên jin ku di kovarên jinan yên rojane de dinvîsîn hebûn. Xanima Shuster dibêje: «Eynî salê,li Tehranê 12 komelên jinan çê bûn. Wan jinan xebatên siyasî û civakî yê cûre-cûre çêdikirin». lê muxabin civaka fewdal, û têkiliyên aborî, û civakî,  dihî§t ku di sala 1906 an de destûra hibijartinan e§kere da xû ya kirin, ku mafê jina û hilbijartinê nîne!

Di sala 1920 an de dema Rêza Xan bi alîkariya Inglîzan hate ser darê hukim. Wî pê§ketina civakê di rê ya avêtina §erpê re dît, û biryar da ku keç û jinên îranê ser ser ê xwe vekin, û §erpê bavêjin, lê wekî civak ji kûraniyê de ne amede bû, hejmara keçikên xwandekar ji 3467 an, deh salan §onde hejmara wan dakete 1710 an!

Sala 1952 an, dema Mossadegh, bi alikariya Emrîk, û Inglîza  tê ser hukum. Jinên Îranî bi saya wî hin mafan bi dest dixînin, tebaxa 1953 an jin mafê hibijartnên beldiyatan (berpirsyarên qezan) distînin. Destûra parastina civakî tê îmze kirin, mafên wekhviya jin û mêr, îcaza zarok anînê, alîkariya kesên seqet, û heya bighêje jinên bê mêr jî. Jin hemû dibin pi§t girê wî. 

Pi§tî ketina wî ji ser darê hukum, §ah tê, û ew ji bona razîkirina Emrîkanan, rdibe pir guhartinên di ser û ber e , di derheqê jinan de tîne meydanê, çi di warê mafê hilbijartinê de, mafê parstina famîlê de, mafê wek-hevî yê di hev berdana jin û mêr de, û nabe tenê bi biryara mêr be.  Wî dixwast ku jin bêhtir dakave nav civatê û kar bike. û 'emrê zewaca keçikan hilda heya 18 salan. §ah, pi§tgiriya jinan pê gerek bû,  ku Îranê bighîne pêlana «Civaka gewre». Piraniya miletê Îranê ji qatên belengaz bûn, sala1976 an tenê 26% ji jinan li bajêr dijîn, 3,4% ji jinên gundî xwande bûn, li hemberî 49% ji jnên bajarî, û 13% ji mêrên gundî . 87% ji jinan bê kar bûn li hemberî 23% ji mêran. Li bajaran her 2000 mêr tuxturekî wan hebû, li hember her 8000 jin, li gundan her 20000 mêr tuxturekî wan hebû, her 55000 jin tuxturekî wan hebû.

11 §ibata sala 1979 an §ah ji ser darê hukum tê gêr kirin û Xûmeynî yê ku li Parîsa xopan, di bin baskên frensizên pê§ketî de! xort dibû tê ser hukum, barê jinên îranê, di gel wan jî barê jina kurd, girantir dibe, û sebra  wan dirêj dibe, û arama wan dûr dikeve, ê§eka wan kûrtir dibe!

Ji wê rojê de û heya bi îro, li Îranê, û li Kurdistanê, rêjîma melan ya ku darê hukum bi dest de ye, li ser bingeheke newek-hevîya jin û mêr de ye. Kesên nêr her di ser yên mê re ne (weke li hemû seranserî dunyayê, heya bighêje civakên pê§ketî de jî, çi ya Emrêkî be, çi ya Ewripî be) . Wan melan hemû hêza xwe bi kar anîne, ku kevir ê bingehîn yê rêjîma wan olperestî, û pa§ve-rûtî ya wan be. U bi taybetî jî di derheqê jinan de!

 

Serokê wan yê berê EKBER Ha§êmî Rafsajanî dibêje: «newek-hevîya  fîzîk, bejin, xortbûn, deng, serbixwebûn di navbera mêrekî û jinekê de dide xûya kirin, ku mêr ji jinan xortir û serxwatirin, û di hemû waran de jî mêr ji jinan jêhatî tirin…..hi§, û mejî yê mêran jî mezintire…..ev newek-heviyene dihêlin ku mêr bibin berpirsyar, xwedî kar û bar, û xwedî maf».

Ya rast ewe ku olperstên îranî (Farisî) dibînin ku jin ne însan e!

MORTEZA Motaharî dibêje: «Jin hemû hezdikin werin ajotin…..bi serketina mêran ya olî di ser jinan re di rêya dayîkan re derbasî keçikan dibe….her çi be jî, çend jin dixwazin li hember vê rastiyê rabin, û eger ew ber xwe bidin ew §a§in. Jin divên ji vê rastiyê re serê xwe dînin. Mêr ji bo wan gerekin da ku jiyana wan kontrol bikin, ji ber ku jin gelekî jar û his tenik in….» ew dibînin ku jin milkê mêra ne, çimkî mêr di ser jinan re ne, weke çawe Xwedê di ser mirovan re ye.

Mele e§kere , bi dengê bilind dibêjin, (diqîrin): «Wacibê jina yê rewa ewe ku jin di bin gotina mêrê xwe de be, ketina jinê bin §ora mêr de, weke ketina bin §ora Xwedê ye».

Her-wiha di enalîza wan olperestan de, jin weke kesên di pêlana duwemîn ya jiyana civakî de ne, ne dikarin, û ne jî ji mafê wan e ku ew ciyê xwe di pê§biriyê de bibînin, ne di rêvebirina dewletê de, ne di dadmendiyê de, ne di her karekî berpirsyariyê, û grîngiyê de, ew gîhane heya ku bêjin: «Divê ku dev ji jinan were berdan, û werin îhmal kirin heya ku bikarin wan di bin §or ê xwe de bihêlin».

Muhemed Zazdî yek ji kesên ku ji Xûmeynî ve nêzîk bû, û pa§ê di meclîsa çavlêgerandina (payanê de) ya tevî sert û hi§k «Di muslmantiy a ku em têdigihêjin de, û bi kar tînin de, em du ti§tan fem dikin: ku du kar ji bo jinan qedex ne, yê yekemîn qedexe ye ku jin bibe serokê dewletê, ya diwemîn jî na be jin bibe dadmend (hakim, qazî), her ku çiqas pêlana zanîn û aqilmendî, û jîrbûna  wê bilind be jî, ji bona van herdu karan ne girînge! Lê her tu carî jî mafê jinan nîne ku van herdu karan bikin». û dibêje: «Eger mirov ne mecbûr bûya tenê li pê§ Xwedê kab veda, gerek bû jinan li pê§ malxuyên (mêrên) xwe kab vedana».

Di aydyolociya wan olperestan de, mafê jinan yê hilbijartinê, û karên polîtîkê (siyasetê), û ne jî yê civakî nîne, ew tenê bûne koleyên mal û malxoyên xwe!

Xûmeynî di sala 1962 an de bi zorê li hemeber mafê jinan û hilbijartinê sikinî, «maf dane jinan ku tenê di bîroyan de kar bikin, bîroyên tenê ji bo jinan, ew têde hatibûn cemdandin, û karên bê avil dikirin, her wiha bila  jin tim li bin bin, û tu carî ne li ser bin! û di bin serokatî û §ora mêran de bin». Rêcîma melan rabû qanûnên medenî di derheqa mafên jinê de bi derxistin, wan ew bindestiya jinan di warên civakî, û siyasî de bêhtir resmî kirin, tara bêjingê li serê xwe teng kirin, û serê jinan xistin bin e’be û peçan. Tarî bûn û re§bûn a hi§ û dil ê wan ne bes bû, rabûn dunya jî li pê§ çavên wan jinan kirin re§ û tarî, kolanên §ên, ezman ê §în, de§tên xemilî, runahî û kenê însanan ! bêhna xemgîniyê bi ser xistin, însan hemû li hemberî hev kirin qe§mer!

Morteza Motahharî dibêje:

- Li gor rêya mafên jinan di Îslametiyê de: Mafê hev-berdanê (Telaq ê) tenê di destê mêran de ye: «ger mêrek jina xwe neqewtîne, divê ku ew jin her ji wî re dilsoz be, û divê ji wî hez bike, û dildost be, herwiha biryara (kilîta) hev-berdanê xistiye destê mêr».

Ji ber vê yekê paqjtirîn hezkirin, hezkirina jinê ji mêrê xwe re ye, divê jin hemû keda xwe bike, ku mêrê xwe razî bike, çimkî rih, can, la§, û hisên wê heya bi nifûsa wê jî milkê mêrê wê ye, û ew bi navê wî tê bi nav kirin û tê nas kirin. Ji bona jinê mêr cihê Xwidê digre, ev yeka hanê ku li dijî fikra Îslametiyê û yekêtiya Xwedê ye! wan xwe bi olperestiya xwe ve bi benên xav girêdane, û ji Qurran, û §e’riietê derbasî çîrok û efsanan bûne. Bo numûne ew dibêjin: dema Hizretî Pêxember vedigere buhi§tê (Çavkanî («Hayat- al-Qoloub» ya mela Muhamed Bagher Majlessî ), dibeje: «min dît ku jinek bi porê wê ve hatibû bi darde kirin, û mejûyê wê dikeliya, ji ber ku wê ser serê xwe negirtibû. U min jinek din dît, ku bi zimanê wê ve hatibû bi darde kirin, û ava kelî ya cihenimê berdidane gewriya wê! ji ber ku wê mêrê xwe hêrs kiribû, û min yeka din jî dît, bi lingan ve hatibû bi dardekirin ji ber ku bê destûra mêrê xwe ji mal derketibû….».

Dijîtiya jinan di destûra melan de:

Bingeha yekemîn a dijîtiya jinan di destûra cimhûriyeta Îslamî ya Îranê de li ser gotinên Welî, feqeh, û berpisyarên olî yên ku bi emrê Xwdê destûr û qanûnan datînin.

-                      Tevî di destûrê de tê gotin: Ku hemû mirov li pê§ qanûnê wek hevin, qanûn mafê jinan diparêz e ! !

-                      «benda 20 an»: her endamekî civakê, çi jin, çi mêr, wekhevin, û qanûn wan diparêze, û mafên wan yê mirovatiyê dinase, çi mafê politikî, aborî, civakî,û çi kulturî be, hema li gor §ert û §irûtên islametiyê!

-                      «benda 21 an»: Divê ku rêjîm mafê jinan piparêze, hema li gor §ertên islametiyê!

Ne ji mafê jina ye ku bibin serokên dewletê, ne jî  bibin dadmend, û hakim.

Kurte nerînek li ser çend bendên qanûna medenî ya rêcîma melan:

Qanûna Cezakirinê:

-                        Benda 102:

 Kevir-kirina (lêdana bi keviran) heya bi mirinê , î§kence kirina jin û mêr ê ku xiyanetiya cinsî bike, çi jin, çi mêr wan dikin kortekê (çalekê) ya mêran heya bi navê dixin axê, ya jinan heya bi bin çengan (ser memikan) û bi lêdana keviran têne î§kence kirin.

-                        Benda 104:

Kevirên bi kar tên divê ne pir girs bin da ku bi kevirê yekemîn re nemrin, û ne jî pir biçûk bin,da ku navê kevir di cî de be «meziniya kêvir armanc jê ew e ku guneh bi ê§ekê were rakirin.

Ictîhad: «Mêrê ku jina xwe bi çavên serê xwe di xayinetiya cinsî de bibîne, dikare wê jî  u yarkê wê jî bikuje , bê yî ku were ceza kirin!

Hema mafê jinê nîne ku li mêrê xwe wiha bike!

Yariktiya di nav bera mêr û jinekê de ger negîhabe têkiliya cinsî, cezakirina wan 99 §ivikin (lêdanên bi §ivkê ne).

«Jinên ne ba§ pêçayî (can û serî ve§artî) li derve yî malê, di nav civatê de ji 10 rojan heya 2 heyvan têne bin-çav kirin û 74 §ivikan duxwin , yan jî vêrgiyeke ji 5000 heya 50000 (divîsê îranî dide)

-                        Benda 300 

«buhayê xwîna (diyeta) ceza ku§tina mêrekî du caran li yê jinekê ye»

-                      Benda 209

            «Ger mêrek jinekê bikuje, divê ku xwedanên jinê bi giraniya nîvê buhayê xwîna keça xwe bidin xwdanên mêrik heya ku karibin di rêya qanûna medenî re wî merî bidin mehkemekirin û Qîsas ê bi kar bînin»

-                      Benda 258:

«Ger jinek mêrekî bikuje, qanûna Qîsas îdamê li wê dikeve, bê yî ku buhayê xwînê were dan», «Di cerîmeka namûsê de ger mêrek bibe sedema mirina jina xwe ew mêr nayê cezakirin! Hema ne ji mafê jinê ye ku dilpakiya jin-mêritiye ji mêrê xwe daxwaz ke.

-                      Benda 237:

«§ihada (rast-dîtin, rast-gotin) a mêrekî , hemberî ya du jina ye. Heya di serpêhatiyên ku§tinê yên e§kere de jî».

«dema ku mêrek lêdanên giran li jina xwe bide, û birîn bike, qanûn destûr dide ku çiqas brîn kûr û giran bin , ewqas ceza siviktir dibe! (her wekî me li jor jî da xûya kirin ku ne buhayê xwîna wan, û ne jî giraniya gunehê wan yeke. ) Ger bavek, an bav-pîrek keça xwe an neviya xwe bikuje, ew tenê buhayê xwîna wê dide, û ne ji mafê diya keçikê ye bibe de’wekar, û cezakirina yê gunehkar (mucrim) bixwaze. 

Keç di neh salî yê de li pê§ qanûnê perpirsyare, û weke jina temam û navser tê cezakirin. Hema kur di panzdeh salî yê de .

-                      Benda 223:

«Dema mirovek cahilekî bikuje ew bi Qîsas (îdamê) tê mehkeme kirin,hema ger bav be an bav-pîr be ew tê bêguneh kirin. Eger jinek gunehekî wiha bike yek ser ew bi îdamê tê ceza kirin !

-                      Benda 220:

«Bav an bav-pîr ê ku zarok an neviyê xwe bikuje, li §ûna îdamê, ew buhayê xwîna wî dide. Eger jinek gunehekî wiha bike yek ser ew bi îdamê tê ceza kirin»

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]