|
12/5/2007 Kuştina Du’a ya 17 e salî Hezkirin ji miorvatiyê tê, lêdan û kuştin ji hovîtiyê tên Zîna şikakî Mixabin, hên di nav kurdan de tê gotin : ger filan kes mêr bûya wê namûsa xwe bişuşta ! heniya xwe hilmaşta ! serê xwe di nav xelkê de bilind bikira ! çêlek navê naxirekê xerab dike ! jinek navê êlekê xerab dike ! ma heqê wê dêlkê ne qurşîneke ! Hezkirin û kîn, kuştin û jiyan, mirovatî û hovîtî, serbilindî û ser-nizmî, rû-sipîkirin û rûreşkirin, bi guneh û bê guneh, şer û xêr, ronahî û tarîtî, binamûsî û bênamûsî. Di ferhengan de, gotinin dij hevin, û di navbera wan de tayek dezî ye, zû diqete, û mirovê nezan, zû-zû ji alîyekî derbasê yê din dibe. Hezkirin rengek ji rengên nexweşiyê ye ; nexwaşiyeke bi lizet û xweş e ; kes nikare dijî wê bibê, û ne jî rûyê xwe li ber vê rastiyê reş bike, yek ji durv û xûyên mirovatiyê ye ; tu dara ku ba li sêri nexin nînin. Kuştin jî rengek ji rengên nexweşiyê ye, lê hema nexweşiyeke pîs û genî ye. Du’aya 17 salî çi guneh kiri bû? Ew bê guneh bû ; ên ku ew bi hovîtî kuştine gunehebar in. Tu gunehê wê tune bû, dilê wê tijî hezkirin bû ; dilê kesên ku ew kevir kirine, kuştine, tijî kîn bûn. Hezkirin ji miorvatiyê tê, lêdan û kuştin ji hovîtiyê tên. Dema mirov karên qenc bike, serê mirov bilind e, rûyê wî sipî ye ; zor, lêdan, kuştin serê mirovan nizim dike, û rûyê wan reş dike, wan gunehbar dike. Bênamûsiya mezin ew e ku keçikeka 17 salî bi wê hovîtiyê were kuştin. Di hemû rewişt û ‘adetên dunyayê de hezkirin qenci ye, xêr e, ne pîsitî û şer e, mirov, ji însanan, ji welatê xwe, ji Xwedê, ji jiyanê hez dike, ger keçek bi hezkirna xortekî navê êlekê xerab dike ! kuştina wê bi wê hovîtiyê , navê miletekî, gelekî xerab dike. Jin mirov e, jiyanê diyarî mirovan dike, kuştina wê ne mirovatiye, çawe emê mafên xwe yê mirovane daxwaz bikin ! û mafê mirovan biparêzin ! ger em mafê jiyanê ji jin, xûşk û qîzên xwe distînin. Ev kuştina bi vî hawî, ne pênûs ; ne gotin ; ne hêstir ; ne sîlên ser çavan ; û ne jî kutên sîngan dikarin dilê mirov rihet bikin ; hiş û hestê mirov hêsa bikin, bêhna hovîtîyê ji va kuştina hanê hildikele. Em ji welat, ziman, dîrok, û xwaka xwe hezdikin, dijmin me bi hovîtî dikuje ; lê ew dijmine ! şerên birakujiyê di navbera me de çê bûne, hema ew hizbîtî (partîzanî ye)! di dîrokê de ‘eşîr û malbet li hember hev rabûne şer kirine sedmên wê hebûne ; dewlet û hukûmet li hember hev radibin, şer dikin, bercewandî, û talankirin sedemên wê ne ; dijmanyetî hebûye. Lê hema kuştina keçeke (zarokeke ! !cahileke) hefdeh salî li orta kolan ê, bi lêdana keviran, bi destê nêzktrîn kesên malbata wê li ber çavên dê ! !, xûşk, xaltîk, met û jninên cîran ! ! ! dide ser hemî rengên hovîtiyê, ji ber ku hezkirin sedemek ji sedemên jor dûr e, hezkirin mirovan berve hev tîne, ne li hember hev radike, jineke di malbeteka bi vî rengî de tîmar bûbe, belkî cegera li hember hev rabûnê jî pêre tunebû ye, bê guman bi dizî, û tirs dijiya. Me digot, û em dibêjin : firotin û kirîna jinan şerme, zewaca bê dilê wan ne rast e, lêdan û îhanet, û newekhevî jî ne di cîh dene, ma gelo, kuştina keçeke bi vî awî, çî ye ? rû-reşîyeke civakî, olî, û gelî ye. Em di sed sala bîst u yekan de dijîn ! hêdî êzdî jî keçên xwe bi kevir-lêdan a heya bi mirinê bi kar tînin ! ! ! wey heft xaliyên germ li serê olperestên nezan be. Di siha rêjîma olî, tarî ya Îranî , û hin welatên îsmalî yên din de jî, jin bi vî awî li çate-kolana, an meydanên bajaran têne kevirkirin, da ku ji hemî jinan re bibin ders, û ‘ibret, ku karên wiha nekin ! Divê em, bizanibin ku mesele ne bi vî awî çare-ser nabin. Divê li ser tîmar kirina keç û kur wer e siknadin, divê rolê jinê bêhtir di civakê de were naskirin ; tirs û fedî ji nav malê rabe ; dan-standin bê zor û bê siwa bin ; nermahî û ferahî di hişê me de ciyê hişkbûn û tengayiyê bistîne; da ku em di ronahiyê de meselan çare ser bikin û ne bi koranî û di tarîti yê de gunehên gewre bikin; yan na çawa kerê me yê kulek bi hespên xelkê yên beza re dakeve meydanê. Kurdistan a başûr, di Rojhilata navîn, di dunyayê de deng daye ; li ser tilfizyon, di mîdya (î’lam) û enternêt ê de, bi qencî ciyê serbilindahiya me hemî kurd a ye çirûskên wekhevî demokrasî û azadiyê tê de vedibrûsin ; û dilê mirov rihet û şah dikin. Deng dana nûçe ya kuştina keça kurd, Du’a ya êzdî, li ser entirnêtê û di mîdya Ewripî de, tu carî nakeve çarçwa xizmeta serbilindiya gelê Kurd. Di civakên sîvîl de kuştina pisîkekê, kûçkekî, an çûkekê jî bi vî awî, bê deng derbas nabe. Hawar a me ji nûnerên Hukûmeta Kurdistanê, û ji hemû berpirsiyarên Kurd, çi mêr, çi jin ! !ku biryaran bistînin ; û ceza yên giran û sert, li hemberî van kirên hovane, bi kar bînin, da ku Kurdistan di hemû warên jiyanê de, bibe nimûne , û em nekvin xefkên dijminan (êzdî, mislman, ‘elewî û şê’î…) û ne jî em xwe bê guneh bikin. Nezanî û şonketina xwe jî di pişt guhên xwe re bavêjin, divê em şûjinê çavî xwe berî derziyê çavên xelkê bibînin ; ne jî rahêjên hîmên mezin û kevrikên biçûk ji bîr bikin. Bingeha civakan, mala mirova ye ; hezkirin, wekhevî, demokrasî ji malê de dest pêdikin ; derbasî kolanê dibin, li bajêr belav dibin, û berê xwe didin hemî deveran. Divê, Li çate kolan û çate rêk an, bûk û zave, gul û kulîlk, şona laşa ,bigrin , şahî û dil-xwaşî şona tirs û hovîtiyê bistînin. Dema em têne, Ewripa, an jî, welatên din, em riweşt û xizam (‘adet û teqlîdên) xwe bi xwe re tînin ; ji ber ku ew ne cilin (kincin) ku em li xwe dikin, û ji xwe dixin ; wan bi salan di hiş û laşê me de rihên xwe berdane . mirov ne dikare wan bavêje, û ne jî bi hesanî biguhêre ; heyam û civak vekiriye ku mirov wan berve guhartineke posîtîv bibe ; û bi şêweyekî bi rêk û pêk, yên qenc hlîne, û yên xerab jî dev jê berde; divê em çavên xwe vekin ; hişê xwe ronî bikin, û bêhna xwe fereh bikin ; û yek ji van bê ya din nakeve xizmeta me kurdan ; û bi taybetî jî ya me êzdiyan. U hên bêhtir ê bêhtir jî ya me jin an ! ! Ji ber ku em buhayê wê giran didin. Ne xema tu kesiye ku em bi hev kevin hev bikujin û serê hevdu bibirrin ; û bi kevran û kuçan, an kêran, an jî bi qurşînan, kezeba xwe bisotînin. ew rengek ji reşkujiyê ye ! U nîşana nezanî,tarîtî û şonde mayînê ye. D’ua , Kurd a êzdî, tu canemergê, tu nemirê ; tu her saxê ; cihê te, di dilê xortekî tenê de hebû, xortên nezan, cihê te heya bi heyê (heta bi hetê) di kuranî ya dilê her kurdekî bi rûmet de çêkirin; laşê te di hişê wan de kêrt kirin ; destên te yên zarokane, ku te dirêjî dawa xwe dikirinê ku tu laşê xwe ji nêrînên hovan biparêzê, dawa fîstanê te yê bûkane, kirin perda reş û bi ser çavên kesên nezan de berdan ; û rojek bê ; wê bikin kefen ji dijminên şoven re ; destên te, va di destên hemû jinên kurd û yên cihanê de ne ji bona xizmeta mirovatî ; wekhevî ; û hildana zordestî yê. Navê te li ser te ye, Diroz (du’a) li giyanê te be, Du’a, tu bû yê canemerga civakî. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |