|
9/1/2007 Daxuyana piştgiriyê Nûkirina lîstê (13/1/2007) Di şeva 20/12/2006-an de, hinde kesên parastinî derbasî qehwexana Elnexîl ya taxa Mehetid Bexdad li Helebê bûn , û bi şêweyekî ne şaristanî mamoste Mihemed Şêxmûs Alî ( Mihyedîn Şêx Alî ) birin ciyekî nenas. Ji ber ku , mamoste Şêx nivîskar û rewşenbîre , di damezrandina hinde kovar û weşanên Kurdî de , alîkarî kiriye , û gelek gotar û lêkolînên bi Kurdî û Erebî di wan de weşandiyê , herweha çanda niştimanî û demoqrasî bi ramanên ku , doza guftûgo , jiyana hevpişk û parastina mafên mirova û gelan û bi taybetî mafên netewî yên rewa ji gelê Kurd re, di çarçewa yekîtiya welêt de zengîn kiriye , bi ser de jî sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê ye . Ji ber wê , em kesên nivîskar û rewşenbîrên di ware ragiyandin û rojnamegeriyê de dixebitin , bi nave xwe û weşan , rojname û kovarên xwe vê girtina ne mafdar , ne şaristanî û ne zagonî ji xebatkar Mihyedîn Şêx Alî re , pirotêsto û şermezar dikin . Û parastina tenduristî û jiyana wî ji destlatên berpirsiyar dozdikin , azadiyê jî ji wî û hemî girtiyên nêrînê û ramana azad re li Sûriyê , yekser dixwazin. 8/1/2007 - Munteda Nûredîn Zaza . - Kovar Dicle ya bi zimanê Kurdî û Erebî . - Kovara Hîwar ya bi zimanê Erebî . - Saziya parastin û fêrkirina zimanê Kurdî li Sûriyê . - Kovara Pirs ya bi zimanê Kurdî . - Rojnama Newroz ya bi zimanê Kurdî . - Weşana siba ya bi zimanê Kurdî û Erebî. - Kovara Perwan ya bi zimanê Kurdî û Erebî . - Rojinama Wîfaq ya bi zimanê erebî. - Kovara Berbang ya bi zimanê Kurdî û Erebî. - Rojinama Deng ya bi zimanê Kurdî û Erebî. - Rojinama El-Wehdê (Yekîtî) ya zimanê erebî. ----------------------------------------------------------- - Yekîtî ya Kurdistan a ragihandina iliktironî - Rojnama Kurdistan ya rojane - komîta çalakiyên kurdewarî - Kovara Alxetwa - Malpera WWW.rojakurd.com - Rojnama Azadî – partiya Azadî a kurd li Sûriyê - Komîta Celadet ya fêrkirina zimanê kurdî – Amude - Malpera Efrin-net - Al-Hakikah Newspaper - Komîta rêvebir ya Alnidai ya bi zimanê erebî. - Malpera www.kurdax.net - Rojinam Al Dimoqrati. - Kovara Gulistan. - Kovara Al Musqef AlTeqedimi. - Malpera www.berbang.net Têbîn: Hêviya me ewe ku hemî kovar û Rojname û komîteyên rêvebir yên bi erebî û kurdî, ku, tevî vê piştgiriyê bibin, di riya vê posta Êliktironî: kamprojname@yahoo.com |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |