NEWROZ

äæÑæÒ


13/7/2005

Hevpeyvîna taybat ya Agirî bi rêzdar Elî Mêhrperwer, endamê Deftera Siyasî yê Partiya Demokrat ya Kurdistna Îranê derheq gera nehem ya hilbijartian Serok Komariyê li Îranê

Ehmedînejadê Serok Komar rasterast di Şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî de dest hebûye

Rojnameya ramyarî, çandî û giştî. Weşan: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

 --------------------------------------------------------------------------------

 

Birêz Elî Mêhrperwer:

 Aqibet gera nehem ya hilbijartina Serok Komariya Îranê hate lidarxistin û Mehmûd Ehmedînejadê terorîst bi 17 milyon dengên destçêkirî û ne rast!!! di gera duyem de ser ket û bû Serok Komarê Îslamî yê Îranê.

Me ji ber pitir balkişandina raya we xwnedevanên hêja yên Agirî bo ser pirsa gera nehem ya hilbijartinên Serok Komariya Îranê û rojeva siyasî ya piştî hilbijartinê bi hevalê rêzdar û xebatkar Kekê Elî Mêhrperwer, Endamê Deftera Siyasî yê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê re hevpeyvîneke taybet pêk anî ku li wir dikeve ber çavê we hêjayan.

* Gera nehem ya hilbijartina Serkomariya Îslamî di Îranê de pêk hat. Di encam de bi awayekî bawerpênekirî Mehmûd Ehmedînejad bû Serok Komarê Îranê. Çi hêz û aliyekê li hundir û derve û heta civatên xelkê jî çavnihêriya vê çendê nedikirin ku Ehmedînejad bibe Serok Komar! Raya cenabê te li ser vê dozê çiye?

 - Bi dîtina min bijartina Mehmûd Ehmedînejad encama hewleke berdewam e ku piştî 2'ê Cozerdana sala 1376'an(1997) ji aliyê baskê Pawanxwaz ve dest pê kiribû. Heke di bîra xwendevanên hêja yên Agirî de be, çaxekê ku Xatemî 8 salan berî niha bi dengeke balkêş hate hilbijartin, baskê Pawanxwaz matmayî kir, lê ew teslîm nebûn û ser hemda xwe û di du pêvajoyan de xebat bo vê çendê kirin. Yekem: Pêkanîna astengan li hember guhertinxwazên hikûmetî(ne kêrhatîbûna wan bi xwe û nemaze Xatemî alîkarî dida). Duyem: xwerêxistin û xwe organîzekirin. Di heyamê van 8 salan de guhertinên wekî bûyera 11'ê Septemberê, Şerê Efxanistanê, hiloşîna Rejîma Bees ya Sedam Husên li Îraqê û hatina hêza leşkerî ya Rojavayiyan û bi taybet Amerîka bo herêmê û bilind kirina dirûşma azadîxwaziyê û pêşdebirina demokrasiyê û nasandina Îranê wekî tewera şeraretê(têkdan), rejîm anî ser vê baweriyê ku nikare xwe tevî vê pêvajoyê rê bixe. Ji ber vê çendê ku pêkhateya sîstema Komara Îslamî şiyana xwe rêxistin tevî demokrasiyê û liberçavgirtina mafê mirovan û azadiyên takekesî û giştî nine. Lewre dixwaze her wekî ku di destpêka avabûna xwe de bi şandina şoreşê bo derve dest pê kir û bû sebebê çêbûna pirsgirêk û arîşeyên di deverê de, her bi vî awayî jî li hember pêvajoya azadîxwaziyê bisekine. Di vê pirosesê de şexsê Xamineyî û ew organ, sazî û dezgehên ku di bin zêrevaniya Rêber de birêve diçin û xwedî îmkanat û desthilat in, roleke bingehîn lîstin. Di rastî de rejîm hêdî hêdî ber bi rejîmeke yekdest ya Hikûmeta Îslamî gavan davêje û em nikarin bibêjin Mehmûd Ehmedînejad ji aliyê xelkê ve hatiye hilbijartin, belkî baştir ewa ye ku em bibêjin cilê hilbijartinê li wî kirin.

* Hilbijartina Mehmûd Ehmedînejad ji bo Serok Komariya Îranê, çiqas dikare li ser siyasetên hundir û derve yên Îranê bandorê bike?

- Ez bawerim bi destpêbûna karê Ehmedînejad di posta Serok Komariyê de siyasetên navxwe û derve yên Îranê bi awayekî rohn û zelal dê pitir derkevin rojevê û dê ji wê rewşa serdemê Refsencanî û Xatemî derbikeve. Çi Refsencanî û çi jî Xatemî (di wan 16 salan de) rûçikeke wekî tem û mijê ji sîstemê nîşan dabûn û kakil û naveroka rejîmê wek eva ku heye nexuya kiribûn û wekî dibêjin rûçikê rejîmê peçavtine.

Lê Ehmedînejad rûçikê rasterast û eslî yê rejîmê çi li navxwe û çi li derve dê bide xuya kirin û eva di wateyekê de erênî ye. Teklîf û helwesta xelkê jî dê rohn be.

* Dosyeya Etomî ya Îranê di rojeva siyasî ya Îranê û Ewropayê de ye. Hilbijartina Ehmedînejad wekî keseke tundrew heta çiqas dikaribe li ser têkiliyên dîplomatîk, siyasî, aborî û... yên Îran û Ewropayê û pêşeroja bernameyên Etomî yên Îranê bandorê çê bike?

- Ez li ser vê baweriyê me ku pirosesa han bi diyarîkirina Ehmedînejad ji bo Serok Komariya Îranê ji aliyê Pawanxwazan ve bo qonaxeke giring derbas kiriye. Wekî me bas kir, rejîm yekdest kiriye, ji her demekê pêtir ber bi giyanê leşkergerî û Mîlîtarîzê diçe. Rejîmeke wiha îdeolojîk hewcehî bi bidestxistina çekên zaf heye. Lewre xebat ji bo bidestxistina çekên Etomî di vê dewreyê de berfirehtir dibe. Rejîm nikare bi destê vala û betal dijî pêla azadîxweziyê bisekine. Rejîma Îslamî ya Îranê îdeolojî heye û dixebite ku çekên Etomî jî bidest bixe.

Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşdebirina bernameyên xwe yên Etomî û tevkuj bi fend û fêlên dîplomatîk, zeman û demê ji Ewropayiyan distîne Lê guman tê de nine ku ji bo mijûl û bendkirina Ewropayiyan him ji îmtiyazên aborî mifahê distîne û him hemû fend û fêleke dîplomatîk ji bo bidestxistina zeman û demê û negirjkirina Ewropiyan li ser bernameyên xwe bi kar tînin. Lê herçiqas ew bibêjin hewl û xebatên wan aştîxwazane ne, derewan dikin. Çiqas Ewropî niha di helwestên xwe de micit in û li dû soz û qerarên derew yên rejîmê nakevin, rengê vê hindê dide ku vê carê ew micittir bibin.

* Di Îranê de bi giştî û bi taybetî li Kurdistanê, ev gera hilbijartinê bi awayekî berfireh hate baykot kirin. Lê serhijmêriyên  rejîmê berevajî vê çendê diselimênin! Sedem çiye?

- Xelkê Îranê bi giştî bona wê ku bikarin ji rêya sindoqên dengdanê ve parek ji daxwaziyên xwe cî bi cî bikin û guhertinan di rejîmê de pêk bînin, bê hêvî bûn, lewra baweriyeke wisan bi vî awayê hilbijartinê nemaye. Wekî me dît çi di dewra yekem û çi di dewra duyem de xelkê beşdariyeke wisan nekir. Lê rejîmê bi du terzan, ji aliyekê bi holê anîna leşker û Besîciyan û şandina bi kom ya wan bo ser sindoqan û dengdan bi wan ne carekê, belkî çend caran û qerebalixkirina derdora cihên sindoqan rûmetek ji bo xapandina gel dane vê hilbijartinê, ji aliyê din jî serhejmariyeke destçêkirî û nebûyî di dîroka hilbijartinên Îranê de kir û Şêwra Nobedar jî ew pejirand.

Di vê navberê de bi rastî li Kurdistana Îranê gel şoreşgerane liviya û helwêst girt. Gelê Kurd vê carê tenê NE gotin rejîmê. BELÊ bi tu kesekê negotin û rejîm di tevahiya xwe de ret kirin. Gelê Kurd ji mêj dem e rejîm wekî eva ku heye, nasîne. Lewre di helwestên xwe de pêşeng in.

* Piraniya Gelê Kurd li Kurdistana Îranê di vê gera hilbijartinê de beşdarî nekirin. Sedemên baykotkirina hilbijartinê ji aliyê xelkê Kurdistanê û deng nedayîna wan çi ne?

- Bê hêvîtî bi çêtirkirina rewşê di Komara Îslamî de, nasîna rejîmê, kiryarên rejîmê li Kurdistanê û Serkut û tund û tûjî û perçiqandina berdewam, bêparbûna pişkek zaf ji xelkê Kurd ji mafê xwe berbijarkirin ji bo Serok Komariyê, bêparbûna Kurdan ne tenê di rêvebirina welat de, belkî li herêma xwe jî, paşdemana aborî, bersîvnedana erênî bi hêzên siyasî yên Kurd, asta bilind ya hişyarî û agahiya siyasî û neteweyî a xelkê Kurd û hwd... hinek sebeb bûn ku xelk anî ser vê bawerê ku di hilbijartinê de beşdariyê nekin.

* Dibêjin Mehmûd Ehmedînejad di terora Şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî de rola eslî hebûye. Raya PDK Îranê li ser vê meseleyê çiye?

- Rejîma Komara Îslamî wekî xwe rejîmeke terorîstperwer e. Destmaye û rabihoriya keseke wekî Ehmedînejad di wê rejîmê de ew karane ne ku ji bo rejîmê kirine. Diyarîkirina terorîstekê ji bo Serok Komariya Îranê me dibe bo ser basekê ku di bersîva pirsa yekem de hate holê. Di vê qonaxê de rejîmê hewcehî bi kesên wekî Ehmedînejad heye ku bikare careke din fayla tozgirtî ya şandina şoreşê bixe rê. Wezîfeya hizbê aşkirakirin û şermezarkirina cinayetkaran e. Ya balkêş ewa ye ku 2 terorîst (Refsencanî nerasterast û Ehmedînejad rasterast di şehîdkirina Dr. Qasimlo de dest hebûn) ketibûne rikeberanê. Ji wê balkêştir ewa ye ku keseke wekî Refsencanî hêdî hêdî ji deshilatê tê vêdebirin.

Piraniya gelê Kurd li Kurdistana Îranê di helwesteke şorşgerane de beşdarî hilbijartina Seroka Komariyê nekirin û  hilbijartin baykot kirin.

* Li gorî gotinên Serokên rejîmê û piropagendeya çapemenî û ragihandina rejîmê encam û awayê birêveçûna vê gera hilbijartinê ji bo wan gelek girîng bû. Gelek xebat kirin ku xelkê bikişînin ser sindoqên dengdanê. Sedema wan nigeranî û hewlên rayedarên rejîma Îslamî ya Îranê vedigere ser çi?

- Wekî me bas kir dixwastin bi raya giştî ya cîhanê bidin xuya kirin ku di Îranê de demokrasî heye û xelk serokên xwe hildibjêrin û ewa ku Rojava dibêje, gel rejîmê naxwaze bi derew derbixin. Ji bo hilbijartina vê carê jî zêrevanên navneteweyî beşdar nebûn. Zêrevanên ser sindoqan, piranî çavdêrên Şêwra Nobedar bûn ku bi xwe amar û hejmar çêkirin û hêsankarî ji bo beşdariya çendîn car ya hêzên leşkerî û Besîcî di dengdanê de kirine. Heta berpirsiyarê giştî yê zêrevanên Wezareta Karê Hundir ji hêla çavdêrên Şêwra Nobedar ve hatiye girtin. Rejîmê 28 milyon deng ragehand, tu sazî û rêxistineke bêalî ji zêrevanên ser sindoqan nebûye, heya ku rastiyan bixe rojevê, serbarê şikayetên zaf.

* Hilbijartin yek ji bingehên demokrasiyê ye. Gelo bi giştî di çarçoveya sîstema Komara Îslamî ya Îranê de hilbijartin dikare demokratîk be?

- Di bersîva pirsa berê de me îşare bi ne demokratîkbûna bi nav hilbijartinan kir. Rejîmek dikaribe hilbijartineke demokratîk birêve bibe ku bi xwe bawerî bi demokrasiyê hebe. Xelk tenê dikarin di nava bijartiyên rejîmê de (ji hêla Şêwra Nobedar) kesekê diyarî bikin. Di halekê de ku ev piroseye jî bi duristî nameşe. Di nava wan de jî bi amarçêkirin û desttêwerdanê kesekê dikişînine serê û li ser kursiya Serok Komariyê didanên. Ne rejîm demokratîk e, ne demokrasiya rastîn di Îranê de hakim e, ne hilbijartin jî dikare demokratîk be. Sîstemek demokratîk e ku rêxistin û saziyên demokratîk tekoşînê bimeşînin û azad bibin. Demekê ku partiyên siyasî yên gel tekoşîn tu ninin, çawa hilbijartin dikare demokratîk be.

* Hûn pêşeroja Îranê di 4 salên bin rêveberiya Serok Komariya Ehmedînejad de çawa dibînin?

- Her çend li gorî Qanûna Bingehîn Serok Komar nikare roleke bibandor di rêvebirina welat de bilîze, lê ji ber vê çendê ku Ehmedînejad hilbijartiyê şexsê rêber e, di rastî de hevahengiyeke zaf bi hevre hene yan bi wateyeke din Ehmedînejad li benda fermana rêber e. Tê çavnihêrî kirin ku ew azadiya kêm û kin ya ku gel bi xwe sepandiye, ji nav biçe û serkût û dîktatorî pitir bi ser welat de zal be û rojname zêdetir ji niha bikevine bin tîxa sansorê û bihêne daxistin. Rengê wê hindê dide ku bi giştî zext û givaş bo ser xelkê û bi taybetî jinan û ciwanan pitir bibe û pêvajoyê ji bo damezirandina Hikûmeta Îslamî amadetir bikin.

* Çima di vê gera hilbijartinê de Reformxwazek nebû Serok Komar? Gelo eva vedigere ser 8 sal kar û kiryarên Reformxwazan. Yan eva ku rêberê olî yê rejîmê û tundrewên rejîmê biryar dan ku Serok Komar jî wekî Parlemanê ji dest Reformxwazan der bixin. Hûn vê dozê çawa dibînin?

- Hereketek ku sala 1376 (1997)'an bi hilbijartina Xatemî dest pê kir û bi 2'ê Cozerdanê hate nas kirin, liv û hereketek bû ku xelk li ser vê baweriyê bû ku dikarin guhartineke wisan di rejîmê de pêk bînin ku xelk heta radeyekê qedera xwe bidestve bigirin. Lê bi çend sedeman ku di lêre de ez bi kurtî dikarim îşarê bi hinek ji wan bikim, xelk ji wê hereketê bê hêvî bûn. Yekem, pêkhateya vê rejîmê nikare guhartinên wisan pêk bîne ku tê de azadî û demokrasî bihêne cîgir kirin. Duyem, Serok Komar di sîstema Welayeta Feqîh de tevî vê çendê ku Serokê dewlet û desthilata birêveberiyê ye, lê rola sereke Rêber e û astenga sereke jî her Rêber e. Sêyem, 2'ê Cozerdanê, bizaveke xwedî bername û organîzekirî nebû. Partiyên siyasî yên gelî li pişt nebûn, yan her partiyeke wisan di holê de nebû. Şexsê Xatemî tevî wê çendê ku wekî takê xwe tevî Melayên din di warê bîr û baweriyên azadîxwazane ve hinek vekirîtir bû, lê ji ber ku ne serokê ew tevgera guhartinxwazane bû û ne piştî hilbijartinê Serokatiya Îslamî girte stûyê xwe, ne wekî şexsê xwe kiryareke wisan ji xwe nîşan da ku hereketê zindî û aktîv biparêze û ne çi çaxekê pişta xwe bi hitbara xelkê girêda û xelk jî anî meydanê. Çarem, di heyamê wan 8 salan de di rastî de bizava 2'ê Cozerdanê bê serok bû û hêdî hêdî paşde kişiya û baskê pawanxwaz hemû destkewtek ji wan standin. Bi kurtî hêviya xelkê bi Reformxwazên Hikûmetî nema û pişta xwe dane wan.

* Ji vê qonaxê pêde û piştî vê hilbijartina nû, gelên Îranê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî divêt çawa kar û hereketê bikin?

- Hekî ev şiroveyên ku me bas kir rast derkevin holê, di Îranê de perçiqandin de pitir bibe, serkût dê pitir bimeşe û nemaze bo ser gelên zulmlêkirî. Xwezayî ye gel taze naçine bin siya dîktatoriyê. Lewra ew dê rikeberiya xwe bikin û daxwazên wan jî dê radîkaltir bibin. Heke guhartinên di herêmê de bi qazancê azadî û demokrasiyê pêşde biçin, gelên Îranê jî bi hêviya serkevtinê ji bo daxwazên xwe dê xebatê bimeşînin û xebata xwe dê bidomînin.

* Gotina te ya dawiyê ji bo vê hevpeyvîna Agirî çiye?

- Gotina min ya dawiyê eva ye ku guhartineke mezin ber bi nemana dîktatoriyê di Îranê de bi hilbijartina Ehmedînejad hatiye holê, lê gel jî hişyartir bûye, zanîn û agahiya siyasî a gel li gor salên borî çûye jor, dewrana dîktatoriyê ber bi nemanê diçe û em jî divêt wekî berê bi serkevtinê hêvîdar bibin û di xebatê de mukimtir û bi bernametir biçine pêş û xwe tevî guhartinan rê bixin û ji astengên ser rêyê netirsin.

* Rêzdar Kekê Elî Mêhrperwer, em gelek spasiya te dikin ku te dema xwe ji bo vê hevpeyvîna Agirî veqetand.

- Ez jî pir bi dil spasiya we dikim û ji we xebatkarên Agirî re serkevtinê dixwazim û ji xwendevanên we re silav û hurmetan dişînim.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]