NEWROZ

äæÑæÒ


11/2/2006

Sedema gunehê? gunehin mezintirin!!!!

Zinarê lêlon

Piştî rojnameyeke Danîmarkî karîkatorek li ser pêxember Muhemed (xwedê jê razî ) belavkir, cîhana îslamî kete nav raperîneke bê dawî, gihîşte radeya  birîna têkliyan û kuşandina balyoz û sefîran bi dewleta Danîmark re, û her wiha gunehkirina kirîna berhem û kelûpelên vî welatî.

Lê yê herî balkêş ew xwepêşandanên berfereh bûn, ku pirîcar tê de silîb û nîşanên filehan dihate şewtandin û dikete nav lingan.

Bê gûman belavkirina karîkatorekî tê de tê xuyakirin pêxember wek terorîstekî, guneheke mezine, ji ber ku ev nav (Muhemed) di bîr û bawerîyên milyonan kes de navekî pîroze.

Eger em vegerin sedemên belavkirina va karîkatorê? em ê bibînin ku bûyerên va du sê salên dawî li Iraqê diqewimin erkên serekîne û bi kurtî evin:

1- serbirîna mirovan wek sewalan, piştî gotina (elah û ekber).

2- (helal) kirina kuştina mirovan li ser nasnamê, piştî xwendina (la îlahe île elah - muhemedun resûl elah).

3- revandina  kesên sivîl û bi taybetî yên biyanî, û kuştina wan di navbera (navê pêxember) û (kemîra cezîrê) de.

Bê gûman nizim kirina wêneya ayîna îslamî bi vî awayî guneheke mezintire, ji ber vê ez hêvîdarim ev kesên ku xwe dibînin zana û piştgirîyên ola îslamî, vegerin sedemên belavkirina vê karîkatorê, ji ber ku sedema gunehê? gunehin mezintirin!!!!

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]