NEWROZ

äæÑæÒ


13/3/2006

Hevpeyvîn bi mamoste Hemîdê Hecî Derwêş re Sekreterê partiya demokrat a pêşverû ya kurd li Sûriyê

Têkiliyên di navbera tevgera Kurdî û ya Erebî di vê qonaxê de her çend ne di asta em dixwazin de ne jî

Rojnama Newroz - Hejimar -66- Sibat 2006Z

Mamoste Hemîd, em kêfxweş in bi navê weşana Newroz, vê dîtinê bi we re bikin, li we guhdariyê bikin, nerîn û bîrbaweriyên we di ezmûna xebata bêtir ji 50 salî di ber doza gelê kurd de, biguhêzin xwendevanên Newrozê. Gelekî bi xêr hatî..

1- Di wan rojên berê de ku asteya hesta netewî li ba gelê me ji ber sedemên tunebûna xwendin û zanînê, merc û hoyên eşîrtî, malbatî û hwd... qels bû, şêweya kar û xebata we hingî çawa bû.?

Dsetpêka derbasbûna min di tevgera siyasî de, rewş gelekî tevlîhev bû, hestê netewî kurdî gelekî sivik bû û kesên di vî warî de kar dikirin hindik bûn.Tenê, hestê olperestî û êlperstiyê cihê xwe di nav gel de girtibû. piştî me partiya demokrat a kurd li Sûriyê damezirand, gelek kelem û asteng li pêş me derketin, nemaze di warê diraviyê de û şerê olperstan û partiya komonist ji parta me ya nû re. Lê, ji ber girêdana me, bi doza me ya netewî ve û israra me, me karîbû em şopa xwe vekin.Di vir de, ez ji dîrokê re dibêjim ku hevalê rehmetî Osman Sebrî di pêşiya me hemiyan de bû.

2- Piştî van guhertinên ku li seranserê cîhanê rû dane, mîna pêşketina bê sînor a dezgehên ragihandinê, geşbûna xebata gelên cîhanê ji bo parastina mafên mirovan, şerê cîhanê dij terorê, û rûxandina rijêma Sedam li Iraqê, û ya Taliban li Afganistanê...  Hûn paşeroja gelê kurd bi gelemperî, û gelê me yê kurd li Sûriyê bi taybetî çawa dibînin.?

Bêgumane ku gelê me yê kurd, di siha rijêmine diktator, nijadprest û hov de, ewên hewil dane wî tune bikin, qonaxine perîşan û dilêş derbas kirine, bi hezaran qurban û cangorî pêşkêş kirine, bextiyariya xwe winda kiriye. Lê, îro em di qonax û demeke nû de dijîn, nîşan û sembola wê demokrasî û parastina mafên mirovan e. Ev yek, mizgîniya qonaxeke nuh dide me ku gelê me dê xewnên xwe di azadî û bidestxistina mafên xwe yêm netewî û rewa de bibîne. Lê, divê em zanibin çawa sûd û mifayê ji vê qonaxê wergirin. lewre divê em siyaseteke zanistî, demnas û realist bikar bînin, ji dilxwestin û ewatifan bidûr Kevin.

3- Welatê me Sûriyê, li ber dergehê guhertina ye, gelo rewşa tevgera me ya kurdî ya îro, dikare rêbertiya qonaxa bê bike? Û eger na be, hûn çi xebatê di ber yekirina vê tevgerê de dikin.?

Belê raste ku welatê me Sûriyê li ber dergehê guhertinin nuh e, û raste tevgera kurdî ne weke em dixwazin bi hêz û hevgirtî ye, wilo jî tevgera netewî ya Sûrî bi tevayî, lê ez dibînim û bi bawerîke mezin dibêjim ku tevgera me ya kurdî dikare li kêleka tevgera netewî ya Sûrî bi rola xwe rabe û pêşkêşiya wan guhertinan bike. Divê em bizanin û weke ezmûnên gelên dinyayê û gelê me em hîn kirine, tiştek hazir û bê kêmasî tune ye. Jiyan, dibstan e, mirov fêr dike çawa bûyeran bişopîne û çawa pêşkêşiya wan bike.

4- Gelo sedemên berberî û devavêtinên ne di rê de ku car bi car di navbera rêxistinên me de serî hildidin çi ne? û çima emê ne bi biratî û hevaltî di çarçewa mafên nêrîn û derberînê û rêzgirtina baweriyên hev de li ser yek maseyê rû li rû, bi rengekî modern rexneyan li hev negirin.?

Sedemên nakokiyan di navbera hêz û partiyên kurdî de gelek in, min di pirtûka xwe de(Ronahî li ser tevgera kurdî li Sûriyê) hin ji wan sedeman dane xuyakirin, hêvî dikim li min bibûrin ku ez niha wan dubare nekim, lê, bi her hawî, ez durust nabînim ku ew newekhevî di nerên û bîrbaweriyan de rengekî dijminatiyê wergirin weke berê dihate kirin û mixabin weke îro jî hin hewil didin  bikin.Dibe ku em di hin pirsên siyasî de ne yeksa bin, lê, şerm û kirête ku ev cudahiya nerînan bibe egera dijminatiyê û rêzgirtina hev winda bikin. Ji hêla xwe ve, ez bangî hemî welatparêzên dilsoz dikim ku dengê xwe bilind bikin, şerê vê helwestê bikin, ji ber ku ev dijayetî, xwesteka dijminane, tenê dijminên me, pêk tîne, û min gelek jan ji ber vî derdî kişandiye.

5- Ma gelo ev hişkbaweriya milî ya ko li nik partiya Bes û hin kesayetiyên Ereb heye, xizmeta Sûriyê dike?

Ev siyaseta netewiya teng a nijadperest ku ji bal partiya B,es û hin hêzên Erebî li Sûriyê ve tête ajotin, ne tenê xizmeta Sûriyê nake, lê ew hevgirtina netewî jî kûr birîndar dike, dibe egera şûndemayîna welatê me di hemî warên jiyanê de.Tu kes nikare bibêje ku nerîna netewiya teng rojekê ji rojan li welatekî bûye sedemê pêşketin û avakirinê, ev yeka han jî, li bejin û bala parta B,es tê û xwe lê dixwe.

6- Weke kesayetiyeke xwedî ezmûneke dirêj di xebata kurdewariyê de, hûn çawa li têkiliyên kurd û ereb û kêmnetewyên din ên Sûriyê dinerin û hûn dixwazin ew têkilî bi çi rengî bin.?

Têkiliyên di navbera tevgera Kurdî û ya Erebî di vê qonaxê de her çend ne di asta em dixwazin de ne jî, lê ew ne xirab in, em hêvîdar in ku pêşve herin da têkeve rajeya welatê me Sûriyê û rajeya gelê Kurd û Ereb. Divê bête zanîn ku, bê wan têkiliyên durust, problêm û pirsgirêkên Sûriyê tucarî çareseriyê nabînin. Ji me hemiyan tê xwestin, ango xebatker û têkoşerên kurd ku têkiliyan bi tekoşerên Ereb re geş bikin, da em hemî bi hev re welatê xwe ava û xweş bikin.

7- Di vê qonaxa nazik de ya ku gelê me tê re derbas dibe, pêwistî bi avakirina encumeneke kurdî tune ye, ku hemî partiyên kurdî û hin kesayetiyên xweser tê de cih bigrin û ew bibe jêdera biryara kurdî li Sûriyê.?

Ez dibînim çêkirina encumeneke kurdî di bin çi navî de be, tiştekî gelek pêwist, giring û hêja ye, ji ber ku ev encumen dê roleke aktîv di xebat û yekirina gelê me de bilîze û dê xwestek û vîna gelê me yê kurd li nik yên mafên wî didine mandelê bich bîne.

8- Hûn qedexekirina zimanê kurdî çawa dinirxînin, û rola zimanê me yê zikmakî di geşkirina xebata netewî ya nûjen û aştiyane de çawa dibînin.?

Bêgumane, qedexekirina zimanê kurdî û ne xwendina wî di dibistanan de, guneh û tewanekî mezine li gora lîsta mafê mirovan. Lê, ez dixwazim tiştekî bibêjim, ew jî ew e ku, em di serî de ez bi xurtî xwe rexne bikim, ji ber em weke dihate xwestin jê re ne xebitîn û em vê sersariya xwe nexin stuyê kesên ku çand , folklor û zimanê me li me qedexe kirine. Li vir, ez destên we digrim û bi dilgermî diguvêşim, daxwazê li we dikim ku hûn bi xurtî di vê rê de bixebitin, tevî ez baş dizanim bê çiqas rêl û kelem di riya we de hene.

9- Di dema îro de, partiya we çi karî di ber ziman û kultura kurdî de dike.?

Weke min got, ez xwe û partiya xwe jî ya ku ez pêşkêşiya wê dikim weke sekreter rexne dikim , ji ber ne guhdana pêwist ji zimanê kurdî re.

10- Eve 64 hejmar ji weşana Newrozê  ya du mehane  bi temenê 10 salan têne weşandin, hûn çi ji xwendevan û komîta wê re dibêjin, çi rexneyên we lê hene.?

Dûrî dilxweşkirinê, keyfa min gelekî ji vîn û israra we re tê ku hun  weşana NEWROZ çap dikin û li kurdan belav dikin, ez jê re pêşketinê dixwazim, hêvîdar im ku xwestekên we bi cih werin da ku weşana Newroz bibe weşaneke aşkere û legal, bi serbestî keç û lawên gelê me wê bixwînin.

11- Ji bo guhdana xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, hûn çi ji keç û lawên gelê me re dibêjin.?

Tiştê ez dixwazim ji keç û lawên gelê xwe re bibêjim, da ku ew hînî zimanê dayika xwe bibin, ezê gotina hevalê hêja, rêzanê mezin (NÛREDÎN ZAZA) ya ku sala 1956 an gotibû, dubare bikim:

(Gelî kurdan!.. Eger hun dixwazin xwe nas bikin û xwe bi xelkê bidin naskirin, ger hun dixwazin xizmeta gelê xwe bikin,  zimanê xwe bixwînin û wî bidin xwendin)…

Li dawiyê, qedirnasî û hezkirina min ji we re birayên xoşewist di komîta NEWROZ ya ezîz de. Serbilind û bi rêz bijîn.

sipas mamoste, bimînî di xweşiyê de

Qamişlo 15-02-2006 z

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]