NEWROZ

äæÑæÒ


29/7/2005

Daxuyaniya Çapemeniyê ya Sekretariya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê derheq serhildana gelî ya azadîxwazên bajarê Şino’yê

Demijmêr 8:30’ê pêşnîvroya îro duşemî, 3’ê Gelawêja 1384’î Rojî (4.07.2005), xelkê qehremane bajarê Şino’yê bi nîşana nerazîbûna dijî girtin û binçavkirina pitir ji 200 kesan li bajarên Mehabad, Pîranşar û Merîwanê û ji bo mehkûm û şermezarkirina riftara hêzên rejîmê di pêwendî tevî îşkencekirina girtiyan û zîndanîkiriyên Mehabadê û bi talan birina tiştên nav mal û dikanên xelkê, dikan û bazarên bajar daxistin û meşeke nerazîbûnê ya aram li darxistin. Bi dirûşmên dijî rejîmê vêzariya xwe ji Komara Îslamî ya Îranê dan xuya kirin û bi dana dirûşmên azadîxwazane piştevaniya xwe ji tevgera rizgarîxwaz ya gelê Kurd li Kurdistan Îranê û Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê xuya kirin.

Hêzên rejîmê teqe ji xelkê kirin û 2 kes ji xwenîşanderan bi navên: Heyder Ebdulazade û Omer Emînî kurê Şêx Mihemed, Şehîd û hejmareke din jî birîndar kirine. Hêzeke zaf ji bajarên Miyanduav û Urmiyê ber bi bajarê Şino’yê hatiye şandin. Xelkê vêzarbûyî yê bajarê Şino’yê di rewşeke gelek xirab û nebaş de ye û ketine ber êrîşa hovane ya hêzên serkutkar yên Komara Îslamî.

Sekretariya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

1384.05.03

24.07.2005

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]