NEWROZ

äæÑæÒ


121/5/2006

Rêjîmên Tirkiyê, Iranê, Sûriyê, di sînorê başûrê Kurdistanê de

Dîlan vegritine

hêdima çareserkirina pirsa Kurdî bûye bingeha siyaseta hêz û aliyên demoqrat li seran-serî dinyayê, 

Hêmin Kurdaxî

08. 05. 2006

Ev demeke ku, hêzên rêjîma Iranê bi hejmareke pir mezin,  ji aliyê xwe ve, sînorê Başûrê Kurdistanê dorpêç kiriye, di heman demê de jî, ji aliyê xwe ve, hêzên dewleta Tirk, di bin navê qîrkirina Teroristên HPG "Hêzên Parastina Gel" de...., yên ku di hundirê sînora dewleta Iraqê, di çiyayê Kurdistanê de cî girtine û bi çekên giran çiya û Gundên başûrê Kurdistanê Bombe-baran dikin. Gelo ev sedema ku, Rêjîma Iranê û ya Tirkiyê didin raghandin heya kîjan asteyê rast e?.

Eger rast be, û eger dewleta Tirk bi HPG-ê nikane?  eger rêjîma Iranê dixwaze ji ber dewleta Tirk ve, bi va stûbariyê rabe!! çima hêzên rêjîma Iranê naçin di çiyayê bakurê Kurdistanê de êrişî gerîlayên "HPG" Hêzên Parastina Gel nakin?

lê di nerîna min de vê carê sedema sereke  ne ew e, ne ji bo  gerîlayên HPG Hêzên Parastina Gel, bi deh-hezaran rêjîma Iranê û ya Tirkan, hêzên xwe xistine sînorê başûrê Kurdistanê, tevî ku, di bi şêweyekî hovane êrişên xwe dibin ser hêzên Gerîla, û eger kani bin, wê bê dudilî, ne tenê HPG-ê lê belê; tevaya gelê Kurd dê qîr bikin û berê jî, hewldanên xwe kirine û belgeyine wan reş di vê derbarê de hene.   

piştî hilbijardinên Encûmena nûnerên gel yê Neteweyî " Perleman" a Iraqê di 2006-an de, hinekan ji lîstan pir deng anîn û bi ser-ketin  ew jî ev bûn:

1 - Kombenda Iraqa Yekbûyî bi serokatiya Ebdi ezîz El-hekîm -şîî -  

2 - Hevbendiya Kurdistanê

3 - Eniya Lihevkirinê ya Iraqî -Sinî-

4 - Lîsta Elîraqiye serok-hikumet Iraqê yê berê Iyad El-allawî û listeyin biçûk yên din.

li gor yasaya Iraqê, ya ku piş şerê azadkirina Iraqê hatiye danîn, lîsta herî mezin û pirdeng, ji mafê wane ku, serokê hikometê ji wan be û ji xwe re binav bikin, li gor vê xalê jî,  lîsta Kombenda Iraqa Yekbûyî, ya ku, bi serokatiya Ebdi ezîz El-hekîm a -şîî - ev derfet wergirt, piştî danûstadinên navxweyî ji xwe re, Brahîm Elceeferî di nav xwe de wek nemzet binav kirin, ew Brahîm Elceeferî pir bi dilê Iranê bû, ne tenê weha jî, ew ji berê de hevalbendê Iranê bû û lîsta wî jî, piştgiriyeke bêhembe ji Lêvegera Olî ya şîîyan "Elî Sîstanî" de girt, ew jî bi xwe peyayê Iranê ye, di destpêka xwe de, vê yekê dilê Iranê û pişt re Turkiyê pir xisti bû cî, û iranê kaxizek pir bi hêz  bi dest xwe xist, ji ber serpêhatiyeke Iranê baş bi Hikometa Alceeferî bi tevayî û bi kesayetiya wî bi taybetî re hebû, ji bo lihevxistin û têkbirina  projeya DYE û hevbendiya navneteweyî di Iraqê de.

Iranê bi alîkariyê dewletên derdora Iraqê wek- Sûriyê, Tirkiyê -   kani bûn bi hezaran terorîstan derbasî axa Iraqê bikin û serêşiyin pir dijwar ji hêzên navneteweyî re çêbikin û Iraqê di goleke xwînê de bihêlin.

Alceeferî şagirtê Xumeynî ye, lê tenê ew bê şaşik e!! wî dixwast li soz û peymanên ku ji Kurdan û ji gelê Iraqê re hatiya dayîn vegere û destûra Iraqê ya ku piş şerê azadiya Iraqê hatiye çespandin binpê bike, tev nehat rakirin jî, bi kêmayî wî dixwazt hin xalan jê biguhêze û hina jî, jê rake, tevî ku, gelê Iraqê di dengdaneke taybet de li ser va destûrê erê kiriye!!

Serkirdayetiyên Kurdan gor serpêhatî û tecrubeya wan bi kesên wek Alceeferî re, zanbûn ku, Alceeferî çi dirame û çi pêlana digerîne, ji ber vê Hevbendiya Kurdistanê, li ser projeya Alceeferî razî nebûn û ne jî pejirandin ku, ew bibe serokwezîr.

Di wê demê de Brahîm Alceeferî şandek bi serokatiya hevalbendê xwe û peyê Iranê Muqdede Alsedir bo Urdin û Libnan(Hizbu Allh)  Sûriyê birê kir, ji bo piştgiriya wan; bi şandina teroristan û alîkariya bîr û boçûnên wan bikin û pêlanên xwe li dijî Kurdan bibim serî.

Di heman demê de jî, Brahîm Alceeferî  bi xwe, rêya Tirkiyê şidand, da ku, planên xwe serkirdioyatiyên Tirkiyê re ji bo perçiqandina pirsa Kurdî baş birêsin, Brahîm Alceeferî  li Tirkiyê di civînên teng de, pirsa Kerkûk û Fedraliyê xist rojevê, Brahîm Alceeferî û serkirdayetiyên Tirkan ve baş planên xwe ristin ku bi çi awayî be nehêlibin Fedralî bi serkeve û Kerkûk têkeve destên Kurdan û nebe perçak ji Herêma Kurdistanê, lê Kurda ev çûn û hatin baş Kontrol dikirin, ji ber vê jî, heya dawî jî kesayetiya Alceeferî, nepejirandin.

bêgoman derketina peyê planan hosteyê fen û fûtan, Brahîm Alceeferî ji holê, kaxzek pir girîng ji destê Iranê û pişt re Tirkiyê, derket , di wê demê de Iran, Tirkiyê, Sûriyê, li kaxezin din geriyan û plana nimra 2 derxistin ser masê, ji ber wê jî me dît ku çawa her yekî ji wan çoyê xwe dest xwe kir û ber sînorê Kurdistanê bezîn!!!! nama wan ew e ku; erê we Ceeferî ji dîlanê bidûr xist, lê vaye em bi xwe di guvendê de ne!.

Ew  çiya û gundên başûrê Kurdistanê bi awakî hovane bombe-baran dikin, sînor dorpêç dikin û baş digrin, ji wan were, wê kela pirsa Kurdî  ji başûr Kurdistanê, birije beşên din ên Kurdistanê, ew nizanin ku çareserkirina pirsa Kurdî, ya rewa û dademend, piştî guhartinên mezin di cîhanê de, ne tenê daxwaza miletê Kurd e, nizanin ku hêdima çareserkirina pirsa Kurdî bûye bingeha siyaseta hêz û aliyên demoqrat li seran-serî dinyayê,   çareserkirina vê pirsê bi hevpeyvîn û bi danûstandinên azadane û Demokrat tê kirin, bi bangewaziyê aştiyane û hevgirtinê tên kirin, ne bi rêdana kuştina zarokan!! ne bi êrişên hovane, dîsan jî, ne bi siyaseta inkar û hewldanên imha-kirinê. lê.... mixabin û sed mixabinî, ev rastî, kengî dê bêye têghîjtin û fam kirim?!!  

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]