|
29/3/2008 Bangewazî Di çarçeweya siyaseta rêjîma Şamê ya şoven û nijadperest de, ku ev çend sal in bi aliyê teror û reşekujiyê ve çûye, duh (20.03.2008) hêzên ewlekariya rêjîmê qirkirin û tawaneke din e reşekuj pêkanîn ― wan li bajarê Qamişlo ciwanine kurd, yên ku bi şêweyên pir aştiyane û şaristanene bi cejna Newroza pîroz şah dibûn, dane ber guleya. Di encama vê terorê de sê ciwanê kurd (Mihemed Zekî Remedan, Mihemed Yehya Xelîl û Mihemed Mehmûd Husên) şehîd ketin û hinekên din jî birîndar bûn (ji wan: Riyad Şêxî, Kerem Îbrahîm Yûsiv, Mihyedîn Hac Cemîl û Mihemed Xêr Xelef). Bi ser de jî hinek hatine girtin. Bêguman ev karê teror di çarçewa wê siyaseta tundrew û reşekuj de ye, ya ku rêjîma Şamê li dijî gelê kurd dajo. Armanca vê siyasetê jî, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd bitirsîne û xebatkarên gelê me, bi van şêweyên terorane û hovane, biceflîne, da ku xebata netewî bête qelskirin; da ku gelê kurd û tevgera wî ya rizgarîxwez dest ji xebata xwe ya rewa û dadmend berdin. Bi vî rengî rêjîm hewil dide ku xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de her mirovek azad be û hemû hêmanên netewî yên civaka Sûriyê azad û wekhev bin, pûç bike. Lê bila deshilat jî, hemû kesên li dijî guhartin û serastkirina civak û dewletê jî, baş wê yekê zani bin ku ev gelê ku tevî hemû zor, pest û kiryarên şoven û nijadperest, tevî bi dehan şehîd û bi sedan girtinên remekî û hovane dest ji xebata xwe ber ne dayî, helbet, wê bi vê teror û resekujiyê jî dest ji xebata xwe ya pir destûrdayî bernede. Berevajî wê, ev kiryar hemû ji xebat û berxwedana me re dibin ardû û hêzeke xortkirinê. Emê tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de gelê kurd hemû mafên xwe yên netewî li ser xaka bav û kalên xwe bi dest xîne, bernedin. Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, vê terora han bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bang li hemû hêz û rêxistinên demokrat û azadîxwaz û bervedêrên mafên mirovan dikin, da ku ew piştgiriya xwe bi gelê kurd re nîşan bidin û zor û pestê li rêjîma Sûriyê ya şoven û totalîter bikin, li pênawî: 1. Çareseriyeke demokrat bo doza kurd li Sûriyê 2. Rêzgirtina li mafên mirovî û azadiyên bingehîn û parastina rûmeta hemwelatî 3. Jiholêrakirina girtinên remekî û serbestberdana girtiyên siyasî Nemirî bo şehîdên Newroa 2008-ê û hemû şehîd kurd Bijî azadî, demokrasî û wekhevî 21.03.2008 Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê - Yekîtî Rêxistina Ewropa |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |