|
10/1/2008 Di salvegera "Jenosîda li Barzan" de gavek e bi wate: Jana Enfalê dibe şano û roman Gabar Çiyan Enfal, êş e, jan e, hêstir e û xwîn e. Plan û pêkanîna Sadamê hov ji bo tunekirina hêza netewî û jiholêrakirina nijada kurd e. Beşek ji vê plan û pêkanînê li cihê Barzan hate kirin. Bi hezaran kesên welatperwer hatin qetilkirin. Buyer, Jenosîdek eşkere ye. Êş û jana Enfalê îro jî zindî ye, îro jî didome. Dayikên kurda îro jî xwîn digirîn. Nivîskar Bûbe Eser, demek e li cihê Barzan bi cî bûye. Li ser bûyerê kur bûye û xebatek e bê westan dike. Bi qûrbanên buyerê re rûdine, êşa wan pay dike û notên xwe digire. Di dawiya mehê de, xebata wî, bi munasebeta salvegera jenosîda li Barzan dê bibe şano û bibe roman. Bi saya wan berheman buyer dê piralî ronî bibe. Berî ku xebata Eser belav bibe, me ew dît û wî qala xebata xwe ji me re kir, beşek ji xebata xwe bi rêya me pêşkêşî xwendevanan kir... - Ji kerema xwe re, xwe bi xwendevanê me bide nasîn, Bûbe Eser kî ye? - Ez ji Bakurê Kurdistanê, ji bajarê Mêrdîn, qezeya Dêrika Çiyayê Mazî me. Min dibistana serateyî li Qesra Qenco, orte û lîse jî li bajarê Mêrdînê qedand. Di sala 1975 an de, li paytextê Tirkiyê, li Ankarayê dest bi unîwersîteyê kir. 3 salan xwend, di sala xwe ya dawî de hatime girtin. Nêzîkî 3 salan di girtîgeha Diyarbekirê da razam. Loma jî xwendina min ya unîwersîteyê di sala dawîde qutbû û min ew neqedand. Zewicî me. 2 qîz û 2 kurên min hene. Ji sala 1984 an de li Swêdê dijîm. Heta niha 5 berhemên min hatine weşandin. Her karê xwe dikim da ku zêdetir xebatê bikim û pirtûkxana gelê xwe dewlementir bikim... - Ev demek e ku hûn li ser bûyera "Enfalê" dixebitin. Wateya "Enfalê çiye? Bi kurtasî, buyera Enfalê çawa hatibû plankirin û pêkanîn? - Anfal; weke ayeteke Quranê ye. Misilmanên ku wê pêk neyne wê Xwedê wan bişîne cehenemê/dojehê. Sadam Hisêyn jî xwest bi vê, xwe weke Xwedê rê/nîşan bide, kurdan û bi teybetê Barzaniyan bişîne wan bişewitîne. Lê dixwazim li vir zelal bikim ku êdî em ji dêlva gotina anfalê "jenosîd"ê bi kar bînin wê baştir be. Li gor min; Anfal beşek ango perçeyek ji Jenosîdê ye. Çima? Ji ber ku Jenosîd qirkirina gelekî, wêrankirina miletî ye. Lê anfal çiye? Ew jî tunekirina Gelê Kurd, rakirina ango kuştin û binaxkirina wî bi xwe û teybetî ya Barzaniyan bû. Wateya Anfalê ew bû ku kurdan tune bike, bi taybetî Barzaniyan ji holê rake. Ji ber ku serkêşên berxwedan û serîhildanên wir Barzanî bûn. Loma Sadam Hisêyn bawer dikir ku, bi tunebûna Barzaniyan wê şoreş jî têk biçûya. Loma jî wî 8000 zilamên Barzaniyan binaxkir. Lê ev plana wî bi azadiya Kurdistanê têk çû. - We çima ronîkirina buyera "Anfalê" ji xwe re weke mijar hilbijart? - Pirsek gelekî xweş û di cih de ye. Bi rastî çima min ev ji xwe re kir mijar? Belê bêjim; Ez ji bona romana ”Piştî anfalan jiyan li devera Barzan çawa bû” binivîsînim; di roja 23.04.2007 an ji Swêdê çûme Kurdistana azad û li devera Barzan bi cîh bûm ku bikaribim xebatên xwe bi rehetî bikim. Min xwest ez jî bibim yek ji wan da ku bikaribim şona û romaneke li ser esasê rastiyê biafirînim. Loma di nava vê xebata xwe ya bi wan re, bi rastî ez bûm yek ji wan. Ez bi wan re giriyam û keniyam. Bi wan re xwar û vexwar. Bi wan re lîst û geriyam. Bi wan re ketim şîn û şahiyan. Ji ber vê yekê ye ku ez niha jiyana wan baş dizanim. Êşa wan baş têdigihêjim. Li devera Barzan malbatên anfalan her giriyan in û digirîn. Lê tu caran jî nexwestine ku dijmin bi jana wan bihese. Di nava dijmin de û li hember wan, tim serbilind û dev li ken bûne. Lê ew herdem di hundirê xwe de her giriyan in. Ev noqteyeke esasî ye ku divê li ser bê rawestandin. Pêkanîna anfalan qasî ku dizanim ji sala 1977 an de destpêkirîye û bi tevayî 182.000 kurd hatine anfalkirin. Lê bi teybetî anfalkirina Barzaniyan di roja 31.07.1983 an de pêk hatiye û 8000 Barzanî ji teref Sadam de hatine anfalkirin, kuştin û binaxkirin. Min jî xwest xebata xwe li devera Barzanî li ser jiyana malbatên anfalên Barzaniyan bikim. Min xwest şano û romanekê binivîsînim û wan bighêjînim 25 Saliya anfalên Barzaniyan (31.07.2008). Li gor bîr û raya min xalek ji xalê herî girîng jî ew e ku, divê mirov xebatên wisa zêde bike. Ji ber ku heta niha rewşa anfalan bi zelalî nehatiye fêmkirinê. Yanî nehatiye zanîn ku anfal çiye? Mebesta jenosîdkirina zilamên Barzaniyan ji bona çi bû? Eger em li ser vê baş rawestin, wê bê zanîn ku sedema jenosîda 8000 zilamên Barzaniyan ji bona çi bû. Ji ber ku heta niha tu nivîskarên me ev mijar ji xwe re hilnebijartine û ev keraset ango bûyera qirêj weke roman nenivîsandine. 25 salên ku ev bûyer pêk hatiye lê gelo heta niha çend nivîskarên me bi çend şano, roman û çîrokan ev nivîsîne? Heta nivîskarên me yên başûr bi xwe di nava vê bûyerê û kerasetê de jiyane, dijîn lê min bi xwe hîn tu romanên wan di vê derheqê de nedîtine. Vana bûne sedem ku min ev hilbijart. Çima hûn dizanin? Ji ber ku hîn gelek nizanin ku li devera Barzan ji sala 1984an û heta sala 1992 an zarok çê nebûne. Anfal sala 1983 an de ye. Dibe ku piştî anfalan hin jin bi himle (bir zarok) bûn û wan piştî anfalkirina mêrên xwe zarok anîne. Lê ev tenê heta sala 1984 an meha 1 an jî 2 an dewam kirî ye. Jê û pêve zarok li devera Barzan çênebûne. Ji ber ku hemû jin bê mêr mane û di navbêra wan salan de jî kes nezewicîne. Gelo van jin û qîzan çawa jiyan kirine û dikin. Gelo jina ku bê mêr maye, jiyana xwe çawa domandî ye? Wê çawa zarokên xwe mezin kirî ye? Ji ber bê mêrtiya wê û ketina barê malê û xwedî kirina zarokan dikeve hustiyê wê, ketîye çi rewşê? Gelo jineke weha nefsî çawa jiya ye? Gelo dema zarokên wê doza bavê xwe lê dikirin ew diket çi rewşê? Gelo vê jinê ji bona zarokên xwe xwarin û mesrefên malê peyde bike, çawa kar kirî ye? Çi kar dîtiye û di bin çi zehmetiyan da xebîtî ye. Dema ew li kar bûn zarokên wê li ku bûn û çawa dijiyan. Ji ber ku heta niha tu nivîskarên me ev mijar ji xwe re hilnebijartine û ew jiyana ku gelek zor û zehmetî tê hebû, weke roman ne nivîsandine, loma min ev mijar hilbijart. Min di virde kêmanî dît û xwest ku ez vê kêmaniyê ango wê tarîtiya gelê me tê der derbas bûye hinekî rohnî bikim. Weke min li jor jî anî zimên ku ev mijar weke tê xwestin nehatiye bicihanîn. Hîn baş nayê zanîn ku qîzên bi destgirtî bûn û ji zewaca wan re çend roj mabûn, lê ew bi sedema anfalkirinê negîhandin miradên xwe. Niha rewşa wan çawan in? Gelo qîza ku hîn jî li benda destgirtiyê xwe ye çawa dijî? Zaroyekî/ê ku piştî bavê xwe çê bûye û qet bav nedîtiye û nizane ku bêjeya bavtiyê ji bona wî/ê tê çi wateyê, gelo ew dijî? Eger bijî jî rewşa wî/ê çawa ye? Gelo li ku derê cihanê hatîye dîtin ku zarokên deverekê bê bapîr ango kalê xwe dijîn. Belê ew dever tenê devera Barzan e ku nifşek ji zaroyên wir ji bapîr ango kalê xwe bê par in. Ew nedîtine û nizanin bêjin `kalo`. Wan ji kesekî re negotine kalo. Ma li ku derê cihanê hatiye dîtin ku jin hem dê û hem jî bav in? Gelo li ku hatiye dîtin ku li deverek bi hezaran jin bê mêr in û bi hezaran qîz nezewicîne, heye? Çima ne zewicîne? Ji ber zilamên di temenê wan an de, yên ji wan mezintir û biçûktir hemû hatine anfalkirin. Yanî zilam nemane ku ew bi wan re bizewicin. Belê ew dever dîsa jî devera Barzan e ku dema hemû zilam têne anfalkirin ev bobelat tê serê jinê. Piştî anfalkirina mêran êdî li wir jin bi roj bav in û bi şev jî dibin dê. Lewra dibêjim ku ew dayik, jin û zarokên li dû anfalan man in, hemû jî bi saxî mirine. Loma jî divê mirov li ser hizir û dîtinên ku kesekî/ê ku bavê xwe nedîtibin ango piştî anfalkirina bavê xwe hatibin dinyê, rawest e, heye. Gelo ji bona wan bav tê çi wateyê? Jineke ciwan ku ev 25 salên hîn li benda mêrê xwe ye çawa jiyaye, gelo heta niha tûşî çi zemetiyan bûye? Dayikekê zarokên xwe heta azadiyê çawa gihaştine? Gelo devereke ku 8 salan zarok lê çê nebûbûn mirov dikare vê çawa di qada navneteweyî di warê huqûqî û mirovantiyê de bi nav bike? - Qala xebata xwe ji me re bike: Demek wisan dirêj, hûn vê xebatê çawa rêve dibin? Xebata we çawa diçe? Plana we ji bo ronîkirina Enfalê çiye? - Dema ku ez li devera Barzan û li bajarokê Bilê bi cih bûm. Sentara Çanda Bilê ku wan ava kiribûn nasî. Bi berpirs û karmendên wê re ketim têkiliyan û wan jî piştgiriyeke baş dane min û cihekî baş ji bona xebatê dane min. Dûrê min dever nasî û piştî seredana mezelên nemiran yê Serok Barzanî û Îdrîs Barzanî, dest bi xebata xwe kir. Piştre li malên anfalan geriyam, dayikên wan, jinên wan, qîz û kurên wan nasîn. Bi wan re axifîm. Min zor û zehmetiyên dîtine, nasîn. Karê min yê ewil ew bû, ew jî qederê 6 mehan domand. Loma min xwest ku ez jî bibim yek jiyan da ku bikaribim wê êşa wan bi awayekî rast lê bi formê romanekê bînime zimên. Min ji bona vê xebatê bi kêmanî salek dabû pêşiya xwe. Min beşa ewil ya xebata xwe bi awayekî baş, bi rêk û pêk bi cih anî û taliya talî ez jî bûm yek ji wan. Heta ku mirov nebe yek ji wan, mirov nikaribe wê êş û derdên wan bîne zimên. Eger mirov bîne zimên jî wê bibe weke savara bê xwê û rûn/rijî. Lê ez ne tenê li Bilê mam her weha li gund û bajarên devera Barzan geriyam û gelek malbat zîyaret kirin. Ji ber ku min xwest ev xebata min li ser esasê rastiyê bibe. Loma demeke dirêj li gel wan û bi wan re jiyam. Ez ê hîn jî bijîm. - Eleqat û nêzîkayiya rûniştvanên cihê buyera Enfalê pêkhatiye, li hemberî we çawa ye? - Hûn ya rastî bixwazin, min nêzîkayî û eleqetên gelekî germ û nêzîk li wê deverê dît. Rûniştvanên wê deverê ango devera Barzan û bi teybetî ku cihê ez lê dimam (Bilê) qedr û qîmete mezin didan min. Bi her awayî alîkarî û piştgiriya min dikirin da ku karê xwe bikim. Bi wê germayê bi wan têkiliyên birane, ez bûbûm yek ji wan. Niha piştî 7 mehan dema ji wir hatim nava zarokên xwe, hûn bawer bikim, ez li vir yanî li Swêdê aciz bûm û min xwest hema zû bi zû rojên min biqedin da ku li cihê xwe û xebatên xwe vegerim. Mirovên gelekî pak, delal û xwîn germ in. Min qet û qet li wir xerîbî nekişand. Her rojê li malekê dibûm mêvan. Ango her rojê malekê ez dikirim mêvan. Lê wan nedixwest ku ez xwe weke mêvan bibînim. Ji ber ku wan tim digotin; `tu ne mêvan e, vir welatê te ye` Loma jî gelekî rehet û kêfxweş bûm. Niha bi saya we, dixwazim sipasiya wan tevan bikim. Bi teybetî ya Sentera Çandiya Bile û hemû karmend û berpirsê wê. Bi rastî ew karekî baş dikin. Rojê 8 saetan radyoyek e wan a zindî heye. Kovareke zarokan bi navê "Zîremok" û hemû wêneyên wê bi reng derdixin. Li gel vê jî kovareke 3 mehê bi navê "Herman" derdixînin. Li gel van xebatana jî her Çarşemban, semîneran didin. Ew semîner bi aweyekî zindî di radyoyê de jî tê weşandin ku hemû dever guhdarî dikin. Li devereke biçûk karên mezin dikin. Sipas ji bona wan ku wan tu caran ez tenê nehiştim. - Ji me re qala planên xwe yê pêşerojê bike... - Piştî ku li devera Barzan bi cih bûm. Min biryar da ku sê romanan li wir û di heqê wê deverê û xelkê wir de binîvîsînim. Ji ber ku ew dever cihê serîhildan û berxwedana gelê Kurd e. Agirê azadiyê, piştî têkçûna Komara Kurd li Mehabadê, li wir vêketibû, gelek roman heq kirî ye. Her çiqasî ez ji bona romana ”Piştî anfalan li devera Barzan jiyan çawa bû” binivîsim, çûbûm jî lê piştî ku bi xelkê wir re axifîm, li nava wan geriyam min pêwîstiya çend roman bêne nivîsand dît. Ez ê hewl bidim ji wan kêmaniyan hinan temam bikim. Loma min biryar girt ku piştî vê şano û romana xwe ez ê 2 roman û felsefeya Barzaniyê nemir jî binivîsînim. Lê wê temenê min têr bike neke, ez wê nizanim. Plana min ya niha ev e. Ez ê di van xebatên xwe de çiqasî bi serkevim, ew jî wê gel û xwendevan biryar bidin. Ez ê di roja 11.01.2008 an de dîsa vegerim welatê xwe ê azad da ku şano û romanê bighêjînim 25 saliya anfalan. - Xelk naveroka berhemên we li ser Enfalê meraq dikin. Ji kerema xwe re, beşek biçûk ji berhema xwe ku bi dawî hatiye, bi rêya me bighêjîne xwendevanan. Bûbê Eser: Belê; hûn ya rastî bixwazin kesên wir bi xwe jî navaroka vê romanê meraq dikin. Lê min hîn ev û navê romanê negotiye. Min hinek ji navarokê romanê li jor da. Lê min hîn navê wê eşkere nekirîye. Ji ber ku min xwest bi weşandina wê, bila xwendevan nav fêr bibin. Ji ber ku heta niha min navê berhemên xwe heta ku neyên weşandin negotine û nabêjim. Lê weke min got, navaroka wê, dê li ser jiyana malbatên anfalan be. Weke: Gelo zarok bê bav, jin bê mêr û qîz bê dergistî çawa heta niha jiyane û tûşî çi zehmetiyan bûne. Zarokên bav nedîtine, wê hîsê çawa dijîn. Ji bona wî/ê ”bav” tê çi wateye. Zarok bê bapîr ango kalik mezin bûne, di warî nefsî de çawa dijîn? Dayika hem bûye bav û hem jî bûye dê, mala xwe çawa îdare dikir. Dayika him bûye xûşk û hem jî bûye kek û bra, gelo wxe çawa dizanin? Ji bona zarokên anfalên Barzaniyan destê xwe venegerin û hustiyên xwe li ber dijmin netewînin dayikên wan xwe çawan westandine da ku zarokên xwe mezin bikin û bikin pêşmerge. Bikin pêşmerge ku welatê xwe azad bikin û tola bav, bra, bapîr, mam û xalên xwe hilînin. Lewra jî gelekî girîng ku em vê vekin û wê bi cihanê û bi xelkê xwe bidin zanîn ku mebesta vê jenosîdê tunekirina pêşevanên gelê Kurd ji bona çi bû. ûhwd Gelekî sipasî we dikim ku bi riya we û ev cara ewil e ku min beşek ji navarokê romana ku dinivîsînim, da. Sipas ji bona vê hevpeyvînê. Ji karê we re serketinê dixwazim. Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |