NEWROZ

äæÑæÒ


10/3/2007

Jehrîdana Ocalan Îmrali û Tirkiyeyê dike dîroka jehrê

Hêmin Kurdaxî

08 Adar 2007

Dema mirov rûpelên dîroka mirovahiyê tev bide, pêrgî gelek bûyerên nemirovane tê. Şûnmayînên hovîtiyê mîna mitan di çavên şaristaniyê de birîn qelişandine.

Tevî wê jî yek dikare bi asanî bibîne û têbigihîje ku li ba her milet û gelekî hin prensîb hebûne ku careke din yek dikare di wê riyê re têbigihîje û nas bike ka paşxana û çanda wî gelî ya ku bûye hebûn û pirensîbên hemdemî.

Birêz Ocalan rêberekî neteweyekê ye, ew netewe jî xwediyê vê axê ye. Ev netewe, di dîorkê de pir caran rastî talan û wêrankirinê bûye, pêrgî bûyerên mezin û giran bûye. Lê ji ber ku ev ax bi çem û newalên xwe, bi gir û çiyayên xwe, bi serzemîn û jêrzemîna xwe, bi kûranî û asîmanê xwe, dil û hinavên şaristaniyê ye - li gel hin xilmaşiyan- qet tu caran bi windabûn û asîmlasyonê neramiye, ji bo parastina şaristaniyê her tim zindî maye.

Dema devên kurên Osmaniyan vedibin, di cih de, diranên guran pêş gelan dikin. Lê ji bo gelê me yê kurd, ne tenê wiha, bi wê hovîtiyê, bi canê lawên me dikevin, xwe di xwîna rewanên pak de dihêlin.

Îmralî mînakeke reş e, di eniya şaristaniyê de. Ne tenê li Tirkiyeyê, belê li seranserî cîhanê, jehrîdana lawê vê şaristaniyê, jehrîdana şaristaniya cîhanî ya îro û ta pêşeroja wê ye jî. Ji ber vê yekê jî divê kesek bêdeng nemîne û çavên xwe negrin û wijdana xwe wek her car nekin xewê.

Mirov nikare li ser pêşerojê bitirse, eger ne lawê çanda avakirina şaristaniyê be, mirov nikare li ser jiyana mirovan xemdar be. Eger wî kesî mirovatî nasnekiribe, ji ber wê jî ka em bêdeng nemînin, em nepejrînin ku jehra gurên hov, di xwîna lawê gelê kurd re, bêdeng derbas bibe.

Îro, cîhan tev li ser asta herî bilind ji ber jiyana rêzdar Ocalan berpirsiyar e. Jiyana Ocalan girêdayî mijara aramiyê ye di Rojhilata Navîn de. Aramî û hêminiya vê herêmê jî, tav û tîrêjên xwe li seranserî dinyayê belav dike. Ez di wê bariyê de me ku tu kes ji ramandina rakirina Ocalan an jî neteweya kurd ji holê sûdê wernagire. Heta tirk bi xwe jî... Şerê 30 salî mînakeke baş û watedar e. Her wiha ters û berevajî projeyên cur bi cur ên ku ji bo rojhilateke mezin, yekgirtî, aram têne danîn û bipêşxistin.

  • Jêder: Ev gotar di  Rojnama Azadiya Welat de hatiye belav kirin

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]