NEWROZ

äæÑæÒ


7/1/2007

Bangewazî

bona pestdayîna li rêjîma Sûriyê pênawî serbestberdana sekreterê Yekîtî-yê

û hemû girtiyên siyasî

Di çarçewa girtinên remekî û siyaseta tepsandin û çewsandinê de, ya ku rêjîma Sûriyê li dijî hemû çalakvanên ramyarî, rêzanî û rewşenbîrî yên rikber û bervedêrên mafên mirovan û azadiyên bingehîn li Sûriyê bi cih dike, hêzên ewlekeriya leşkerî ya rêjîma Bees a şoven û totalîter roja 20.12.2006, dora katjimêr 19.00 li bajarê Helebê sekreterê partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, rêzdar Mihyedîn Şêx Alî, bi awayekî tund, remekî û deryasayî girtin û berve cihekî nediyar birin. Ta nuha jî cih, rewş û çarenûsa wî ne diyar e – hêza ku ew girtî tu agahiyan li ser nade.

Armanca vê girtinê, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd çavtirsoyî bike û xebatkarên gelê me, bi van şêweyên zordar û hovane, biceflîne, da ku Kurd dest hem ji xebata netewî, ya ku roj bi roj hêzdartir dibe, hem jî ji xebata niştîmanî, ya ku kurd hêz û stûna herî xort in tê de, berdin. Lê eva wê ji şovenistan re tenê xewn bimîne – Kurd tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de mafên mirovî, azadiyên bingehîn û mafên netewî yên gelê kurd bêne parastin, bernadin.

Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, li hember van rengkirinên hov, tund û deryasayî maf û erka xwe dizanin, ku em hemû şiyan û derfetên aştiyane (dîplomasî, cemawerî û hwd.) li pênawî rûreşkirin û riswakirina rêjîma Şamê ya totalîter, nijadperest û şoven bi kar bînin. Lewre jî em bang li revenda sûrî (çi kurd, çi ereb û çi wekî din) û ya kurdistanî, komele û rêxistinên sûrî, kurdî û kurdistanî û herkesê ku rûmet û mafên mirovî li ba nirxdar in dikin, da ku beşdarî wan çalakiyan bibin, yên ku li dewletên ewropî yên curecur ji aliyên hêzên kurdî û kurdistanî ve tên lidarxistin. Bi vê yekê werin em tev bi hev re dengê xwe ji bo serbestberdana hevalê me Şêx Alî û hemû girtiyên bîr û ramanê yên di girtîgehên rêjîma Sûriyê de bilind bikin.

Hinek ji wan çalakiyan ev in:

                    Swêd: Roja Duşemê, 08.01.2007, li katjimêr 13.00, li pêş balyozxaneya sûrî li Stokholm-ê. Jibo têkilî û agahiyê: Tel: 0736589392 yanb jî 0707149673

                    Belcîka: Roja Sêşemê, 09.01.2007, li katjimêr 11.00, li pêş balyozxaneya sûrî li Broksêl-ê. Jibo têkilî û agahiyê: Tel.: Belcîka 0032486206317, Holenda 0031641974219.

                    Almaniya: Roja Pêncşemê, 11.01.2007, li katjimêr 12.00. Kombûn li )Pariser Platz( li Berlin-ê, ji wir jî xwepêşandêr dê berê xwe bidin balyozxaneya sûrî li Berlînê. Jibo têkilî û agahiyê: Tel.: 015204444834 yan jî 017622638848:

Em dixwezin bidin xuyakirin ku ev rengtundiya rêjîmê li ba me ciyê şermezarî û rûreşkirinê ye. Herweha ew hîn hêza me bona xebata li pênawî çareserkirina doza gelê kurd ya netewî di hundir sûriyeke demokrat de hîn xortir dike. Li aliyekî din em ji maf û erka xwe dibînin, ku li hember vê tund û çavsoriyê hemû derfet û şiyanan bi kar bînin. Û emê bi kar bînin jî.

Azadî ji sekreterê partiya me û hemû girtiyên bîr û ramanê re

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê - Rêxistina Ewropa

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]