|
28/5/2005 Daxuyaniya Capemeniyê
Di derheqê projeya 2003 2005 ji bo avakirina Fond u Tv kanalekê de, em xwe berpirsiyar dibinin ku raya giştiya gel di derbareyi kar û xizmet û bidesxistinên xwe de agadar bikin. Projeya ji bo TV ya navnetewiya Kurd û damezirandina Fonda Çand û Hunerê bêtir ji bo xizmeta çand, huner, pirsgirêkên diroki, rojane û sosyal di bara jiyana gel û dewlemendkirin, pêşbazi û pêşvebirina hemu eymetên netewi li ser bingehek serzêdekirin rawestiya bû. Di vê çarcewê de, hemkariya bi navê GEL-AG ji bo karê parmendiya(hisse senet) hemparî hate damezirandin. GEL-AG li gel Şivan Perwer bi coşeke mezin kete nava xizmeta gring, barekî giran rakir ser mil û li gelek welatên Ewrûpa civîn, konsert û cocktail(resepsiyon) amade kir. Li piştî van çalakî û livbaziyan, ji gelek deveran alikariya abori bi dest xist, lê mixabin ji ber zor têkûzî û astengiyan proja Tv hîn negihiştiye armancê, belê Fonda Çand û Hunerê bi serkeftin hat damezirandin. Ev projeya giranbiha ya TV ya Navnetewiya Kurd hîn pêknehatîye û vê gâvê di navbera encamê de xizmeta bergihandinê berdewam dike. Hinek derfetên aborî bi dest xistiye û li gel GEL-AG tête parastin. Wek GEL-AG em herdem xwe li hemberê aligir, gel û parmendên xwe berpirsiyar dibînin. Parek ji bidesthatina derfeta abori teslimi Fonda Muzik û Hunerê bû û ew jî îro di nava kapîtala Fondên Navnetewî de parastîye kû ji bo Fond fermi bidirûve, biryara kanûna bingehîye. Para dî jî weki me li jor got, di destê GEL-AG de ye. GEL-AG alikari û piştgiriya parmendan bi awaki ronak û bawer diparêze û divê ta bighê armancê wê xizmeta giranbiha berdewam dike. Em herdem amadene gel, aligir û piştevanên xwe yên hêja li ser vê mijarê agahdar bikin. Di vê barê de em xwe herdem berpirsiyar dibînin û ji gel û parmendên xwe pir spas dikin û alikarî û piştgiriya wan giranbiha dinirxînin. Köln. 26.Gulan 2005 FONDA ŞIVAN PERWER JI BO ÇAND Û HUNERA NAVNETEWÎ û Komiteya birêvebirina GEL-AG
|
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |