NEWROZ

äæÑæÒ


1/4/2006

Milîtarîstên Tirk û dûvikên wan careka din xwîna Kurdan rijandin!

Bayram AYAZ

Malpera – Pdk Bakur - 31.03.2006 Saat: 23:09

Tevgera welatparêza Kurd hewceye xwedî li gel û berxwedanê derkeve, lê aynî wext bi tundî li dijî provakasyonê û çapulcîtiya koranî raweste. Nabe, em gelê xwe di nav pencê militarîstên Tirk û dûvikê wan de berdin.

Ev çar roj in li Amedê û gelek bajar û qezayên bakurê Kurdistanê pevçûn û bûyerên girîng diqewimin. Heta nuha li Amedê, Batmanê û Istanbûlê li ser hev pênc xort û sê zarok hatin kuştin û nêzîkî sê sed kes jî birîndar bûne.

Bûyerên bakurê Kurdistanê ji çarçoveya pevçûnekî besît di nabeyna polisan û komekî xwepênişanderan derbas kiriye û bi temamî rengekî siyasî û civakî wergirt. Bi hezaran insanên me bi kuçe û kolanan ketin, bi polis û leşkerên Tirk re pevçûn. Piraniya xwepênişandaran xort in, insanên genc in. Gelek zarok jî hene di nav wan de ku emrê wan heft heşt salî ne. Du ji van zarokan bi çekê polis û leşkeran hatin şehîdkirin. Îşev zarokekî çar salî jî li Batmanê hat kujtin!

Bajarê Amedê piştî çend salan ev çar roj in ji terefê leşkeran ve seranser hatiye dagîrkirin. Van rojan dilê me bi temamî li Ameda dîrokî û bajarên din lêdide, em bi êşa malbatên kujtîyan dihesin, êş û birînên xuşk û birayên me yên brîndar me diêşîne. Em pişkdarên êş û elema wan in.

Ev bûyer zêde zêde girîng in, bi durişmên kurt û bi çend gotinên klîşe ne mumkin e rast werin îzahkirin.  Mirov nikare van bûyeran tenê bi gotina „provakasyonê“ an „serhildana gel“ bi yekalî analîz bike. Pirseka girîng e, çima ev bûyer diqewimin? Dewleta Tirk jî û hemî dinya jî divê vê pirsê ji xwe bikin! Ev xort û zarok çima derdikevin ser kolanan? Ew çima ji leşker û polisên Tirk nefretê dikin? Divê em xwe berdin bingeha meseleyê. Cihê lê agir nebê, dixan jê ranabe. Miletê Kurd di bin esaretê de ye, Kurdistan dagîrkiriye. Sedemê van bûyeran û pevçûnan doza Kurdistanê ye, daxwaza azadbûna gelê Kurd e. Miletê me dixwaze nîrên koletiyê bişkêne, azad bibe, wekî her miletekî xwedî dîrok, welat û nasname. Me jî ev hene: welatekî me, dîrokekî me û nasnameyek me bi çand û zimanek dewlemend heye. Lê rejîma milîtarîst-kemalîst hê jî hebûna me, hebûna vî miletî qebûl nake û xwe dixapîne ku dê bikare Kurdan bike Tirk. Rojnamevanekî memetcîk Tirk berdevkê generalan (Ertugrul Özkök- li Hurriyetê) îro gefan li Kurdan dixwe û bûyerên Amedê wekî „azinlik şimarikligi“, yanî berxweneketinekî etnikî/kêmnetewa bi nav dike. Yanî zilam dibêje, me ew qasî bi serê Kurdan anî, hê berxenakevin, lêdanê û kujtinê dixwazin! Ev zihniyet û zimanê dewleta Tirk e. Haaa, mesele hemî ev e. Olîgarşiya Tirk berxwedana miletê me ji bo mafên wî rewa „berxweneketin“ dihesibîne. Berî her tiştî, hewce ye serê her Kurd û Kurdistaniyekî welatparêz û dilsoz di vê pirsê de zelal be. Aloziya pkkê, pirsa şaşî û provakasyonên wan, evana giş divê em di merhela duyemîn de li ser bifikirin. Sempatîzanekî pkkyî be jî, mafê hîç leşker û polisekî dewleta Tirk tûne ye, li ser kolanên Amedê û Êluhê, li ser axa bav û kalê me êrîşê zarokê miletê me bike û wan bikuje! Û bila vê yekê baş bizanin, têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê û rizgariya welat, „berxweneketin“ nîne, şan û şeref e.

Li bakurê Kurdistanê çi acizî û pevçûnên civakî, siyasî û problemên emin û ewlehîyê hebin, sedemê sereke yên hemî aloziyan siyaseta dewleta Tirk e, zilm û zordarî û terora Tirkan e. Ev xortên panzdeh bîst salî, ev zarokên heft heşt salî ku bi kevir û kuçan êrîşê leşker û polisên Tirkan dikin, encam û berhema siyaseta dewleta Tirk in. Ev xort û zarokên bê çare, zarokên bi hezaran malbatên koçber in, evên ku dewleta Tirk gundên wan şewitand, cîh û warê wan wêran kir û ew mecbûr man xwe li bajarên mezin wek Amedê, Batmanê û Wanê girtin.

Belê divê tevgera welatperwer a Kurdistanê xwe şaş neke, musebîbê sereke baş nas bike. Ew jî dewleta Tirk e, rejîma militarîst-kemalîst e. Provakatorên nav Kurdan jî berhemê vê dewletê ne. Koricî sîstemê dewletê danî û xwest Kurdan bi destê Kurdan bide kujtin. Her wisa destê xwe dirêjî nav tevgera welatparêz jî dike û ji xwe re peyan çêdike, ev jî du cure ne: îtîrafçî û mirovên xwe ku di nav refên pkkyîyan de bi cîh kirine û bi destê wan xerabiyan û provakasyonan çêdikin.

Di van bûyerên dawî de guman tê de nîne ku rola provakatoran di pevçûnan de rolekî girîng e. Heta mirov bi tirs e ku ev kar parçeyekî ji plana artêşa Tirk be, ku dixwazin Kurdistanê ji nûve û hê zêdetir milîtarîze bikin. Hewce ye em planên generalên tirkçî-kemalîst baş bizanin. Armancên general û zabitên ritbe bilind yên nîjadperest û şovenîst çi ye, pêwist e em baş teşhîs bikin, têbigîhin. Jibo vê divê em bi taybetî bûyerên li hêla Botan û Hekariya qenc binêrin. Dewleta tarî û kûr yani klîka nav dewletê ku ji hin generalan û zabitên ritbe bilind pêktê, ev heşt neh meh in li Kurdistanê carek din zêde çalak bûne. Gelek sûîkast û teqînan çêkirin. Karên qirêj yê vê grûpê li Silopiya û Şemzînan aşkere bûn. Wan bixwe teqînan çêkirin. Xelkê tehrîpkaran li Şemzînan li ser kar derdest kir. Vêca ku piştre li Wanê Sawciyekî xwedî wijdan di pirsa Şemzînan de li dijî generalan dawa vekir, ev hêza ku xwe xwediyê dewletê dibîne har bû. Ku navê Orgeneral Yaşar Büyükanit serkêşê vê hêzê di îddîanameyê de derbaz bû û Sawcî got ev karekî organîze ye, karê rêxistinekî veşartî ye. General yekcar hêrs bûn. Wek tê zanîn daxwuyaniyekî wekî muxtira dan Sawcî, Hukûmetê û demokratan. Di aynî wextî de jî li Batmanê û Wanê teqîn çêbûn, van teqemeniyan pkkyîyan hildan ser milê xwe. Heft heşt roj paşê jî 14 çekdar hatin qetlkirin. Îro jî li Çiyayê Cîlo êrîş kirin û li gor agahdariyên medyayê panzdeh çekdarên Kurd hatine kuştin.

Di demekî ku li hemberê hin general û zabitan dikarî dawa vebiba û gunehbariyên dewleta kûr hinekî aşkere bibe, ev bûyer qewimîn. Ku mirov tiştên qewimîne dide berhev û li armancên dewleta kûr bifikire, dibîne ev rûdan wisa beyhûde û tesadûf nînin, peywendiyên wan li gel hevdu heye.

Artêşa Tirk planên xwe li gor rûdanên prosesa li İraqê û li gor projeya Amerîkayê-Ingilterê û helwestên Ereb û Farisan amade û cîbecîh dike. Mixabin di nav tevgera Kurd de jî ji xwe re hevkaran çêkirine. Rola imraliyê û nêrînên ji wê derê derdikevin û li nav tevgera Kurd belav dibin, kar û îşên li gor daxwazên wê cihî pêktên di vê demê de ne ji berjewendiya tevgera Kurdistanê ye. Vê fetrê şer û tundî, alozî daxwaza generalan e. Mixabin ji par meha hezîranê virde nêrînên wisa ji imraliyê jî belav dibin. General dixwazin şer û teqînan bikin hucet û li deverê Amedê, Xerzan, Botan û Hekariya zêdetir leşker bixine van deran. Ligor agahdariyan 65 tumen leşker di Kurdistanê de ye. Militarîst dixwazin ordiya duyemîn ku navenda wê li Meletyê ye derbasê Botan û Hekariya bikin. Armanc û hedef Kurdistana azad e. Eger ji destê dewleta Tirk werê, ew dixwazin desttêwerdanên leşkerî raste rast bikin. Armanceka duyemîn dixwazin careka din û hê zêdetri û tundtir bakurê Kurdistanê milîtarîze bikin. Ew dixazin bakurê Kurdistane tevgera Kurd jî her di bin bandora imraliyê de bimîne. Di van planên xwe de meseleya Kurdistanê heman demî li hemberê Hukûmeta AKPê bi kar tînin, jiber ku ev Hukûmet e bi temamî ne bi dilê olîgarşiyê ye ya ku serkêşiya wê general dikin. Rejîma kemalîst-tirkçî ji prosesa berendametiya Yekitiya Ewrûpayê û Projeya Mezin ya Rojhilata navîn jî aciz in. Ew van herdu pêvejoyan bi demên têkçûna împaratoriya Osmanî dişehibînin û dibêjin rojavayî nuha dixwazin Kurdistanê damezirînin û Tirkiyeyê belav bikin, biçûk bikin.

Tam di vê dema hesas de li bakurê Kurdistanê ev bûyerên teqîn û sûîkast û kujtina çekdarên pkkê û operasyonên leşkerî destpê kirin. Ev ne tesadûf in, ev tişt hemî li gor plan û stratejiyekî diqewimin.

Di vê demê de şer û tundbûn ne ji berjewendiya tevgera Kurdistanê ye. Kurdên dilsoz û welatparêz di vê li ser van bûyeran qenc bifikirin û hesab û kîtaba bikin. Ji tevgera welatparêza Kurd re nermayî û îstiqrar divê! Wek cureyê xebatê, çalakiyên sivîl, demokratîk xebatên herî baş in. Heta ji destê me werê divê em lê kar bikin ku li Kurdistanê jiyan demilitarîze bibe. Lê mixabin bûyerên vê dawiyê hingê dê berevajî (aksê) xwe tesîrê bike. Ev ne ji berjewendiya Kurd û Kurdistanê ye.

Divê em van rastiyan ji miletê xwe re bêjin. Em divê bangî xortan bikin, ji wan bixwazin ku ew rê nedin provakasyonan, û bê ku rewşeke teslimiyet û tirs û xof peyda bibe, xwe paşve bikşînin, xwe bidin xebatên rêxistinî û bi metodên demokratîk çalakiyên „sivîl“ lidarbixin. Intîfadeyek sivîl, yanî bêîtîatiyekî sivîl werê organîzekirin.

Noqteyek girîng jî ew e ku hêzên Kurd û Kurdistanî dijminahiya hevdu nekin û bi şêweyê rêzlihevgirtinê ha ji hev hebin. Vê demê de divê mirov bi taybetî bi dîqet be! Rejîma kemalîst, hêzên wan asayişê û îstixbaratê dê bixwazin ku pkkyiyan û hêzên din berê hevdu bidin, da ku ew êrîşê yekdu bikin. Em divê rê li peydabûna alozîyên nabeyna hêzên Kurdan bigrin.

Em divê xwedî li gelê xwe, xort û zarokên xwe derbikevin û rê li pêşiya provakatoran bigrin.

Em êrîşkariyên ser miletê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Bimre dijminên Kurd û Kurdistanê!

Azadî ji bo Kurd û Kurdistanê!

Kurdno, Welatparêzno, bibin yek, dijminan li xwe nekînin, niyetê dewleta Tirk boş derxin, planên wan pûç bikin.

Şehîdên Kurd û Kurdistanê nemir in!

31-03-2006

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]