|
1/12/2007 Rêz û Hurmet ji bo İsmail Beşikçi İsmail Beşikçi yek ji wan kesan e ku şaşîtî û derewan red dike Tarık Günersel Nivîskar û helbestvan Tarık Günersel, di qûncika xwe a di rojnameya Birgün ê de qala hilbijartina Ismail Beşikçi weke endamê şerefê yê PEN a Tirkiyê dike. Em vê nivîsa balkêş werdigerinîn kurdî û pêşkêşî xwendevanan dikin. Ez, di sala 1977 an de weke endamekî nû beşdarî civîna giştî a Sendiqeya Nivîskarên Tirkiyê-TYS dibûm. Kesek rêzdar, İsmail Beşikçi, mafê axaftinê wergirt. Ew, bi peyvên nerme û bi şêweyekî balkêş qala mafê hemwelatiyên me, yê kurda dikir. Lê nikarîbû axaftina xwe bi dawî bîne. Ji ber ku rêvebirên civînê mudaxeleyî axaftina wî dikirin. Rîska girtina TSK dihanîne bîra mirovî. Ji ber çi? Ji ber ku qala kurda dihate kirin. Peyva "kurd" bi xwe têra xwe bi rîsk bû/e. Dîktaroriya 12 ê îlona 1980 î dest pê nekiribû. Lê zordariya li ser kurda berdewambû. Ji bo li dijderketinê, mirov tenê hevwelatî be û mirov be, bes bû/e. Lê li dijderketin, ne karekî hêsan bû/ e, dijwar bû /e. ¤¤¤ 1997... 2007. Ji wê rojê û pê ve, weke gelek hemwelatiyan û gelek kesên li cîhanê rêz û hurmeta min ji ronakbîrê me yê hêja İsmail Beşikçi re heye. Ne hêsan e... 17 salên wî di zindanê de derbas bû. Ji ber çi? Ji ber ku, ji derewên fermî re, go, "ew ne rast in, şaş in , derew in!". Qralê tazî dît û go, "Qral tazî ye!" Weke Galile, go, "cîhan dizîvire". Niha jî dibêjin, "me şaşîtî kir". "Xwedê giravî, beşek ji hevwelatiyan kurd in?!" Mala wan ava. Bila lêborîna xwe, uzra xwe bixwazin. Ma wisa bikin, bes e? Kî dikare salên di zindanan de derbasbûyî bi paşde bîne, bistîne? Li çi deverê ne, gavên ji bo bidestxistina mafê azadiyê? Dîktatoriya leşkerî a sala 80 î, di dîroka Komara Tirkiyê de çalakiya terorê a herî mezin e. Rêvebirên wê demê yê terora dewletê kî ne? Endamên cunta leşkerî ne. Heta ew neyêne dadgehkirin, em nikarin qala hevwelatîbûna xwe bikin. ¤¤¤ Kesên digotin "li Tirkiyê çînên civakî hene" hatin zîndanî kirin, an na? Belê, ew hatin zindanîkirin. Ew kes hatin îşkencekirin, an na? Belê, hatine îşkencekirin. Kesên ku digotin, "li Tirkiyê kurd hene" hatin zîndanî kirin, an na? Belê, ew kes hatin zîndanîkirin. Ew kes hatine îşkencekirin, an na? Belê, hatin îşkencekirin- Li Tirkiyê kurd hene, an na? Belê, kurd hene. Em bi derewên wan (rêvebirên dewletê) yên wisa mezin hatin xapandin. Kesên li dijî wan derewan derdiketin, dihatin girtin, doh jî îro jî zilm û êş dibe paya wan. (mixabine ku) ji ber vê rewşa terorê, heta niha ji çi kesên rêvebir hesap nehatiye xwestin. ¤¤¤ Dema bêheqî hebe, bêdengbûn jî ne rast e. İsmail Beşikçi yek ji wan kesan e ku şaşîtî û derewan red dike. Bê şik e ku, dema qala "tirkên trakyayê, yê Kibris û Kosovayê, tirkmenên Kerkûkê, boşnaq, çeçen û vîetnamiya tê kirin, pirsa wan ji awira azadiyê ve tê nirxandin. Lê wextê ku behsa kurda tê kirin, pirsa kurda tê holê, dîtina dewletê a ewlakariyê bingeh tê girtin û li hemberî azadiyê polîtîkayên zordariyê têne bikaranîn, pêşxistin." Dema mirov bala xelkê bikşîne ser teror û hişkahiyê, lê li aliyê din terora dewletê bide nexuyanîkirin, û wê veşêre, ev kirin ne karekî bi sud e. Wisa ye, an na? Mirov, ji bo ku mafên xwe yên demokratîk bînine zimên, rîskên mezin didin ber çavên xwe. Dezgehên bingehîn yên dewletê (Tirkiyê), zanîngeh, medîa, dadgeh rengê xwe li gorî zordariyê, qedexe û cezekirinê şikil wergirtine ¤¤¤ Navenda PEN a Tirkiyê bi rêya edebiyatê piştgiriya azadiya xweîfadekirinê dike. PEN ê weke sembola spasî û rêzdariyê, İsmail Beşikçi mîna endamê şerefê hilbijart. Ew, "ji bo ku şeref û namusa nivîskartiyê li derve û li hundir parast", hate hilbijartin. Bi spasî û rêzdarî. Dibêjin ku, İsmail Beşikçi dê bê dadgehkirin. Divê bê gotin ku, ew ne bi tenê ye, em dê li cem wî bin... Tarık Günersel kî ye Li Stenbolê hatiye dinyê. Zanîngeha Stenbolê, beşa ziman û edebiyata ingilîza xwend. Li Tiyatroya bajêr a Stenbolê dixebite. Helbestvanekî nasdar e. Otmopi de akşam, Kalıntı olduğu zaman, Muhafızgücü 1, Hayalgücü 1 xebatên wi yên nasdar in. Ji rojnameya Birgün ê re dinîvisîne (Zarathustra News). |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |