NEWROZ

äæÑæÒ


8/8/2005

Daxuyaniya Çapemeniyê ya Sekretariya Komîteya Navendî ya  Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Xwenîşandana gel li Seqizê bi armanca şermezarkirina kuştin û girtinan ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve bi xwînê hate gevizandin!

Di encama êrîşa hêzên rejîmê aliyê kêm 4 kes li bajarê Seqizê hatine şehîd kirin

Piştî meşên nerazîbûnê li bajarên Mehabad, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Bane, Sine û Dîwandere û ji bo piştgiriya xebata vê dawiyê û wan hereketane û bi armanca xuyakirina nerazîbûn ji siyaset û riftarên rejîmê derheq xelkê van bajarane û girtin, binçavkirin, zîndanî û îdamkirina hejmarek ji xortên gelê Kurd, xelkê qehremane bajarê Seqizê demjimêr 9:30’ê pêşnîvroya roja çarşemî 12’ê Gelawêja 1384’ Rojî (02.08.2005) paş daxistin û girêdana dukan û bazarên bajar, rijiyane ser rê, xiyewan û cihên giştî û xwepêşandanên aram li darxistin.

Xwenîşanderan bi dana dirşûşmên dijî rejîmê û piştgirî ji tevgera Kurd li Kurdistana Îranê dengê azadîxwaziya xwe dan xuya kirin. Di vê xwepêşandanê de ku piraniya zaf ya xelkê bajarê Seqizê tê de beşdar bûn, wekî meşa nerazîbûna bajarên din yên Kurdistanê û bi awayekî hov û dirindane bi xwînê hatin gevizandin û kete ber êrîşa hêzên serkutkar yên Komara Îslamî ya Îranê.

Xwepêşandan li dijî kiryarên cinayetkarane û hov yên hêzên rejîmê û kuştina xelkê hin cihên îdarî yên rejîmê wekî Fermandarî, Şaredariya Nahiya 2, Banka Milet, Banka Qerzul Hesene û çend cihên din de ye û agir ji çend otombêlên hêzên Întizamî yên rejîmê hatiye berdan.

Hêzên rejîmê gelek bi qestî teqe ji xelkê kirin û xwe ji çi cinayetekê ne parastin, di encama gulebarana hêzên serkutkar de hejmarek ji xelkê bajar hatiye kuştin ku çend kes ji wan bi van navane nasyar in: Ferzad Mihemedî, Şadman Mihemdî, Axayî Şerîetî, mamostayê Xwendingeha Seqizê û Kekê Ebas yê 75 salî. Pitir ji 200 kes jî birîndar bûne. Hlîkopterê berdewam di esmanê bajar de digerin û alîkariya hêzên rejîmê li hundirê bajar didin. Hêzeke zaf ji Hemedanê û Kirmaşanê ve pêk hatî ji 200 otombêl ji “Tîpa Emîr Elmuminîn” ji bo bajarê Seqizê hatine şandin. Bajar bi tevahî şer lêdayî ye û Hikûmeta leşkerî û Rewşa Awarte hatiye îlan kirin û dimeşe. Karmendên îdareyan ji îdare û di cihên karê xwe de mane û rêya çûn bo malan ji wan re nahê dayîn û her kesek û her liv u hereketek ji ber guleyan tê dan.

Heta dema derçûna vê daxuyaniyê (seet 7’ê êvar) bajar her wisan aloz e û xelk di bin serkuta hêzên rejîmê de ne.

Hêjayî gotinê ye duhî demjimêr 11’ê Gelawêj (03.08.2005)ê jî xelkê bajarê Merîwanê ji bo xuyakirina nerazîbûnê ji rejîmê û ji bo pişgirîkirin ji liv û hereketên nerazîbûnê van rojên borî li hejmarek ji bajarên Kurdistanê hemû dukan û bazarên xwe girêdan. Her çend dezgehên Îtilatê û hêzên serkutkar yên rejîmê li Merîwanê zext û givaş ji bo Yekîtiya Esnafan pêk anî ku xelkê neçar bi vekirina dukanan û bazarn bikin, serekvtî nebûn û xelk neçûne bin givaş û zexta hêzên rejêmê û bersîva wan nedan.

4 kes ji girtiyên li Mehabadê hatine îşkence û îdam kirin

Li gorî nûçeya dawiyê ku gihîştine me, 4 kes ji girtiyên meşa nerazîbûna Mehabadê bi destê hêzên rejîmê di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane, yan îdam hatine kirin û cenazeyê wan ji bo Mehabadê hatine şandin.

Sekretariya Komîteya Navendî ya Partiya demokrat ya Kurdistana Îranê

03.08.2005

12.05.1384

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]