|
8/8/2005 Daxuyaniya Sekretariya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê derheq xwepêşandana xelkê qehremane bajarê Sine Seet 6:30’ê êvara roja duşemî 10’ê Gelawêja sala 1284’ê Rojî (01.08.2005), xelkê qehreman û şoreşvane bajarê Sine bi nîşana nerazîbûn ji riftara dijî gelî û serkutkarane ya hêzên rejîmê derheq xelkê bajarên Mehabad, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Dîwandere û Bane û bi piştgiriya meşên nerazîbûna xelkê van bajarane dukan û bazarên xwe bi tevahî daxistin û rijiyane ser şeqamên Seferî, Parka Îstiqlal (Serxwebûn), 6’ê Behmena berê, Taca berê, Fîrdosî, Şapûra berê, Fereha berê, Wekîl, meydana Nebuwet, Jandarmêrî, Nemekî û taxê Berdeşt û bi avêtina dirûşmên dijî rejîmê û alîgirî ji tevgera Kurd li Kurdistana Îranê bi rêberiya PDK Îranê, wekî: Neman ji bo Komara Îslamî ya Îranê, Bijî Partiya Demokrat, Azadî, Azadî, Qasimlo, Qasimlo rêya te didome û sirûda Ey Reqîb bêzariya xwe ji rejîma Komara Îslamî dan xuya kirin û hevalbendiya xwe tevî xelkê bajarên din yên Kurdistanê nîşan dan. Ev meşa nerazîbûna xelkê egîde bajarê Sine di halekê de dimeşe ku hêzên rejîmê di vî bajarî de di rewşa awarte û amadeyî êrîşan bûn û hêza alîkar jî ji bajarên Esfehan û Kirmaşanê ji bo Sine hatibû şandin û Garda Taybet ya Kirmaşan jî di vî bajarî de hatibû cîgir kirin. Ev meşa nerazîbûna bajarê Sine wekî xwepêşandanên nerazîbûnê yên vê dawiyê li bajarên Kurdistanê kete ber êrîşa hêzên rejîmê û teqe ji gel hate kirin. Di encama teqekirina hêzên rejîmê de 3 kes ji xelkê Sine hatine kuştin û hejmarek jî hatine birîndar kirin. Bi meşandina tund û tûjiyê ji aliyêhêzên rejîmê ve xwepêşanderan dest bi parastin û berevanîkirin ji xwe kirin û di pêvajoya vê berxwedaniyê de binkeya Polîs ya 12 û ji Motorsîkletên hêzên rejîmê agir hate berdan û şûşe, der û pencereyên parek ji îdare û bankên rejîmê hatin şikandin. Hêjayî gotinê ye ku hevdem tevî vê meşa nerazîbûna berfireh ya xelkê bajarê Sine, vwepêşandaneke bi vî awayî li bajarê Seqizê û Dîwandere jî dest pê kiriye û didome. Rewşa bajarê Sine bi tevahî aloz e û heta dema derçûna vê daxuyaniyê li hemû rê, şeqam û çar rêrên bajar didome. Sekretariya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê Seet 9’ê paşnîvroya duşemî, 10’ê Gelawêja 1384’ê Rojî (01.08.2005) |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |