|
8/6/2007 Dawename bo avakirina gava yekemîn ya navnetewî ya li dijî kuştinên şerefê yên jinan Gelî jin û mêrên aza yên li Elmanya, Ewrûpa û Kurdistanê, em jinên ne girêdayî bi tu partiyanre, ji hemu parçên Kurdistanê ne, em êşa kuştina jinan bo şerefê pirsgêrikeka çetin û karekî ne mirovane dibînin. Ev babet rehên wê yên dîrokî, civakî, kûltûrî û olî di civaka Kurdî de hene. Tevî pir guhertinên berfireh di tevayiya cihanê de û li hemî parçeyên Kurdistanê lê belê rewşa jinên Kurdan nehati ye guhertin û pêşketin. Tenê ji derve hewldanên siyasî her hebûn bo astengkirina wan kiryaran bo nimûne dema kuştina Xatun Serücu sala 2005 an li Berlinê yan piştî buyera Duoa li Kurdistanê di 2007an de. Lê belê ev hîç têrê nake û ev babet ta niha di civaka Kurdî de qedexe ye. Lew re dem hatiye ku em bêdengiya xwe rawestînin û gerek e em: •Kuştinên bo şerefê wekî cinayet bidin nasînê •Kujeran ne wekî lehengan lê belê wekî tewanbaran bidin nasîne û bên cezakirinê •Em jinan ne wekî namûsa mêran binasin, û wateya namûsê zelal bikin •Bihev re rê û çareseriyên li dijî kuştina jinan bibînin •Her kesek berpirsyar be, ku rê nede yan jî astengan çêke bo kiryarên wisa •Mafê jinan û mafên mirovan ji jinan re bidin xuyakirinê •Riyên başqeyî kuştina jinan bibînin, û amade bin bo wî tiştî û têkilyan bi malbatan re çêkin •Amade bin ku bi kesne din re bo vê babetê gift û goyan bikin, ramanan û pêşniyaran bikin û bihêz beşdar bibin •Bi tevger, partî, komel, kom û kesên bitenê yên dinre li Welêt û derveyî Welêt hevkariyê çêkin, û bihev re çareseriyan ji van astengan re bibînin. Gelî jinên ji bo mafên jinan kar dikin, tevgerên jinan, tevgerên mafên mirovan, jinên mafnas, jinên rojnamevan, jinên karê civakî dikin, jinên nivîskar, jinên bijîşk, jinên mamoste, jinên hunermend û hemû jinên bixwazin beşdar bibin, hûn hemî vexwendîne vê civînê: Roja şemiyî 30.06.2007 katjimêr 11.00 li Langenhagenê rex Hannoverê. Navnîşan: Bürgersaal Brinkholt 10 Langenhagen 30815 Kesên nikaribin beşdar bibin jin û mêr, dikarin bi rêya vê Emailê jinenazad@yahoo.de raman û pêşniyarên xwe ji me re rêkin. Emê nivîsên we di deman civîna xwe de bidin berçvan. Farha Khalil
BELAVOKA PLATFORMA JiNEN KURD Wek jin u bi nasnameye xwe ya Kurd diqîrin. Namusa tu kesek nînin u nabin namusa tu kesek! Bi beþdarîya gelek layanên Jin, sala 1994’ da, platforma Jinên Kurd hat damezrandin u Platforma Jinên Kurd civîna xweya a 13 li bajarê Elmanya Osnabrück-Melle li darxist Civîna Platformê ji bo hemu Jinên Kurd vekirî bu; ji Kurdistan u li dervayê welat jinên penaber ên Kurd, beþdarî civînê bun. Di rojeva Platformê da; Tesîra penaberî li ser Jinên Kurd, Pirsgirêkin rojane ê Jîyana Jinan u kuþtinên jinan di bin perda ’’namus’’ , piþtî gengeþekirin em li ser van mijara, gihîþtin encaman: Em, Jinên Kurd, di siyaseta Evrupa a penaberi da nasnama me a Kurd nay pejirandin u em bi nasnama dewletin dagirker a fermî ( Arap, Tirk, Fars..hwd) tin naskirin. Li welatê ku em penaberin, Kuþtina li dijî jinan, Jinên Kurd qurban tên niþandan lê di gengeþakirina ser van pirsgirikan u ji bo çareserî, em muhatap nayn girtin. Em alikarîya derunî u civakî ji bo jinên Kurd ku li Evrupa dijîn, fêrbun u perwerdeya bi zimanê Kurdî kêm dibînin. Di derheka penaberîyê u jinan da ev lêkolînên ku hatine kirin, hemu nirxandin li ser nasnama fermi tê kirin. Ji iro pêve li welatê ku em wek penaber dijîn ne bi nasnama fermî, emê vekî jinên penaber ên kurd bi çalak dixwazin bi nasnameya xweya Kurdî muhatab bibin Em jinên ku li Platforma Jinên Kurd cîh girtine, ji zêdebuna zor u sîtem li dijî jinan li hemu dinya u kuþtina jinan li Kurdistan, xeter tirsinak dibînin. Her bi ji kijan sedema dibe bila bibe , di bin perdaya ‘’ namusi da’’ ev tundi u kuþtin u zordarîya li dijî jinan, ji aliye deshilatdariya mêrsalari ve ji bo sizadan kontrolkirina li ser laþê jina bi avayeki sistematiki dinirxinên Ji ber van sedeman: Li Kurdistan, kuþtina ji bo kontrolkirina leþê jinan tavanbar dikin! Sistema mêran a deshilatdar, ku jinan wek malên xwe dibînên red dikin. Em wek jinên Kurd, ji hikumeta federal a Kurdistan, ji hikumetên din u sazî u dezgehan daxwazî dikin êriþ u zordarîya li dijî hemcinsin me were sekinandin. Li derhekê tawanbaran doza dadgeh were vekirin u tedbîrin parastin di jîyanê da pêk bînin. Pêwîste di þexsîyeta Jina Kurd Xatu Dua ku çend roj pêþ bi berdbaran hat kuþtin, Hikumeta Federal a Kurdistan; lêkolîn derhekê kuþtina jinan, sunnet kirina keçan weke u ji bo parastinên jinan tedbîran bigre. Ji bo derxistina berbirsyarên kuþtinên jinan, ji bo parastina jinan u ji bo sizadana sucdaran ( tawanbaran) emê wan di nêzîk biþopînên U bang li wan mirovan dikin ku xwedanên nirxên însanetîyêne, li dijî sucên li ber jinan bikartînên bê deng u bê helwest nemînên EM Bi NASNAMA JiN U KURD HENE! EM NAMUSA KESEK NiNEN U NABiN! BiJI KURDiSTANA KU JiN JI TE DA AZAD BiN! BiJI HEVKERIYA JiNEN KURD! BiJI HEVKARIYA JiNAN! Platforma Jinên Kurd 28 Gulan 2007 Osnabruck-Melle / Elmanya |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |