NEWROZ

äæÑæÒ


11/3/2006

Gotina herdu partiyan di cejna afreta cîhanê de

Xûşikên hêja û buhagiran

Hersal di (8) avdarê de tevaya mirovayetiyê cejna pîreka cîhanê pîrozdikin, şahî û ahingan bi vê helkeftinê li seranserî cîhanê lidardixin .

Pîrozkirina vê rojê rêzgirtine ji pîrekê re, ji rola wê ya berçav û cihê wê yê beriz û bilind di nava malê û civatê de, û herweha baweriyeke ku pîrek serbest bibê û mafê xwe yê çespandî û bi dest ve anî biparêzê, ji tariya rêz û rawazên berteng û hişemendiya paşketî rizgar bibê .

Ev roj rojeka dîrokiye di dîroka cîhanê de, destnîşankirina vê rojê wek cejna pîreka cîhanê vedgerê ser beryara ku hatî standin di kongirê cîhanî yê jinan de, di sala 1910 an de li Kobinhagin peytexta Danîmarkê ku hate girêdan, di wî kongirî de û li ser pêşinyara xebatkar û mafperwera Elmanî (Kilara Zêtkîn) ku (8) avdarê bi cejna jina cîhanê hate wergirtin, navlêkirina vê rojê bi cejna pîreka cîhanê ji alîkî ve rêzgirtinek bû ji qurbaniyên xwepêşandana pîrekên karker yên Emerîkî di sala 1908 an de, ku li Şîkaxo rûdayî û hatîkirin . ji aliyê dî ve berdewamî û gurbûnek bû, ji xebata pîrekê re li ser rêya bi destxistin û çespandina mafê wê yê dadmend, û ku ji mafê wê ye bi serbest û azad di civakê de bijî .

Pîrekê gelek nav û deng di dîroka mirovatiyê de wergirtine, û di dîroka kurdî de jî, ji wan pesin û navan bê par ne maye, hineka gotine : (( pîrek nîvê civakiye )) û hinekên dî di ser vê de dirêj kirine û gotine : (( pîrek ne tenê nîvê civakiye, lê belê perwerdekara nîvê dî ye jî )) .

Napilyon li ser pîrekê gotiye : (( ew pîreka ku dergûşê bi destê xwe yê rastê di hejînê, bê guman di karê cîhanê bi yê çepê bi gerînê )).

Di vî warî de di zargotina kurdî de li ser pîrekê pirr pesin û nav hatine gotin : (( şêr şêre çi jine û çi mêre )) …..HD.

Bi rastî me xwest em van gotinan li ser pîrekê bidin dîtin, merema me jê ewe ku em rola pîrekê ya giring bidin xuyakirin û em bêjin ku ew gotin û pesin ne ji valehiyekî hatine, lê belê didê nîşankirin giringî û pêwîstiya cihê pîrekê di jîn û jiyana miletan de, ku karê pîrekê ne anîna zarokan û rêveberiya kar û barê malê bi tenê ye, lê belê karê wê yê serekî ewe ku ew zarokan bi rengekê rast perwerdebikê û li ser bingehê heskirina welat, rêzgirtin û hijêkirina mirovan xwedî û avabikê, beramberî nezaniyê, newekhevî û sitemkariyê rawestê û di vî warî de gotina xebatkar û perwerdekara kurd ya navdar Rewşen Bedirxan balkêşe dema digot : xûşkên ciwan û buhagiran ….! Wek hûn di zanin ku êş û derdên miletê me yên serekî û mezin nezaniye, nezanî nexweşiyeke bi zanîn û zanyariyê tê dermankirin, miletê xwedî dewlet û desthilatdar vî derdî di nexweşxaneyên teybet de, ku ji wan re tên gotin dibistan û nojdarên wan nexweşxaneyan ji wan re tên gotin mamosta, di wan de êş û derdên xwe çareserdikin .

 pîrekê di kar û xebata xwe ya berdewam de kariye hin destkefiyan di rêya rizgariyê de, di gelek deverên cîhanê de bi dest ve bînê .

Lê belê, di rojhilatê de hê di destpêka vê rêyê deye û di berê de hatiye gotin : ((hezar gav ji gavekî destpêdikê )) .

Pîreka kurd jî hê dibin barê sitema giran de dinalê û di bin serbarê zora civaka pêşketî de diarê .

Belê pîreka kurd di nava siyasetên regezperist û şovînist de ji alîkît ve tê şewtandin, wek mirovek kurd bê pehir ji mafê xwe yê netewî, û ji aliyê dî ve di nava rêz û rawazên paşkeftî de tê kewandin .

rûpelên dîroka kurdî bi gelek sitêrên geş û binav û deng hatiye xemlandin

û waneyên (dersên) dîrokê ji me re didin xuyakirin ku civaka nîvê wê şil û şeht bê wê nekaribê di nava pêşveçûn û pêşketinên cîhanê de cihê xwe bigirê û pêre rêve herê .

Rizgarkirina pîrekê bi bilindkirina durûşim û bi gotinan nayê cîbicîkirin, tenê ew yeke di destê pîrekê deye û ew jî xwe di ber wî barî de ragirê, berevaniya xwe bikê dijî wan siyasetên Kevinperist û paşketî, xwe zanebikê, derfetên xwendinê ji dest xwe bernedê, û bi teybetî xwendina bilind, derbasî nav rêzên partiyan bibê û xwe fêrî teknîka serdamê jî bikê û pêre bi meşê, û bi zanê pîreka cîhanê li ser dema şoreka gihandinê di çi astê deye  .

 îro roj dikarê dengê xwe bilind bikê û bigihînê tevaya dunyayê.

 Û îro ji her demî bêhtir pîreka kurd dikarê kar û xebateka baş di warê fêrkirin û belavkirina zimanê kurdî de bilehîzê, di karê xwe hînî ziman bikê û bibê mamosta û ziman di nav xelkê de jî belavbikê, hezkirina ziman di dilê zarokan de biçînê . hingî wê bi rola xwe ya netewparêz rabê û cihê xwe yê balkêş di civakê de bigirê, bi vê wê destê xwe deyînê ser birînê û xewin û daxwazên Celadet Bedirxan jî bicihbînê .           

Dawiyê em careka dî cejna we pîrozdikin û bi hêvîne ku rojên we tevde cejin û şahîbin.

Nûneriya serkirdayetiya rêxistina herdu partiyan :

Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî)

Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (ALPartî)               

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]