|
12/8/2005 Xwendevanekî kurd ji Efrînê 259 pile ji 260 pileyan anîne Şêx Birîmce Di jiyana miletan de, herdem çav li ciwana ne û bi taybetî li xwendevan, ger ev çîne di civakekê de li pêş be û di kar û xwendiniya xwe de serketî be, paşeroja wê civakê û ya wî miletî wê herdem serketî u cihgirtî û wê li pêş be. Hersal miletê kurd li Sûryê, bi hin xwedevanên xwe yên pêşeng li ser parêzgeha ko lê dijîn an lê dixwînin an li seranserî Sûryê; hin cihên bilind, pêşeng girtine, çi ji herêmê Efrînê an Kobanî an Cizîrê, an li deverên ko kurd lê dijîn, wekî: Heleb, Şam, Reqe …H.W.D, hersal em bêpar nemane û di hin salan de bûne hejmar yek, li ser hemî xwendevanên Sûryê, wek nimûne: Pêşeng Henan ji gundê Keferdelê ji herêma Efrîn,ê berî 6-7 salan ê yekemîn bû, di beşê zanistî de, li seranserî welatê Sûryê, di pola 12 an de (bawernama amadeyî) de. Bi rastî ew xwendevanên pêşketî; cihê rêzgirtina miletê xwe yê kurd tevane, ne bes cihê rêzgirtina dê û bav û malbata û gundê xwe tenê ne, ev wekî sermiyanekî netewîne, dive hemî malbatên kurd haj ji xwendina zarokên xwe hebin û bi taybetî ji destpêka xwendiniya wan de , ta derfet bi hêsanî têkeve destê wan, ta ko ew jî bi vexwerina ava serkeftina bilind vexwin, pê şa û bextewar bibin, û hêvî û ûmidên xwe bi cih bînin, û di nav, mal, malbat, êl, gund, bajarok, bajaran de cihê rûmetgirtinê bin. Pêşketiyên Li seranserî Sûryê, di bawernama amadeyî de (pola 12 an), beşê zanistî. 1-Ferhad Arêf Çawîş dê Cîhan ji dehên pêşîn ji serketiyên seranserî Sûryê ye, 239 pile bê babeta olî, 259 pile giştî/gelemper ji 260 pileyan aniye. ferhad ji Gundê Çeqmaqa ji herêma Efrîn ji parêzgeha Helebê ye û li şarê Helebê dijî, bav Çûye dilovaniya Xwedê. Pêşketiyên parêzgeha Helebê, di bawernama Amadeyî de, beşê zanistî, li ser asta parêzgehê. 1-Ferhad Arêf Çawîş dê Cîhan yê ko ji dehên pêşîn ji serketiyên seranserî Sûryê û yê didwan ji dehên parêzgehê bû, 239 pile bê babeta olî, 259 pile giştî/gelemper ji 260 pileyan aniye ye. 2-Ronîda Zuhêr Elî dê Dr. Newzet 238 pile bê olî 255 pile giştî. Pêşketiyên parêzgeha Helebê di bawernama Amadeyî beşê toreyî de, li ser asta parêzgehê. 1-Hesen mislêm Elî dê Emêne 222 pile ji Ssirîn ji dehên pêşîn li ser parêzgeh Helebê bû.
Pêşkeftiyên parêzgeha Hesekê, di bawernama Amadeyî de, beşê zanistî, li ser asta parêzgehê. 1- Yara Yosêf Ebdil Ezîz dê Emîne ya didwan bû li ser parêzgeha hesekê 254 pile tevayi anine 2-Hêvya Ebdil Rehman Reşîd Hesen dê Helîme 251pile ji Sanawîya Rumêlan 3-Esmai Ehmed Mele Ebdel Ellah dê Meryem 248 Sana Qadisîyê 4-Nefel Xorşîd Silêman dê Qedriye 248 Qadîsye lib a xwe dixwîne
Pêşkeftiyên parêzgeha Hesekê, di bawernama Amadeyî, beşê toreyî de, li ser asta parêzgehê 1-Newroz Ebdil Helîm Husên Dê Nisrîn ya yekem bû li ser parêzgeh Hesekê 226 pile ji 240 pileyî anîbû. 2- Zafêr Ebdil Baqî Hec Husên dê Esriye 222 pile giştî 3-Afîn Salêh Ebdeleh dê Munîfe 220 pile. Ji hin nafên gihane me ji Heleb û Efrînê û bi tabetî ji malpera www.tirejafrin. Û mamoste Mihemed Emîn Dilî ,Mixabin ev navên ko me pileya wan ya gelemper nenivîsandî ye, pileya wan bi dest me neketiye, û pirên wan li Amadeyên Helebê de dixwendin. Beşê Zanistî
Beşê Toreyî / wêjeyî
Sed Pîrozî li xwanevanên zîrek û jêhatî, û xwediyên wan ku her tişt ji wan re amadekiribûn ta ko zarokên wan pileyên bilind di xwendina xwe de bînin, û bibin sermiyanekî netewî. Hêvîdarim ji dê, bav, xwîşk, bira, malbat, partî, rêxistin, komele, bi hûrbînî li ser vê babetê rawestin, û pêtir bala xwe bidin xwendevanan, û alîkariyên ji hemî aliyan de ji wan re bikin, ta jimarek mezintir ji xwendevanên me, karibin va keysa serkeftina bilind bigrin, havilê ji bibînin , û va riya bibe rêya hemî xwendevanên kurd li çarçewa welêt. Silav û rêzgirtinek taybet ji mamostên ji dil û can de, fêran didin xwendekaran. Ez bi hêvîme kes li me negre ger me navê (wî wê)nexistiye nav lîsta navan, me pir cefa dît ta em gihan van navan. Daxweza me ji hemîyan ger karibin navên pêşketiyan, bi lez li ser binvîsin û belavkin, ta em bi serketina wan jî şabibin. Şêx Birîmce Şam 8/8/2005 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |