|
11/3/2006 Kurd û demikratî Guftugowên Kurdî li ba Kurdan pêrgî guhên guhdar nabin Heyder Omer - Bikaranîna demikratiyê xweamadekirin û xweguhertin, ne xwepînekirin, jê re dive. - Her ku bergeh di navbera gotin û kirinan de fireh dibe, ewqas jî karînên miletan di wê bergehê werdibin, û ji hêz dikevin. - Civaka gundîtî û bi paş ve mayî rexneyê wek sedema xirabkirinê dibîne. - Guftugowên Kurdî li ba Kurdan pêrgî guhên guhdar nabin. - Xuya ye, ku siyasetmedarên me hîn nebûne, ku cemawerê Kurd nema tenê guhdar dimîne, belê rola hevpeyvîner jî standiye. Demikratî, wek têgeh, wate ya wê ew e, ku her gel xwediyê çarenûsa xwe ye, divê destlatiya gelan bi destên wan gelan be; her gel nûnerên xwe bi awayê hilbijartinan hilbijêre, her kes dengê xwe bi awayê nehînî, bê zor û bê tirs, bide nûnerê, ku ew dipejirîne. Perlemana wan bi vî þêweyî were damezirandin, destlata birêvebir ji wê perlemanê bête hilbijartin, da destlatî her di destên gurûp an partiyekê de nemîne, belê bête gerandin, û gava gel bibîne, ku destlat nikare erkên wî bi cih bîne, yekser dikare wê bi awayê hilbijartinan bêxîne, û yeke din hilbijêre. Dêmek demikratî, bi vê wateyê, rêza mirov digre, û mafê wî yê peyv, gotin û derbirinê diparêze, û azadiya raman û boçûnan di einiya pêdiviyên xwe de datîne. Her weha di van çend salên dawî de, nemaze piştî rawestina cenga sar û jihevketina Hevgirtina Sovyetê û bilindbûna dengên neteweyên bindest û sitembar, mirov dibîne ev têgeh her dem li ser zimanan digere, û derbas hundir hemî mofirkên jiyana rojane dibe, û ala rêzgirtina boçûnên cuda bilind hildide. Pêre jî bûye moda îro, ku her kes bi dawa wê digre û li bejna xwe dalîne. Lê belê bikaranîna demikratiyê, ne wek bilêvkirina wê ye, ewqas ne hêsan e, pêre jî nirx û bihayê wê her di xebitandina wê de, ne di bilêvkirina wê de ye. Bilêvkirina wê ewqas hêsane, ku mirov dikare, di kêliyekê de, dehên caran bilêv bike, lê bikaranîna wê xweamadekirin, xweguhertin, ne xwepînekirin, jê re dive. Civaka, ku bi sedên salan kolebar û bindesta neyaran bû, dîla rêbazên êlîtiyê bû, nikare di roj û şevekê de xwe biguhêre û bibe civaka demikrat. Civaka ku ta îro dîla pûnijiya gundîtî ye, nikare zû xwe ji bend û rêbazên kevin bişû, û wan bi paş xwe de bavêje. Divê berî pêşî çanda demikratiyê hîn bibe. Eger ew di vê riyê de berxwe nede, bilêvkirina demikratiyê dê helwesteke vala û bê nirx bimîne, bi ser de jî dê gelek karînên wê civakê, ne tenê xulmaş bihêle, belê dê ji hêz bêxe, û pûç û şel bike, ji ber ku hîngê ew civak dê bi rewşa xwe qayîl bibe, û weha bawer bike, ku qey bi rastî bûye civaka demikrat, û dê ji bîra bike, ku her çiqas bergeh di navber gotinan û kirinan de fireh bibe, ewqas jî karînên miletan di wê bergehê werdibin, û ji hêz dikevin. Demikratî, wek têgeha rêzanî û civakî, guh nade xatiran, tenê rastiyê, bê şerm û fedî dipelîne, û çavên xwe li hember şaşiyan nagre. Sûdeya cefayên kêrhatî çiqas berhemdar be jî, nikare wan şaşiyan veşêre, û ji rexnelêgirtinê biparêze. Lewre jî demikratî rexneyê gelekî biha dinerxîne, ji ber ku rexne alava avakirinê ye. Rexne dikare aliyên kar û kirinên mirov, ku ji wî ve ne diyar in, li pêş wî şilf û tazî bide ber çavan, pêre jî dikare wî hînî rastiyê bike. Civaka gundîtî û paşve mayî rexneyê wek sedema xirabkirinê dibîne, û wê beramberî sixêfan dike. Her kesê rexneyan, di vê curecivakê de bike, ne dost e, belê ew çavteng e, xêrnexaz e, dijmin e, bi dehên awayan şerê wî tê kirin. Tevî vê jî ev civak dibêje ez civaka demikrat im. Lê çi awayên demikratiya wê hen in.!? -1- Beriya çend salan, hîna ez li welêt bûm, guftugowên germ li ser xebata hêzên tevgera me ya rêzanî dibûn, Rojekê dostek, ku endamê komîta navend a partiyekê bû, hat mala min, û gote min: "Em rê nadin te, ku tu rexneyan li partiya me bikî". Û pişta xwe da min û çû, bê ku derfetê ji min re bihêle, da helwesta xwe jê re zelal bikim, ku çima rexneyan li wan digrim. Wê rojê dostaniya me ya sî salî bi dawî anî, û nema ti car din hat mala min. Di dû re min da ser hev, û pûnijîm; gelo ev awayekî demikratiya me ye?! Eger me dewletek hebûwa, û ev mirov jî di wê dewletê de destlatbûwa, ez dê îroj bi kû derê gihîştama, û li kû derê razama.!? Her weha diyar e, ku guftugowên kurdî li ba Kurdan pêrgî guhên guhdar nabin. Kesê Kurd ji bira yê xwe yê Kurd her tim bi guman e. Da ku her kes li ba yê din bête pejirandin, divê mîna wî binere, bibîne, rabe, rûne, gotin û boçûnên wî dubare bike, ji ber bike, li her derê wan bipesine, pêre jî bergeha, ku di navbera her du rengên sipî û reş de he ye, û jiyanê şêrîn dike, divê li pêş wî wenda bibe. Dengvedana "Ragiyandina şamê", çi erênî, çi neyênî, gelekî balkêş bû. Mirov dikare bêje, ku hemî xemxwarên rewşa hundirê Sûriyê, çi kesên serbixwe, û çi jî rêxistnên rêzanî û civakî, ew li gor helwest û nerînên xwe dane ber roniya nirxandinê. Her weha ew li ba civaka Kurdan jî hate nirxandin, lê bi encama wê nirxandinê du boçûnên ji hev cuda diyar bûn, û di navbera daxuyaniyên partiyan û nivîsarên rewþenbîran re gîhane hemî xemxwarên pirsa kurdî, û bûne sedema pêwîstiya hevdîtinên kurdî-kurdî. Ji ber vê jî, gava, beriya çend rojan, hin melperan ragiyand, ku sêmînarek dê, ji bo vê yekê, li bajarê Bochem, li Elmaniya,bête lidarxistin, û nûnerên hemî rêxistinên me dê amade bibin, piçekê ji dema xwe ya biha bikin qurbana vê yekê, helwestên xwe li gel rewşenbîr û cemawerê me numa û zelal bikin, hîngê hêviyên çelmisî ji nû ve serî hildan û geş bûn, xwediyên wan poşman bûn, û pê haydar bûn, ku tirêna me jî êdî tê ser riya rast. Lê mixabin ew sêmînar, wek awayê ku hatibû ragiyandin, bi serî nebû, belê ber avêt, û têk çû, ji ber ku nûnerên rêxistinên kurdî, ku hevpişkên "Ragiyandina şamê" bûn, tevî ku xwediyên vexwendinê li gel wan têkildar bûbûn, û erêkirina wan wergirtibûn, amade nebûn, û pêre jî demikratiya, ku her dem bi dawa wê girtine, xistin ber pirsekê, dê li benda bersiva wan bimîne. Gelo nûnerên wan rêxistinan ji xwe pirskirin, ka ev "Ragiyandin" berhema çiqas cefa bû?!. Ewan ji xwe pirskirin, ku çend û çend caran hevalên wan hevdîditin û hevpeyvîn li gel hêzên Ereb, hevpişkên "Ragiyandinê", pêk-anîn?!.. Ewan ji xwe pirskirin, ku çend û çend caran hevpeyvînên hevalên wan li gel hevpişkên Ereb bê encamên erênî bi dawî hatin?!.. Ewan ji xwe pirskirin, ku hevalên wan, tevî wan hevpeyvînên ber-avêtî, çima dest ji wî karî bera nedan, û pişta xwe di wan rêxistin û kesayetiyên Ereb yal nekirin?!..Ma gelo ew rêzdaran şaş çûbûn, û nûnerên partiyên wan li Elmanya rast diçin, lê hevpeyvînên li gel xelkê bi me şêrin in, û ên li gel birayan ewqas bi me tehl in.!? Bi ser de jî, çima nûnerên rêxistinên me li pirogram û weşanên partiyên xwe venagerin û naxwînin, ku bibînin, ew, di tenga yek-kirina helewsta kurdî re, çi dibêjin?!..Ma hemî partiyên me, nemaze jî endamên Hevbendiya kurdî û Eniya kurdî, çareyên yek-kirina vê helwestê napelînin, û boçûnên xwe, ji bo vê yekê, di weşanên xwe de diyar nakin.!? Em pir bi dûr de neçin, hema, ji nêzîk de, em bala nûnerên Hevbendiyê, nemaze nûnerên partiya yekîtî ya demikrat a kurd –YEKÎTÎ – ber bi hejmara 148 ya El-Wehde, YEKÎTÎ, de bikşînin, ku sergotara wê weha diçe: "Doza kurdî, mafê hebûna xwe ne tenê ji dadmendiya xwe werdigre, belê ji karîna yek-kirina refên rêxistinên xwe jî". Her weha sergotar pê de diçe, û giringiya hevpeyvînê, wek yekemîn û alava dihevgihîştinê, diyar dike û dinerxîne. Her weha dîsan ev hejmar, di sê cihên din de, helwesta vê partiyê diyar dike, ku ewê di kongira xwe ya çaremîn de biryara xebata ji bo komserhevkirina rêxistinên tevgera kurdî wergirtiye, û kongira pêncemîn jî erêkirina wê biryarê dubare kiriye, û lidarxistina kongireke kurdî, ji bo damezirandina nûnertiyeke kurdî li Sûriyê, wek giringtirîn erk xisitiye tepela erkên xebata xwe. Ev ji hêlekê de, ji hêla din de jî, wek ku di weşanên hin partiyên me de hatibû ragiyandin, ku komîta karê hevbeş a rêxistinên partiyên kurdî li Elmanya civîneke xwe roja 13. 11. 2005 girêdabû, û gelek xalên balkêş guftugo kiribû. Yek ji wan xalan ew bû ku çavên xwe li nava şiyanên Kurdan, rewşenbîr û kesayetiyên welatparêz, ên serbixwe bigerîne, û doza tevlêbûna wê komîtê li wan bike. Ev boçûn û helwestên têorî, ên xweşik hin pirsan berdidin holê: Yek-kirina dengê Kurd, girêdana kongira kurdî, damezirandina nûnertiyeke kurdî, ev hêviyên xweşik û nirxbiha ji kû derê de dest pê dikin?!..Rewşenbîr û kesayetiyên welatparêz dê bi çi awayî derbas bibin hundir komîta karê hevbeş, û bi wê re bixebitin?!.. Ma em gîş, ji beriya me jî nûnerên rêxistinên me, nizanin, ku hevpeyvîn, hevdîtin, dan û standin yekemîn riya, ku mirov dighînin van hêvî û erkên nirxbiha ye?!..Eger vê yekê baş dizanin, ma gelo dê ji bo pêk-anîna wan erkan, kê bibînin, û hevpeyvînan bi kê re bikin?!..Ma ji bo girêdana kongireke kurdî, ji bo damezirandina nûnertiyeke kurdî, ji bo aþlekirina komîteke partiyane bi hin kesayetiyên Kurd, ên welatparêz, û serbixwe qey hevpeyvîn bi kesên ne Kurd re dibin?!..Eger hevpeyvînên Kurdan ji bo pêk-anîna wan erkan pêwîst in, çima ewan rêzdaran; nûnerên rêxistinên partiyên Kurd, hevpişkên "Ragiyandina Şamê", piştên xwe di sêmînarê Bochem yal kirin.!? Ne tenê dengvedana "Ragiyandina Şamê" û du beþ bûna helwesta kurdî li hember wê, giringtirîn sedema girêdana sêmînarê Bochem bûn, belê bi ser de jî xwediyên vexwendinê du rewþenbîrên Kurd, ên serbixwe bûn, ku mirov dikare eawana wek zîmbol û dengvedana cemawerê me binerxîne; ev cemawerê, ku partiyên me hêza xwe ji wan werdigrin, û ji bo wan hatine damezirandin, û bi wan he ne. Lê mixabin, tevî ew dizanin, ku hiþiyariya cemawerê Kurd qunaxa salên pêncî, şêstî û heftêyî, yên çerxa çûyî, jj zû de birî ye, hîna jî ewana li gel cemawerê me, bi awayê têgihîþtina wan qunaxan têkildar dibin, û hîn nebûne, ku hiþyariya îro awayên têkildariya li gel cemawer ji pergala dandinê bi der kiriye, û xistiye awayê dan û birinê, ku cemawer nema tenê guhdar dimîne, belê rola hevpeyvîner jî standiye. Eger helwesta komîta karê hevbeş rast e, û ji dil de rewþenbîr û kesayetiyên welatparêz, ên serbixwe dipelîne, da wan di hundir xwe de bi cih bike, çima piþta xwe di wan yal dike, û guh nade banga wan?!..Mixabin xuya ye, ew sihan dipelîne, ku qulafetê xwe bi wan demikratî bide xuyakirin, û awayekî demikratiya Kurdan bafirîne.
-2- Beriya demekê min gotarek ji rojnama "Peyama Kurd" re şand. Xebatkarên wê, xweda ji wan razî be, bersiva min dan, û gtin, ku ew gotar dê di hejmara 61ê de belav bibe, û xwastin her du hefteyan ez gotarekê ji wan re bi rê kim. Min rêza bersiva wan girt, û gote xwe; vaye em hinekê ber bi demikratiya rast de diçin, û rêza nivîsîn û nivîsevanan digrin, ji ber ku pêdiviyên rêzgirtina nivîsîn û nivîsevanan ew e, ku alavên weşanê bersivên nivîsevanan, çi erênî, çi neyênî, bidin. Di vê navberê de, hevalkar Elî Cefer hevdîtinek bi min re pêk-anî, û hinek pirsên xwe ji min kirin. Pirsên E. Cefer li ser Komîta xelat Osman Sebrî û çalakiyên bîranîna sedsaliya wî bûn. Pirsekê ji wan pirsan û bersiva min diyar dikirin, ku her du rojnameyên "Peyama Kurd" û "Dema nu" mîna gelek saziyên Kurdan,xwe nêzîk çalakiyên vê bîranînê nekirin. Me ew hevpeyvîn ji Peyama Kurd re şand, û di dû re bi çend rojan ji wan pirskir, wekî wan wergirt yan na,lê ewan bersiv nedan. Her weha, li gor xwastina wan, ku her du hefteyan gotarekê ji wan re bişînim, min gotar bi rê kir, lê dîsan bersiv nedan, û her du gotarên min û hevpeyvîn jî neweþandin. Dîsan li gor boçûna E. Cefer, ku bi telefonê bi min re têkildar bû, min ew hevpeyvîn ji rojnama Dema nu re bi rê kir, lê mixabin birêvebirên wê jî guh nedanê, ne bersiv dan, û ne jî belavkirn. Dîsan min da ser hev, û pûnijîm, ta gîham wê baweriyê, ku ev jî awayekî demikratiya me ye. Rexneyeke ewqas biçûk dikare rê li pêş weşandina berheman bigire. Eger me tenê ev her du rojname hebûna, gelo dê çi bi serê nivîsevanê me bihata?!..Weha diyare, ku padîşahek an mîrek di hundirê gelek birêvebirên Kurd de heye, wan hînî demikratiya taybet dike. Eger mirov pê de here, têkiliyên Kurdan li gel hevdu vekolîne, teqez gelek awayên demikratiya me, çi li meydana siyasetê û çi li meydana rewşenbîriyê û nivîsîne, dê şilf û tazî diyar bibin. Her kesê ji vê boçûna min bi gûman e, bila vegere weşanên partiyên me tev bide, nemaze jî gava bê vîna miletê me ji hevdu dizeyin, û çavên xwe bi lez li malperên Kurdan bigerîne. Weha diyar e, ku me gelek awayên demikratiyê hen in, ên dinyayê, wek Kurd dibêjin, li ber wan nabin çêlik. Lê ev awayên demikratiya me dê karibin li hember hişiyariya civaka me, ta çi radeyê xwe bigrin, bersiv li ba aferînerên wan awayan dimîne. Pêre jî sayî diyar dibe, ku wefadariya Kurdan; ev nirxê payebilind, ku hemî kurdnasan bi çav û helwesta payebilind nirxandine, ne ji bo Kurda ye, belê tenê ji bo xelkê ye. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |