|
2/3/2008 Asîmîlasyon İsmail Beşikçi Li Tirkiyeyê, polîtîkaya bingehîn a ku dewlet li hemberî kurdan dimeşîne, asîmîlasyon e. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê polîtîkayeka wisa ye ku, ji salên ku Firqeya Îttîhad we Tereqqî bûbû hukûmet û bi vir de hatiye fikirîn û hertim hewl dane xwe ku vê polîtîkayê tetbîq bikin. Bi rojgara komarê re ev polîtîka hîn bi awayekî sîstematîk hatiye tetbîqkirin. Rapora bi mêjûyê tebaxa 1935an a serekwezîrê wextekê İsmet İnönüyî, dîsa rapora bi mêjûyê tebaxa 1936an a Yekemîn Mufetişê Umûmî Abidin Özmenî, bona çareseriya pirsa kurd asîmîlasyoneka tund pêşnîyaz dikin. Di salên pişt re, ji layê Serekwezîrtîyê, ji layê Wezareta Navxweyî û ji layê karbidestên Yekemîn Mufetişiya Umûmî ve jî raporên bi vê şêweyê hatine amadekirin. Herwisa, têye zanîn pêşniyazên ku di van raporan de hatine kirin bona ku tetbîq bibin her awa tedbîr hatine girtin, bona ku asîmîlasyon pêk bê, hewldanên mezin hatine nîşandan. Beşeka mezin ji kurdan bo Anadolîya Navîn û Anadolîya Rojavayê hatine surgûnkirin, ku zêdetir akincîyên van deveran tirk bûn. Tirkên macir ku ji Balkanan û ji Qafkasan hatibûn jî di navenda deverên ku kurd tê de zêdetir akincî bûn de dihatin cîbicî kirin. Ev yek bona asîmilekirinê wekî mekanîzmayekê dihate têgihîştin. Kurdên ku bo Anadolîya Navîn û Anadolîya Rojavayê hatine surgûnkirin jî, divêt li derekê kom nebin, bo her gundekî yek an du kes bêne belavkirin. Ev kiryareka bingehîn bû. Bêguman şêwazeka gelek girîng a asîmîlasyonê li xwendegeh e, cihê pêkhatina asîmîlasyonê xwendegeh in. Zimanê tirkî, kultura tirkî, dersên dîroka tirkî, dersên dînî, dersên leşkerî, ramanên ku li dora Atatürkî têne pêşxistin, tev di warê pêkanîna asîmîlasyonê de roleka mezin dilîzin. Her serê sibehê berî dersan, li baxçeyê vê sonda ku wekî “Ez tirk im, rast im, jêhatî me… Bila hebûna min fîdayî tirkayetiyê be” tê îfadekirin, vê sonda neteweyî, bi tevayî xwendegehê, bi komelî didin xwendin. Ev layekî girîng yê asîmîlasyona li xwendegehê ye. Xwendegehên Pansiyonî yên Herêmî (Yatılı İlköğretim Bölge Okulları: YİBO. Pansiyonlu İlköğretim Okulları: PİO) bona ku zarokên kurdan bo tirkîtiyê asîmile bibin, hatine fikirîn, hatine çêkirin. Herwisa, ev sazgehên perwerdeyê di dema asîmilekirinê de hatine pêşxistin. Beşeka mezin a van xwendegehan di herêmên kurdan de ne. Li Anadolîya Navîn jî, hîn zêdetir li herêmên ku kurd tê de akincî ne hene. Tê dîtîn ku li van çend salên dawîn li hemberî keçên kurdan bernameyek hatiye pêşxistin. Ev kampanyayên “Haydê keçno werin xwendegehê”, “Bavo min bişîne xwendegehê” ji layê çapemeniyê ve bi heraret têne destekkirin. Zimanê zikmakî pêşî ji layê jinan ve bo zarokan tê fêrkirin. Dizanin ku zarok di çarçoveya peywendiya zarok û dayikê de kurdî fêr dibe. Ji ber vê yekê jî ew gelek girîng dibînin ku pêşî keçikan asîmîle bikin, wan gelekî baş fêrî tirkî bikin. Ev kampanyayên mîna “Haydê keçno werin xwendegehê”, “Bavo min bişîne xwendegehê”, ligel çapemeniyê ji layê karsazan ve jî gelek bi heraret têne destekkirin. Dewlet, hukûmet û artêş jî bi heraret van kampanyayên wisa teşwîq dikin. Di van salên dawîn de kiryareka din ku tê dîtin jî ev e ku, ji bajarên kurdan yên mîna Cûlemêrg, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Bidlîs, Mûş û Agirîyê bi sernavê “zarokên herî jêhatî yên sinifê” ciwanên kurdan berhev dikin û hefteyekê-deh rojan wan li Stenbolê dikin mêvan, wan digerînin. Wan li sazîyên mîna Saraya Topkapiyê, herwisa, li tesîsên endustirîyê û li fabrîqeyan digerînin. Di vê navberê de, fabrîqayên ku çekan û amûrên şer çêdikin jî bo wan têne nîşandan. Asîmîlasyon, di wateya civakî de, komeka etnîk bişibihînin neteweya serdest, di nav ziman û kultura neteweya serdest de helandina komên etnîkî ye. bona vê yekê jî fêrkirina zimanê neteweya serdest bo koma etnîkî, ango bi koma etnîkî jibîrvekirina zimanê wê yî zikmakî gelek girîng e. Hingê pişt re, bi demê re helandina koma elît di nav ziman û kultura neteweya serdest de dibe amanceka bingehîn. Çi dema ku ziman bête qedexekirin hingê rewş hîn girantir xwe nîşan dide. Çunke meriv dema ku zimanê xwe yê zikmakî nizanibe, nexwazibe bizane, ji layekê ve jî tê vê wateyê ku ew guh dide qedexekirinan, ji qedexekirinan re îtaetê dike. Lêbelê çi meşrûîyeteka civakî ya van qedexeyan nîn e. Ev gelek vekirî ye. Ez pêwîstîyê pê dibînim ku di vê gotarê de bala xwe bidim ser layekî din yê vê prosesê. Çi dema ku mesele were ser peywendîyên kurdan û tirkan gelek girîng e ku hindek pirs bêne pirsîn, proses bête analîzkirin. Pê jibîrkirina zimanê zikmakî, bo wan fêrkirina zimanê neteweya serdest gelo wê rewşa ku dixwazin pêk bê, ligel xwe tîne? Bi vî awayî digihên wê amanca ku dane pêşîya xwe? Di vê babetê de ez ê bala xwe bidim ser wan komeleyên kurdan ku di dawîya salên 1960î de hatibûn danîn û ez ê hewl bidim xwe da hindek çavdêrîyên xwe bibêjim. Ez dixwazim li ser du mînakên sereke rawestim. Ya pêşî, Ocaxên Şoreşgerî û Kulturî yên Rojhelatê (DDKO), ya din Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Ocaxên Şoreşgerî û Kulturî yên Rojhelatê (DDKO), li dawîya salên 1960î ava bûn. Tê zanîn ku DDKO bû bingeha komeleyên mîna Komal-Rizgarî, Riya Azadîyê (Özgürlük Yolu), Komeleyên Şoreşgerî û Kulturî yên Rojhelatê (DDKD) ku di navîna salên 1970yî de hatin danîn. Di nav kesên ku DDKO danîn û bi rê ve birin de hevalên kurd yên ku bi kurdî nizanîbûn jî hebûn. Wan dizanîbû ku ew kurd in lê asîmîle bûne. Ev heval bona ziman û kultura kurdî di nav hewldaneka gurr de bûn. Di dema rejîma 12ê adarê de, dema ku li hemberî Dadgeha Leşkerî ya Îdareya Orfî ya Diyarbekirê parêzname hate dayîn, hingê kedeka mezin a van hevalan jî têde hebû. Li hemberî îddîanameya dozger ku digot “Kurd nîn in, kurdî nîn e, yên ku ji wan re kurd tê gotin, ew jî milekî tirkan e ku ji Asyaya Navîn hatine. Koka zimanê ku jê re kurdî tê gotin, tirkî ye.” bi sernavê “bersiv bo îddîanameyê” parêznameyek hatibî nivîsîn. Ev kurdên ku asîmîle bûbûn lê hay ji xwe bûbûn ku kurd in, di amadekirina vê parêznameyê de, herwisa, li hemberî dadgehê xwendina wê de hewldaneka mezin nîşan dabûn. Jixwe, di wê demê de li dadgehê bi kurdî axaftin, bi kurdî parêzname amadekirin û hwd. mumkin nebû. Ev pêvajo divê çawa were helsengandin? Di pêvajoya bikaranînan mekanîzmayên asîmîlasyonê de beşeka mezin a malbatan asîmîle bûne. Lêbelê beşek ji endamên van malbatan, bi taybet beşa ku bi fikrên çepgîrîyê hevnas bûne, dizanin ku ew kurd in lêbelê asîmîle bûne… Bona ku nirxên xwe yên esîl, ango nirxên kurdîtîyê bi dest bixînin ketine nav hewldaneka gurr… Dewlet jî qîma xwe pê tîne ku bi wan kurdî bide jibîrvekirin û tirkî fêrî wan bike. Ev heval bi kurdî nizanin, gelek baş bi tirkî diaxifin, dinivîsin. Xwendina li lîseyê, li unîversîteyê wan di vî warî de kirîye şareza. Hingê, asîmîlekirina malbatan û kesan her dem herwekî ku dewlet difikire, ligel xwe encameka baş nayne. Çunke, kurdî jibîrvekirin, bi tevayî fêrî tirkî bûyîn, kurdîtîyê bi tevayî ji navê ranake. Lêbelê asîmîlasyon, bi tevayî ji navê birina hêvîyên kurdayetiyê bo xwe dike amanc. Di vê rewşê de hesreteka bo kurdayetiyê, wekî mînak, hesreteka bo zimanê kurdî, bo edebiyata kurdî, bo kultura kurdî, yan jî daxwazeka wisa dê neyê nîşandan. Berevajî, dê li ser nirxên tirkîtîyê bête axaftin û nivîsîn. Di mînaka me ya niha de jî, meriv bi demê re di vê rewşê de ji xwe haydar dibin ku ew kurd in lê asîmîle bûne û bona bidestxistina van nirxan dikanin bikevin nav hewldanan. Helbet ne rast e ku her kesê ku asîmîle bûye hay ji vê rewşê dibe û bona bidestxistina vê yekê dikeve nav hewldanan. Lê di têkoşîna civakî de fikr û çalakiya çend kesan jî dikane encameka girîng derxîne meydanê. Beşek ji van hevalan piştî ku ji vê pêvajoyê, ango ji pêvajoya asîmîlebûnê haydar dibin, dikevin nav hewldanan da ku vgerin ser eslê xwe, lê dixebitin da zimanê kurdî, zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin. Ev hemî, di rastîya xwe de bi me nîşan didin ku asîmîlasyon temam bûye. Hingê çi dema ku ziman û kultura neteweya serdest bi fêrî wan kirin, zimanê wan ê zikmakî bi wan jibîrvekirin, di çarçoveya ziman û kultura serdest de wan perwerde kirin, qîm nake ku meriv rabe bibêje “me ew asîmle kirin”. Beşeka merivan, di merahleyeka jîyana xwe de dikanin vegerin ser eslê xwe, dikanin bona nirxên xwe yên esîl bikevin nav têkoşînê. Kesê ku hay jê hebe ku hatiye asîmîlekirin, hay jê hebe ku niha tê asîmîlekirin, êdî wê polîtîkaya asîmîlasyonê ya neteweya serdest fêm dike, têdigihê. Ev yek jî, jê re rê vedike ku vegere ser eslê xwe. PKK rêxistinek e, li dawiya salên 1970an hatiye danîn. Li sala 1984an dest bi şerê çekdariyê kir. Di roja niha de beşeka mezin a endamên PKK bi tirkî diaxifin, bi tirkî dinivîsin. Li daxuyanî û gotarên ku di televîzyonê de, wekî mînak di Roj-Tv de, di rojname û kovaran de diweşînin behsa pirsa kurdî, behsa Kurdistanê û zimanê kurdî, behsa çareseriya pirsa kurdî dikin. Hertim bal dikşînin ser van meseleyan. Dema ku Roj-Tv tê temaşekirin, herwisa, dema ku meriv rojnameyên mîna Yeni Demokrasi, Özgür Gündem, Azadiya Welat bixwîne ev yek bi awayekî vekirî dixuye. Bêguman ger ev daxuyanî, ev aşkerakirin bi zimanê kurdî bêne kirin dê hîn hêjatir be. Lê ev gotar û daxuyaniyên ku derbareyê pirsa kurdî de, derbareyê Kurdistanê û zimanê kurdî de têne belavkirin, ku wisa bi zimanê tirkî têne kirin, hingê rewşa derbareyê asîmîlasyonê de radixin ber çavan. Herçendî ku daxuyanî bi zimanê tirkî têne dayîn, gotar bi zimanê tirkî têne nivîsîn jî, ev yek hebûna pirsê radixe meydanê, hêvîyên derbareyê çareserkirina pirsê de didin nîşan. Bi vî awayî hebûna pirsê zindî dihêle. Asîmîlasyon dixwaze ku di kes de hêvîyên derbareyê zimanê kurdî bi tevayî bimrin, dixwaze kesê kurd bi tevayî di nav ziman û kultura kurdî de bihele. Ev daxuyanî û ev gotar jî, hebûna pirsê hertim li meydanê dihêlin. Dema ku hertim behsa pirsa kurdî, behsa Kurdistanê û zimanê kurdî bête kirin, hingê dibe sedem ku derbareyê çareserkirina pirsê de jî hêvîyek çêbibe. Ev yek, di rastîya xwe de bi me dide nîşan ku asîmîlasyon temam nebûye, polîtîkayên asîmîlasyonê, tetbîqatên asîmîlasyonê îflas kirine. Ev hemî tiştekî din jî nîşan didin ku, nifşên nuh yên kurdan derbareyê kurdîtîyê de dê hîn gelek zanatir, hîn tijîtir û hîn gelek jîrtir bin. Îflaskirina polîtîkayên asîmîlasyonê, temam nebûna pêvajoya asîmîlasyonê nayê wê wateyê ku ji layê dewletê ve tu xêreka van kiryaran çênebûye. Kirinên ku di çarçoveya polîtîkaya asîmîlasyonê de çêdibin, bêguman bo gelê kurd xirabkariyeka gelek mezin ligel xwe anîye. Divê kurd ji vê pêvajoyê haydar bin ku, zimanê wan hatiye qedexekirin, zimanê serdestan bo kesê kurd û civakê hatiye sepandin. Hingê dê kesên kurd, demokratên wan hay jê bibin ku wan çawa guh daye van qedexekirinan û zimanê xwe ji bîr ve kirine (Wergêr: Roşan Lezgîn, çavkanî: Kovara Esmer h: 37/2008). |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |