|
11/1/2007 Namak piştgiriyê ji birayê min ê gewre Mihyedîn Şêx Alî re. MEMÊ ALAN Birayê hêja …! Piştî rêz û silavan , ji kûraniya dil de , ez vê namê , ji zîndana derve ya mezin de , ji tere bi rê dikim . Dibe tu bipirsî çima ji zîndana derve de ? Ji ber ku , ez bawerim , mirovek mîna te di zîndaneke bi çûk de , ji yên weke me li derve azadtir e . Çimkî azadî di Sûriyê tevde de , ne ji yê hundir zîndanê zêdetir e . Û , mirovê xudiyê peyva azad , kûve here û li kû be , hertim azad û serbeste . Kekê delal …! Dîsa rêz û silav… Di dû girtina te re , ji aliyê destên qirêj yên destlata Sûriyê bi şêwakî şermezar û nezagonî bi çend rojan , û piştî kampa ( livîn + daneser ) piştgiriyê bi te re , ji aliyê gel û tevgera Kurd li Sûriyê , gelek hêzên niştimanî û rikber , kes û komeleyên mafên mirovan û civakên sêvîl li hundir û derve ; Min jî xwest ez hest û piştgiriya xwe di dermafê girtina te de diyar bikim. Bi rastî destpêkê , zimanê min lal bû , mejiyê min di cî de rawestî , nikilê pênûsa min sekinî , lênûs reş bû , kila pênûsê miçiqî û peyvên ferhengokên kurdî yên li yaqî cenabê te jî kêm û qels bûn . Lehengê bi rûmet …! Piştî wê kurtedema rawestîn û bêdengiya ez ketimiyê , min hinekî dîroka nûjen ya xebat û berxwedana Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdistanê û lehengên wê bi bîra xwe anîn , wek nimûne , romana" Siya Evînê " û lehengê wê Memdûh Selîm beg , Roman " Bîra Qederê " û lehengê wê Celadet Bedirxan , û nemirê azadiya gelê Kurd û hepis û zîndanan Dr. Nûredîn Zaza .Ew mirovên bi rûmet û azad , bejin bilind , enî hilmiştî , serî hildayî , yên ku, jiyana xwe tev de ji gel û welatê xwe re kirine qurban .Hevalo…!Min dît tu jî di sinc , raman û hertiştê xwe de ne kêmtirî wanî . Tuyê jî karibî weke wan lehengan di rûyê şovenîzmê yê reş û tarî de , di ber doza rewa yê gelê xwe yê Kurd di Sûriyê de , bibêjî na ji zilim û zorê re û na ji bindestiyê re , erê ji azadî û serbestiyê re , û ji mafên gelê Kurd ên rewa di çarçawa yekîtiya welatê Sûriyê de . Simbola azadî , wekhevî û aştiyê … çima tu ?. Ez bawerim tu , partiya te û herkesê hişmend û têghiştî têdigihên çima wan dest danîn ser te , û ji bilî te ne kesekî dî . Ezê vegerim ser bersiva çima tu . Ji aliyekî ve : Sî û neh sal ji xebata ne berçav û veşartî li Sûriyê di ber gelê Kurd de , yanê ne nas ji destlatê ve , sî sal , simbolek ji simbolên Tevgea Kurd li Sûriyê , û aniha jî sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat Kurd li Sûriyê . Ev partiya ku , ala azadî , wekhevî , aştî û demoqrasiyê hildaye . Partiya ku , rêzaneke hişmend û dûzankirî dajo , û li hemî herêm , gund û gundînokên Kurd û bajarên Sûriyê belavkirî û rûniştî . Ji aliyê din ve : 1- We xebateke pîvayî daye ber xwe bi şêwekî aştiyane û demoqras û hûn dibêjin azadiya gelê Kurd û çareserkirina doza wê yê rewa li Şamê ye û ne li devereke dî derveyî sînore wek dibêjin . 2- We biryara avakirina Kongerkî kurdî û jêderekî kurdî li Sûriyê standiye . Yanê bi çi awî û şêweyî dibe bila be , lê , divê Tevgera Kurd li Sûriyê di bin sîwanekê de bicive û bê çemberkirin , û di hemî dozên niştimanî û yê Kurd de li Sûriyê , xwedî nêrîneke hevpişk be . Û di vî warî de hûn û hevpişkên xwe , di xebata xwe de berhem didin . Bervajî wê jî rijîm bi her awî dixebete da ku , T. K her biçe perçe bibe . 3- We biryar daye ku ,divê Kongirekî Niştimanî li Sûriyê bê girêdan û di vê çarçewê de , we karîbû hêzên sereke ji rikberên Sûriyê di hundir " Ragiyandina Şam " de bicivanda û li ser guhertina demoqras ya sîwane û çareserkirina doza kurdî li Sûriyê bi awakî dadmend , li hev bikira . Yanê hûn dixwazin ew dîwarê ku , rijîm di navbera Kurd û gelên dî di Sûriyê de avadike hilweşînin . Ta ku doza Kurd sêwî û bê dost nemîne . 4- Gelek helwestên dî ku,hûn di dermafê bûyerên ku , di herêmê de pêk tên digrin, û li heza destlatên netên . 5- Piştgiriya zimên û dezgehên civaka sêvîl û mafên mirovan bi hemî şêweyan . Bi şêwakî din yanê tu û partiya te , di nêrîna vê rijîmê de , hûn xêzên sor derbasdikin . Ev sedemên me li jor hejmartine , tev li kêfa rijîma Sûriyê nayên û te jî wek stûn endezyar di çêkkirina vê siyasetê de dibîne . Wêlomê jî biryara girtina te dan û tu girtin . Xebatkarê gelê Kurd …! Raste em bi girtina te diêşin û hêviya azadiyê ji te re dikin . Lê tu jî dizanî û em jî dizanin ku , girtina yên weke te ji xebata gelê Kurd li Sûriyê re zexre ye . Û em bawerin ku , tuyê serî û sewiya doza gelê xwe di zîndanê de jî bilind û berz bikî . Ji ber ku , tucarî hepis û zîndan nikarin bejna mirov û xebatkarên mîna te bitewînin û zimanê wan lal bikin . - Bijî gelê Kurd . - Azadî ji te re kek Miheydîn Şêx Alî û ji hemî girtiyên siyasî û peyva azad di girtîgehên Sûriyê de . - Bijî azadî , wekhevî , aştî û demoqrasî . - MEMÊ ALAN - |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |